1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. NE DEM E, GELO, MIROV JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJE, EW ÇIQASÎ TAL DIBE, BILA BIBE?
NE DEM E, GELO, MIROV JI HEV R’A R’ASTÎYÊ   BIBÊJE, EW ÇIQASÎ TAL DIBE, BILA BIBE?,ne,dem,e,gelo,mirov,ji,hev,r,a,r,astîyê,bibêje,ew,çiqasî,tal,dibe,bila,bibe

NE DEM E, GELO, MIROV JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJE, EW ÇIQASÎ TAL DIBE, BILA BIBE?

A+ A-

Ezîz ê Cewo

 

… Ez dizanim, îro di r’ojevê da pirsne wisa hene, yên ku ji bo  gelê me ç’arenûsî ne û p’ir’ girîng in: îro di Bakîrê Kurdistanê da pirsgirêka faşîzma dirinde û har heye, îro di Başûrê Welêtê me da pirsgirêka hêvîyên gel ên bi xayînane firotî heye, îro di Rojhilatê Welatê me û tevahîya Îrana îslamî da hişyarbûna girseyên gel heye, û di Rojava da jî pirsgirêka parastina zîlên azadîyê û xweserîyê heye! Lê ji bilî van t’evan pirsgirêkek jî heye, ya ku ji wan hemûyan kêmtir girîng nine: ew jî pirsgirêka îslamîkirina sergirtî ya  êzdîyan û êzdîtîyê ye, ya ku ji bo ç’ernûsa wan p’ir’ t’ehlûke û girîng e. Pêşîyên êzdîyan, wek ku karibûne, ola  xwe ya kevnar ji êrîşên îslamê yên ji dema Umer bên Xettab va heya bê-derê van êrîşên vê dawîyê yên DAÎŞê p’arastine. Lê ewana îro dibin gorîyên kirên sergirtî û veşartî yên “şengesîyarên” (“şovelye”) t’evkujîya sipî...  

Û ewana îro li ber derê her kesî ne!

Li vira dê di derbarê evê û pirsên dinê da bê gotin.

… Weha, hê di gelawêja sala par da di r’ûp’elê xwe yê Fêysbûkê da (Facebook) min ev r’êplîka hanê, bi çend wêneyan va, wşandibû:

– Ca, ji k’erema xwe r’a, van gotinan bixwînin:

“Her tenê di Ermenîstanê da li ser asta dewletê me êzdî nav dikin, zimanê me û ola me – şerfedînîyê nas dikin”. – Na, na, ew mirov, ê ku ev gotin anîne zimên, ne ji malbata mirîdên sade ye, yê ku serederîyê ji têgihîştina cîhaanê ya olî nake, ev Hesen T’amoyan e, dibêje, yê ku ji têgihîştina r’astîya pirsê dûr nîne, lewra ku ew bi xwe ji malbateke şêxan e,  û şêx jî, wek ku tê zanin, piştî hatina Şêx Adî di nav êzdîyan da p’eyda bûne û di nava wan da bûne p’eyamdarên  (missionary) bawerîya sofîtîya îslamê. Lê bawerîya Şerfedîn sîwaneke nû ye, ji bo ku di bin sîya wê da îslamîkirina êzdîyan bidomînin... Û ew bi t’aybet jî di Ermenîstana piştî Sovêtê da di bin ç’avdêrîya wan ermenîyan da aktîv bûye, yên ku ji R’ojhilata Navîn a îslamî veger’yane wir. Û ew îro jî ç’avdêrîya wê “tevgerê” didomînin...

Xwendevan bi xwe dikarin vê nûçeyê bixwînin û bi xwe jî bi bawer bibin, k’a çi çi ye ( http: //www.yerkramas.org/article/123667/predstavitel-obshhiny-my-chuvstvuem-sebya-ezidami-tolko-v-armenii/predstavitel-obshhiny-my-chuvstvuem-sebya-ezidami-tolko-v-armenii ).

Di evê gotarê da ezê t’enê li ser bingeha dane û delîlên konkrêt r’avebikim, k’a Şerfedîn k’î ye, û di bin têrmîna “şerfedîntî” da (ola “Şerfedîn”) çi veşartî ye.  

Tê bîra we, çawa di têlêvîzîonê da strana “Şerfedîn e, Şerfedîn e!” dubare dikirin. Û, eger mirov bi baldarî wê stranê guhdar bke, dê têbigijîje, ku di wê da tê gotin: 

 

«Şerfedîn e, Şerfedîn e!

Şerfedîn e, ji dînê min e!..»

 

Lê, wan mirovan, ên ku îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê kirine armanca karê xwe, ji bo ku hinek guhdaran, ên ku ji serederîya pirsê dûr in, bi hêsane ji r’êya wan derxin û berê wan bidin cîyekî dinê, hildane û ew stran weha guhartine:  

 

«Şerfedîn e, Şerfedîn e!

