1. Tekst

  2. Zanistî

  3. Yekta Arîn
  4. QIYAMETA GERDÛNÎ
QIYAMETA GERDÛNÎ,qiyameta,gerdûnî

QIYAMETA GERDÛNÎ

A+ A-

 

Dinya, ew gerstêrka jîndar ku milyon sal in di nav gerdûna bê serî û bê binî de ji bo giyaneweran bûye mal.

 

Dinya yek ji heşt gerstêrkên ku di nav pergala tavê de ne, ye. Her yek ji wan li ser rêgeha  xwe, li dora rojê, bi harmoniyek gerdûnî dizivirin. Hemû gerstêrk, hîvên wan û keriyên gerstêrkên  portal û bi tavê re pergala tavê pêk tînin. Her gerstêrkek, rêgeha wê ya taybet heye. Ew di rêgehên  xwe de bi aheng hebûna xwe bi milyar salane didomînin û helbet dê bi milyar salan bidomîninjî, lê  ne heta ebedê. Wê rojek bê û stêrka pîroz ku jiyanê diyariyê me dike bitemire ango bikeve xewa  mirina bêfetil.

 

Wê gavê dê pergala tavê bikeve nav tarîtiyê û gerstêrkên di nav vê pergalê de hemû  aware bibin, ji rêgehên xwe derkevin û belkî jî bi wan lezên xwe yên derî hed tûşî hev bibin. Wê dinyaya me bi leza xwe ya derhedane ku niha di saetê de 110,000 kîlometre ye, li tavê bikeve û teqîn û parçebûn û qiyameta wê rû bide. Wê wextê dê bêpergalî bibe pergal û kaosek gerdûnî biqewime ku tu cism nekare ji wê tevliheviyê xwe biparêze.

 

Çi di vê pergalê de hene bi çarenûsa rojê ve girêdayî ne. Ji bo ku em xwe ji vê qiyametê biparêzin divê em wekî mirovahî ji xwe re li stargehên nû bigerin. Helbet dê di nav galaksiya me ya bê ser û ber de stêrkên ku dişibin rojê hebin û dibe ku gerstêrkên di nav pergala van rojan de ne di nav xwe de jiyanê ji zû ve dabine destpêkirin. Çi ramaneke dilhejok e jiyan!


Gotinên miftehî :