1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Hemed Elî Qoserî
  4. NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 3
NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 3,nexweşiya,stresê,ya,piştî,trawmayê,nspt,3

NEXWEŞIYA STRESÊ YA PIŞTÎ TRAWMAYÊ (NSPT)* - 3

NSPT li ser sê nîşêtan (symptom, vexuyan) hatiye vebirkirin. Ev her sê nîşêt ji NSPTê re weke bingehê tên pejirandin. Ji bo ku di radeya nexweşiyê de bê hesabkirin divê her vebir (category) û nişêtên wê bi kêmanî mehekê berdewam bikin.

A+ A-

                      

 

NSPT li ser sê nîşêtan (symptom, vexuyan) hatiye vebirkirin. Ev her sê nîşêt ji NSPTê re weke bingehê tên pejirandin. Ji bo ku di radeya nexweşiyê de bê hesabkirin divê her vebir (category) û nişêtên wê bi kêmanî mehekê berdewam bikin.

 

                      1. Dubarejiyîna bûyerê

                      2. Ji hişyarkarêbûyerêrevîn

                      (dûrketin, tirs û saw)

                      3. Bilindbûna peşêwî

                      (anxiete, anksiyete)

                      û zindîbûna hestan û baldariyê

 

                      1. Dubarejiyîna bûyerê

 

Bûyerên zedeyê pirî caran bê daxwaz û bê hemdî tê hiş û mêjiyê wan. Her çiqasî ji bîranînên bûyerê bi dûr kevin jî, bûyer mîna roja yekem di hiş û mêjiyê wan de zindî dimîne. Ji ber van bîranînên bêhemdî; xewn û xeyalên xirab dibînin û nikarin xwe ji dîdyariyên bed rizgar bikin. Teqînek, reqreqa ewran, dengê têlsizê, cihê bûyerê, bîranînên bûyerê û hwd. bûyerê di serê wan de zindî dike, bi wan çewt dide fêmkirin û wan hişyar dike. Li hemberî hin bîranînên bûyerê bertekên zêde bi hestiyarî raber didin. Li ser van nişêt û vexuyanên nerehet û nearam di laboratuara derûnnasiyê de ji hêla McNally û hevalên wî ve (1990), lêkolînek li ser mexdûrên Vietnamê yên ku NSPT derbas kirine û yên derbas nekirine tê kirin. Di vê lêkolînê de testa Stroop tê bikaranîn. Di vê testê de bi rengê cuda peyv hatine nivîsandin û ji kesên ketine testê li şûna peyvê dixwazin rengê wê peyvê heya karibin zû bibêjin. Hin peyv ji ber ku naveroka wan bi bûyerê re eleqedar e bertek hêdî tê nîşandan. Bi vî awayî pîvan û mêzîna wan bertekên nexweşiyê (NSPT) tê çavdêrîkirin. Di vê xebatê de bi vebirên cuda peyv hatine hilbijartin. Peyvên bêalî (neutral, nêtar): mase, kûrsî, kevçî; peyvên erênî (positive): her bijî, baş, qenc, hezkirin; peyvên sewesdar û zorlêker (obsessive and compulsive): qilêr, gemar, destav; peyvên NSPTê jî: mirin, darbesk, gor, goristan. Kesên ku bi nexweşiya NSPTê ne peyvên NSPTê hîn hêdî dixwînin û li rengên wan radiwestin. Dîsa eynî bandor di xebata Foa û hevalên wî de (1991) ku li ser destdirêjiyê (destavêtina zayendî) kiribûn derketibû holê. McNally vê xebatê wisa şîrove dike: Di nexweşên NSPTê de peyvên trawmayê zû tên hiş û bîra wan û wan dixin bin bandora xwe. Ji ber vê bi derengî bersîva peyvên NSPTê didin.

Foa E. B. Zinbarg û Rothbaum B. A. (1992) û Horowitz (1986) dibêjin: Mirov nikare girîngiya dubarejiyînabûyerê li berçavan negire. Ji ber ku çavkaniya NSPTê ye. Hin dîtin û teoriyên NSPTê derbaskirin an derbasnekirina bûyerên trawmatîk bi têkiliya teşe û şemaya (bîr û baweriya derheqê dinyê) bûyerê ve girê didin ku mirovan di hişmendî û derhişmendiya (unconscious) xwe de ava kiriye.

