1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS
PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS,pîrozgeha,efsanewî,û,serdema,deqyanûs

PÎROZGEHA EFSANEWÎ Û SERDEMA DEQYANÛS

A+ A-

Li gund û mezreyên navçeya Licê ya Amedê, 28'ê Gulanê wek rojekî pîroz û cejna xweparastinê tê pêşwazîkirin.

 

Bi munasebeta salvegera vê rojê, ez ê hewl bidim di vê gotarê de behsa çîrok û dîroka efsaneya ziyareta Sadilkêf (Eshab-i Kehf) û serdema Deqnenûs bikim.

 

DEQNENÛS KÎ YE?

Deqnenûs hukumdarekî pûtperest ê serdema împaratoriya Romê ye.

Kesekî xwedênenas û zilimkar bûye. Kesên ku jê re pûtperestiyê nekirine an tecrît kiriye an daye kuştin.

 

Navê bavê wî Qaqenûs e. Qaqenûs, xizmetkarê gorên qralên serdemê ye û bi qilafetê xwe kesekî qirase û xişin bûye.

Beriya Qaqenûs bimre, behsa gorên qralan ji Deqnenûs re dike. Hukumdar û qralên berê dema mirine tevî zêrûzîv û tiştên xwe yê bi qîmet hatine veşartin.

Piştî mirina Qaqenûs, Deqnenûs çend gorên qralan vedike û zêr û zîvên tê de veşartî derdixîne.

 

Deqnenûs, bi wan zêr û zîvên ji gorê qralan derdixîne li ser girekî bilind, derdora wî bi dîwar honandî ji xwe re bajarekî ava dike.

Bi pirrayî hukumdar û qralên serdemên berê, bi qasî hukmê xwe tirsonek jî bûne.

 

Lewra jî cihê lê jiyane bi taybet stratejîk û bilind in. Bajarê Deqnenûs jî li cihekî wisa hatiye avakirin û tenê di aliyekî de rê diçe nav bajar.

 

Bajarê Deqnenûs ji erdê 1110 metre bilind, li ser rêya Amed û Çewlikê, di navbera gundên Celik û Fîsê de, li ser girê Zarga Fîsê hatiye avakirin û 18 km ji navenda Licê dûr e.

 

Bi sê aliyan ve derdora bajar qerqez e û wekî terhê bi zinaran honandî ye.

 

Li derdora bajar çend nawis û sarinc hene. Yek ji van nawisan a qîza Deqnenûs e.

Ji bo ku qîza wî, bi germahiya tîrêjên rojê ji xewê hişyar bibe, devê nawisê ber rojhilat ve hatiye çêkirin. Di her berbanga sibehê de tîrêj û zirîqa rojê li devê şibaka vê nawisê dixe.

 

Piştî Deqnenûs, bajarê xwe ava dike, li kesên jê ne bawer bûne tehdayî û zilmê dike.

 

BIHUŞT Û DOJEHA DEQYANÛS

 

Li gor gotinên mezinên Licê, gundê Firdews bihûşta Deqnenûs bûye û gundê Cinezûr jî dojeha wî bûye.

 

Gundê Firdews dikeve başûrê rojhilatê bajarê Deqnenûs û bi qasî 3 km jê dûr e. Gûndê Cinezûr jî dikeve rojhilatê bajar û zêdetirî 15 km jê dûr e.

 

ÇÎROKA EFSANEYÊ

 

Ji devê mezinên Licê tê gotin, Deqnenûs ji Zarga Fîsê heta Kevirê Qer ê gundê Cinezûr ku navbera wan zêdetirî 15 km heye, avê kiriye meşkan û di hewa de bi zincîra xistiye wekî baranê avê barandiye.

 

Armanca wî ew bûye, xwe bi xelkê herêmê wekî xwedavendekî bide qebûlkirin.

Kesên jê re pûtperestiyê nekirine an daye kuştin an zîndan kiriye.

 

Şeş mîrzade û wezîrên Deqnenûs hebûne. Navê wan, Yemlîxan, Mîsîlîna, Mekselîna, Sazenûş, Debernûş û Mernûs in. Di hinek çavkaniyan de jî navê wan wekî Maxîmîlîan (Mekselîan), Lamblîcûs (Yemlîxan), Martînîan, Dîonysîus, Exacustodîanus û Antonînus tê behskirin. Ev her şeş mîrzade û wezîr jî xirîstiyan bûn e. Di hinek çavkaniyan de jî tê gotin birayên hevdû ne.

