OL Û EXLAQ -2-,ol,û,exlaq,2

OL Û EXLAQ -2-

Dîrok, li gel hemû encamên xwe ve, encama bêexlaqiya destpêkê ye ku piştre navê ”ol”ê lê hat kirin û qanûn û amûrên birêvebirina jîyan û civakê ji aliyê van olan ve hatine çêkirin û birêvebirin

A+ A-

 

 

Di pirtûkên pîroz(!) de exlaq:

 

YAHÛDÎTÎ

 

Di Tewrat´ê de bi taybet li ser nefspiçûkiyê gelek tişt hatine gotin ku bingeha xirabiyan nefs e. Ango Tewrat, li ser xaleka pir grîng radiweste û kesên nefspiçûk wekî xwediyên rasteqîn ên vê jiyanê û xelatgirên ji aliyê afirîner ve dide naskirin. Dijberî vê kesên nefsek û pozbilind jî weke kana xerabiyan dide zanîn.

 

Herwiha ji gotinên Silêman, dide zanîn ku yên di encamê de bi ser dikevin kesên nefspiçûk in û kesên pozbilind û lewçe di dawî de şermîn dibin.

 

Dîsa şeş tiştên ku Reb jê nefretê dike û heft tiştên ku jê dikerixe wiha hatine birêzkirin di Tewratê de: ”Çavên bi xurûr, zimanên derewkar, destên xwîna kesên bêguneh dirijînin, dilên sextekar, lingên ber bi xerabiyê ve dilivin, şahidên derewkar ên derewan dikşînin hinavên xwe û kesên fesadiya navbera du birayan dikin. Piştî xurûrê têkçûn û piştî pozbilindiyê jî ketin tê. (Ji gotinên Silêman 6:16-19)

 

XIRÎSTIYANÎ

 

Încîl jî, dîsa bi berfirehî li ser mijara nefspiçûkî û kibirê radiweste. Di nameyên Petrûs û Pavlûs de û dîsa di Mattayan de gelek mînak hene ku nefspiçûkî tê bilindkirin û kibir û pozbilindî piçûk tê xistin û dîtin û wekî sedema xerabiyan tê nîşandan. (Nameya Petrûs a yekem, 5:5. Nameya Pavlûs ji Efesiyan re 4:2. Matta, 23:11-12. Luka, 22:25-28)

 

Di ola Xirîstiyaniyê de mijara nefspiçûkiyê xala herî grîng e û wiha dibêje; ”Tu çendî xwe daxînî tê bêyî bilindkirin, tu çendî xwe bilind bikî, tê bêyî daxistin.” (Luka,18:9,14), ”Kesê bixwaze bibe yekem, bila biçe herî dawî û bibe xizmetkarê herkesekî.” (Markos, 9:35)

 

Xala duyem a herî grîng di vê olê de hezkirin e û dîsa di derbarê hezkirinê de gelek mînak û gotinên Îsa û yên hewariyên wî di Încîlê de têne dîtin. Li gel vê yekê jî, ango li gel pîrozkirin, pîrozdîtin û bilindkirina hezkirinê, di Încîlê de ”zanîn”, wekî tiştekî neyînî ku dikare pozên mirovan bilind bike û mirov xwe pê qure bikin, hatiye şirovekirin.

”Zanebûn mirovan qure dike, hezkirin bi pêş dixe. Kesên jiwantirê bi tiştekî dizanin, hîn bi qasî divê bizanibin nizanin. (Nameya yekem a Pavlûs ji bo Korîntiyan, 8:1-3)

 

Nakokiyên dikarin di hemû pirtûkên olî de bêne dîtin, di Încîlê de jî têne dîtin. Lewra li gelek ciyên din jî ji bo zanebûnê wiha tê gotin: ”Ne wekî nezanan lê wekî zanyaran bijîn. (Nameya Pavlûs ji Efesiyan re, 5:15);  Kêmasiya zanyariyê ya kesekî ji we hebe, bila ji Xwedê bixwaze ku bi comerdî dide herkesekî. (Nameya Yaqûb, 1:5); Zanyariya ji asîmanan hatiye xwarê, beriya her tiştî paqij e û aştiyane ye. (Nameya Yaqûb 3:17)