2. Ji hişyarkarêbûyerêrevîn (dûrketin, tirs û saw)

 

Ew kesên ku trawma derbas kirine û bûyerên dijwar û erjeng di serê wan de derbas bûye naxwazin derheqê bûyerê de bifikirin. Ji tiştên ku trawma û bûyerê tîne bîra wan direvin, ji cihê bûyerê û ji bîranîna wê dûr dikevin. Dibe ku ji bo bûyerê ji xêv û hişê xwe derbixin, biavêjin û ji bîr bikin; hişwendatî (amnesia, amnezî) bi wan re çêbibe. Derdor nema mîna jiyana wan ya berê bala wan dikişîne û danûstandina wan bi civakê re kêm dibe. Hestên erênî (positive) werdigerin neyînî (negative). Bîr û baweriya wan ji koka xwe hildiweşe. Ev nişêt û vexuyan nanokiyê bi benda yekem re çêdike, belê radeya Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê tê guhertin, di navbera dubarejiyîn, tevizîbûn û qerimîbûnê de tê û diçe.

 

3.                   Bilindbûna peşêwî (anxiete, anksiyete) û zindîbûna hestan û baldariyê

 

Di berdewamiya jiyana rojane de pirsgirêk û arîşe hene. Di arîşeyên xwarin, vexwarin û xewê û berdewamiya wan de qelsbûn û bêpergalî heye. Ji aliyê tanûyê ve bêhêzî û bêtaqetî heye û kêmbûna balê û bertekên ji nişka ve tên dîtin. Di xebata laboratuarê de Orr û hevalê xwe (1995) ferq kirin û dîtin ku nexweşên NSPTê li hemberî dîmenên şer bertekên fîzyolojîk nîşan didin. Morgan (1996) jî di radeyek bilind de rastî veciniqandinê hat, ev jî nişêt û vexuyanên klinîkê piştrast dike.

 

 

Nişêt û vexuyanên (symptom) wekî din:

 

                      - Xem, xemgînî, peşêwî

                      - Merezî (depression, depresyon)

                      - Hêrsbûn, acizbûn, stres

                      - Xwe-gunehkardîtin

                      - Tilyak (van maddeyan ji bo stresa xwe bi kar tînin)

                      - Pirsgirêkên zewacê û yên karûbar (Bremner J. D û Keane T. M.1992).

 

Fikr û ramana bûyerê hin caran pîlanên xwekuştinê û hin caran jî êrîşkariyê bi xwe re derdixe holê. Ji ber bûyerên tund û zordariyê carinan jî reaksiyonên psîkofîzyolîk jî derdikevin holê. Wek êş û jana piştê, serêşîn, xerabûna mîde û rêviyan, diltepînî (panic attack)…

 

Li gorî DSMê dibe ku NSPT bi zarokan re jî çêbibe, lê belê ne weke mirovên gihiştî û mezinan. Bi zarokan re NSPT; bêdengî, giriyê ji nişka ve, bêpergaliya xewê, di xewê de dîtina cinawiran, xewnên bitirs, saw û kabûs. Wekî din an zarokên çalak bêdeng û bêtevger dibin an jî tevgera zarokên bêdeng tê guhertin û êrîşkar dibin. Hin zarokên ku trawma derbas kirine bawer nakin mezin bibin û carinan jî hin tiştên ku fêr bûne (axaftina rojane, derdor) ji bîr dikin. Bi hin zarokan re ‘bêdengiya hilbijêr’ (mutism) tê dîtin. Xaleke girîng ew e ku zarok li gorî mezinan li ser bûyera ku hatiye serê wan hîn bêtir bi zorê û bi diltengî diaxifin û ger ev bi awayekî destdirêjî yan lêdana fizîkî be, rewşa wan hîn xerabtir û dijwartir dibe.

