1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Nexşeyên gund û navçeyên Kurdistanê
Nexşeyên gund û navçeyên Kurdistanê,nexşeyên,gund,û,navçeyên,kurdistanê

Nexşeyên gund û navçeyên Kurdistanê

A+ A-

Mordem Zel 

Wekî tê zanîn di dîroka Kurdistanê de ji olê bigirin heta bi dehezaran navên cîh û warên me ji aliyê serdestan ve hatine guhertin.

 

Di sedsala 7'an de dema ku îslamiyet derket, Kurd di navbera Împaratoriya Sasanî û Bîzanzê de parçekirî dijiyan,

Hêjmara wan pir kêm be jî hinekî kurd di dema Mihemed Pêxember de bûne misilman, Lê pirraniya kurdan di dema Xelîfe Omer de ku dema artêşên Misilman an di sala 637'an Împeratoriya Sasaniyan hilweşandin û erdê

Kurdistanê feth kirin Îslamiyetê pijirandin û bûn misilman.

(Çavkanî: Dîroka Kurd û Kurdistanê)

 

Bi pejirandina îslamiyetê di serî de navên Erebî li Kurdan hat ferzkirin û piştre bi bîr û baweriya wan re hat lîstin. Û wisa di bin şert û mercên rêveberiya îslamiyetê de Kurd ji ola xwe (Zerdeşt) dûr ketin. Heta rojame ya îro jî pirrahiya Kurdan di bin bandora ola îslamiyetê de jiyana xwe didomînin û navên Erebî li zarokên xwe datînin.

 

Bi taybet li aliyê Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê diwêlên Ereb bi siyaseta pişaftinê xwestine zimanê Kurdan tune bikin û zimanê xwe li ser wan ferz bikin. Li dijî vê siyaseta pişaftinê Kurdên Rojhilat, Başûr û Rojava her çiqas li zimanê xwe xwedî derbikevin jî mirov dikare bêje ji binê bandora zimanê Erebî derneketine.

 

Kurdên Bakur jî di bin deshilatdariya Tirkiyê de hatine pişaftin û zimanê tirkî li ser wan hatiye ferzkirin.

 

Li Bakurê Kurdistanê piştî serhildana Şêx Saîd, di sala 1928'an de bi makezagonekî lezgîn Tirkiyê dest bi siyaseta pişaftinê kir û di serî de navê şêngehên wekî bajar, navçe, gund, mezre, gom, çiya, herêm û hwd tevahî guherandin.

 

Piştî serhildana Agiriyê di sala 1934'an de vê carê paşnavên bi Tirkî li nav Kurdan hatin belavkirin û pêla pîşaftinê wisa berdewam kir.

 

Ji dema îslamiyetê heta rojame ya îro vê siyaseta pişaftinê hê jî didome..

 

Di vê çarçoveyê de min jî xwest di derbarê vê siyaseta pişaftinê de xebatekî li ser navên resen ê şêngehên Bakurê Kurdistanê lêkolînekî bikim û bermahiyekî li dû xwe bihêlim.

 

Di zarokatiya xwe de tê bîramin, mamosteyên ji welatên rojavayê Tirkiyê dihatin li gund û bajarên me mamostetî dikir û ji me re digotin bi dayîk û bavê xwe re jî bi Tirkî biaxivin û mejiyê zarokên me wisa bi çand û dîroka xwe dişûştin.

 

Gava min dest bi vê xebata xwe kir, di serî de min bi navê gundê xwe û dîroka wê destpê kir.

 

Piştre min xwest navê gund û mezreyên Licê berhev bikim. Gava min navan berhev kir xwestekên min zêde bûn. Min biryar girt ku van navan li ser nexşeyê neqş bikim. Ji bo ku derfetên min zêde tune bûn min alîkarî ji şaredariyên Licê û Amedê xwest lê ev alîkarî nehat kirin.

 

Li ser vê yekê min bi derfetên xwe lêkolîna xwe dewam kir. Gava min nexşeya Licê temam kir baweriya min zêde çêbû ku ez dikarim xebatên baştirîn bikim. Di vê çarçoveyê de min xebatên xwe berfireh kir. Wekî navçeyên Amedê, Farqîn ku bajarekî kevnar e, Pasûr, Hênê, Pîran, Hezro û hwd min nexşeyên wan amade kir. Piştî navçeyên Amedê qediyan, min bi dorê re, nexşeyên navçeyên Çewlik, Xarpêt, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim û hwd amade kir. Gundên ku bi zaraveya Kirmançkî (Zazakî) diaxivin bi Kirmançkî, yên ku Kurmanc in bi Kurmancî min navê gund û gundikê wan neqişand. Dîsa di heman demê de gundên ku bi navê Ermenkî an Suryankî têne zanîn jî bi heman reseniya wan min nexşeyên xwe amade kir. Ji bo ku derfetên min zêde tune bûn nikaribûm xwe bigînim hinek herêm an û kêmasiyên bêhemdî mixabin çêbûn. Piştî lêkolîna 7,8 salan zêdetirî 100 nexşeyê navçeyên Bakurê Kurdistanê min amade kir û min xwest bi we xwendevanên Amîda Kurd re parvebikim.