 

Dîsa li gel gotina rast a ”Hûn bixwazin mirov çewa nêzî we bibin, hûn jî wisa nêzî mirovan bibin.” Bi hevokeka ku dînamîzm û reaksiyonên mafdar ên mirovan ji holê radike û wan fêrî serpêlî û pejirandina nemafdariyan dike, didomîne; ”Ji kesên malên we ji destê we girtibe, malên xwe bipaş ve nexwazin. Ji dijminên xwe jî hez bikin, dê xelata we mezin be”. (Luka, 6:27-35) Xelata mezin jî bê guman piştî mirinê ye. Ango hêvî li û ji aliyê dinê(!) ye. Ev cîhan ya xeraban e(!) Jixwe dibêje; ”Li vê jîyanê tiştekî berhev nekin, dê birizin, kurm bikevinê, diz bidizin. Lê li asîmanan jixwe re dewlemendî berhev bikin. (Matta, 6:19-21)

 

Rastî, durustî, dilovanî, dilsozî, aştîxwazî, bexşînerî, sernermî, karîna bi nefrînê, pêbawerî, aramî û dilpakiya ji hesûdiyê bi dûr, fezîletên ku ji aliyê afirîner ve têne bixelatkirin in (li asîmanan, an jî li cîhana din); nefsekî, hesûdî, çiqûsî, tundrewî, quretî, çavbirçîtî û tiralî jî, wekî heft stûnên xirabiyê têne dîtin û cezakirin. Hema bêje hemû ol di teoriyê de li ser vê felsefeyê avabûne û bi vê felsefeyê hebûna xwe domandine û berfireh û dewlemend bûne.

 

ÎSLAM

 

Di Quranê de di gelek ayetan de qala tirsa ji afirêner û tirsa ji xerabiyan tê kirin. Ango tirs, yek ji mijara sereke ya Quranê ye. (Sûreya Mirov); dîsa bexşînerî û dilovanî (Sûreya Al Îmran); Başî, hezkirina dê û bavan, başiya li bêkes, jar, heval, cîran û nas û dostan (Sûreya Nîsa);

Di Sûreya Enam de jî derbarê tiştên hatine qedexekirin de wiha dibêje; ”Hevparekî li hemberî afirînerê xwe nebînin. Ji dê û bavê xwe re baş bin, ji ber tirsa tunebûnê zarokên xwe nekujin, em rizqê we hemuyan didin, zina û xerabiyên bi wî rengî nekin, ne bi dizî ne jî aşkere. Heya ne ji ber mafdariyekê be, canê ku ji aliyê afirîner ve hatiye gotin ku dest nedinê, nekujin. ”

 

Di ya dawî de nabêje ”teqez nekujin”, lê dibêje ” Heya ne ji ber mafdariyekê be” Îcar mirov dikare bi hêsanî ji ber berjewendiyên xwe, baweriyên xwe û gelek sedemên din xwe mafdar bibîne û ”can”ên ji aliyê afirîner ve hatine afirandin bi hêsanî bikuje ku ya heya niha bûye jî jixwe ev bûye.

 

Dîsa her çendî qala mafên jinan hatibe kirin û hatibe gotin ku mafên wan biparêzin, li wan neheqî û zilmê nekin jî, 4 jin ji mêran re ”helal” hatiye kirin û ji bilî wan, cariye jî li wan ”helal” hatiye kirin ku hejmara cariyeyan jî nehatiye diyarkirin, êdî dimîne li ser hêza dewlemendiya mêr. (Sûreya Nîsa, ayeta 3.)

 

”Kesên dewlemend û xwedî mal û hal, bila sondê nexwin ku dê tu tiştekî ji mal û milkên xwe nedine nasên xwe, nedine kesên jar ên pêdiviya wan heye û nedine kesên di rêya Allah de hicretê dikin. Bila ew bibexşînin, dev jê berdin û têkiliyên baş pêk bînin. Ma hûn naxwazin Allah we bibexşîne? Allah pir bexşîner e, pir dilovan e.” (Sûreya Nûr, Ayeta 22.)