 

Li Amerîkayê rêjeya belavbûna NSPTê %1-3yê de ye (Helzer J. E, Robins L. N û McEvoy, 1987). Ev jî nêzî 2 mîlyon mirov dike. Ev rêje di êrîşkariya fizîkî û di leşkerê çûne Vietnamê de % 3,5 e. Di nav birîndarên Vîetnamê de rêje derdikeve % 20an. Di lêkolîna Rothbaum N. O. û hevalên wî ku di sala 1992yan de li ser jinên ji hêla zayendî (destdirêjî) ve hatine îstismarkirin de rêje hîn berztir dibe. Rothbaum piştî bûyerê bi du hefteyan jinên hatine tecawizkirin dibîne. Di dawiya lêkolîn û nirxandina xwe ya yekem de; rêjeya NSPTê % 94 e. Ango ji sed jinên ku destdirêjî li wan hatiye kirin bi nod û çaran re nîşêtên NSPTê hatine dîtin. Di dawiya lêkolînê de ev rêje dadikeve ji %47an. Li bajarê Detroitê ji hêla Breslau N. (1991) xebatek û lêkolîneke berfireh li ser mirovên gihîştî hat kirin, di encama vê xebatê de ji % 39ê wan bûyereke trawmatîk jiyane û bi ji % 24ê wan re NSPT derketiye holê.

 

                      Hoyzanîna (Etiology) NSPTê

 

Ji bo NSPTê di hin hêman û pêkeran de rîsk zêdetir e. Breslau N. (1991) dixebata xwe ya li ser kesên ku trawma derbaskirine de ferq dike ku çêbûna NSPTê bi hin pêkeran ve girêdayiye; jin, zarok, destdirêjî, cihêbûna ji malbatê, di malbatê de hebûna nexweşiyên derûnî yan jî derbaskirina hin nexweşiyên derûnî (diltepînî, merazî, sewesdarî-zorlêdarî, peşêwî û hwd.) Foy D. W. (1987) jî dibêje: Çêbûn û pêşketina NSPTê girêdayî tundbûna trawmayê ye. Mînak, şer çiqas bidome tundbûn jî li gorî wê zêde dibe. Di malbatê de nexweşên derûnî hebin jî tunebin jî rêje û radeya NSPTê wek xwe dimîne. Belê dema ku şer kin be û di malbatê de nexweşiya derûnî hebe rêje û radeya NSPTê pir bilind dibe. Shalev A. Y. (1996) jî dibêje: Li hemberî trawmayê bertekên pêşî, çêbûn û neçêbûna NSPTê diyar dikin. Hebûn û tunebûna nexweşiyên derûnî (xem û xemgînî, diltepînî, depresyon) nişêt û vexuyanên dîssosiyatîf (depersonalîzasyon, derealîzasyon, amnezî) giraniya NSPTê diyar dikin.

 

Ji bo ravekirina NSPTê teoriyên derûnî û biyolojîk jî hene. Li gorî teoriya hînbûnê sedema nexweşiyên tirsê 'demîngirtina vetûrî' (classical conditioning) ye (Fairbank J. A. û Brown G.1987; Keanne T. M. Zimering R. T. û Caddell J. M,1985). Mînak kesên ku bûyerên destdirêjiyê hatine serê wan ji wî cihê ku berê neditirsiyan sedema ku bûyer lê qewimiye êdî ditirsin. Ji ber ku bi demîngirtina vetûrî tirs û saw bi wan re çêbûye, ji wan tiştên ku destdirêjiyê tîne bîra wan mîna destdirêjî li wan bûye tirs û sawê digirin. Ev jî rê li ber revîn û dûrketinê vedike. Lê ku hişyarkerên destdirêjiyê bi demîngirtina vetûrî çênebûbin tirs û saw kêm dibe. Li gorî fikr û ramanên 'reftariya venasînî' (cognitive behavioral) kesên bi nexweşiya NSPTê ketine kontrola xwe ya têgihîştin û fêmkirinê wendakirine (Chemtob (1988) û Foa E. B û Kozak(1986)).

 

Horowitz M. J.(1986 û 1990) li gorî nêrînên psîkodînamîkê wisa dibêje; bûyerên trawmatîk di bîr û xêva wan kesan de her dem tên dubarekirin û bi êş û jan in. An bi bîrewerî û bi hişmendî jê dûr dikevin (bala xwe diguherîne ser tiştekî din) an jî di bîra xwe de didin pêkûtin (repression). Tê gumankirin ku kesên trawma derbas kirine di derûniya xwe de di nava berxwedanekê de ne; ji bo ku vê birînê bi pergala baweriya xwe ya ku derheqê dinyayê de çêbûye bide pejirandin an jî daxe radeyeke qebûlkirinê.

