1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. RENŞENBÎRÎ ÇI NÎNE?
RENŞENBÎRÎ ÇI NÎNE?,renşenbîrî,çi,nîne

RENŞENBÎRÎ ÇI NÎNE?

A+ A-

 

- Beriya her tiştî bêdengmayîn nîne! Bi taybet di rûdan û mijarên civakî û dîrokî de!

 

- Bêhelwestî nîne! Sedem çi dibe bila bibe, rewşenbîr nikare xwe di bin sî û bahaneya tu tiştekî de veşêre û bêyî helwest bimîne.

 

- Rewşenbîrî çivlêdayîn û xwe ji mazmazk û movikên xwe rizgarkirin nîne. Lewra divê xwedî rawestaneka pir zelal û aşkere be.

 

- Alastin û pesindan û xwepêgirtina bi taybet kesan nîne. Lewra bi prensîb tevdigere û şaşî ji ku ve bê xwedî erk e ku wan şaşiyan bi hemû aliyên wan ve li ber çavên civakê raxe.

 

- Rewşenbîr dûvik nîne, lê motora dînamîzma civakê ye!

 

- Rewşenbîr kesê lawaz nîne. Dijberî wê kesê herî xurt e, lewra xwedî çeka herî bi bandor e. Rexne dike û pêşerojeka rohnîtir li ser rexneyan ava dike, dihone.

 

- Di bin navê rexneyê de bêedebiyan, bêuslubiyan nake, xwedî zimanekî pak û zelal e. Çeka li destê xwe jî (rexne), xweşik, pak û ji bo avakirinê bikar tîne. Caran ji bo ava bibe pêşiyên me dibêjin divê xerab bibe. Loma di rewşên wisa de jî, tişta divê xerab bibe, li gel hemû sedem û kitekitên wê destnîşan dike û dide ber civakê.

 

- Rewşenbîr pozbilind nîne, kor nîne, çilek nîne; lê nefspiçûk, zarşîrîn û dema pêwîst kir bêyî bigemirîne, zartûj e!

 

- Rewşenbîrî tirsa ji bedêldayinan nîne, dijberî wê, ew ji her cure bedêlan re her dem amade ne, lewra tu hesabên wan ên ferdî nîne, hebe jî ne li pêşiya berjewendiyên civakî ne ev hesab. Lewra rewşenbîrî bedêl bixwe ye!

 

Ev hemî bi zanyarî û zanistê ve girêdayî ne. Asta rewşenbîriya kesekî, asta zanyariya wî kesî ye.


Gotinên miftehî :