 

BÛDÎZM

 

Di Bûdizmê de bingeha rêzikên exlaqî ên bingehîn pênc rêgez in. Ev pênc prensîp (di zimanê palî de pañca-sīla; di sanskrîtî de pañca-śīla) bingeha rêzikên exlaqî yên Bûdîzmê ne. Lê di kevneşopî û çanda Theravada û Mahayana de ev pênc rêzikên exlaqî bi tenê ji bo gelên ji rêzê têne pêşniyazkirin ku bêne pêkanîn, lê pir balkêş e ku heman pênc rêzikên li jêr bi rengekî aşkere ji bo rahîban derbas nabin, ango nayêne pêşniyazkirin.

 

1-    Kesekî nekujin

2-    Nedizin

3-    Destdirêjiyên zayendî nekin

4-    Derewan nekin

5-    Xwe nêzî madeyên hişbir ên mîna alkolê nekin

 

Bi pejirandina van her pênc rêgezan re mirov dikarin bibine Bûdîst û bibine parçeyek ji gazîbûnê. Herçendî ev pênc prensîp di gotinê de li ser kesekî wekî fermanekê nayê ferzkirin,  ji daxwaza gel re tê hiştin û wekî rêzikên perwerdehî yên hêsankirina pêkanîna wan hatibine pîlankirin jî, di nav dem û serdemên dirêj de êdî bûne wekî çandekî û ji bo mirov xwe bikaribe parçeyeke ji wê çandê bibîne, hest bike jî, pêkanîna wan êdî dibe divêtiyekê.

 

 

ZERDEŞTÎ – ZOROASTRIANISM

 

Ahura Mazda, afirînerê erd û asîman û yê cîhana madî û manewî ye. Kana ronahî û tariya li dû hev tên e. Afirînerê  dadmendiya gerdûnî, navenda xwezayê, sazûmankarê pergala exlaqî û dadgerê hemû cîhanan e.

 

Ahura Mazda, xwedî 6 hejahiyên sereke ye: Rastî, bêkêmasîbûn (aşa vahîşta); aqilê baş (vohû monah); başî, girêdanî (spenta armaîtî); desthilatdariya bi kêr (kshathra vairya); tevahî, bêqusûrî (haurvatat) û bêmirinî (ameratat). Ev hêjahî weke şeş hebûnên asîmanî yên nemir (Ameşa Spenta) jî, têne dîtin. Lê kesên ji Ahûra Mazda bawer dikin jî, dikarin bibine xwedî van hêjahiyên sembola nemiran. Ji ber ev hêjahî nîşaneyên pergala Xudayî ne û pergala ku şopînerên Xudayê Zanyar bi hev ve girê didin pêk tînin, cîhana Ahûra Mazda û ya bawermendên wî bi wan nêzî hev dibe.

 

Ola Zerdeştî, herçendî li ser ol û felsefeta êzdayetiyê şîn bûye jî, wekî ola Zerdeştî, beriya 3500 salan derketiye holê û ji B.Z. sedsala 6´an, heya P.Z. sedsala 7´an jî, ango nêzî 1300 salî ola fermî ya her sê împaratoriyên Îranî bûye. Her çendî yek ji 6 hêjahiyên Ahûra Mazda jî ”desthilatdariya bi kêr (kshathra vairya)” e jî, lê ol bixwe, bi çi armancî damezirîbe jî, di cîhana mirovan de dema dikeve destê desthilatdaran, êdî dibe amûr û navgînê xurtkirin û temendirêjkirina desthilatdar û desthilatdariyan û xapandin û manpulekirina kes û civakan. Ola Zerdeştî herçendî di vê serdemê de zêde neyê zanîn û naskirin jî, heman tişt di nav van 1300 salan de ku demekî pir dirêj e, bi serê ola Zerdeştî de jî hatiye.