Şerfedîn e, dînê min e!..»

 

 … Û dixwazin, bi vî awahî armanca xwe bibin sêrî!

Ma ne, yên ku wê k’ulamê distrên tiştekî nû ji ber xwe dernexistine!

Bala xwe bidinê, k’a li ser qubeya Şerfedîn çi nivîsî ye (Qube di gundê Kvaxê yê navçeya Mîdyatê ye – li Mêrdîna Bakûrê K’urdistanê!):

 

«Şerfedîn e, ji dînê me ye,

Şerfedîn mîr e li dîwanê,

Xeberê bidin Kurdistanê,

Bila qewîn bikin vê îmanê!»

 

 (Li wêneyên 1, 2, 3 binihêrin)

 

Lê naha bala xwe bidin tûjikê mezergeha Şerfedîn a li Şengalê: eger ew mezergeh ya êzdîyan e, sembola îslamê – hêker (hîva kerî) li wir çi dike?

Pirs hirêtorîk e, û pêdivîya xwe bi bersîvê nine!

 (Li wêneyê 4 binihêrin)

____________________

 

 

Binihêr’in, 56 kesan li hember vê weşanê helwesta erênî dyar dane xuyan, 70 kesan têbînî û şiroveyên xwe di derbarê wê da nivîsîne, û ew r’êplîk bi xwe jî 29 caran hatye p’arvekirin…  

Û ev hejmarana, helbet, di derbarê gelk tiştan da ji mirov r’a dibêjin, lê, ya sereke, ew dîyarde û pîvana asta baldarîya xwendevanan a li hember vê mijarê ye.

Eger tê bîra xwendevanên hêja, piştî ku bi zimanê r’ûsî gotara Wezîrê K’aşaxî ya “Gotineke nû di warê lêgerînên ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê da” hate weşandin  (k’urdîya wê li vir e: http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GOTINEKE_NÛ_DI_WARÊ_ LÊGERÎNÊN_OLA_KEVNAR_A_GELÊ_KURD_ÊZDÎTÎYÊ_DA), dest bi gengeşîeke germ bû. Di nava goveka wê gengeşîyê da min jî nêr’înên xwe pêşk’êş kirin û heya çend gotar- şiroveyên xwe jî weşandin.

 Lê vê carê, helwesta xwendevanan ji hemû hêvîyên me derbaz bûn. Di r’astîya xwe da ew gengeşî werguhêr’î “forûmeke vîrtûal” bû, û di wê da mirovên cuda nêr’înê xwe tanîn zimên, hinek ji wana heya dijberî hevbûn jî... Helbet, hinek têbînî û şirove jî hebûn, ên ku têk’ilîya xwe ya r’astedêr bi vê mijarê r’a nîbûn. Wek ku dihate xuyan, hinek xudnên ewan têbînîyan heya ew gotarên me bi xwe jî nexwendibûn, û helwesta xwe di derbarê hinek şiroveyên beşdarên dinê yên wê nirxandin-forûmê da tanîn zimên... Lê di t’onerîya xwe da ew gengeşêî pêk hat û hemû helwestên di civakê da derxist holê, yên ku di vê pirsê da pir ji hev cuda bûn. 

Yek ji kêlîyên balk’êş di vê gengeşîyê da ew bû, ku di hinek têbînîyan da gazinên xwendevana ji min hebûn, xwedêgiravî, ew, çi ku ez dinivîsim, ji helwesta dijî şîxadîtîyê tê (antîşîxadîzm), xwedêgiravê, mirov çawa dikare di derbarê pîrozîya here pîroz da biaxive?! ... Xwedêgiravî, pêşîyên me ji dewr û zemanan va (herî kêm 1000 salî!) ew p’arastine,  anîne-gîhandine vê rojê û spartine me (?)...

Helbet, hinekên wisa jî hebûn, ên ku bê ser û ber her tişt  red dikirin”...

Û van hemûyan dîmenekî ji dîroka gelê ermenî anî bîra min.

Çima hema ji dîroka gelê ermenî? Lewra ku, berê pêşin, ev hemû “nûjenk’arî” hema di Ermenîstanê da didin der, û, ya duyem jî, p’ir’anîya beşdarên vê gengeşîyê yên ji Ermenîstanê ne û kêm-zêde dîroka wî welatî dizanin...

Wek ku tê zanîn, xrîstîanî di nava ermenîyan da bi bingehîn di dewra III a serdema me da hatye belavkirin, û êdî di destpêka dewra IV da (sala 301î) ew di Ermenîstanê da bûye ola fermî ya dewletê...