 

Lêkolînên ku ji aliyê biyolojîk ve li ser cêwiyan hatine çêkirin; ji bo NSPTê fikrekî nû derxistiye holê (True,1993). Li gorî fikr û ramanên biyolojîk, trawma zerarê dide 'pergala noradrenerjîk' (non-adrenergic non-cholinergic nervous system) û ev jî radeya norepînefrînê (norepinephrine) bilind dike. Ev jî dibe sedema ku mirov zêde bi hestyarî tevbigere (Kristal,1989;Van Der Kolk,1985). Kosten (1987) li ser nexweşên ku pêderka NSPTê bi wan re heye bandora şîzofrenî û 'hestalozî, rewşa derûnî ya bêpergal'iyê (Mood disorders) dikole û ferq dike ku radeya norepînefrînê zêde ye û ev peyd piştgiriyê dide fikrên biyolojîk. Hişyarkirina pergala noradrenerjîk (non-adrenergic nervous system) bi % 70 nexweşên NSPTê re diltepînî (panic attack) û bi % 40î re lêvegerê çêdike. Belê di koma kontrolê de tu guhertin çênabe (Southwick,1993).

 

Heya niha sedema ku piştî trawmayê bi hin kesan re NSPT derdikeve û bi hin kesan re jî dernakeve bi awayekî zelal nehatiye ravekirin. Berê jî hat diyarkirin ku bûyer li gorî şexsiyeta kesên ku dûçarî bûyerên ne xweş bûne konê xwe di hiş û hişmendiya wan de dide avakirin. Ger berê nexweşiyek an bê aramiyek hebe; dibe ku rewş girantir bibe. Solomon, Mikilincer û Flum di sala 1986 û 1988an de li ser leşkerên Îsraîl ên ku di Şerê Libnanê de di sala 1982an de birîndar an saxlem rizgar bûbin lêkolînek çêkir, di encama wê de: Sedema derketina NSPTê ji dêvla ku berpirsyarî û karbidestiya şaşîtiyê xwe bigirin serxwe û li ser wan çareseriyekê bigerin, bi hestên xwe tevdigerin û li ser wan disekinin. Mînak: ''Xwezika min bikariya hest û pêjnên xwe biguhertina''. Dîsa Sutker (1995) li ser kesên ku di Şerê Kendavê de rizgar bûne, derketin an derneketina NSPTê dikole, di encamê de: Kesên ku bi hestan ve hatibûn girêdan û kesên bibîryar (negirêdayî hestan) rengê trawmayê an çêbûna NSPTê diguherandin. Vernberg (1996) dibêje: Alîkarî û piştgiriya civakê rîska nexweşiyê kêm dike. Di bahoz û bablîsoka Andrew de bi alîkarî û piştgiriya civakê rîska NSPTê li ser zarokên ku trawma derbas kirine hatibû kêmkirin.

 

NSPT û Şîn

 

                      Kesên ku dûçarî bûyereke zedeyî dibin, ku di vê bûyerê de merivên xwe jî winda kiribin; him barê bûyerê û him barê şînê bi hev re dikişînin. Jixwe barê NSPTê têra xwe giran û zor e. Ji ber vê yekê kesên wisa bêhtir tûşî nexweşiyên derûnî yên giran dibin. Ev kesên wisa şîneke tîr û tûj digrin. Di destpêkê de şîngirtina wendayiyan û barê NSPTê pişta gelek kesan ditewîne û di bin barê NSPTê û şînê de dikevin erdê. Ev rê li ber nexweşiyên derûnî ên mîna dîsosyatîf (du-kesayetî), delûzyon (pêçûn), peşêwî (anxiete) û hwd. Radeya xwe-kuştinê di vê demê de herî bilind e. Kesên bi vî awayî ji xwe û ji bîranînên bûyerê direvin. Di vê qonaxê de kesayetî tarûmar dibe. Kesên ku di bin barê her du rewşan de dieciqin û mêjiyê wan tevlihev bûye nikarin hestên vê rewşê ragirin. Lê rev û dûrketina ji bûyerê ewqasî ne hêsan e, lewre bi rêya xewnan bûyer pêşiya wan kesan bernade. Ji ber vê yekê stembarên van bûyeran bi hesreta xewa şevan in. Ev pirgirêkên xewê dibin sedemên halusînasyon û kabûsan. Bi vî terhî di nava tirs, saw, bêçaretî û bêhêvîbûnê de bûyerê dubare dijîn. Pêwendiya NSPT û şînê hîskirina nîşêtan bêhtir dike. Di eynî demê de him nîşêtên NSPTê û him jî yê şînê tên jiyîn. Derûnnas ji vê rewşê re dibêjin “şîna zedeyî” (traumatic grief).

