1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan û serpêhatiyeke hêja
Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan û serpêhatiyeke hêja,seyda,mele,evdilkerîm,ceyhan,û,serpêhatiyeke,hêja

Seyda Mele Evdilkerîm Ceyhan û serpêhatiyeke hêja

A+ A-

 

Mixabin ev mijar ji aliyê gelek kesan ve bi şaşî tê gotin an nivîsîn.

Ev çîrok di navbera bavê min Şêx Mîsbahê Silîvî û welatparêzê mezin Mele Evdilkerîm Ceyhan de derbas dibe.

Herdu dostên hev bûn. Yek kesê ku ji zarokatiya xwe ve min navê wî bi hezkirineke mezin û bi keser ji bavê xwe bihîstiye Evdilkerîm Ceyhan bû.

Ne tenê ev çîrok, lê min gelek çîrokên din ên lehengî û dilsoziya Evdilkerîm Ceyhan ji bavê xwe bihîstiye, ez ê yek ji wan li vir binivîsim, lê pêşî divê vê çîroka di navbera wî û bavê min de derbas bûye sererast bikim, lewra min bi kêmanî sed caran ji bavê xwe bihîstiye. Herkesên ku îroj qala vê çîrokê dikin jî, an ji bavê min bihîstine, an jî ji devê duduyan, lewra wekî min got çîrok di navbera herduyan de derbas dibe û bavê min li ku rûniştana qala vê çîrokê dikir û her carê jî çavên wî tijî dibûn û wisa jî em di bin bandoreka mezin a wan gotin û wan kêliyan de diman. Ev çîroka dilsoz û dilsoj giyana me bi hestên welatparêziyê pak dikir û dixemiland.

Çîrok 1: Rewşa Seyda Evdilkerîm Ceyhan a aborî ne xweş e. Bi hewldanên bavê min û çend kesên din, esnafên Silîva di nav xwe de pare berhev dikin û didine Seyda ku jixwe re dikanek veke. Seyda destpêkê qebûl nake, lê wî qanî dikin, bi şertê ku wê perê wan li wan vegerîne, dipejirîne û dikaneka solan ji Seyda re vedikin.

Salên destpêka 1970yî ne. Rojeka zivistanê sar, Evdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbah li dikanê xwe dane ber manqalê ji bo germ bibin û sohbetê dikin, jinek dikeve hundir, goşeyeka pêşmala xwe kiriye ber pişta xwe (ji bo kembera ji paç ên jin didane pişta xwe re ”pişt” jî tê gotin), satilên vala ên mast di destê wê de ne. Diyar e ji gundekî Silîva hatiye li bazarê mastê xwe firotiye û dê biçe gundê xwe car din, lê xwestiye ji keça xwe re cotek sol bikire. Seyda jî dibêjê, kerem bike waye li wir in û sohbeta xwe didomînin bi Şêx Mîsbah re. Navberekê Şêx Mîsbah dibîne ku jinikê coteka sol bi dizî kir ber pêşmala xwe û pêre jî dibêje ”min tiştek li gor keça xwe nedît û ji dikanê derdikeve. Beriya derkeve Şêx Mîsbah dike ku tiştek bêje, Evdilkerîm Ceyhan destê xwe hişk dide ser devê Şêx Mîsbah û bernade, heya ku hezir dike êdî jinik baş dûr bûye, piştre destê xwe ji ser devê Şêx MÎsbah radike û Şêx Mîsbah jêre dibêje heyran ma ne coteka sol kir ber pêşmala xwe, tu wiha bikî tê di mehekê de top bavêjî, tu guneyî, ma zarokên te jî hene! Mele Evdilkerîm wê demê wiha bersiv dide: Ez ji bo coteka sol jineka kurd di nav çarşiya Farqînê de bêşeref nakim.

Bê guman ku ev hest û tevger bi taybet di wê demê de şoreşek bûn, lewra bi pir kêm kesî re hebûn. Yek ji xwedî wan hestan û keda welatparêziyê jî bavê min Şêx Mîsbahê Silîvî ye ku gelek çîrokên wî yên nîşaneya vê rastiyê ne jî hene, rojek ez ê wan jî binivîsim. Lê wê kêliyê, ji ber rewşa pir nebaş a Seyda Evdilkerîm Ceyhan û ew keftelefta dost û hevalên wî ji bo jêre bibine alîkar, encameka wiha derdixe holê ku ev encam jî ji nîşaneya welatperwerî û dilsoziya mezin a Seydayê Mele Evdilkerîm Ceyhan pêştir tiştekî din nîne.

Çîrok 2: Rojekê Seyda Evdilkerîm Ceyhan, milê xwe kiriye milê xortekî û di nav çarşiya Silîva de piyase dikin. Sohbeta Seyda bi mirovan re bi tenê kurd û Kurdistan û erkên kurdan bû û herkesekî jî bi vê dizanî. Loma, dema di ber yazîxaneya Mahmûd Kepogli re derbas dibin, civata Kepogli mîna her car kemilandî ye, û Kepogli bang li Seyda dike; ”Evdilkerîm, çiye te dîsa xortek kiriye milê xwe tu bi serê wî de çi dixweynî? Ma hûn daw û doz çi dikin?” Seyda bersiva Kepogli wiha dide; ”em daw û doza heyfa bavê te dikin.”
Bavê Mahmud Kepogli, di Serîhildana Şêx Seîd de ji aliyê dewleta tirk ve hate bidarvekirin. Mahmut Kepogli ku yek ji kesê herî bi bandor ê wê herêmê bû, serokeşîr û parlamenterê Partiya Edaletê bû.

Em bi vegotina bîranînên mîna vê mezin bûn. Seyda bi hezkirin û minet bi bîr tînim.