1. Tekst

  2. Gotar

  3. Laleşa Ûsiv
  4. STÊRKÊN KURDAN ÊN LI GERDÛNÊ DIÇIRÛS IN
STÊRKÊN KURDAN ÊN LI GERDÛNÊ DIÇIRÛS IN,stêrkên,kurdan,ên,li,gerdûnê,diçirûs,in

STÊRKÊN KURDAN ÊN LI GERDÛNÊ DIÇIRÛS IN

A+ A-

 

            Dibêjin deng li gerdûnê winda nabe. Eger ev deng li gerdûnê winda nebe, îhtimal heye ku em dengên zemanê berî xwe di ciyekî de zeft bikin. Ev îhtimala han kelecaneke mezin dide min. Gava min navê Zîryab bihist û çîroka wî xwend, dengê axa min a ku li gerdûnê digeriya di guhê min de olan da û piştî çendîn sedsalan ez digehiştime wî dengê me yî gerdûnî.

Lê belê, ew dengê ku ji helîna xwe derketiye welat bi welat geriyaye hey ji helîna xwe dûr ketî, gelo pêkane dîsa vegere ser axa xwe û li ser helîna xwe danişe?

Mixabin em kurd netewekê bêsiûd in, di nav dîrokeke windayî de li cîhanê belav bûne. Ji dewsa welat û civaka xwe ji ber şertên tên zanîn, ew ên ji me bi hemû reng û dengên  xwe, bi  hemû cerebe û xweşikbûna xwe ne em, civakên din xweşiktir û dewlemend kirine. Tenê li ser axa xwe nikarîbûne-nikarin bi deng û rengên xwe derkevin û di nav civaka xwe de şax bidin.

Ji bindestiya me, ne baweriya bi me heye ne jî em dikarin li nirxên xwe yên ku bûne aîdê cîhanê xwedî derkevin. Ji ber ku nasnameyeke me ya ji aliyê cihanê ve hatiye qebûlkirin nîne, ew ên me bi nasnameya neteweke din derketine-derdikevin ser dika bedewiyê ya cîhanê.

 Belê, ji ber gelek sedemên hebûn an nebûna dewletekê, li ser rûyê cihanê hebûna me ya nasnameyî naye pejirandin, lê ev nayê wê wateyê ku em ji neteweke din kêmtirin an di nav dîrokê de cihê me tunê!. Tevî perçebûna welatê xwe ve jî, di hemû pêkhateya dîrokê de kurdan di çand, huner û di zanistê de reng dane cîhanê.

Zîryab (Bavê Flemenko), di serdema xwe de, wekî hunermend-mûzîkjenekî cîhanî, di vê mijara xwedî lê derketina netewên cûda de bo me mînakeke balkêş e. Mixabin em kêm kurd ji nasnameya wî û  ji xebatên wî bi haydar in.

Dîsa di 2007 de bi mirina Maurice Béjart yê ku ji aliyê dê ve kurd bû, piraniyên me bi derengî ji vî aliyê wî bi haydar bûn. Yek ji hêla mûzîkê ve yek jî ji hêla dans û koreografiyê ve li cîhanê deng vedane, dibistan vekirine û di bêşên xwe de bûne ototrîte.

Wekî ku erdnîgariya me ya parçebûyî têrê nekiribe, em li nav hemû cîhanê jî belavbûyî ne.

Ji ber vê yekê jî, derfeta ku em bikaribin bi zimane xwe bi nasnameya xwe li ser axa xwe bi azadî bijîn, ew ên ji me nasnameyeke din a cîhanê wergirtine û li wan deran çirûsîne.

Lê êdî em jê bi haydar in, çiqas ku ew nirx û rûmeta cîhanê ne, nirx û rûmeta me ne jî. Bo xwedî derketina nasname û netewa xwe pêwîst e, qasî netewên ku li cewherên kurdan xwedî derdikevin û di pêşxistina civaka xwe de ji cewheriya wan siûdê werdigrin, divê bo ku ew ji ew ên me xwedî derketine û bi vê yekê nehiştine ew cewher winda bibin em spasiyeke deyndarê wan netewan ne. Bi qasî wan divê êdî em jî wan nirx û cewherên xwe bizanibin û lê xwedî derkevin.

 

Ziryap (789-857-), Maurice Béjart (1927-2007)  ji van herdu kesayetiyan jî meriv têdigihêje ku kuliyeteke me ya dewlemend û naye zanîn heye.  

Ji dema Zîryab heta Bêjart, dema em bala xwe bidin civakên din em ê bibînin gelek stêrkên ku ji nav wan diçirûsin binyad kurd in.

Pirs ev e: Gelo em ê karibin rojekê wan cewher-entîqeyên xwe bînin li welat xwe li pirtûkxane, li mûzexane û li qadên xwe bi cî bikin. Her wiha, ji çîroka jiyana wan fîlm, şano, roman hwd.bihonin da nifşên pêşerojê wan bizanibin û jê  sûdê werbigrin!?

Hêvîdar  im…

 

Laleşa Ûsiv