Jixwe, di wê derbarê da, k’a di dîrokê da, gelan çawa “dest ji olên xwe berdane” û olên dinê “dip’ejirandine”, hemû jî, kêm-zêde, dizanin, û hîç pêwîst jî nake, ku mirov di wê derbarê da bi hûrbînî û dirêj biaxive. Her t’enê tiştekî  bibêjim: wê demê (dewra III a  s.m.)  ermenîyên agirp’erest bi destegulan xrîstîanî pêşbazî nekirine... Lê piştî 150 salî heman ermenîyana (yên ku êdî bûne xrîstîan!) jiyan xwe gorî dikine, li dijî agirp’erestîyê r’awestyane û xrîstîanî dip’arastine (Asa 451î – şer’ê deşta Avarayrê!).

Lê, dîsa jî, her çiqas ermenîyan xrîstîanî p’ejirandine û kirine ola xwe ya dewletê, di nava wana da heya îro jî gelek kevneşopî û dirozgeyên dema agirp’erestîyê hatine p’arastin. Di nav wana da heya îro jî berk’êşîya hindur’în (mêl) a xwezayî ya li berbi ola pêşîyan û kevneşopîyên wan venemirye. Û dengveger’ên wan berk’êşîya gihîştine van r’ojên me jî. Di vê derbarê da hê du sal berê di gotara xwe ya “… Çima, divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji hole rabe? … da min nivîsîbû: ...Mînak, îro di nav ermenîyan da hinek daxwaza veger’a xwe ya ser ola pêşîyên xwe ya kevnar a agirp’erestîyê dikin. Ewana bi lêger’înên zanistî gelek tiştên wê olê vejinandine,  diçin p’ersestgeha wê ya kevnar Gar’nîyê êgir dadidin, merasimên xwe yên olî pêk tînin... Û di nav wan da nêr’înek derk’etîye pêş: ewana dibêjin, ku t’evkujîya mezin a yekem a ermenîyan ne ku sala 1915-an, lê sala 301-ê pêk hatye, dema wana xrîstyanî p’ejirandine...    

Ev jî nêr’înek e! Û ne dêra ermenîyan, ne dewlet û ne jî yekî dinê nakin hewar û hêwarze...

Lê ya me?

Îro bûye wek kevneşopîyekê, û tê gotin, ku ...di dîroka Êzîdiyan de, 74 feraman bi ser wan de hatine, ... Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî bi ser Êzîdiyan de hatine. Ango, ewan t’enê fermanên li ser êzîdîyan dibînin û li me didin dîtin... Li vira pirs  dertê holê, k’a gelo berî Şêx Adî t’evkujîyên gelê me nînbûne? Ma ji destpêka êrîşên Umer bên  Xettab heya îro ev t’evkujî û ferman li ser k’ê bûne? Ma, ewên ku bi tunekirinê ra rû bi rû mane, û bi neçarî misulman bûne, kî bûne? P’ir’anîya wana ne êzdî bûne? Ew, ku serî fir’andine, gund û bajar wêran û t’alan kirine, û bi zora şûr, bi sotin û t’evkujîyan em werger’andine, ev ne ferman bûne? Ma, van hemûyan li me didin bîrkirin? 

...Û, wek ku tê zanîn, gel jî wê demê dimire, dema ew dîroka xwe ji bîr dike!

 Û, ya dinê jî, lê eger sedemên hinek ji wan fermanên ser êzdîyan (an êzîdîyan) nak’okî û şer’ên di navbera t’erîqetên îslamê da bûne, û êzdî ne ku te’nê werger’andine- kirine êzîdî-sofî (an sunnî?!), lê her weha, kirine qurbanîyên şer’ û p’evçûnên di navbera t’erîqetên xwe da?...

An na, çima, wek ku tê gotin, “...Para bihtir ji van fermanan paş serdema Şêxadî” pêkhatine? Û bi xwe jî dinivîsin, ku Şêx Adî sofî bûye?...” (di vê derbarê da, bi ûrbînî: di gotara “… Çimam dive yên êzdî bibn êzîd-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji hole rabe? …” da – http://www.amidakurd.net/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe)

Û ev tevkujî li hember gelê k’urd îro jî didome – veşartî, lê bi biryar! Ma, gelo tiştê ku evên li dû şopa Şêx Adî diçin, pêk tînin, berbi wê va nabe?   

Binihêr’in, li şûna wê, ji bo ku hewl bidin bizanibin, k’a piştî hatina Şêx Adî çi anîne serê êzdîyan, hinek wek qewalên t’erîqeta sofîyan (bi erebî: t’asavvûf –التصوف ), an jî wek şêxên êzîdîyan ên îroyîn, lê ne wek p’îrên êzdîyan ên demekê, an jî, wek wan mirîdan, ên ku êzdîyên r’astîn bûn û serederî li pirsên olî dikirin.

Min hert’im jî hewl daye, r’astîyê bi awayekî wisa bigihînim xwendevanan, ku kesekî nexeydînim, heya ewan jî, yên ku bi r’ayê ç’arenûsê xalifîne, an jî wan tiştan bi zanebûn, bi bir’yar pêk tînin, lewra ku armanc û spartinên konkrêt li ber wan hene.

