1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA *
R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA  DİROKA HEZARÊ SALAN DA *,r,ewi̇şa,êzdîtîyê,ya,îro,di,bin,r,onahîya,di̇roka,hezarê,salan,da

R’EWİŞA ÊZDÎTÎYÊ YA ÎRO DI BIN R’ONAHÎYA DİROKA HEZARÊ SALAN DA *

A+ A-

 

Ya ku îro di nava jîyana êzdiyan da, wek beşekî net’ewa k’urd,  pêk tê, dengveger’a dîroka gelê me ya kevnar e, p’arç’eyekî wan bûyerên trajêdik ên K’urdıstanê yên bı giştî ye û beşekî wan pêvajoyan e, yên ku îro di K’urdıstanê da pêk tên. Û, eger mirov baş bala xwe bide wan bûyeran û wana dı nav goveka êrîşên ser gelê k’urd da bınırxine, dê bıngeh û sedemên wan têbıgıhije – ji wan êrîşên hovane yên DAÎŞê gırtî, heya bê-derê wan lîstikan, ên ku iro di Welêt û derveyî Welêt li dijî êzdîtîyê pêk tên. Û li vira divê bê zanîn, ku hê ne dîyar e, k’a gelo, ew êrîşên hovane yên DAÎŞê ji bo êzdîyan bêhtir xeter in, an ev listıkana, yên ku îro di nava êzdiyan da li hember vê ola gelê me ya kevnar tên meşandın... 

Belê, dı nav gelê me da êdî gelek kes têdıgıhîjın, ku ev lîstistıkana ji êrîşên îslamîya r’adîkal xetertir in û ji hêla bingehên xwe va herdu jî ç’avkaniya wan li cîyekî ye. 

Binıhêriın, her çıiqas, wek ku tê zanîn, êzdîtî ola gelê k’urd a kevnar e û ji bilî gelê k’urd, ev ola, yan yeke weke wê di nava hîç gelekî cîhanê da nine, hinek r’abûne û hewl didin “bidin xuyan”, ku ev ola kevnar a hevbeş a k’urdan û ereban e, û ji bo ku evê jî, qaşo, “îzbat bıkın”, wan têrmîn û têgehên îslamî tînın, ên ku bı r’êformên Şîxadî r’a hatıne nava şzdîtîyê, heya li ser tûjıkê zyareta êzdiyan a T’bilîsîyê lî şûna sembıla R’ojê dest danine... û, k’a dest jî di ola îslamê da çi wat’eya xwe heye, ji xwe tê zanîn... 

Ev mîrovana, diroka êzdîtîyê ji sedsala XII va destpê dıkin, ev jî wê demê, dema zanîyarên cihanê wê digıhînin çend hezar salan!

Weha, dirokzan û ezdazanê navdar ê înglÎz ê vê serdema me – Êndryû Kollînz çı dinivîse: 

“Di derbarê kevnarîya berekên êzdîyan da di zargotina  wan a kevnar û gotinên pêşîyên wan da jî gelek agahî hene, ji ber ku ji bo hejmartina temenê cîhana me ewana serdemên demdirêj bi kar tînin. Ewana bi bawer dibêjin, ku hevtê û du Ademên cuda hebûne, her yek ji wan deh hezar salan jîyaye. Û wê demê di cîhana me da mirov nejîyabûne. Êzdî bawer dikin, ku mirovên dema me peyhatîyên Ademê  dawîyê yê hevtê û dûyem in, û ew jî tê wê wateyê, ku temenê cîhanê mîllîonek çarsed û çil hezar sal e. Rastînîya weha bi serê xwe di derbarê tiştekî da jî nabêje, lêbelê, ev hejmarên mezin (...) wana ji arîkê hilnedane. Lap berovajî wê – ewana dengvegerên  serdewranên stêrkzanîyê yên pir kevn in û govenîya zanînên hejimarên gerdûnî ne (ûnîvêrsal)...” (Эндрю Коллинз, «Падшие ангелы», Москва, 2008, стр. 207//Wergera rûsî ya pirtûka Êndryû Kollînz a bi înglîzî –  Andrew Collins, “From The Ashes of Angels”, Moskova, 2008, rû. 207.). 