 

NSPT û Derûndermanî (Psychotherapy)

 

Heta niha hûrnêrîn û lêkolînên ku li ser dermankirina nexweşiyên peşêwî (anxiety) tirs, pax û sawê (fobî, phoby) hatine kirin ji bo dermankirina NSPTê jî derbasdar in. Ji bo dermankirina NSPTê mifta herî girîng ew e ku kesên trawma derbaskirine bi tirsa bûyerê re bên 'dûçarhiştin' (exposure). Divê mirov pir bi baldarî tevbigere û dûçarhiştin ji hêla zanyar û pisporan ve bê kirin. Di bûyerên trawmatîk de dûçarbûn bi rêya xeyalkirinê (imagination) tê çêkirin. Wekî din berî ku 'vaczan' (therapist) her celeb û cureyên dûçarbûnê bi kar bîne divê li ser encamên wê bi baldarî tevbigere (Keane,1994). Kêmbûna baweriyê (ewlehî) di hişê mirovan de tirs û sawê çêdike û dibe sedema ku bi xeternakî li dinyayê binêrin (Janoff, Bulman, 1992). Bikaranîna 'tilyak'ê (substance sbuse, madeyên nebaş) stresê zêdetir dike (Keane û Wolfe, 1990).Taybetmendiya xwezaya nexweşiya NSPTê di serê gelek kesan de derbas bûye. Nîşêt û vexuyanên NSPTê; bêxewî, ji nişka ve veciniqîn, depresyon, biyanîbûn û dûrketina ji heval û hogirên xwe, tirsa nediyar û hwd. Divê di vê mijarê de mirov bên perwerdekirin û alîkarî bi wan re bê kirin. Perwerdebûneke bi vî şiklî ji bo naskirina NSPTê bingehekê ava dike û derheqê hiş û hişmendiya wan de ewlehiyê çêdike. Ev jî hêza hişwendakirinê qels dike (Keane,1994).

 

Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji bo 'stresa şer' (war stress), leşker hîpnoz (hypnosis, xewa çêkirî) dikirin. Bi alîkariya dermanan ji bo 'talkirin' (catharsis) û 'derkirina hêstan' (emotional discharge) dermanên narkosentez pêkdianîn (Grinker û Spiegel,1945). Bi rêya demarê derziya sodyom pentotal li leşkeran dixistin heya baş diyar dibû ku aram bûye, îcar terapîst bi dengekî xwezayî digot: Em aniha li qada şer li eniya pêşî ne ... Û ger pêdivî pê hebûya bikitekit şer dihat vegotin û bi gelemperî tirs û saw dihat jibîrkirin. Bi hestên pir giran bi bîr dianîn û bertek nîşan didan. Pirî caran nexweş (mexdûr) hestên trawmayê dîsa dijiyan. Dema bêjer hêdî hêdî bi ser xwe ve dihat 'vaczan' jê dixwest weke ku bûyer li paş maye û xeterî nemaye bûyerê bi dilawerî bibêje. Bi vî şiklî dixwest ku nexweş bikaribe sentezekê di navbera jiyana xwe ya îro û bûyera erjeng de ava bike (Cameron R. P. û Magaret J. Pearson1951).

 

Ji bo derûndermaniya NSPTê, divê tiştê bi trawmayê winda kiriye û ji bîr kiriye ji serî de di berçavan re bê derbaskirin û birîn ji nû ve bê bîranîn û ji hêla wext, hest, fikr û ramanan ve dubare bê nirxandin. Di encama vê dahûrîn û lêkolînê (analysis) de dibe ku ji tu hêlê ve tiştek neyê guhertin û neyê jibîrkirin. Ji bo ku di 'binhişmendiya (subconscious) kesên 'zedaya derûnî' derbas kirine çewtiyek an xeletiyek şîn nebe divê pisporên NSPTê di derûndermaniyê de cih bigirin. Divê di navbera 'binhişmendî' (subconscious) û 'hişmendî'yê (conscious) de pireke saxlem bê avakirin ku stembar (aggrieved, mexdûr) bikaribe dîwarekî qewîn têxe navbera xwe û zedeyê. Lewre heta zedeya derûnî bi zanistî neyê dermankirin, her dem di hişmendiyê (conscious) de zindî dimîne. Her çiqas trawma bi demê re di goristana bîrê de bê veşartin jî, ji ber ku şîna wê bi rasteqînî nehatiye kişandin dibe ku çirûskek di derheqê bûyerê de, wan kes û civakên zede derbas kirine dîsa zedeyî bike. Ji ber ku li gorî çanda derûndermaniyê bûyer nehatiye veşartin, her dem rîska NSPTê didome. Divê gor bê vedan û termê trawmayê bê derxistin û tevî şûştinê hemû tişt ji nû de bê nirxandin û bê dahûrandin, paşê bê veşartin. Piştî veşartinê li gorî çanda derûnî konê şînê bê avakirin. Li du van hemû tiştan kes an civaka ku trawmatîze bûye bi cih û warê bûyer lê qewimiye û kesên ku bi trawmayê eleqedar re bê rûyê hevdu (hemberhev) û ser sebeba bûyerê sûcê xwe bipejirîne û cezayê xwe bikşîne. Wê demê bi tendirustî zedeya derûnî derman dibe (Schacter DL. 2008).

