1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mordem Zel
  4. PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS
PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS,pîrozgeha,efsanewî,û,serdema,deqyanûs

PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS

A+ A-

Li gund û mezreyên navçeya Licê ya Amedê, 28'ê Gulanê wek rojekî pîroz û cejna xweparastinê tê pêşwazîkirin.

 

Bi munasebeta salvegera vê rojê, ez ê hewl bidim di vê gotarê de behsa çîrok û dîroka efsaneya ziyareta Sadilkêf (Eshab-i Kehf) û serdema Deqyanûs bikim.

 

DEQYANÛS KÎ YE?

 

Deqyanûs hukumdarekî pûtperest ê serdema împaratoriya Romê ye. 

Kesekî xwedênenas û zilimkar bûye. Kesên ku jê re pûtperestiyê nekirine an tecrît kiriye an daye kuştin.

 

Navê bavê wî Qaqenûs bûye. Qaqenûs, xizmetkarê gorên qralên serdemê bûye û bi qilafetê xwe kesekî qirase û xişin bûye.

 

Berî ku Qaqenûs bimre, behsa gorên qralan ji Deqyanûs re dike. Hukumdar û qralên berê dema mirine tevî zêr, zîv û tiştên xwe yê bi qîmet hatine veşartin. 

 

Piştî ku Qaqenûs dimre, Deqyanûs çend gorên qralan vedike û zêr û zîvên tê de veşartî derdixîne.

 

Deqyanûs bi wan zêr û zîvên ku ji gor an derdixîne li ser girekî bilind, derdora wî bidîwar honandî ji xwe re bajarekî ava dike.

 

Bi pirrayî hukumdar û qralên serdemên berê, bi qasî ku hukm kirine ewqas jî tirsonek bûne. 

Lewra jî cihê lê jiyan kirine bi taybet stratejîk û bilind in. Bajarê Deqyanûs jî li cihekî wisa hatiye avakirin û tenê di aliyekî de rê diçe ber.

 

Bajarê Deqyanûs ji erdê 1110 metre bilindtirîn, li ser rêya Amed û Çewlikê, di navbera gundên Celik û Fîsê de li ser girê Zarga Fîsê hatiye avakirin û 18 km ji navenda Licê dûr e.

Bi sê aliyan ve derdora bajar qerqez e û wekî terhê bi zinaran honandî ye.

Li derdora bajar çend nawis û sarinc hene ku yek jê nawisa qîza Deqyanûs bûye.

Ji bo qîza Deqyanûs bi germahiya tîrêjên rojê ji xewê hişyar bibe devê nawisê ber rojhilat ve hatiye çêkirin. Di her berbanga sibê de tîrêj û zirîqa rojê li devê şibaka vê nawisê dixe.

 

Piştî ku Deqyanûs, bajarê xwe ava dike, li kesên jê ne bawer bûne tehdayî û zilmê dike. 

 

BIHUŞT Û DOJEHA DEQYANÛS

 

Li gor gotinên mezinên Licê gundê Firdews bihûşta Deqyanûs bûye û gundê Cinezûr dojeha wî bûye.

Gundê Firdews dikeve başûrê rojhilatê bajarê Deqyanûs û bi qasî 3 km jê dûr e. Gûndê Cinezûr jî dikeve rojhilatê bajar û zêdetirî 15 km jê dûr e.

 

ÇÎROKA EFSANEYÊ

 

Ji devê mezinên Licê tê gotin, Deqyanûs ji Zarga Fîsê heta Kevirê Qer ê gundê Cinezûr ku navbera wan zêdetirî 15 km heye, avê kiriye meşkan bi zincîr xistiye û wekî baranê barandiye.

Armanca wî ew bûye ku xwe bi xelkê wekî Xweda bide qebûlkirin.

 

Kesên ku jê re pûtperestiyê nekirine an daye kuştin an zîndan kiriye. 

