1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Hemed Elî Qoserî
  4. NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 2
NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 2,nexweşiya,stresê,ya,piştî,trawmayê,nspt,2

NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 2

A+ A-

 

 

(Post Traumatic Stress Disorder)

 

Bandora Zedeya (Trawma) Derûnî

(Psychotrauma Effect)

 

Bi berfirehî zedeya derûnî li ser tanûyê (physic, bejinû bal) bi bandor e. Bi gelemperî hemû organên mirovan ji zedeya derûnî xesarê dibînin. Lê bi taybetî jî li ser mîde û dil bandoreke xwe ya zêde heye. Di têkilî û danûstandina bi civakê re jî xerabûneke berfireh çêdike. Derûnnas (Psychologist) Endel Tulving di vî warî de wisa dibêje: Belê rê û rêçika başbûn û nebaşbûnê di bîra mirovan re derbas dibe. Derûnnas Tulving di sala 1993yan de li ser bîra mirovan lêkolînekê dike, di encama vê lêkolînê de dibêje: ''Bîranînên ku rewşa mirov giran dikin û hestiyariyeke tîr an jî streseke tîj (acute stres) didin jiyîn hebekî bi teşe û şemala fêmkirina bûyerê ve têkildar in.'' Ger bîranîn bi vî terhî berdewam bikin: ''Kirde (suje), rêwîtiya xwe ya jiyanê di hiş, mêjî û bîra paşdemayi de berdewam dike. Tiştê ku li dû mirovan maye îro dîsa dubare tê jiyîn.'' Zedeya ku di bîra mirovan de qeydkirî, bê dîtina tiştekî an jî bê sedem û bê daxwaz were hişê mirovan wî çaxî di nav demên derbasbûyî de rêwîtiya xwe, di hiş û ramanên mirovan de hîn bêhtir tevlîhev dike. Tevliheviya jiyanê (living paradox) rû dide û jiyana rojane dikeve bin xetereya zedeyê. Bîr çi takekes çi hevpar, jiyana ku dijî bi tevliheviya jiyanê re, her dem bi dîmenên derbasbûyî re parzûn dike. Ev bîranîn jî zedeya derûnî zindî dihêlin.

 

            Kesên ku bandora zedeya derûnî li ser wan domdar be, ji cih û warên ku trawma lê derbas bûye bigre heta wan kesên bi bûyerê ve elaqadar xetere dibînin. Lewre, ew kesên ku zedeya derûnî dijîn, bi dîtina van jinûvezedeyî (re-traumatization) dibin. Di bîr û bîrewariya wan kesên ku neyên dermankirin de xerabûneke bi şik û guman ava dibe. Tevger, gotin û kirinên wan sosret tên dîtin.

 

 

Hin Zedeyên Derûnî

 

- Destdirêjî (sexual abuse, îstîsmara  zayendî)

- Lêdana tanûyê ( violence, şideta fizîkî)

- Şer û pevçûn

- Erdhêj, rewşên awarte

- Derbaskirina nexweşiyên xedar.

- Şahidbûna bûyerên xirab (dîtyariyên bed)

- Pevketina nav malbatê

- Binpêkirina hestan

- îşkence û koçberî

- Tenêhiştin (îzolekirin)

- Biçûkxistin

- Bihîstin û guhdarîkirina bûyerên zedeyî

- Ensest (têkiliya zayendî a nav malbatê)

- Bêzar û bêzimanbûn

 

            Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê     

(Post Traumatic Stress Disorder)

 