Rojhılatzanê navdar ê gurcî-sovêtî Mêntêşaşvîlî A. M. jî dınıvîse: 

“... bi bawerîya Hammêrê awstrî, êzdî peyhatîyên mardên kevnar in...” (Ментешашвили А. М., Курды. Очерки общественно-экономических отношений, культуры и быта. Москва, 1984, стр. 196//Mêntêşaşvîlî A. M., “Yên kurd. Lêgerîna pêwendîyên civakî-darayî, çand û debê”, Moskova, s. 1984, rû. 196). 

Divê li vira bê gotın, ku mard – êtnosa bıngehîn a Medyayê û Ûrartûyê bûye. Navên med/mîd – di zamanê kurdî û yê cîhanê yên dinê da û û ya mar – dı ermeni da, ji peyva mard çêbûne... 

Lê ezdazanê ermenî-xrîstîanî yê destpêka sedsala bîstî S. V. Têr-Manvêlyan dınıvise: 

“Wek ku tê xuyanê, peyhatîyên dawîyê yên Êkbatanê  –dewleta demekêye gewre (ango, Medya. – E. C.), kurmancên êzdî  di xewn û xiyalên ola pêşîyên xweye  xwezayperest da bi zorekê xwe ji tevkujîyên  xwînrêj ên fanatîkên îslamî, wisa jî ji stemkarîyên bêwijdan ên xrîstîanan  parastine. Lê, ji ber ku ewana bi bîrûbawerîya xwe ya serbixwe va, mala Xwedê ava, ne ji wan olan in, ên  ku îro  desthilatdar in, ji ber wê jî ewana ji hêla hemûyan va bi çavkorî wek gelê bê ol hatine pejirandin, heya ji hêla birayên xwe yên ji heman netewê va jî, yên ku ketine hemêza muhemedîyê. 

Û hemû jî weke hev ji wan zivêr in û wan nuxsan dikin...” 

 (ՍիոնՎարդապետՏէր-Մանուէլեան, Եզիդիկուրմանժ, Ախացխա, 1910, էջ 5 – 6//Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan, Kurmancên yêzîdî, Axaltsxa, 1910, bi zimanê ermenî, rû. 5 – 6). 

Lê li cîyekî dınê heman Têr-Manvêlyan dınıvîse:

“ Kurmancên êzdî, cînarên meye xêrxwaz ên îro, yên ku di destpêka vê berhema xwe ya sade da me di derbarê wan da bi bîr anî, şaxekî medên cînarên meye demekê yên here bi hêz, peyhatîyên Astîyagê ji binemala  Vîştasp in...” (Di heman cîyî da, rû. 41).

Divê bê gotın, dı çavkaniyên ermenîyan ên dirokî da agahi hene, ku heya sedsala XVI jî ermeniyan, dema gotıne med, kurd têgıhîştine, û dema gotıne kurd, med tê gıhîştine, û ev yeka hatye gihîştye heya sedsala XX jî. Û ermeni ji, ev zêdetırî du hezar û pênsid sal e, cînarên kurdan ên nêzîk in. Lê ya here balkêş ew e, ku, her çiqas, piştî derbeya qesrê, ya ku ji hêla nevîyê padişahê dawîyê yê Medyayê, lawê vasalê fars Qurûş va pêk hatibû, desthılat ketbûye destê farsan û bi berekê va ew dewlet bûye ya wan, lê, yek e, ermeniyan tucar ji farsan ra negotıne med, lê ji bo wan kurd  her û her med bûne, med jî her û her kurd bûne. 

Û ev zanîyarîyana t’enê beşekî biç’ûk ê wana berhemên zaniyarên cihanê ye, yên ku dı derbarê êzdiyan û êzditiyê da, wek beşeki net’ewa k’urd, bi zanıstî nêr’inên xwe anine zimên...

Û em evê jî li hêlekê bıhêlin, îro jı bilî hinekên bişaftî (asîmîlebûyî) û çend kesên dı xızmeta dijminên gelê me da, jixwe êzdîyên resen li holê ne. Û evan êzdîyana hîç demekê jî ji xwe r’a êzîdî negotine, ewna ji xwe r’a hert’im êzdî gotıne û îro jî dibêjın...  

Lê, ji talebextan ra, “...îro di weşanên cuda û çapemanîyê da bi şaşî navê ola gelê kurd a kevnar – ola êzdî – wek yêzîdîzm, an ola êzîd dinivîsin, û bawermendên vê olê jî yên êzîdî nav dikin. 

