1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Nameya min ji mam Tosin re
Nameya min ji mam Tosin re,nameya,min,ji,mam,tosin,re

Nameya min ji mam Tosin re

A+ A-

 

Dem baş Mamê Tosin, hêvîdarim ku tenduristiya te baş bî?

Mamê hêja, mala te hezarcarî ava be, ku te wekî dost ev kurte nivîs ji min re nivisiye.

 

 

Destpêkê, divê cenabê te zanibe ku ez ji ber navê te û nasmameya te a ronakbîriyê, vê bersivê ji te re dinivisînim. Ji ber ku tu xwe wer bi nav dikî. Eger tu endam an alîgirê partiyekê bûna, min hewce bi bersivdayinek bi vê nolê nedidît. Yeke din jî, ji xwe te di destpêka nivîsa xwe de gotiye:“Ez herdem xwe ji sîyaseta partîyên kurda dûr digrim.“ Lê rastî ne wisa ye mam. Te bi xwe bivir li lingê xwe xistiye. Ez ê vê mijarê li jêr zelal bikim.

 

 

Beriya ku ez li ser nivîsa te rawestim û nêrînên xwe bi kurtayî bi te re parvebikim, dixwazim bibêjim, madem em li ser partî û siyaseta kurd giftûgo dikin, çima em wan jî pê nahisnin û nîqaşa xwe aşkere nakin? Eger tu aciz nebe ez dixwazim nivîsa te li gel bersiva xwe di medyayê de biweşînim.

 

 

Nuha ez werim ser nivîsa te. Te di nivîsa xwe de ji bo min gotiye;”Tu çira yekalî dinihêrî.“ 

Tu li vê derê min bi yek alîtiyê sucdar dikî û hinek mînakan li gorî xwe li pey hev rêz dikî. Ew dîtina te ye û mafê te ye, tu dikarî bibêje. Lê gava tu dibêjî“Erdogan ne dostê Nêçîrvan Barzanî ye. Pêvîstîya Herêma Kurdistanê bi Îran û Tûrkîya heye. Wekî ew hedu dewlet sînorê xwe bigrin, Herêma Kurdistanê wê bifetise.“Tu li vê derê rasterast parastina Nêçîrvan dikî, têkiliyên wan ên qirêj bi dewleta turk re, rewa dibînî û PKK didî ber topan. Îcar eger te wisa jî kir tu bêalîtiya te namîne, mamosta.  Bi helwesteke wisa, bextê ronakbîriyê jî tê binpêkirin. Bi zanebûn an bêzanebûn, tu bi vê helwesta xwe dibî alîgirê PDK ê. Eger mirov alîgir be jî, divê bi bext û zelalî be.

 

 

Gava ku ez navê te, ji nava nivîsa ku te ji min re şandiye derdixînim û nivîsê dixwnim, ez dibêjim ji sedî sed ev nivîs an Îbrahîm Güçlü, an Kemal Burkay, an Elî Ewnî ji MİT a Turk wergirtiye û li ser navê xwe nivisîye. Ev bûyerên ku tu qaşo pê PKK ê tewanbar dikî, dewleta Turk jî, heman tiştan dibêje. Dewleta Turk gund û bajarê Kurdistan bombardiman dike, kurdan dikuje, digre, şikencê dike, lê wekî te, ew jî PKK wekî sebeb nîşan dide. Ew ji sebeba her tiştî PKK ê dibîne. Dibêje ku PKK nebûya ev bûyer tev nediqewimîn. Hinekî li ser nivîsa xwe û axaftinên Erdoğan bifikire, wan bide ber hev, tuyê bibîne ku çavkanî yek ê. Mînak, do Erdoğan li Elezîzê got, eger Efrînî hatanî heftiyekê teslim nebin, emê êrişî wan bikin. Îcar dibe ku tu sibehê di vê mijarê de jî PKK ê sûcdar bikî!

