1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. NÊÇ’ÎRVAN Û ERDOXAN – MIL BI MIL LI DI DIJÎ K’URDAN!
NÊÇ’ÎRVAN Û ERDOXAN – MIL BI MIL  LI DI DIJÎ K’URDAN!,nêç,îrvan,û,erdoxan,mil,bi,mil,li,di,dijî,k,urdan

NÊÇ’ÎRVAN Û ERDOXAN – MIL BI MIL LI DI DIJÎ K’URDAN!

A+ A-

 

(MIROV NIZANE BIKENE, AN BIGIRÎ?!)

 

Bi r’astî, berê jî min bi boneyeke dinê gotibû, ku em – k’urd, wek net’ew, p’ir’ ecaîb in!

Bi r’astî jî, hûnê mirovên weke me di cîhanê da nebînin! – Îjar ser da jî em digazinin, k’a em çira blindest in.

Em bi xwe cîyê vala-vala ji xwe r’a pirsgirêka diafirînin, r’asttir dibû mirov bigota, cîyê ku hîç bingehek jî ji bo pirsgirêkan nine, em wan bi sunî disêwirînin…

Û ev yek weke hev ji bo hemû k’urdan derbaz dibie – ji dayîka ber kevîya tendûrê r’ûniştî, ji şivanê serê ç’îyan, ji r’ewşanbîran, siyasetmederan, heya her’e derê r’êvebiran!

Bi r’astî kesek t’uneye, ku li vê r’ewşa me bikene!

Ev êdî çenda sal e, tê r’agîhandin, daxwîyanî tên dayîn, ku PDK, Mesûd û Nêç’îravn Barzanîyan dibêjin, divê PKK ji Qendîlê û deverên dinê yên Başûrê K’urdistanê derk’eve û heya ji bo wê xwe digihînin Erdoxanê faşîst û dijminê gelê k’urd ê herî decal, bi eskerên t’irk va êrîşa tînin ser p’arêzvanên gel û welatê me…, û em jî bi hemû hêza xwe ya heşmendîyê bi k’ar tînin, û hewl didin îzbat bikin, ku: 

– eger gêrîlla nînbûna, ew çend êzdîyên ku mane, ewê jî îro t’unebûna, lewra ku bi fermana kek Mesûd pêşmergeyan xwe ji wir k’işandibûn-derxistibûn û êzdî li hember merivxurên DAÎŞê bê p’arastin hiştin;

– eger gêrîlla nînbûna, DAÎŞê bi K’erkûkê, Mexmûran û Hewlêrê r’a derketa!

Û mirov tê nagihîje, em vê ji k’ê r’a û ji bo k’ê dibêjin?

Ji bo Mesûd Barzanî, yê ku ev êdî du sal û nîvan zêdetir e, ku erka wî ya serokherêmîyê demborî ye û ew hemû k’arên wî yên wî warî da ji qanûnên Destûra herêmê der in. Ew naha wek şexsekî, serekeşîrekî t’evdigere û bersîva wî jî divê wek ya serekeşîrekî bê dayîn, ê ku bûye cerdevanê dewleta t’irk, wek wan serekeşîrên Bakûrê K’urdistanê, yên ku ç’eka dewleta dagerker hildane û û li dijî gelê xwe şer’ dikin!

Hew!

Û ji vira jî – Serokê herêmê yê dembihurî û ne pêkan, Parlamêntoya herêmê ya ji hêla wî va felş kirî û ne pêkan hiştî, çawa diakribûn Hukumetê ava bikin, û serek wezîr p’eywirdar bikin? Û ev  “serekwzîr” jî her’e Ankarayê, li r’ex Erdoxanê dijmin r’ehan k’urdan r’ûnî, xwe gupeveke û bi wî r’a bi yek dengî bibêje: “Divê PKK ji Başûrê K’urdistanê derkeve!” – Ma, ev berzeqî nîne? Ma, gelo mafê kê heye, ji k’ê r’a bibêje: “Ji K’urdistanê derkeve!?”

Û, eger em weke net’ewên cîhanê yên şaristanî û pêşk’evtî t’ev biger’in, emê ne ku t’enê gotinên van ciddî negirin, lê her wha hebûna wan a wî şêwazê di K’urdistanê da nep’ejirînin…

Ew mirovên Erdoxan in, bila Erdoxan jî wan li bal xwe bip’ejirîne, jixwe xwefiroşên weke wan di nava AKP da hene – yek kêm, yek zêde..!

 

Ezîz ê Cewo

29. 04. 2017