Bi vê boneyê divê bê gotin, ku navê vê olê ne ku ola êzîdî ye, lê – ola êzdî ye. Ev civaka netewî-olî bi xwe jî wek êzdîtî, an êzdîxane tê zanîn...

Divê bê gotin, ku tu grêfterîyek di navbera navê ola kurdan a kevnar Êzdî û navê Sultan Êzîd da nîne. Navê ola Êzdî yek ji navên Xwedê ye. Di qewlek a ola Êzdî da tê gotin: “Hezar û yek navên Xwedê hene, Êzdî jî navekî Xwedê ye!”. Her navekî Xwedê dı kurdî da tê ravekirin: Peyva Êzdî ji peyverêza “Yê ez dayî”  tê. Paşê, hê dereng, peyverêza “yê ez dayî” bûye Yêzdî, ev jî ji hêla xwe va bûye êzdî... Hê jî di gelek herêmên Kurdıstanê da û dı nav gelek êzdîyan bı xwe da ji êzdîyan ra dibêjin ezdayî...     

Lê Yêzîd bên-Maewî bên- Ebî- Sifyan benî –Omeya ji eşîra ereban a Qurêşîya ya li Mekkê, pismamê Mihemed Pêxember ê dûr e, yek ji Xelîfê (Sultan) cîhana îslamê bûye. Ên êzdî wî wek Sultan Êzîd nav dikin. Ew kurê Maewî bên Ebî – Şifyan bûye. Beri Êzîd (Yezîd) xelîftî di dest malbata Pêxember da bûye. Ji vê malbatê Elî xelîfê 4-em ê dawîyê bûye. Tê gotin, ku kuştina wî bi destê maewîyan çê bûye. Hesenê kurê Elî, tê jehirdadaykirin, ê dinê – Huseyn û hemû malbata wan, bi giştî 22 kes, di Kerbelayê da ji hêla Êzîd va tên kuştin. Û, bi vî awahî, dawî bi desthilatdarîya malbata Pêxember tê û pismamên wan ên dûr – meawîyan desthilatdarîyê hiltînin destê xwe. Û Êzîd dibe Xelîf (Sultan).  

Lê ew pirs, ka gelo bawerîya Yêzîd (Sultan Êzîd) çawa anîne nava ola êzdî, hê bersîveke bi zanistî ya pêbawer ji bo wê nîne. ... Dibe ku zaniest îro ne amade ye, ku bersîva vê û pirsên dinê bide, lê mirov dikare bi bawer bibêje, ku hîç pêwendîyek di navbera ola êzdî û navê sultan (xelîf) Êzîd da nine. Êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye.  

Têrmîn û navên bi vê olê ra pêwendîdar ên rast ev in: êzdîtî, ola êzdî, yên êzdî, ya êzdî, yê êzdî”.    

(Ji gotara Ezîz ê Cewo ya bi rûsî: «Эздианство», газета «Свободный Курдистан», февраль, 2013//“Êzdîtî”, r’ojnameya “K’urdistana azad”, sibat, 2023)  

Û, pey ewqasî r’a, Naha jî hıneke dinê derk’etine, yên ku lîstıkeke dınê derxistıne holê, naha ji dıxwazın gel bidin bawerkirin, ku Şîxadî, yê ku demekê gîhandibûn asta xwedêtiyê, datînın hêlekê û tiştekî dinê didin pêş. Vê carê jî dixwazın gel bidin bawerkirin, ku êzdîtî ne ol e, ku ew naet’ewnav e (navê milet) û ola wan ji şerfedin e... 

Û ev kes û komokana zirareke nebînyî digihînin bawerîya gelê kurd a kevnar û xwetêgıhîştına netewî ya gelek kesan... Helbet di nav van kesan da hinek hene, yên ku ji ber nexwendîtîya olî tên lîstıka wan mirovan, ên ku erk û peywirên xwe ji cîyekî dınê dıgırın... Û dı rewşeke weha da helwest û bêdaengîya wan kesan nayê têgıhîştin, ên ku xwe rewşembîrên êzdîyan dihejmêrin. Divê her kes bizanıbe, bêdeng û bêterefmayîn tê wateya hevkarîya bı wan ra, yên ku di serê gel da van tevlihevîyan çêdikin û dibin sebebên tunekirina wan bermayên çanda me ya rewanî (ruhî)!