 

Ew kes an civaka ku bi rastî û rasteqînî bûyerên xwe çareser û derman neke her dem bi pirsgirêkên derûnî re bi rû bi rû dimîne.  Ku rastiya bûyerê di nava civakê de neyê gotin, çîrok û çîvanokên wê neyên sererastkirin, di hişmendiya (conscious) wan kes û di hişmendiya hevpar (collective consciousness) ya civakê de tu carî rehetî û aramî peyda nabe. Bîr û bîrewariya wan bi aramî tevgera xwe berdewam nake. Dil bê sedem û bê wate ken û giriyê xwe berdewam dike (Kaptanoðlu C. Aralýk 2009).

 

                      Derûndermannasan (psychotherapist) li ser stembarên zedeyê (trauma victims) yên ku ji dewra dîktatorê Şîlî de mabûn lêkolînek li dar xistin. Ev xebata derûndermaniyê bi navê 'derûndermaniya guwahî' (witness psychotherapy) bi pêş xistin.

 

Di vê derûndermankirinê de kesên ku di bin dîktatoriya leşkerî de di êşkence dîtine û xwe ji bandora trawmayê rizgar nekirine û bi kesên ku mafê wan yê mirovahiyê hatiye binpêkirin re, di bin şert û mercên zor û zahmet de bi navê 'guwahiyeke baş' (şahidbûn) rêbazeke derûndermanî bi pêş xistin û bi kar anîn.

 

Bi hevkariya stembarên (victim, mexdûr) trawmayê ango bêjêran re çîrokên stembarên trawmayê dihat guhdarîkirin û tomarkirin. Li du vê tomarkirinê hest û pêhest (sehek) bi vegotinên çîrokê derdiketin holê. Li ser wan hest û sehan lêhûrbûnek û nirxandineke berfireh dihat kirin. Vê xebatê di nav bera 12 û 20 hevdîtinan (seance) de berdewam dikir. Di van hevdîtinan de bi alîkarî û bi xebateke hevpar çîroka trawmayê çendîn caran dihat nivîsîn û tomarkirin. Piştî van karan çîrok dihat sererastkirin û bi rewşa xwe ya dawî him bi awayekî nivîskî û him jî bi awayekî tomarkirî hevdîtin bi dawî dihat. Belê li du van tiştan, xebata hatiye kirin bi sê nûsxeyan (minho) dihat amedekirin. Ji wan nusxeyan:

 

                      1. Yek didan stembarê trawmayê

                      2. Yek ji bo xwendin û guhdarîkirinê arşîv                 dibû

                      3. Yek jî ji rêxistinên mafê mirovan re dihat şandin

 

                      Di vê derûndermankirin an jî derûndermaniya guwahî de du encamên girîng derdikevin holê:

 

                      a) Çîroka trawmayê ji her alî ve tê nirxandin û rastî derdikeve holê.

 

                      b) Stembarê trawmayê (mexdûrê bûyerê) bi vê xebatê bi hêsanî kare têbigêhêje û fêm bike bê wateya bûyerê çi ye.