Lêbelê îro êdî dem pêr’a gihîştye, ku mirov r’astîyê bibêje, ew çiqasî tal dibe, bila bibe!  

Hê sêzdeh sal berê min di gotara xwe ya “Êzdîtî: Çend r’aman û nêr’în li ser r’astîya vê ola kevnar, r’ewşa wê ya îro, nexwendîtîya olî ya di nav me da û leyîstokên siyasî” da nivîsîbû: Dema em dibêjin êzdîtî ola kurdî ya kevnar e, yên dijmberî me van tiştên han didin pêş me:

– Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyv û têgehên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin? – Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cinet, cehneme, ruh, cin, miilyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek Ferxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismilayî), Rebê alemê/Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq... – Û dibêjin, ku ev navên bingehîn ên ola Êzdî, ne ku tenê yên erebî ne, lê her weha giranîya wan peywirên ola Îslamê destnîşan dikin... ” http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html )

Eger li ser van pirsan da wisa jî navên wan firêşteyan zêde bikira, yên ku di “Meshefa r’eş” da di derbarê wan da tê gotin: Ezraîl, Dardaîl, Îsrafîl, Mik’aîl, Cebraîl, Şamnaîl, T’uraîl, û serî li erkdarên olên kevneşopî an olzanan bida, baêk’êş e, ewana dê çi bigotana, ev frêşteyana yên k’îjan olê ne?  

Û li vir jî pirs hirêtorîk e!

Min di dema xwe da, di gotara xwe ya “Gengeşî didomin” da nivîsîbû: “...bala xwe bidinê, ka sernavê lêgerîna Bîttnêrê zanyarê awstrî çi ye:  Bittner M., Die heiligen Bűcher der Yeziden oder Teufelsambeter (kurdish und arabish). Wien, 1913//Bîttnêr M., Pirtûkên pîroz ên êzîdîyan an şeytanperestan (bi kurdî û erebî), Vîêna, 1913.

Eger mirov bala xwe bide habûna van herdu pirtûkan, ên bi vî şêwazî û bi vê naverokê va, wê demê dertê holê, ku peydabûna van pirtûkan an pirojeyeke ruhanîya îslamê bûye, ji bo ku bi navê êzdîtîyê ra bilîzin û ewê heya dawîyê reş bikin, an jî, eger ew bi rastî afrandinên Şêx Adî ne, wê demê mirov dikare tevahîya vê tor’ê jî wek projeyekê binirxîne.  

Ma ne, têknolojîyên cihêreng  îro teze peyda nebûne?! 

Û, divê bê zanîn, ku ev hemû tiştên dûrî heş û sewdayê mirov tu têkilîyeke xwe bi êzdîyan û êzdîtîyê ra nîne! 

Û piştî ewqas zanîyarî, dane û delîlan, îro di nava wan kesan da, yên ku xwe rewşenbîrên êzîdîyan dihejmêrin (an jî – yên êzdîyan, çawa dixwazin, bila wisa jî xwe niv bikin!), bêdengîyek desthilatdar e, û hemû bi biryar hewl didin (bi zanebûn, an ne bi zanebûn, ferq nake!), wê projeya veşartî heya dawîyê bibin sêrî, ya ku ji sedsala XII va destpê bûye – projeya îslamîkirina êzdîyan, û ji bo wê heya derfet û hêmanên hemdemî yên gelê me bikar tînin – çapemenîyê, radîoyê û têlêvîzîonê. Û herçê kêm jî întêrnêt temam dike! 

Lêbelê, ji bo ku ev derewên di derbarê êzdîtîyê û êzdîyan da bên redkirin, hemû derfet di bîrûbawerîya êzdîtîyê bi xwe da hene. Û ya sereke jî ew e, ku di ola êzdîtîyê da bi xwe têgeha ruhê ne qenc û kesayîkirina wî (personification) ninin, ê  ku di olên kevneşopî da wek şeytan, satana, lyûtsêfêr, antîxrîst tê navkirin...    

Demekê min di vê derbarê da ji nûnerên oldarîya êzdîtîyê (ne ku yên êzîdîtîyê/yêzîdîzmê yên îslamîbûyî!) û hinek rûspîyên êzdîyan ên bawermend û zane pirsî, û ewana şaş û matmayî bersîva pirsa min bi pirs dan: “Eger gotina wan di derbarê Xwedê da ye, ma ne her tişt di destê Xwedê da ye, ew Afrandarê cîhana me yê dilovan û mihrîvan e? Û di cîhanê û erşê asmîn da hîç tiştek jî nikare bêyî rayê Bînaya çavan pêk bê, ya ku Ew haş ji wê nîn be?! Ewî çawa dikaribû, ruhekî wisa bisêwiranda? Û, wisa bibûya, ku ew neqenca heya di Dîwan  Xwedê da – li rex wî hebûya?!  Na, – ewana digot, – eger tiştekî neqenc heye jî, ew tenê di nav me – mirovên da, li rû erdê ye!”

