Qewmiyeta Êzdiya,qewmiyeta,êzdiya

Qewmiyeta Êzdiya

A+ A-

Qewmiyeta Êzdiya Xwendevanên hêja û qedirgiran, ez bawerim hûnê jî teqdîr bikin, ku di serdema me a îro de mirovayî bi pirsgirêk û mijarên cihêreng ên cûda re alaqedare. Vizyon û rojeva wan pirr cûdaye ji a cimata me. Neqeba navbera me û wan ji hesaban jî dere.

 

Mixabin em wekî cimata Êzdî, hîn li ser mijareke bi şûndemayî, a ku bi sedêsalan berî nuha, ji hêla civakên pêşketî ve li ser rikna wê hatiye rûniştandin, a "qewmiyêtê" minaqşe dikin.

 

Lê ji aliyê din ve, çi gava em qala dîroka xwe a qedîm dikin, em ji qal û belayê digrin dest, pê ve tên û bahsa dîroka Êzdiyan a pênc hezar salî ku li pey xwe hîştiye dikin. Em dibêjin; çawa teyrê "Anka" li ser dara "Herhebê" venîşt û bi vir de, em li ser dika jiyanê ne.

 

De ji xwe re li vê bextireşiyê hanê binêrin, ku hîna hinek ji Êzdiyan îro li rastiya qewmiyeta xwe digerin, an jî vê mijarê dixin ber nîqaşê, bê ka qewmiyeta Êzdiyan çiye. Qewmiyeta Êzdiyan Kurd e an Êzdî ye? Helbet ev rewş, bi serê xwe qisûreke cidîye û ciyê şermê ye ji bo me. Lê em çi bikin, rastiya rewşa me ev e.

 

Belê, ji sedema ferman û zilma kurdên musilman ku di dirêjahiya dîrokê de li cemata Êzdî kiriye û hê jî dikin, Êzdî di derbarê Musilmanan de dilgiranin û ji biratiya wan bêbawer in. Heqê tu kesî nîne ku vê gazinê ji Êzdiyan bikin, bê çima bêbawer in. Ji ber ku kesî bi qasî wan êşa cîrantî û biratiyê nekişandiye û bi tevkujiyan re rû bi rû nemaye. Wekî dibên, "Ê birîndar, bi tenê dizane bê birîna wî ji ku diêşe."

 

Wekî din jî, Êzdî bi bawerîya ola xwe a xweser, rastiya çanda ola xwe a qedîm, rabûn û rûniştina xwe, şêl û timtêla xwe, heta bi xwarin, vexwarin û libasên xwe, rî, simbêl û mûyên laşên xwe, xwedî taybetiyên xweser in. Bi kurtayî, eger meriv ji ber van sedemên taybet ên xweser, ji bo ewlekariya wan, ji wan re xweseriyê, otonomiyê, xwe bi xwe bi rêve birinê, an jî parastinê bixwaze tişteke û meriv rabe Êzdiyan ji kurdbûna wan veqetîne, an jî Qewmiyeta wan bixe mijara nîqaşê, ev jî tiştekî dine. Yek çiqasî pêwîst be, a din Ew qasî beredayî û virtûvaleye.

 

Bi qenata min, kî bixwaze Êzdiyan ji koka wan a kurdîtiyê dûr bixîne, ew xêrnexwaz e, xizmetê bo dujminan dike.

 

Ez ê kin bibirim, nekevim nava mijarên wek, netew çiye? qewmiyet çiye? Ol çiye? Ji ber ku, ev mijar di sedsalên buhir de, bi dorfirehî hatine zelalkirin û li ser asasên xwe hatine bi cî kirin.

 

Bê guman, eger îro hîn mersela qewmiyetê dibe mijara giftûgo û nîqaşên me, ev asta çanda miletiya me dide diyarkirinê.

 

Ji bo pêşî li hinek nêrînên çewt nêyê vekirin, dixwazim rastiyeke dîrokî li vê derê bidime xuyakirin. Ew jî ev e: Belê, raste qet şik û guman nîne ku di dîrokê de, Kurdên Musilman pirr neheqî li Êzdiyan kirine. Yanî wan ne kêmî dijminan zulm li Êzdiyan kirine, Êzdî kuştine. Paşayê Kore û Bedirxanî ji van mînakan tenê dudune.

 

Helbet vê rewşa neyinî bandoreke negatîf li Êzdiyan kiriye. Dilê êzdiyan şikandiye û ew hestyar kirine. Baweriya Êzdiyan şikandine. Zulma birayê kurd ku li êzdiyan kiriye, hîştiye kurdên Musilman li ber çavên Êzdiyan reş bibin. Ev rastiya han ne tê înkarkirin, ne jî tê jibîrkirin.

