1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Sûcê xafletê bi qasî xiyanetê giran e
Sûcê xafletê bi qasî xiyanetê giran e,sûcê,xafletê,bi,qasî,xiyanetê,giran,e

Sûcê xafletê bi qasî xiyanetê giran e

Ey partî, serok û rêxistinên kurd û Kurdistanî

A+ A-

 

 

Ey partî, serok û rêxistinên kurd û Kurdistanî

 

Nekevin nava rihetiyê, bi serkeftina referandûmê serxweş nebin. Nebêjin eger dijmin êríşkir bila bike, emê dersa wan bidinê. Hûn li gorî ku ew dikin işev êriş bikin, xwe amade bikin, bila ew êríş nekin.

Yanî eger hûn piştî baranê ga cil bikin, dê gunehê we giran be.

 

Dagirkerên Kurdistan bi serûberên xwe ve, tevan tifaq çêkirine, biryara şer dane. An işev an şeveke din dê êriş bikin. Şiyar bin. Ne tenê şiyar bin, ji bo bersifdayinê amadebin.

 

Nebêjin gefên wan valene, an ji xwe re şov dikin. Ji bîr nekin serxwebûna Kurdistan ji bo wan mijara man û nemanêye. Çiya xerab ji destê wan were dê bikin.

 

Lema çi amadekarî pêwist bin hema aniha bikin.

 

1-Beriya gişkî kordînasîyonekê di navbera Pêşmerge û gerîlayan de tavilê ava bikin.

 

2-Ji hemû pêkhateyan, desteya rêvebiriya şer damezirînin.

 

3-Wekîdin, çek û haziriyên din ji divê di ber re werin kirin.

 

4- Li welat û derveyî welat gel amade bikin.

 

5- Diplomat lazimin hema niha dest bi têkiliyan bikin.

 

Bila sibê nebe dereng.!