Û, eger îro di nav yên êzdî da hinek têgihîştin di derbarê rewanê ne qenc da heye jî, ew bi “saya” nûnerên olên kevneşopî bûye, yên ku di dewr û zemanan da cînar, an zordarên wan bûne...

A, hema evê jî ew mirovana nikarin tê bigihîjin, ên ku heya derema dawîyê ya r’uh û mejûyê xwe va bûne terefdarên olên kevneşopî yên desthilatdar. 

Ya sereke ew e, ku divê mirov ne bi ç’avê nûnerên misulmanîyê, xrîstîanîyê an oleke dinê, lê bi ç’avê k’urdan, an jî bi ç’avê lêger’înerên serbixwe, bêt’eref û ne hevsûd li êzdîtîyê binihêre... 

Û, ya here girîng, heya emê nikaribin van herdu ol û bawerîyên ji hev cuda (êzdîtîyê û êzîdîtîyê/yêzîdîzmê) ji hev ferq bikin, wan t’evî hev bikin, emê t’ucar nikaribin r’astîya vê ola kevnar a gelê k’urd tê bigihîjin... ” (http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GENGE%C5%9E%C3%8E_DIDOMIN)

Li vira ya balkêş ev e, ka, gelo, ew domdarên nûhilatî yên îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê dê çawa bersîva van pirsan bidin?

Pirsa sereke di wê da ye, ev hemû têrmîn û têgehên îslamî ji k’u hatine nava ola me ya kevnar? Ew kesana, yên ku wisa bi dil û can hewl didin, me bidin bawerkirin, ku hema ev jî êzdîtî bi xwe ye, an ew ne destûrmend in (ne kompêtênt in), ji serederîya pirsên olî dûr in, an jî, bi ya wan, heya naha çawa karibûne gel bixalifînin û berê wî ji rêya wî biguhêrin, dê îro jî ji wan ra li hev bê, heman tiştî bikin.

Lê, eger mirov bi ciddî bipirse?! ...   

Balk’êş e, ew şopgirên Şêx Adî û şîxadîtîyê dê çawa bikaribin, di vê dewra me ya întêrnêtê û pêwendîyên global da hemû terefên pirsê yên rastîn ji mirovan veşêrin: mezergeha Şêx Adî heye – bi hemû reng û şêwazê xwe yê îslamî va, û ew ne li Lalişê ye, lê li Cûlamêrgê ye (Hekkarî), kurdên misulman ên zêndî hene, yên ku diçin wir û dua-dirogeyan dixwînin (Li wêneyên 5, 6 û 7an binihêrin!). Şîxadî (Şêx Adî) di dîroknûsîya îslamê da wek şorindgo (weîz), peyamdar û ezdazanekî îslamê tê zanin. Ew yek ji nûnerên berbiçav ên şaxê sofîtîyê ye di îslamê da, û di vê derbarê da zanîyarîyên dîrokî di çavkanîyên cuda da hene, dawîya dawîyê, berhemên wî li holê ne.

Û ji nişkêva – tiştekî weha!? …

Heya ku me nikaribûye rehên evê nerastî û bêdadîya dîrokî ya li hember êzdîyan (û  tevahîya gelê kurd) bibînin, heya li ser bingeha dane û delîlên pêbawer me ev şerê neşûştî bi bingeha wî va red nekirye û rastîya dîrokî dernexistye ronahîyê û nedaye vejîyandin, emê nikaribin, wek nûnerên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê ya nebînayî, bi cîhana mayîn ra biaxivin. Emê nikaribin xwedîyên wê mîrasa çanda kevnar bên hejmartin, ya ku hebûna tevahîya gelê kurd ê pirmîllîonê ye.

Wê demê, yên ku tiştên weha dinivîsin, an divê nedestûrmendîya xwe bipejirînin, an jî bi wê rastîya dîrokî ra qayîl bibin, ku êzîdîtî (ne êzdîtî!) şaxekî îslamê ye, û ew bi xwe jî – qewalên wê ne (missionary) di nava êzdîyan da…

Û hîç pêwîst jî nake, mirov di bin sîwana tewanbarîyên  “dijî şîxdîtîyê” da dîsa karê xalifandina (beralî kirina) mirovan bidomîne û berê wan ji rastîyê biguhêre... Min ne carekê, û ne jî duduyaan di gotarên xwe da nivîsye, ku  “... dibe ku hinekan êzîdîtî p’ejirandibin jî û bûbin hbeşekî ji wan, ên ku Abovyan di derbarê wan da dinivîse, ku ew heya di nav ereban da jî hene, û wek ku mafê me nîne, loma li kurdên sunnî, yên şiî, elewî, nexşbendî, xrîstîan an hineke dinê bikin, wisa jî – li van. Bila ew jî êzîdî bin! Lê, divê bê zanin, heya, eger di xwezayê da êzdî û êzdîtî nemabin jî, yek e, ewana êdî ne êzdî ne... ”

... Naha jî em vegerin ser pirsa Şerfedîn û şerfedîntîyê!