 

Encam:

 

Herçendî di gotinê de Rab, Yahova, Allah, Gud û Tanri navê hezkirinê bin jî, di olan de tirsa ji Rab, Yahova, Allah, Gud û Tanri, ji hezkirina wan zêdetir derdikeve pêş. Dîsa kibira ku ji ber dewlemendî an taybetiyekê di mirovan de xwe dide der, wekî dijminahiya afirîner tê nirxandin û teqez dê bê cezakirin. Li hember afirîner nefpiçûkî tê bilindkirin lê ji bo vê nefspiçûkiyê teqez daxwazek jî ji afirîner tê kirin. Û di olan de jî jixwe ”mukafat” ango ”bixelatkirin” heye û ne tenê heye, yek ji tişta herî zêde li ser tê rawestin û tê pêşxistin jî ew e. Ango tirs û bixelatkirin du stûnên bingehîn ên olan in. Li vir gotina ”hezkirin” wekî propoganda ango amûreke manîpulekirinê dimîne êdî. Lewra di hezkirinê de mirov li benda ”xelat”ekê namîne, tenê ji xwe dide û bi wê şa dibe. Şabûn û şahiya hezkirinê jixwedayîn e, ne bixelatkirin. Dema xelat ket navberê, êdî dibe bazarî. Dema bû bazarî êdî bazar û bazirgan peyde dibin û piyase vedibe.

 

Ol, ji ku, li ku, çewa, çima û li ser çi bingehî jî şîn bûbin, piştî demekî pir kin, ango di kêliya hema pêşiya xwe dîtibin, ciyê piyê xwe çêkiribin de gemirîne û êdî gotin bi ciyekî ve û kirin bi ciyê dijberî wê ve bi pêş ketiye û ol bûye amûra xapandin, daxistin, bikaranîn, rêlibiergirtina dînamîzm û pêşkeftina civakê. Bi taybet jî dema olê hêz girtiye û bûye desthilatdar, ango hevkariya desthilatdariyê kiriye, di gotinê de çi be jî, di kiryaran de sazî û rêxistina herî ”rûhanî” ya gemar bûye û ji xapandin, tirsandin, lêmijîn û manîpulekirina civakê pêştir tu rolekî din nelîstiye. Ol, her tim bûye bazara herî mezin û dewlemend û oldar her tim bazirganên herî mezin û dewlemend bûne. Malê li ser dezgeha wan a li van bazarên mezin jî bi tenê, tirs, xiyal, hêvî û dilsozî(!)ya gel bûye. Çima?

 

Lewra; zagon û amûrên mirovahiyê li ser zeviya tirsê şîn bûn. Tirsê bingeha xwe ji nezanîn û watenedayîna xwezayê û rûdanên xwezayî digirt di destpêkê de. Mirov, bi hebûna xwe ya fizîkî ve jî, ji canewerên din lawaztir bûn, loma ku tirsên wan jî zêdetir û mezintir bû. Ol li ser vê tirsê şîn bûn û zagon û amûr ji aliyê berhema vê tirsê ango olan ve hatine afirandin. Ev zagon û amûrên yekem bûn di destê mirovahiyê de. Armanc bi van zagonan parastina xwe li hemberî tirsên xwe bû.

 