Gava ku mirov bûyerên xedar, dijwar, erjeng, biêşûjan û ne xweş dijîn zedeyî (traumatize) dibin. Ev zedeyîbûn ku di demeke nêz de neyê dermankirin û ew mirov ji bin bandora wan bûyeran neyên rizgarkirin û alîkarî bi wan re neyê kirin; hiş, mêjî û bîrewariyên wan şolî dibin, bîra wan bi çewtiyên bûyeran gemarî dibe. Wê demê di bîra wan kesan de fikr û ramanên ne xweş xwe didin der û hêdî hêdî ramanên xedar xwe li hiş û mêjiyê wan radipêçe. Ji xwarin û vexwarinê bigire, heta danûstandinên wan dikevin bin kontrola zedeyê. Bi awayekî beloq û eşkere ji her hêlê ve bêpergalî (disorder) bi wan re tê xuyakirin. Di têkiliyên wan yê bi civakê re jî ev rewş tê dîtin. Ku ev rewş wisa berdewam bike û neyê kontrolkirin an jî neyê dermankirin; streseke tîj û tîr xwe li jiyana wan radipêçe û mirov dikeve bin xem, keder, gumanbarî û endişeyeke pir giran. Mirovên wisa êdî ji vê kêliyê pê ve xwebixwe nikarin sedemên vê rewşê ji holê rakin û nema dizanin bê wê xwe çawa ji vê rewşê rizgar bikin. Kesên wisa ji xwe re dibêjin;"dinya li me tarî bûye, dinya li me herimiye, xwezî em bimrana, tune bûna…". Mirovên wisa nikarin bi hêsanî jiyana xwe berdewam bikin. Di xwarin, vexwarin û xewa wan de pirsgirêk derdikevin holê. Her wextî di nava pêlên tirsên ku sedemên wan nediyar de avjeniyê dikin. Jiyan êdî ketiye bin kontrola tirs, saw, xemgînî û anksiyeteyê. Fikr û ramanên çewt û nerast yên bûyerê tanûyê jî jar û perîşan dikin. Nema bi tu kesî ewle dibin û her dem bi guman tevdigerin. Êdî bi bextê kesî bawer nabin û her wextî xwe di nava xetereyê de hîs dikin.

 

Ji bo teşxîsa NSPTê

 

            1. Ew mirovên ku zede derbas kirine, mîna    roja yekem, jinûvezedeyî dibin:

 

            a) Lêveger

            b) Xewn û xeyalên xedar ( kabûs)

            c) Serdestiya zedeya derûnî berdewam dike   (li ser trawmayê fikr û ramanên xeter tên hiş û bîra wan û nikarin xwe ji wan rizgar bikin û wan ji hişê xwe biavêjin).

 

            2. Reftariya (behavior) wan ecêb û tevlihev e. Di tevgera xwe de bi şerm û fedî ne yan jî tevgera wan veşartî û revok e:

 

            a) Naxwazin ku li ser zedeya ku derbas kirine biaxifin û ji bîranînên bûyerê aciz                  dibin.

            b) Ji wan tiştên ku têkiliya wan an girêdana wan bi trawmayê re hebe dûr dikevin (wek cihê bûyer lê qewimiye yan jî şexsên li wir û tiştên ku bûyerê bîne bîra wan.)

            c) Hin beşên girîng ê trawmayê ji bîr dikin     an jî nayên hişê wan.

            d) Di jiyana rojane de kêmbûna baldariyê       çêdibe û bêeleqebûnek li wan peyda dibe

            e) Ji mirovên derdora xwe cuda ye (xerîbûna wî di nav komê de tê ferqkirin)

            f) Nikarin hestên xwe nîşan bidin an jî bi hêsanî bijîn. Bi rehetî nikarin bikenin,                   bigirîn an jî bertekên xwe yên xwezayî nîşan bidin.

 

            3. Bertekên wan ji hêla tanûyê ve xwe didin der û bi awayekî beloq tên xuyakirin û hîskirin:

 

            a) Di tanûya wan de ferqkirina bîranîna zedeyê (wek ricifandin, sorbûna rû …)

            b) Baldariyeke zêde (hypervigilence)

            c) Pirsgirêkên xewê (insomnia)

            d) Kîn

            e) Kêmbûna baldariyê (konsantrasyon)

 

Di zanistiyê de NSPT

 