                      Li Efrîqaya Başûr piştî ewqas zilm û zordariya ku bi salan dom kir, bi hezaran mirov hatin kuştin û îşkence dîtin. Him ji hêla fizîkî û him jî ji hêla derûnî ve birîndar bûn. Ji bo van bûyerên erjeng çareser bikin, Komîsyona Rastî û Lihevkirinê hat damezrandin. Vê komîsyonê li çîrokên mexdûran û kiryaran guhdarî dikirin û bi rêya çapemeniyê li tevahiya welêt çîroka zilm û zordariyê dihat guhdarîkirin û temaşekirin. Bi saya van xebatan êş û birînên mexdûran ji hêla endamên komîsyonê û ji hêla civakê ve dihatin naskirin û pejirandin. Kiryarên bûyerê ji ber van çîrokan diketin ber şerm û fediyê û lêborîna xwe ji mexdûr û stembaran dixwestin.

 

Her çiqasî xebata Komîsyona Rastî û Lihevkirinê nêzî metoda 'derûndermaniya guwahî' be jî, ji hêla sûdwergirtinê di navbera wan de cudabûneke mezin heye, lewre di guwahî-dermankirinê de bêjerê çîrokê û derûndermannasî heye, belê di vê xebatê de mexdûr an bêjerê çîrokê bûyerê bi civakê re parve dike. Bi vê parvekirinê çîroka trawmayê di hişmendiya hevpar (collective consciousness) de dihat qeydkirin. Bi saya vî tiştî civakê jî derfeta ku rastiyê bibîne didît û jê sûd werdigirt. Wekî din kesên li hemberî çîroka trawmayê yan li hemberî stembaran, bêxem û keder xwe li bêdengiyê danîbûn û xwe li hemberî wê zilmê kerûlal kiribûn. Bi van tevgerên xwe, xwe kiribû şîrîkê stemkaran û bi vî awayî ew jî bibûn şirîk ji 'sûcê hevpar' (collective crime) re. Bi vê medodê ew kesên ku xwe li hemberî sûcê stemkaran kerûlal kiribûn li çewtiya xwe hay dibûn û li gunehê xwe poşman dibûn.

 

Mirov dikare bibêje ku vê komîsyonê ji bo şînkêşiya civakê rêbazeke herî baş û xweş bi cih anîn. Van xebatên wisa li ser mirovên ku mafê wan hatiye binpêkirin rêyeke nû û hêsan vekir.

 

Bingeha rêgeza dûçarhiştinê (exposure) ew e ku tirs, pax û sawên (phobia) wan kesên zedeyîbûne kêm bikin an jî ji holê rakin. Di vir de armanc ew e ku tiştê bi xezeb jê direvin her çi dibe wan bîne rûberî hev. Belê divê neyê jibîrkirin, ji bo bûyerên trawmayê bên dermankirin divê li cih û warekî biewle û ji hêla pisporan ve ev kar bê kirin (Keane,1992).

 

Li gorî fikr û ramanên psîkodînamîkê; ji bo ku kesên trawma derbas kirine bikaribin bi serbestî li ser bûyerê biaxafin; piştgiriyeke biewle pêwîst e. Ewlehiyeke rasteqîn baweriya mirovan bi hêz dike. Ev jî bandoreke erênî li ser nexweşên NSPTê dike. Bi vî awayî nexweşên NSPTê bi wêrekbûn û bê tirs dikarin bûyerên trawmayê vebêjin. Ev jî giredayî 'pergala berevaniya' (defense mechanisms) mirovan e.

 

Gelek caran ji bo dermankirina nexweşiya NSPTê antîdepresan, îlacên tebitandinê û 'tilyakên derûnçalak' (psychoactive drugs) tên bikaranîn. Antîdepresanên ku înhîbîtorên serotonînê bi şûn de vedigerînin bêhtir tên hilbijartin (Van der Kolk,1994).

 

Pisporên NSPTê dibêjin: Bi çi awayî û bi çi rêbazê dermankirin çêbibe jî, cihê piştgiriya civakê taybet e. Carinan têkiliya alîkarî bi tena serê xwe jî, him ji bo yên alîkar û him jî ji bo yên alîkariyê distînin rêyeke dermakirinê ye (Hobfoll, 1991). Car caran hebûna malbatê, hevalan, cihgirtina di komekê de an jî guhdarîkirineke bêsûcdarkirin û hin pêşniyarên xweş û geş kesên ku trawma derbas kirine rehet û aram dike. Bi vî awayî jana birîna wan kesan hebekî kêm dibe û cudabûnê dixe navbera stresa piştî trawmayê û NSPTê.

* Ev nivîs cara yekem di hejmara yekem ya Kovara Derûnasiyê ’’Psychology Kurdî’’ de hatiye weşandin.