 

Lewre rewş hatiye astêke wisa, ku qismekî ji Êzdîyan bi mafdarî bibêjin em ne kurd in. Belê, heta bi radeyekê mirov dikare vê heqîqetê bibîne, heq bidê û jê re rêz bigire. Lê a ku hinek kes û komikên merem kirêt dikin, cûdaye ji vê rastiya civakî a xwezayî.

 

Di van salên dawî de û bi taybetî di van rojan de, hin kes û komikên ku kes nizane bezê guhê wan ê polîtîkî ji kure, hewil didin bi agahiyên çewt û kelevajî serê cimata me têkilhev bikin û parçebûneke din li parçebûna gelê kurd zêde bikin. Ev helwest zirarê dide Êzdiyan, wan dajo ser bêtifaqî û qelsiyê.

 

Ew kes û komikên kordunda ku dijberiya qewmê xwe dikin, mîna ku laqirdî û tolaziyan bi zanîn û zanistê bikin, bi şêwazekî ji edeb û heyayê dûr, dibêjin; Xwedê giravî; "Êzdî ne Kurd in. Qewmiyeta me Êzdî ye, zimanê me Êzîdkî ye." Û lê zêde dikin. Dibêjin, "Kurd dibêjin pêşiyên me Êzdî bûn. Eger pêşiyê we Êzdî bûn îjar çawa Êzdî dibin kurd?" Uhw.

 

Kî ne ev kes û komikên ku Kurdîtiya xwe înkar dikin?

 

Li Başûrê Kurdistan, (Bi taybetî li herêma Şengalê) tevgêra bi navê "Îslah we Teqedûm" (ku navê wê jî bi erebî ye) pêşengiya vê fikra çewt dike. Ev tevgêr di 2003 de damezirî. Ez damezrênerên vê tevgêrê yek bi yek nas dikim. Beriya ku vê tevgêrê ava bikin, bi dêh caran bi wan re rûniştime. Tevayiya wan, ji wan kesên ji partî û rêxistinan xeyidîne pêk tê. Hêza vana a bingehîn, hinek Feqîrên Girzerik, ên Sîbayê û ên derdorê geliyê Kersê ne. Ev Feqîrên mijara gotinê, haya sala 2003 an sonda wan bi ax a Qandaharê bû. (Dibe ku ji wir hatibin. Ji xwe cil û bergên wan, rabûn û rûniştina wan, şêl û şemala wan jî naşibe a xelkê niştecihên herêmê.) Di dema desthilatiya Saddam de, evana bi giştî cerdevanên Saddam bûn. Meaşê cerdevaniyê werdigirtin. Bireke mezin ji vana, di sala 2004 an de bûbûn Hizbûlahî û mehê 100 Dolar meaş distandin.

 

Ji xeyni vana, li Ermenîstanê ji hin kesên ku di wan salan de "digotin em ne Kurd in" hebûn. Niha jî bi riya "Laliş Tv" heman tiştî dikin. Wekî din, li ewrûpa hin komikên biçûk hene ku dibêjin em ne kurd in. Perestgeha van komikan gişkan pere ne. Hêz û pere li ku bin, ew berê xwe didin wî alî û dua dikin. Pirrê vana nola Bukelemûnane. Do digotin pêşmerga em firotin, îro bi xwe pêşmergene.

 

A rastî mirov heyirî dimîne, nizane bê ji ku rahêle mijarê. Ji ber ku, em ne di dîroka kevn de û ne di a nû de li qewmekî bi navê Êzdî û zimanekî "Êzdîkî" rast nayên. Bi Sûnî, Elawî, Kakeî, Şebekî, Êzdî û hemû baweriyên xwe ve ev milet kurd e, zimanê wan Kurdî ye, welatê wan Kurdistan e. Kurdistan jî wêran û talan e.

 

Belê ola Êzdî heye. Di nava giştiya olên semawî de ola herî qedîme. Ne tenê qedîme, her wisa jî pak e. Weke libasên bawermendên vê olê li xwe dikin, wisa spî ye. Ji ber ku tu carî armanceke vê olê a desthilatdariyê nebûye û nîne.

 

Ên mijarên qewmiyetê, ol û baweriyê têkilî hev dikin û dixwazin wekî karê zarokan ji xwe re zimanekî, miletekî û qewmiyetekê çêbikin, an zir dîn û bodelene, an jî sîxurên hinek hêzên ji derve ne.

 

Kî çi dibêje bila bibêje. Her kes di diyarkina nêrînên xwe de azad e. Lê rastî wê her wekî xwe rastî bimîne. Êzdî kurd in. Qewmiyeta wan kurd e, nijada wan arî ye. zimanê wan bi Kurdîye û ji malbata Hîndo ewrûpîye, navê welatê wan KURDISTAN E

 

Îbrahim Osman

ibrahimosman@gmx.ch

10.09.2017


Gotinên miftehî :