 

Şeş mîrzade û wezîrên, bi navê Yemlîxan, Mîsîlîna, Mekselîna, Sazenûş, Debernûş û Mernûs hebûne xizmetkarê Deqyanûs bûne. Di hinek çavkaniyan de jî navê wan wekî Maxîmîlîan (Mekselîan), Lamblîcûs (Yemlîxan), Martînîan, Dîonysîus, Exacustodîanus û Antonînus tê behskirin. Ev her şeş mîrzade û wezîr jî xirîstiyan bûne. Di hinek çavkaniyan de jî tê gotin birayên hevdû bûne.

 

DEQYANÛS DEŞÎFRE DIBE

 

Tê gotin Yemlîxan rojekî nobedarê xewa Deqyanûs bûye. Pisîkekî pil kiriye ser nivînên wî û bi refleksekê ji xewê rabûye ser xwe û veciniqiyê. Yemlîxan vê rewşê ji hevalên xwe re dibêje û bawerî pê tînin ku Deqyanûs kesekî zilimkar û sextekar e.

 

Her şeş ciwan bi pêşengiya Yemlîxan ji bo nebin qurbanê pûtperestiya Deqyanûs serî radikin û bajar diterikînin. 

 

Piştî serîrakirina ciwanan Deqyanûs fermana girtina wan derdixe. Her şeş ciwan têne girtin û heta biçin ser baweriya pûtperestiya wî li gundê Cinezûr têne zindankirin. (Cinezûr cehnema Deqyanûs bûye) 

 

Di ser girtina wan de demekî derbas dibe lê ciwan naçin ser baweriya Deqyanûs. Di navbera xwe de planekî dikin û ji zindanê direvin ber bi çiyayê Miyakoyan ve dikevin rê.

 

Zêdetirî 20 km dimeşin û têne binê gundê Dêrqam rastî şivanekî bi navê Kefeştetayûş tên. Ji tî û birçîna bêhal dikevin û bîstekî li ber şivan bêhna xwe didin, şivan nan û ava xwe bi wan re parvedike û ew jî ji şivan re behsa zilm û sextekariya Deqyanûs dikin. Şivan ji wan re dibêje "ger hûn bixwazin ez jî hevaltiya we bikim, ez şikeftekî spartinê dizanim." 

 

Daxwaza şivan qebûl dikin û şivan bi kûçikê xwe ve (Qutmîr) tevlî wan dibe û diçin li çiyayê Miyakoyan di şikeftekî de bi cîh dibin. 

 

Piştî demekî Daqyanûs pê dihese ku li çiyayê Miyakoyan di şikeftekî de ne, fermana ser girtina şikeftê dide û komekî leşkerên wî diçin ser şikeftê digirin.

 

Li ser dîwarê şikeftê nivîsekî wek "Xiyanetkar bi mirinê re rû bi rû ne" didaliqînin û vedigerin.

 

Her şeş ciwan û şivan di şikeftê de asê dimînin û ji xwedayê xwe re dia dikin ku wan biparêze. Piştî ku dia dikin dikevin xewekî dûr û dirêj...

 

Di navbêre de zêdetirî 300 sal derbas dibin, rojekî şivanek ji ber dijwariya baranê diçe bi qasî deriyekî pêşiya şikeftê vedike û xwe dispêrê şikeftê, lê şivan wan nabîne.

 

Piştî 300 salan ku ji xewê şiyar dibin nizanin ku ev çendî ye di xewê de mane. Her yek tiştekî dibêje, şivan ferqdike ku Qutmîr heft cûr li xwe guherandiye dibêje ev elameta cûrên Qutmîr ne ji xêrê ye.

 

Ji şikeftê têne dervê mêzedikin ku darekî gewdê wê qalind li devê şikeftê heye. Dema darê dibînin, şik û gumanê wan zêde dibin.

 

Pêşengê ciwanan Yemlîxan, bi hevalên xwe re şêwra vê rewşê dike û biryar digrin ku yek ji wan biçe bajar. Piştî biryar digrin Yemlîxan ji bo neyê naskirin kincên şivan li xwe dike û diçe bajarê Serdê (Newzerk) ku xwarin û pêxwarinê ji wan re bîne. (Serdê gundekî girêdayî navçeya Hênê ya Amedê ye)

 

Dema Yemlîxan diçe sûka bajarê Serdê, bala xwe dide ku behsa Îsayê lawêê Meryemê bi hêsanî tê kirin. Şik û gumanên wî zêde dibin lê newêraye vê rewşê bipirse. Gava diçe nanpêjê ku nan bistîne, nanpêj li perê wî mêze dike ku wêneyê Deqyanûs li ser pere heye. Ji Yemlîxan re dibêje; Te ev pere ji ku anî, ev pere yê dema Deqyanûse û derbas nabe! Yemlîxan asê dimîne û ji mecbûrî rewşê ji nanpêj re dibêje. Piştre nanpêj wî dide girtin û dibin ber qralê wê demê.