Di dema xwe da min ji êzdîyên navsere û erkdarên ola êzdî pirsîn, bi wê hêvîyê, ku bizanibim, k’a, di dîwana pîrozîyên êzdîtîyê da kesekî bi navê Şerfedîn heye, gelo, an na?  Lê kesekî ne dikaribû wê îzbat bike, ne jî, hîç nebe, bi awayekî mak bike. Min careke dinê di pirtûka Xana Omerxalî ya “Êzîdîtî. Ji kûrahîya hezarsalan” da nihêrî  (pirtûk bi xwe bi rûsî ye: Ханна Омархали, «Йезидизм. Из глубины тысячелетий», Санкт-Петербург, 2005). Ev pirtûk wek zanîyarînameyeke êntsîklopêdîk a êzîdîtîyê ye (ne ya êzdîtîyê!), û di wê da ferhenga têrmîn û navên ola êzîdî heye, û min di wê da jî ew nava nedît.  

Ji bilî vê, di nav gel da, li vir û wir, dengên cuda di derbarê rastîya vê pirsê da tên bihîstin.

Weha, di malpera www.bahzani.net da gotara Feremez Xerîbo ya bi sernivîsa “Dînê Êzîdîya çî ye?” hatibû weşandin, û, bala xwe bidinê, ka di wê da çi tê gotin:  “...

1.      Şerfedîn însane, ew kurê Şêx Hesenê kurê Şîxadîyê 2’an ê kurê Musafirê kurê Îsmaîl e. Çilo înasanik wê bibê dîn, û wek em zanin Şêxê Şemsanîya ew kuşt û kir mixarê (şikeftê), ji ber wilo wî got ez dînê we me, lê Şêxê Şemsanîya gotîyê go wilo nebêje, bêje ez ji dînê we me û latik danîn ser devê mixarê.

 2.      Wextê Şerfedîn dînê Êzîdîya ye, gelo dînê Şerfedîn çî ye, yanî berî Şerfedîn dînê Ezîdîya nebû ,yanî Êzîdî bê dîn bûn ?!”

 (Feremez Xerîbo, “Dînê Êzîdîya çî ye?” –http://www.bahzani.net/kurdi/show.php? aid=3675 )

Bi prênsîpî helwesteke rast û matmabûneke mafdar!

Bi vê agahîyê ra dê li bal xwendevan pirseke heşmendî û mafdar çê bibe: “Çi dertê holê, wê demê Şerfedîn û ew, ê ku di stranê da di derbarê wî da tê gotin kesne cuda ne?”

 Eger em vegerin destpêka gotara navborî, emê bibînin, ku da parçeyekî “Qewlê Çarşema Sor” da tê gotin:

“Tawisî Melekê minî nav şêrîn

Bi navê şerefa dîn ji min re bûye dîn!” 

 

Yanî bi vî navî Tawisî Melek dînê mine, ne Şerfedîn... – Xudanê gotarê vedibêje.

 

Çi dertê hole? Dertê, ku ji ber mînahevbûna têgehên “Şerefa dîn”, “dînê şerefê” û navê xwe (Şerfedîn), ew kes xwe wek ola wan radigihîne, ji ber wê jî wî diavêjin mixarê û latekî jî datînin ber derê wê? ...

Bi xwe r’ê ji r’êyan dernaxin û mejûyê êzdîyên r’eben (an êzîdîyan) jî tevilev kirine!

Û, gelo kîyê bikaribe bersîva van hemû pirsên tevlihev bide?  

Helbet, di vê pirsê da ewqas jî ne girîng e, ka, gelo, ew nav hebûye, an – na!? Ma, gelo, ew hemû nav, têgeh û têrmînên erebî-îslamî berê pêş da di ola êzdî da hebûne? Helbet, na! Lê  piştî “rêformên”  Şêx Adî, terefdar û şopgirên wî ew hemû anîne nava êzdîtîyê. Û paşê, dikare hinekan di serdemên hê dereng da ev nav jî anîbin… An jî, dikare ew di nava êzîdîtîyê da hebe jî, lê ne di êzdîtîyê da (fermo, careke dine van herdu têrmînan hemberî hev bikin!). Pirs di wê da ye, ku îro ewên ku dibêjin: “Şerfedîn dînê min e, êzîdî miletê min e!”, ewana ji têgehên here sade (êlêmêntar) yên “ol” û “netewê” serederîyê nakin.

Dema em di derbarê vê da dibêjin, xwendevan dipirsin: “Eger ew wisa bûye, wê demê gelê me çawa ew hemû p’ejirandine, çima ber xwe nedane?”