 

DEQNENÛS ÇAWA DEŞÎFRE DIBE!

 

Tê gotin, yek ji mîrzadeyî wî Yemlîxan, rojekî nobedariya xewa Deqnenûs dike. Di qesra wî de pisîkekî hebû ye, ev pisîk, dema Deqnenûs di xewê da bûye pil dike ser nivînên wî û bi refleksekê ji xewê radibe ser xwe û veciniqiyê. Yemlîxan vê rewşê ji hevalên xwe re vedibêje û baweriya wan pê çê dibe ku Deqnenûs kesekî zilimkar û sextekar e.

 

Her şeş ciwan bi pêşengiya Yemlîxan ji bo nebin qurbanê pûtperestiya Deqnenûs serî radikin û bajar diterikînin.

 

Piştî serîrakirina ciwanan, Deqnenûs fermana girtina wan derdixe. Her şeş ciwan têne girtin û heta pûtperestiya wî pipejirînin li gundê Cinezûr têne zindankirin. (Cinezûr cehnema Deqnenûs bûye)

 

Di ser girtina wan de, demekî derbas dibe, lê, ciwan naçin ser baweriya Deqnenûs. Her şeş ciwan, di navbera xwe de şêwra xwe dikin û bi plansaziyekî ji zindanê derdikevin û ber bi çiyayê Miyakoyan ve diçin..

 

Zêdetirî 20 km dimeşin û digîne binê gundê Dêrqam. Li wê derê rastî şivanekî bi navê Kefeştetayûş tên. Ji tî û birçîna bêhal dikevin û bîstekî li ber şivan bêhna xwe didin, şivan nan û ava xwe bi wan re parvedike û ew jî ji şivan re behsa zilm û sextekariya Deqnenûs dikin. Şivan ji wan re dibêje; "ger hûn bixwazin ez jî hevaltiya we bikim, ez ê şikeftekî spartinê nîşanî we bidim."

 

Daxwaza şivan qebûl dikin û şivan tevî kûçikê xwe (Qutmîr) tevlî wan dibe û diçin li çiyayê Miyakoyan di şikeftekî de bi cîh dibin.

 

Piştî demekî Daqnenûs pê dihese ku li çiyayê Miyakoyan di şikeftekî de ne, fermana ser girtina şikeftê dide û komekî leşkerên wî diçin ser şikeftê digirin.

Li ser dîwarê şikeftê nivîsekî bizmarî wek "Xiyanetkar bi mirinê re rû bi rû ne" dinivîsin û vedigerin.

 

Her şeş ciwan û şivan di şikeftê de asê dimînin û ji xwedayê xwe re dia dikin ku wan biparêze. Piştî dia kirinê dikevin xewekî dûr û dirêj..

 

Di navberê de zêdetirî 300 sal derbas dibin, rojekî şivanek ji ber dijwariya baranê diçe bi qasî deriyekî pêşiya şikeftê vedike û xwe dispêrê şikeftê, lê, ne şivan wan dibîne ne ew şivan dibînin.

 

Piştî 300 salan ku ji xewê şiyar dibin, nizanin, bê ka ev çend dem û dewrane di xewê de man e. Her yekî ji wan tiştekî dibêje, şivan ferqdike ku Qutmîr heft cûr li xwe guherandiye, dibêje; "ev elameta cûrên Qutmîr ne ji xêrê ye."

 

Ji şikeftê derdikevin û derdorê raçav dikin. Mêze dikin, darekî gewdê wê qalind li devê şikeftê heye. Dema darê dibînin, şik û gumanê wan zêde dibin.

 

Pêşengê ciwanan Yemlîxan, bi hevalên xwe re şêwra vê rewşê dike û biryar digrin ku yek ji wan biçe bajar xwarin û pêxwarinê bîne. Piştî şêwr û mişêwra xwe dikin, Yemlîxan ji bo neyê naskirin kincên şivan li xwe dike û diçe bajarê Serdêrê (Newzerk). (Serdêr, gundekî girêdayî ser navçeya Hênê ya Amedê ye.)

