1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Ol û Zimanê Kurdî
Ol û Zimanê Kurdî,ol,û,zimanê,kurdî

Ol û Zimanê Kurdî

A+ A-

Mahabad Felat
Ol, çewa di her waren jiyanê de di teşegirtina civakî de rola sereke lîstibin, di mijara ziman de jî xwedî bandoreke mezin bûne.

Heya Martîn Luther (1483-1546) încîlê wergerande zimanê almanî jî, Încîl bi tenê bi latînî bû û wergerandina wê jî him guneheke mezin bû û him jî tabûyeke mezin bû. Bi Luther re ev tirs û tabû şikestin û pêre jî pêvajoya pêşkeftinê dest pê kir. Di pêvajoya ronesansa (vejîn) Ewropayê de Luther bû kevirê yekem.

Piştî gelek rûdanên erjeng û şerên navxweyî yên parvekirina desthilatdariyê di navbera keyyaniyên Ewropayê û Vatîkanê de, di nav demê de încîl li hema bêje hemû zimanên ewropî hate wergerandin. Li gel vê yekê jî, bandora Latînî heya îroj jî li ser hemû zimanên ewropî giran e û rûniştiye.

Bi heman sedeman, heman pêvajo ji bo Quranê jî derbas dibe, ji bilî ronesansekê! Lê bi heman sedemên olî, zimanê erebî jî, di nav hemû gel û welatên îslamiyetê pejirandine de bû xwedî bandoreke mezin û gelek bêjeyên erebî îroj jî di nav hemû zimanên herêmê de gelek in. Herî zêde jî li gel ku ev 2500 sal in xwedî welat û dewlet in jî, bandora herî zêde li ser zimanê farisé kiriye ku farisî bi gotina wan bixwe, îroj ji %60 bi erebî ye. Rewşa zimanê tirkî jixwe tê zanîn. Li gel bandora bindestî û polîtîkayên tunekirinê jî, li gor van zimanên navborî, zimanê herî kêm di bin bandora erebî de maye dîsa kurdî ye. Lê dîsa jî peyvên ku di pêvajoya 1400 salî de bi rêya ola îslamê û Quranê di kurdî de bi cî bûne ne kêm e.

Kurt û kurmancî, ol, bûye sedema rêlibergirtina pêşkeftina ziman û di heman demê de jibîrkirina peyvên resen û lawazkirina ziman jî.

Bê guman erebî jî bi taybet ji zimanên din û bi taybet jî pir ji zimanê suryanî girtiye, lê ew nîqaşeka din e. Tenê divê bê zanîn ku dema em dibêjin kurd û Kurdistan û zimanê kurdî, ev divê bi pêvajoya 1400 salên dawîn ve neyê bisînorkirin û bandora erebî bi rêya Quranê jî wekî tiştekî erênî neyê bipêşxistin û pejiranidin. Lewre pêşxistin û pejirandina vê yekê bi metirsiyên mezin ên dîrokî û civakî dagirtî ne ji bo civaka kurd.



Gotinên miftehî :