Bi vê boneyê, hê du sal berê min di gotara xwe ya bi sernivîsa “… Çimam divê yên êzdî bibin êzîdî-sofî, û êzdîtî bê tunekirin û ji hole rabe? …” da nivîsye: eger p’êwendîyên Şêx Adî hê di dema zar’otîya wî da bi civaka  êzdîyan r’a nînbûna, êzdîyan ew nas nekiribûna, û ev jî nebûya sedem, ku ew bi hêsane ji hêla wan va wek “mirovê xwe” bê p’ejirandin,[5] û bi zarê xwe yê şêrîn ewî xwe nekiribûya dilê wana (pêşîyên me gotine: “Bi zarê şêrîn maran ji qulê derdixin! ”), û, ya here sereke,  r’ewşa êzdîyan a giran û bêç’are nînbûya, û, eger ew jî weke yên berî xwe bi şûr û sotin li ser êzdîyan da hatibûya, êzdîyan dê berxwebidana, wê xwe bidana kuştin, lê S’targeha ola xwe ya navendî wê nespartana wî û dê îro jî ne di  vê r’ewşê da bûna...  http://www. amidakurd.net/ku/ tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin _û_ji_holê_r_abe   

Hinek xwendevan dipirsin: “Ma ne, heya naha Şêx Adî ji bo me kiribûn wek Xwedêyekî, û, jinişkêva, Şerfedîn û şerfedîntî derxistin holê! Ev hemû ji ku anîn, çima wisa dikin?”

Ji bo vê sedemên ciddî hene: dema bi zanistî hate peyitandin, ka Şêx Adî kî bûye (li jorê binihêrin!), û êzdî bi xwe jî wî yekawa napejirînin, lewra jî, ji bo ku pêvajoya îslamîkirina êzdîyan bidomînin, pêwîst bû, bîrûbawerîyeke nû ji ber xwe derxin.

Bala xwe bidinê, Xanna Omerxalî di pirtûka xwe ya navborî da di derbarê helwesta êzdîyan a li hember kesê Şîxadî da çi dinivîse: “... bîrûbawerîya wî (ya Şêx Adî. – E. D.)... di karê rêformekirina yêzdîtîyê da roleke girîngtirîn lîstye, lê, dîsa jî, heya helwesta hinek yêzîdîyan li hember kesê wî ne yekawa ye...” (rû. 45) 

Û li vira ya girîng ew e, ku xudana vê pirtûkê ne ku tenê di malbeta pîrên êzdîyan da hatye cîhanê, gihîştye û ev cîhana nas kirye, lê, her weha, xwendina xwe di wî warî da pêk anye, û ew pirtûk jî berhema lêgerînên wê yên zanistî ye...

Ango, her tiştê veşartî derketye ronahîyê, êzdî êdî di derbarê Şêx Adî da xwedî raman û nêrîn in – bila heya radeyekê ew nêrînên wan giştî-tomerî bin jî, lê ew hene!

Yên ku ev çîroka di derbarê Şerfedîn da derxistine holê, hêvîyeke wan hebûye. Ew jî ew bûye, ku êzdî pir dixwazin, ku frêştêyekî wan ê pîroz hebe, ê ku ji hêla hemûyan va bê pejirandin, lewra jî, ew kê jî raberî wan bikin, dê bipejirînin. Û ji bo vê jî hêvîya wan nexwendîya olî ya di nav gel da ye!

Weha, bi vê yekê gel gîhandine çi r’ewşê!  

Û di rewşeke weha ya nexwendîtîya olî ya girseyî-giştî da mirov kîjan ramana bêwate û bêşêwaz jî bixwaze, dê bide pêş û li stuyê gel bialîne!

Û bi “dua-drozgeyên” mirovên weha îro di Ewropayê da, ew rêxistinan, ên ku erka wan a yekem ew e, ku wê ola gelê me ya kevnar bipaarêzin, hemû derfetên gel ji bo wê bik’artînin, ji bo ku şopên mayî yên vê ola xwezayperest a dergerdûnî (êkzotîk), nebînayî û bêhempa tune bikin û wê heya dwîyê di nav tarîstanê da mina bikin.  

Carekê rewşenbîrekî me yê Sovêtê ji min pirsî: “Tu dikarî ji bo min besîva vê pirsê bibînî – çima, dema ez diçima nava kurdên me yên li welêt, bi taybet jî li Bakûrê Kurdistanê, ez xwe bêhtir di nava êzdîyan da hîs dikim, ne ku di nava van êzdîyên me yên li  vira da?” – Min bersêva wî weha da: “Ew ji ber wê ye, ku kurdên misulman bi zora şûr, bi zordarî îslam pejirandine, lê heya dawîyê nebûne misulman, lê êzdîyên me bi şêwazî (formalî) dijî îslamê ne, lê, ew bi xwe jî, bêyî ku tê bigihîjin, bi rojane hemû komplêksa têrmîn, têgeh, dua-dirozge, ayîn û nirxên îslamê bi kar tînin!”