Kesên li gor dem û zanebûna xwe çêtir wate dan û baştir ji rûdanên xwezayî û xwezayê têgihiştin, bûne rêber û rêzanên klan, êl û eşîra xwe. Ji vê rêber û rêzaniyê desthilatdarî afirî, lewra zanebûn, ji bo desthilatdariyê hat bikaranîn. Bêexlaqiya pêşîn jî ji vir dest pê kir û li gor dîroka ji aliyê zanistê ve hatiye bişkaftin, ev 12 hezar sal in jî mirovahî ji aliyê vê bêexlaqiya destpêkê ve tê birêvebirin. Bi pêşkeftina mirovahiyê ve, ev bêexlaqiya ku li ser zeviya tirsên mirovahiyê şîn bûn xwe bi pêş xist(!). Wisa ku serdemekê, ev desthilatdar wekî afirîner, ango Xuda dihatine dîtin û binavkirin. Her ku mirovahî bi herikîna jiyanê re bi pêş ket, Afirînerî jî koçê xwe bar kir û ber bi jor ve çû! Piştî serdemekê, afirîner êdî li jor bû, lê li her derî hazir û nazir bû. Ev dikare bê nîqaşkirin ku ji bo min jî ev di wateyekê de rast e, lê ne bi rengê şirovekirin û dazanîna olan bê guman. Ya grîng li vir ew e ku di encamê de tiştekî neguherî. Berê keyxuda hebûn, niha nûnerên afirîner ên li ser erdê hene êdî. Loma dema dimirin, nexweş dikevin, an tiştek bi serê wan de tê jî kesek ecêb namîne û di serê kesekî de pirs çê nabin, lewra nûner be jî di dawiya xwe de ji aliyê afirîner ve ji bo erkekê hatiye afirandin, erka xwe temam kiriye û niha li ba afirîner e. Ango di encam de ew kes careka din di pratîkê de dikeve şûna afirîner, lewra êdî ew jî li ”jor” e. Êdî şopînerên wî û mîratgirên wî ol û baweriya wî didomînin. Lê piştî demekê mîratgir û şopîner bixwe li hev nakin û rê û rêça wî nûnerî ango wî peyamberî, dîsa li ser navê ola wî, ji hev parçe dibe û her seriyek bi aliyekê ve û dîsa li ser navê peyamberê xwe bi rêya xwe ve diçe. Ev rê mezheb in ku piştî demekê bi taybet di olên semawî de xwe dane der. Herçendî afirîner û peyamberên wan yek bin jî di gotinê de, lê tu carî li hev nakin, bi hev re dua û rîtuelên xwe pêk nayînin û heta di demên kaotîk de pir bi hêsanî dikarin hev û du bi bêîmanî û kafiriyê tewanbar bikin û bikujin jî ku dîrok bi van mînakan û encamên wan ên erjeng ve dagirtî ye.

 

Dîrok, li gel hemû encamên xwe ve, encama bêexlaqiya destpêkê ye ku piştre navê ”ol”ê lê hat kirin û qanûn û amûrên birêvebirina jîyan û civakê ji aliyê van olan ve hatine çêkirin û birêvebirin. Eger ne ji vê bêexlaqiya destpêkê bûna dê mirovahî teqez rêyeke din ji bo parastin û pêşkeftina xwe ji xwe re bidîtana. Dînamîzm û aqilê mirovahiyê dê teqez ji xwe re rêgehek biafiranda. Lewra ev di xwezaya hemû caneweran de heye. Guleke pir narîn dikare ji nav derzên zinarên pir mezin der bide. Şans û bêşansiya mirovahiyê aqilê wan bûye timî. Cudahiya navbera wan û canewerên din jî tenê ev e jixwe. Êdî dimîne ew cudahî çewa tê bikaranîn, pêkanîn.

 

Li vir pirsa ku ”gelo ev rê dê çi bûna û dê encam ji ya îroj xerabtir an baştir bûna?” derdikeve holê. Li gor nêrîna min, eger ne ol bûna pir tişt hebûn ku mirovahî bike. Lê mirov bikaribe nêrîn û vezanînên xwe di vî warî de bêje jî, kesek nikare bersiveka zelal û teqez bide vê pirsê. Lewra tu derfet û şensên mirovan ji bo vê nebûne. Dem bi dem hatibine ceribandin jî ji aliyê hin civakan ve, lê him pir lokal û lawaz mane û him jî dîsa ji aliyê olan û desthilatdariyan ve hatine fetisandin û tunekirin. Lê bersivek ji ya ev hezarê salan in hatiye ceribandin re heye bêguman. Lê ji bo dîtina vê bersiva wekî rojê li ber çavan jî divê mirov bikaribin xwe ji tirsên xwe rizgar bikin. Lewra tirs korahiya dil, mêjî, giyan û çav e. Dema ev hemî kor bin, jîyan êdî tarî ye û mirov nikare xwe jî bibîne.

 

 

Mahabad Felat

2018-03-24


Gotinên miftehî :