RAPERÎN BÛ?,raperîn,bû

RAPERÎN BÛ?

A+ A-

 

 

Slavoj Zîzek: ‘’Destpêk Komedî ye, dawî Trajedî ye’’

 

Senaryo:

 

Şevekê dê bên û hûn ê jî vekişin. Roja din ew ê paş ve vekişin û hûn ê dê vê carê vegerin.

Belkû hemî tişt di vê hevokê de ye. Li gor tişta me famkirî lîstok ev bû. Dê şano berdewam bike, em hîn vê nizanin, ji ber ku peymanên di neqeba wan de yên hatî mohrkirin çi ne û li ser kîjan xala li hev kirine me hay pê nîn e. Lê cirek rastiyê heye ku; teqez xwe rojekî bêdem û wext derdixe holê.

 

Lê mixabin em gelê Kurd, hinekî hişmasî ne. Di nav me de demoqrasiyek xûrt nîn e ku, em berpirsyaran dadgeh bikin.  Wê ev lîstok jî were jibîrkirin, lê yên xwedî helwest û pêşverû, her çawa ku hîn birîna Şingalê di dilê wan de be şîn mabe, dê vê şano, lîstok û lîstikvanan jî ji bîr mekin! 

 

Ev bûyerên çend rojên dawî qewimîn, gelo raperîn bû? A rast bersiv pir hêsan e, lewra raperîn bûya; dema ku dagirker û hov êrîş dikirin, gel wê xwedî helwest û bertek ba. Dibe ku destê gel de çekên giran nebûn, lê yên ku xwe wekî parastvanên xaka Kurdistanê dihesibînin, di destên wan de qosik hebûn?

 

Ev şer û pevçûn ne şer û berxwedana xaka Kurdistanê bû. Ev bi xwe ne şer jî bû, tenê peymanên navbera bûrjûvayan û bazirganên neftê bû. Lê tişta balkêş, em dizên xwe jî dikin gernas.

 

 Perdeya yekemîn ya şanoyê vedibe û tê lîstin, di vê navberê de deng, ji kesên bazirganên neftê nayê. Perde tê girtin û perda duyemîn dest pê dike. Vê carê hemî tişt berevajî ne. Serlistîkvan derdikeve dikê û wiha xîtabî gel dike:

 

‘’Kincên li ser xwe bifiroşin, bidin çekan. Xwîn be xwîn, bijî serxwebûna Kurdistan!’’

Rûdaw nuçeyekê radigihîne û wiha dibêje: ‘’Bîrên neftê yên Xormalê parastî ne.’’   Wexta ku em van gotin, daxuyanî, nûçe û kiryaran bidin ber hev, tabloyek wiha tê xuyakirin:      

Bazirganên neftê û xwediyên qesrê ji ber bûyerên salên dawî giramiya wan nema bû. Lewra, pêdivî bi hinek tiştan hebû ku ew jî referandom û şanoya ku li qada Kerkûkê hate lîstin bû.

Ev yek ne raperîn bû, ber ku hîn ti guherîn çênebûne. Gel, neketin qesran de û xanedaniya wan ne hilweşandin. Rêveberî nexistin destê xwe û pêşmerge nebûn yek û sînorên navbera Silêmaniyê û Hewlêrê ranebûn. Artêşek yekhêz nehat sazkirin… hwd.

 

Ger raperîn bûya, wê guherîba şoreşeka gel û hemî tiştên ku hebûn, wê berevajî bûya. Ger meriv hinekî ji dîrokê fam kiribe, wê bizane ku karakterê raperîn û şoreşê ne ev e!

Di serdema dîktatorê Seddam de bûyerek wiha diqewime û wekî çîrokekê li hiş û ser zimanê gelê Kurd e, wiha bi lêv dibe:

 

‘’Piştî ku gel, rabû ser piyan û li ser baregehên leşkeran girtin û leşkerên terorîst, hov yên Seddam revîn, pêşmerge jî, ji çiyê dadikeve bajaran û dibêje ‘’raperîn e!’’

Ev yek jî şanoye me ye û bi awayek trajîk hate lîstin. Ber ku yên ev şano lîstin: Kesên qodeman, bazirganên neftê, xwediyên qesran û berjewendiyan bûn.  


Gotinên miftehî :