Çend sal berê xwendevanan bi têbînî û pirsên xwe va çend fotowêneyên ji jîyana rojane ya êzdî/êzîdîyan ji min ra şandibûn. Ewana ew wêneyana ji ber malpera EzidiPressê girtibûn. Di nav wan wêneyan da wisa jî yê Seddam Huseyn hebû – û ser jî banga dîktator a ji bo êzîdîyan nivîsî bû (li wêneyê 8em binihêrin). Û xwendevan di bi wî wêneyî da pirsek nivîsîbû: “Banga Seddam ji bo kê ye, gelo – ji bi êzdîyan, an ji bo êzîdîyên xwe?!”

Û wê demê min wek bersîv nivîsî: “Binihêrin, ev rûvîyê pîr ji êzîdîyên xwe ra dibêje, ku ew divê xwe ji kurdan biparêzin, ji ber ku ew bi jimara xwe va kêm in û dikarin winda bibin!

Çima?

Seddam ne mirovekî sade bû, li bal wî ewqas zanîyar, siyasetmeder, erkdarên olî ezdazan û pisporên din li ser kar bûne, û ewî pir baş dizanibûye, ka kî kî ye.

Balkêş e, ev kesana kîne, yên ku di nav ciwanên êzdîyên Almanîyayê da banga Seddam belav dikin?

Ew kî ne û li dû çi armancê ne?!”

Û, lewra jî, her carê, dema hinek rewşenbîrên me daxwîyanîyên weha didin, ewana bi wê yekê wek parêzerên îslamîkirina êzdîyan derdikevin pêş (li jorê binihêrin!), ew wêneyê Seddam tê bîra min, û ez bêhtir bi bawer dibim, ku pêvajoya îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê, a ku 1300 sal berê destpê bûye, bi hêzeke nû didome.

Û dilê mirov jî dêşe, ku hinek rewşenbîrên me bi her awahî alîkarîyê didin zûkirina wê pêvajoyê – pêvajoya tevkujîya sipî!

... Hê sê sal berê min bi vê mijarê du gotar bi sernivîsa giştî ya “Rojekê em divê ji hev ra rastîyê  bibêjin?” nivîsî bûn. Ev gotarana di weşanên cuda da hatine belavkirin... Piştî gengeşîyên navborî ez bi bawer bûm, ji bo ku xwendevan bikaribe mijarê bi berfirehî binirxîne û pirsgirêk bi berfirehî bê têgihîştin, evan gotarana dikaribûn rola xwe bilîstana. Û, lewra jî ez hêvîdar im, ku malp’er’a AmidaKurd dê di demên pêş da wan gotarana pêşkêşî bala xwendevanên xwe bike...

 

Li şûna peynivîsarê:

 

Van demên dawîyê, ez rastî êzdîyekî Ermenîstanê hatim, û di nav me da gotebêjek pêk hat. Û ewî wê demê behsa wê rêplîka min a navborî kir û got:   

– Dizanî, em di navçeya Armavîrê ya Ermenîstanê da dijîn, li wir gelek hevalên min ên ermenî hene, em dem bi dem vê pirsê dinirxînin, û her carê ewana min didin bawerkirin, ku kûrkirina dutîretîya di nav gelê me da kêrî berjewendîyên gelê ermenî jî nayê, ku ew, ên ku bi wan karan radibin, nayê zanîn, ka, gelo, kî ne û di Ermenîstanê da berjewendîyên kê diparêzin – ew pirseke mezin e!    

Û, weha, dema min rêplîka we xwend, – ewî axavtina xwe domand, – gotinên  hevalên min ên ermenî hatin bîra min.  Lê, eger ew axparana (di Ermenîstanê da bûye kevneşopîyekê, ji ermenîyên ji der hatî ra dibêjin: “Axpar!” – E. C.), hûn çawa wan nav dikin, rêpatrîant, ne?! A, bi r’astî, hema evên ji Rojhilata Navîn a îslamî hatine, vî karî pêk tînin, ji bo ku bingehekê amade bikin(wek sedem!), û peyra di bin navê misulmanîyê da me neçar bikin, ku em, an xrîstîanîyê bipejirînin, an jî ji Ermenîstanê herin? Ma ne, ji nûnerên hemû gelên dine îro em tenê di Ermenîstanê da mane! – Ewî bi çavên melûl li min dinihêrî û bi dilêşî gotinên xwe yên dawîyê anîn zimên û, mîna mirovekî benda bersîva pirsa xwe be, çavê xwe ji min venedibirî!...   

Çi gunehê xwe veşêrim, di destpêkê da min nizanibû çi bersîvê bidim, lê paşê min ramanên xwe bervî ser hevdu kirin û got:

– Eger di nav ermenîyan da hê mirovne wisa hene, yên ku wê pirsê têdigihêjin, wê demê her tişt winda nebûye, wê demê dê siyaseta îslamîkirina êzdîyan neçe sêrî … Lêbelê, hûn jî divê dest ji ber xwe hilnedin… 

 

Gêlawêj – rezber, 2017.