Û bi van hemûyan ra tevayi, dı nav gel da pêvejoyeke xwenaskırın û xwetêgihîştınê didome, ya ku bi ramana Rêberê  netewî yê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan, bi hewlên Tevgera Rizgarîxwaz a Netewi destpê bûye... Birêz Ocalan balê dıkşine ser ola gelê kurd – êzditiyê û wê wek bıngeha kurdîtîyê dınirxîne, û ev dibe wek erkekê ji bo Tevgerê û endamên wê, ku evê bingehê vejîyan bıkın, û ev îro bûye peywır û erka her endamekî vê Tevgerê, ên ku ji bo vê bıngehê kar dikin... Û bi vê ra wisa jî êrişên ser êzdîtîyê zêde dıbin – bı wê armancê, ku vê ola netewî ji bıngeh û rehên wê yên netewî dûr bixin û wê bingeha rewanî ya netewî tunebikin. Ango, ya ku ji dema Umer bên Xettab va heya îro pêra negîhandibûye pêk bê, îro pêk tînın. Û hemû merc û derfetên gelê me dikin xizmeta vî karî – çapemanî, têlêvîzîon, întêrnêt...

Û li ser vê bıngehê êrîşê dibin ser hişyarbûn û vejîyandina ramana netewî, ya ku bi xwezayî gîhandye wê, ku kurd (êzdî – ne êzdî!) bikaribin bıngeha ramana netewî di olên kevnar da bibînin û bên ser wê bawerîyê, ku bıngehên zerdeütiyê û êzdîtîyê yek in. Û ev yeka van xizmetkarên tunekırına êzdîtîyê har dike, û ew jî her tiştî dikin, ku êzdîtîyê ji bıngeha wê ya netewî ya resen dûr bixin...  

Binihêrin, wê demê, dema heya dijminê gelê kurd ê sereke jî evê baş dızanin, ev dijminên bingeha netewî yên dı nava me da vê red dıkin. Weha, di nîveka cotmeha sala 2012an da di Amedê da komcvîna di derbarê rewşa êzdîyan di cîhanê da pêk hat. Beşdarên komcivînê – kurdên misulman, dilovanîya xwe li hember êzdîyan dîyar kiribûn û ji bo wê, ku pêşîyên wan demên buhurî li hember êzdîyan zulm û zordarî pêkanîne, ji wan lêborîn xwestibûn. Ewê konfêransê di nav raya gîştî da bi berfirehî dengvedabû û di derbarê karên wê da di çapemenîya gelek welatên cîhanê da hatibş ragîhandin, û şiroveyên cihêreng çê bûn. Û evê yekê serekwezîrê Tirkîyayê yê wê demê Erdoxan har kiribû, û ewî bi çavsorî daxwîyandibû: Ola êzdî û  zerdeştî bingeha wan yek e, û ger wisan e, tu pêwendîya wê bi Xwedê ra nîne!( http://www.ezdixane. ru/content/ view/2095/2/ ). 

Belê, ya ku dıjmınê gelê kurd ê derva jê ditirse, dıjmınên hindurîn jî jê ditirsin – ew jî rastiya nirx û hêjayîyên gelê me yên rewanî ne...

Bı zanistî hatye izbatkırın, ku zerdeştî lı cîyekî bê bıngeh derneketye, beri wê hê di Medya kevnar da baweriyên gelê me yên xwezayperest hebûne, û Zerdeşt pêxember ew rêformkirine, pêşxıstıne û li ser wê bigehê ola xwe sêwirandye. Û lewra jî bıngehên êzdîtîyê û zerdeştîyê digihîjın hev… Hemû prênsîpên bingehîn yên bîrûbawerîya Zerdeşt p’êxember: Ramana Qenc, Gotinên Qenc û Karên Qenc, li ser bingeha wan ferz, asa û nirxên r’ewanî gihîştine, yên ku di jîyana r’ojane ya civaka k’urdî da hatine pêkanîn... Ewana îro jî di nava wan k’urdên êzdî da zêndî ne, yên ku 250 sal berê neç’ar mabûn, welatê xwe – K’urdistanê biterikînin, Û ew êzdîyana ji yên dinê bi wê cuda dibûn, ku bîrûbawerîyên xerîb, yên wek sofîtîya îslamê li ser wana bandoreke ewqas mezin nehîştibû.  