 

Dema Yemlîxan di sûka bajarê Serdêrê de dimeşe, bala wî dikêşîne behsa Îsayê lawê Meryemê tê kirin. Şik û gumanên wî zêde dibin, lê ji tirsana newêraye vê rewşê bipirse. Dema ji bo sandina nan diçe firûnê, nanpêj li pereyê wî mêze dike ku wêneyê Deqnenûs li ser pere ye. Ji Yemlîxan re dibêje; "Te ev pere ji ku anî, ev pere yê dema Deqnenûs e û derbas nabe!" Yemlîxan asê dimîne û ji mecbûrî rewşê ji nanpêj re dibêje. Piştre nanpêj wî dide girtin û dibin ber qralê wê demê.

 

Li gor baweriyê, qral jî di baweriya ciwanan de bûye. Dema qral guhdariya serpêhatiya Yemlîxan û hevalên wî dike, baweriya wî çêdibe ku ev mûcîzeyekî ye.

Yemlîxan ji qral re dibêje; "destûr bide min, ez biçim bang li hevalên xwe jî bikim, piştre em ê dîsa werin."

 

Qral destûrê dide û Yemlîxan, diçe ji hevalên xwe re dibêje ku; Ev demekî dirêje ew di xewê de mane û dem û dewran guheriye. Deqnenûs miriye û dema pûtperestiyê qediya ye. Her şeş ciwan û şivan li wir dia dikin û dîsa di şikeftê de wenda dibin.

 

Dema di şikeftê de wenda dibin Qutmîr jî bi dû wan dikeve. Şopa linga Qutmîr hê jî li ber deriyê şikeftê xuya ye.

 

Piştî vê serpêhatiyê her sal di 28'ê meha Gulanê de şêniyên herêma Licê û derdorê diçin şikefta çiyayê Miyakoyan serdaniya heft ciwanan dikin û ji wan re dia dikin.

 

Tê îdakirin, di dinyayê de 33 pîrozgehên bi heman navî hene û hema hema di hemû versiyonan de serpêhatî wek hev in.

 

Heta niha li ser bajarê Deqnenûs û efsaneya çiyayê Miyakoyan a Licê, lêkolînekî baş nehatiye kirin. Her çiqas li gelek cih û welatan zîyaretgahên bi heman navî hebin jî delîlên wek Licê li cihekî din tune ne.

 

Di derbarê bajarê Deqnenûs û efsaneyê de çavkanî û delîlên berbiçav hene ku didin nîşan çîrok li Licê qewimî ye.

 

Li ser vê efsaneyê, mînaka herî kevn, di destana Mahaharata û di 17'mîn pirtûka Mahaprasthanika Parva de derbas dibe.

Di destanê de tê gotin 7 kes û kûçikek digel birçîbûnê ji ber qraliyeta Deqnenûs pişt dizivirînin dinyayê û xwe dispêrin çiya..

Di serdema yekem a baweriya Xirîstiyaniyê de çîrokek girîng bûn û piştre Heft Razayî ji ber sedemên nayên zanîn di baweriya Xiristiyanan de ji wateya xwe dûr ket.

 

Di îslamiyetê de jî bi navê Eshabê Kehf (Qelşa Şikeftê) di sûreya Kehf de derbas dibe û di çanda îslamiyetê de cihekî girîng digire. Di sûreya Kehf ayeta 17'de dibêje (Resûlê min te bidîta, dema roj davêje tîrêjên wê li aliyê rastê, dema diçe ava li aliyê çepê dixe û bi dilekî rehet di xewa xwe de ne.

 

Li gor pênasekirina di Quranê de ku dibêje "Dema ku roj derdikeve, li aliyê rastê şikeftê dixe, dema ku diçe ava li aliyê çepê dixe” di nav 33 cih an de tenê şikefta çiyayê Miyakoyan îşaret dike.

Her çiqas ayeta quranê bide nîşan ku efsaneya rastî li Licê ye jî bi zanatî kes behsa Licê nake.

 

Dema mijar Kurd û Kurdistan be mixabin îslamiyet û ayetên quranê jî tên binpêkirin.

 

Heta sala 2015'an jî tevî rê û kolanan, bermahiyên bajar û qesra Deqnenûs hebûn lê piştî sala 2015'an dewletê qereqolek li ser ev bajarê dîrokî çêkir û navê Baregeha Binke ya Deqnenûs lê kirin e.

 

Mordem Zel

28/05/2019 Licê