 

 

Mamê hêja, hurmeta min ji cenabê te, keda te û umrê te re heye, lema naxwazim te aciz bikim. Lê bi rastî tu bi berçavka wan kesê navbûhurî li PKK ê û têkoşîna wê dinihêrî. Ji xwe ew dujminê PKK ên sondxwarî û qanî qanî ne. Eva ku tu dikî, mirovekî ronakbîrî serbixwe nake. Çima tu hewil didî PDK pîr û pak nîşan bidî û hemû patiyên din, PKK, YNK û Goran bi hevalbendiya dujmin tewanbar bikî?

 

 

Ev 40 sale ku ez partî û rêxistinên kurd ji nêz ve dişopînim. Li gorî baweriya min tu aliyekî kurd, tu rêxistin û partiyên Kurd pîrûpak nînin. Lê tu partiyan bi qasî PDK ê û mala Barzanî, zirar negihandiye doza gelê kurd. Tu partiyan bi qasî PDK ê xwîna kurdan nerijandîye. Tu partiyan bi qasî PDK ê hevalbendiya neyaran nekiriye û nebûye destik ji bo şikandina Kurdan. Eger hesabek an lêpirsînek hebe, destê PDK ji ê her kesî bêhtir di xwîna kurdan geryaye û qirêj e. Ne sabûna te û na a hineke din têra pakkirina vê qirêjê nake.

 

 

Ez ê li vê derê çend mînakan ji dîroka PDK ê bidim, hêvîdarim tu bikaribî bi bersivîne.

 

 

1- Îxbarkirina Fayik Bucak bi destê PDK, ku pişt re dewleta turk ew kuşt.

 

 

2- Qetilkirkna her dû  Seidan (Seid Elçî û Seid kirmizitoprak) bi destê PDK ê.

 

 

3- Kuştina Hisênê Bavê Şêx, Mame Rîşa û serokê hizbî cotyaran li sala 1997 an.

 

 

4- Radestkirina Suleyman Muînî ji Îranê re û pişt re kuştina wî ji aliyê dewleta îranê vê.

 

 

5- Di sala 1978 de li Colemêrgê di bin çavdêriya dewleta Turk de qetilkirina Elî Esker û 800 pêşmergeyên YNK bi destê PDK ê.

 

 

6-Têkiliyê Îdrîs Barzanî, Îsê siwêr bi riya Dewrêşê Sahdo bi MIT a turk re.

 

 

7-Şerê PDK ê bi partiya sosyslîst, cotyaran, zahmetkêşan, YNK ê û PKK ê re.

 

 

8- Li sala 1996 an PDK bi tank û topên Saddam, li gel leşkerên Sadam çawa êrîşî Hewlêrê kir, Hewlêr ji destê YNK ê derxist.

 

 

9-Te gotiye, çima PKK naçe çiyayê Kurdistan, lê li gundên Qendîlê bi cî bû ye! Îcar tu dizanî ku PDK di dema pêşmergetiyê de li Colemêrgê bû, heta sala 1991 li wargehên penaberiyê li Rojhilatê Kurdistan bû. Û ji bîr neke, PKK kurd e û Qendîl Kurdistan e. Qendîl milkê partiyan nîne.

 

 

10-Serokên ENKS ne bi alîkarî û destega Nêçîrvan wer li Anqerê ne? PDK vana mîna sîxuran li dijî PKK û PYD ê xwedî dike û sor dike.

 

 

11-Çend bargehên MIT a turk li Başûr in? Kê destûr daye wana ku li ser axa kurdistan bi cî bibin?

 

 

12-Şengal di 2014 de çawa hate teslîm kirin û firotin?

 

 

Bi sedan pirsên wisa hene ku were pirsîn. Lê ez baweim ne hewceye. Ew qas bes in.

 

 

Li gel rêz û silavan

 

Îbrahîm Osman


Gotinên miftehî :