 

Li gor baweriyê, qral jî di baweriya ciwanan de bûye. Dema qral guhdariya serpêhatiya Yemlîxan û hevalên wî dike, yeqînî pê tîne ku ev mûcîzeyekî ye. 

 

Yemlîxan ji qral re dibêje destûr bide ez biçim bangî hevalên xwe jî bikim, piştre em ê dîsa werin. 

Diçe ji hevalên xwe re dibêje ku; Ev demekî dirêje ew di xewê de mane û dem û dewran guheriyê. Deqyanûs miriye û dema pûtperestiyê qediya ye. Her şeş ciwan û şivan li wir dia dikin û dîsa di şikeftê de wenda dibin.

Dema di şikeftê de wenda dibin Qutmîr jî bi dû wan dikeve, şopa linga Qutmîr hê jî li ber deriyê şikeftê xuya ye. 

 

 

Piştî vê serpêhatiyê her sal di 28'ê meha Gulanê de şêniyên herêma Licê û derdorê diçin li şikefta çiyayê Miyakoyan serdaniya heft ciwanan û ji wan re dia dikin.

 

Tê îdeakirin ku di dinyayê de 33 pîrozgehên bi heman navî hene û hema hema di hemû versiyonan de serpêhatî wek hev in.

 

Heta niha li ser bajarê Deqyanûs û efsaneya çiyayê Miyakoyan a Licê lêkolînekî baş nehatiye kirin. Her çiqas li gelek cih û welatan zîyaretgahên bi heman navî hebin jî delîlên wek Licê tunene.

 

Di derbarê bajarê Deqyanûs û efsaneyê de çavkanî û delîlên berbiçav hene ku didin nîşan çîrok li Licê qewimiye.

 

Li ser vê efsaneyê, mînaka herî kevn di destana Mahaharata û di 17'mîn pirtûka Mahaprasthanika Parva de derbas dibe.

Di destanê de tê gotin 7 kes û kûçikek digel birçîbûnê ji ber qraliyeta Deqyanûs pişt dizivirînin dinyayê û xwe dispêrin çiya..

Di serdema yekem a baweriya Xirîstiyaniyê de çîrokek girîng bûn û piştre Heft Razayî ji ber sedemên nayên zanîn di baweriya Xiristiyanan de ji wateya xwe dûr ket.

 

Di îslamiyetê de jî bi navê Eshabê Kehf (Qelşa Şikeftê) di sûreya Kehf de derbas dibe û di çanda îslamiyetê de cihekî girîng digire. Di sûreya Kehf ayeta 17'de dibêje (Resûlê min te bidîta, dema roj davêje tîrêjên wê li aliyê rastê, dema diçe ava li aliyê çepê dixe û bi dilekî rehet di xewa xwe de ne.

 

 

Li gor pênasekirina di Quranê de ku dibêje "Dema ku roj derdikeve, li aliyê rastê şikeftê dixe, dema ku diçe ava li aliyê çepê dixe” di nav 33 cih an de tenê şikefta çiyayê Miyakoyan îşaret dike.

 

Her çiqas ayeta quranê bide nîşan ku efsaneya rastî li Licê ye jî bi zanatî kes behsa Licê nake. 

 

Dema mijar Kurd û Kurdistan be mixabin îslamiyet û ayetên quranê jî tên binpêkirin.

 

Heta sala 2015'an jî tevî rê û kolanan, bermahiyên bajar û seraya Deqyanûs hebûn lê piştî sala 2015'an dewletê qereqolek li ser vî bajarî çêkir û navê Baregeha Herêma Deqyanûs lê hatiye kirin.