Pêderk û teşxîsa (diagnostic) NSPTê cara yekem di sala 1980yî de di Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders (DSM-3) de di pirtûkên zanyarî de cihê xwe girt. DSM-3an de bi vî awayî hate şîrove kirin: Li hemberî streseke tîj, xemgînî, dûrketina ji bîranînên trawmayê, kêmbûna baldarî û hestan, li hemberî bûyerên ji rêzê jî bertekên tûj tên nîşandan. Her çiqasî dihat zanîn ku di demên berê de jî şer û pevçûnên dijwar li ser leşkeran bandoreke xwe ya xedar û bihêz heye jî Şerê Vietnamê di pêderk û teşxîsa vê nexweşiyê de roleke sereke lîst. Wek nexweşiyên din yên ku di DSMê de cih girtine êdî NSPT jî bi koma nişêtan hat nasîn. Belê her çiqasî ji nexweşiyên din nehatibe cudakirin jî, di pîvana pêderka hoyzanînê (etiology) de cihê xwe girtiye. Ji bo hoyzanîna (etiology constituent) NSPTê divê nişêtên mîna kesê ku rasterast bûyer jiyabe, bûbe şahid, hîn bûbe û bandor li tanûya wî/ê bûbe hebin. Divê bûyer li ser wan kesan tirseke tîr, erjeng û saw di hiş û mêjiyê wan de ava bike. Ew kes ji hêla bîr û hestan (emotion) ve xwe bêçare hîs bikin.

 

Di çapa pêşî ya DSMê de bûyerên zedeyî weke 'dûrî qonaxa ceribandin û sêwirandina mirovan' hatibûn nasîn. Ev pênase pir kêm bû. Lewre, zedeyên mîna qezayên trafîkê li derveyî pêderka NSPTê hatibûn hiştin. Di çapa hatiye berfirehkirin de jî dibe ku nişêt kêm bin, lê wateya kirdeya (suje) bûyerê hîn sînordar bûye. Belê bireser (object) di bûyerê de bêhtir derketiye pêş (D. W. King û hevalên xwe, 1995). Di DSM4an de nexweşiya stresa tîj ji NSPTê hat cudakirin. Kesên ku dûçarî zedeyê bûne, dikarin carinan stresa tîj bi tundî û carinan jî kêm bijîn. Ev jî tiştekî asayî ye. Ger çavkaniya stresê têkiliya civakî û erka karûbarê mirovan xera bike û têxe xeteriyê; wê demê weke nexweşiya 'stresa tîj' tê binavkirin. Bi gelemperî ji % 60ê mirovan di meha yekem de vê nexweşiya stresa tîj derbas dikin û jiyana xwe bêyî NSPTê berdewam dikin. Lê paşê ku derûniya wan xwebixwe an jî bi alîkariyekê neyê dermankirin; wê demê xeteriya ku NSPT bi wan re peyda bibe zêde dibe.

 

Bi taybetî stres weke sedema hêman û pêkera di DSMê de cih girt û guhertinek di nîşankirina nêrînên gelemperî de çêkir. Bobelatên (katastrofîk) ku tên serê mirovan bêyî ku mirov li paşeroj û pêşeroja şexsiyetan binêre û binirxîne bandoreke neyînî (negative) li ser wan dihêle. Ji ber van sedeman NSPT ji nexweşiyên din hate veqetandin û weke nexweşiyeke xweser hate pejirandin. Berê digotin ku 'ger hebekî saxlem bûya, wê tiştek pê nehata'. Êdî bi fermî bandora zedeyê hatiye nasîn û hatiye qebûlkirin (Haley,1978). Belê li ser van hêman û pêderkên nû gelek fikrên cuda hene. Li hemberî bûyerên zedeyî gelek kes bi nexweşiya NSPTê ketine. Shalev û hevalên xwe di sala 1996an de li ser wan kesên ku bûyerên trawmatîk derbas kirine û ji hêla fizîkî ve birîndar bûne lêkolîn li dar xistine. Di encama vê lêkolînê de ji % 25ê wan kesan de NSPT derketiye holê. Li gorî vê encamê mirov dikare bibêje ku; di encama bûyeran de, tenê ne NSPT derdikeve holê. Li ser cudabûna di navbera çêbûn û neçêbûna NSPTê de lêgerîn û lêkolînên nû tên kirin.

 

*Ev nivîs di hejmara yekem ya Kovara Derûnnasiyê ‘’Psychology Kurdî’’ de hatiye weşandin.