Wek ku di zerdeştîyê da, wisa jî di êzdîtîyê da R’oj û Agir, Av û t’evahîya Xwezayê pîroz in (dibe ku, hema ev jî bûye sedem, ku ezdazanê xrîstîanî yê destpêka sedsala XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan evê  olê wek bawerîya xwezayp’erest nav bike). Di zerdeştîyê da R’oj dîdara Xwedê ya li ber çavan e, “yê ku bildtrîn e ji hemû bilindtiran” (“Yasna”, 36.6). Lê di êzdîtîyê da R’oj ç’avkanîya jîyanê ya bêdawî ye û sembola li ber ç’avan a hebûna Xwedê bi xwe ye...  

Jîyana r’ojane ya êzdîyan û zerdeştîyan bi normên kevneşopî yên t’erbye-t’oreyî û exlaqî yên mîna hev tê rêvebirin, û ahengî ava dibe. Û ew jî anegorî têgeh û ferzên bingehîn ên zerdeştîyê ne: Ramana Qenc, Gotinên Qenc û Karên Qenc... Û ewana di jîyana r’ojane ya civakê da bi gotinên cihêr’eng dîyar dibin: 

“Derew dijminê Xwedê ye!” 

“Yê ku derewa bike, ji xwe r’a gunehan qazenc dike!”

“Yê ku gotinê bêr’ê û nep’ak dibêje, guneh dik’evin stuyê wî!”

“Bi gotinên bêr’ê zarê xwe neher’imîne!”

“Şuxulk’arê xwe be – şîrinê xelkê be!”  

“Malê dizîyê heram e, neyne mala xwe, ewê malê li te ji hev belav bike!..”

“Bi hizira qenc û dilê paqij mirov digihîje her mirazekî!” û gelekên dinê.

Û, eger mirov bibêje, ku ev hemû ji zerdeştîyê tên, dê ne r’ast be, lewra ku, zerdeştî bi xwe di Medya  kevnar da, li ser bingeha wan bawerîyan, pêk hatye, yên ku êdî hebûne, û hema li wir jî ew pêşk’etye û bûye ola dewletê. Lê piştî wê, dema di encama derbeya ç’ekdarî ya Qurûşê vassalê fars ya bi piştgirîya   malmezinên medan, Împêratorîya Medyayê hate hilweşandin, û, lewra jî, dibe ku, bîrûbawerîya zerdeştîyê pêr’a negîhandye, wek sîstêmeke olî ya giştî, bi wat’eya olê ya îroyîn va, li ser bîr û r’ewanê hemû medan bibe serdest... Lêbelê, ji ber ku, bingeha van herdu olan (zerdeştîyê û êzdîtîyê) yek e, lewra jî, zerdeştî ji bo êzdîyan ne xerîb e. Yên êzdî, wek ku hemû k’urdên dinê jî, ewê ola xwe dihejmêrin...

Û lewra jî, eger em iro dı derbarê vejîyandin û p’arastına ola êzdi da diaxivin û dixwazin tıştekî di wî warî da bıkın, divê êzdîtîyê di nava goveka hemû ol û bawerîyên gelê me yên kevnar da bınırxinın – jı demê Medya kevnar heya van rojên me, û ne ku berê xwe bıdın tariqetên îslamê û wê di nava çarçoveya wan da bınırxînın...

Û ya dawîyê! 

Wek ku r’amana rêber Apo gelê k’urd bi giştî ji xewa mirinê hişyar kir, wisa jî ola êzdî û êzdîtî ji metirsîya mırınê diparêze... Û iro çi ku dı vî warî da pêk tê, hemû jî berhemên r’amanên wî Mirovê Mezin in dı jiyanê da... Lewra ji her pêşketıneke gelê me îro bı wî navê bilind va pêwendîdar e, ji bo wê jî iro ji hemû k’urd u k’urdıstanîyan bêhtiır dıvê ezdî li r’êberê net’ewî xwedî derk’evn û ji bo Azadîya wi t’evbıgerın!

Slav û r’êz!

_______________

*Ev gotere 15. 02. 2018an di Kongrêssa êzdîyên R’ûsîyayê da hatye xwendin (Moskova)

 

Ezîz ê Cewo

15. 02. 2018 

Moskova