1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. “T’OPEBARANÊN AMEDEK’ARÎYÊ”, AN T’EVLIHEVÎ – DI DÎPLOMASÎYA T’IRKAN DA? (R’êplîk)
“T’OPEBARANÊN  AMEDEK’ARÎYÊ”,  AN T’EVLIHEVÎ –  DI  DÎPLOMASÎYA T’IRKAN DA?   (R’êplîk),t,opebaranên,amedek,arîyê,an,t,evlihevî,di,dîplomasîya,t,irkan,da,r,êplîk

“T’OPEBARANÊN AMEDEK’ARÎYÊ”, AN T’EVLIHEVÎ – DI DÎPLOMASÎYA T’IRKAN DA? (R’êplîk)

A+ A-

Wezîrê k’arên derva yê T’irkîyayê Mevlût Çawûşoxlû k’arê xwe dike, ku 4ê hezîrana îsal di Waşîngtonê da bi wezîrê dewletê yê DYA Mayk Pompêo r’a hevdîtinan pêk bîne. Û,  di xwezayî, herdu t’eref jî (hem DYA, hem K’T’!) bi baldarî ji bo wê hevdîtinê amadek’arîyan dibînin. Wek ku NewsTurk.ru r’adigihîne, wezîrê k’arên derva yê T’irkîyayê di derbarê wê  hevdîtinê da ji TRT Haber r’a gotye, ku ji bo amadek’arîyên wê hevdîtinê “... k’omên k’arger pirsên konsûlosî û yên qanûnî dinirxînin. Wek ku tê zanîn, – Çawûşoxlû domandye, – hevkirineke destpêkî [ya di derbarê derxistina YPG ji Minbicê da] pêk hatye, lê, mixabin, heya naha, ji ber guhartina wezîrê dewletê yê DYA, li hev nehatye ku wê pessend bikin”. – http://newsturk. ru/2018/05/18/chavushoglu-obsudit-s-pompeo-vyivod-voysk-ssha-iz-manbidzha/  

Û. Hema li vira jî pirs dertê holê: “Ew, ku di nava vê nivîsarê da di nav bendan da ev p’eyvana lê hatine zêdekirin: [ya di derbarê derxistina YPG ji Minbicê da]”, – ew gotinên k’ê ne? Eger ew gotin ên Çawûşoxlû bi xwe ne, wê demê ji bo çi ew di nava bendan da danîne, lê eger  ew an r’awêj û feazîyên kanala têlêvîzîonî ya TRT Haber-ê ne , an ên nivîsk’arê NewsTurk.ru bi xwe ne, wê demê ji ber çi destnîşan nekirine, k’a ew gotin ên k’ê ne?” Û, eger, em bibêjin, heya eger ew wisa be jî, wê demê ev çi sernivîs e, ku li vê nûçeyê kirine:  “Çawûşoxlû dê bi Pompêo r’a pirsa ji Minbicê derxistina hêzên leşkerî yên DYA binirxîne”? ...   

Û li vira jî pirseke mafdar dertê holê: “Ew Tirkîyayê ji kengê va Hêzên YPG û yên DYA mîna hev dike? Ev hemû lîstikên peyvan in, an encama nexwendîtîya siyasî ya wan camêran e, an jî ewana bi vê yekê hewl didin r’ewşeke nedîyar bafirînin, ji bo ku dema hevdîtinên dîplomasî cîyê wan ê manêvrekirinê hebe!...”

Manêvreyên wan bila serê wan bixwin, lê em vegr’in ser r’astîya pirsê bi xwe: di  Tirkîyayê da bi r’astî nizanin, an tênagihîjin, an jî xwe şûna nezanan datînin, ku têk’ilîyên wan ên bi DAÎŞê r’a êdî ji zûva derk’etine holê – dane û delîlên bê guman li holê ne, ku îro di cîhanê da r’êjîma wan a faşîst û wê r’êxistina têr’orîst (DAÎŞ) yek dibînin... Ku, dema  ewana bênavber k’omên çete yên DAÎŞê bi ç’ek û cebilxane xinê dikirin, dema endamên wan k’omên çete yên birîndar di T’irkîyayê da dihatin qenckirin, di baregehên wan ên leşkerî da p’erwerde didîtin, hêzên YPG/YPJ li dijî wê nexweşî-mereza sedsala XXI bi lehengî têk’oşîn pêktanîn. Ku, eger piştgirîya r’êjîma faşîst a T’irkîyayê nînbûya, naha jizûva dawî bi DAÎŞê hatibû, û hemû pirsgirêk hatibûn ç’areserkirin. Ku hêzên YPG/YPJ weke edamên dinê ên Hevpeymanîya dijî Têr’orê ya Navnet’ewî endanên kolêtîv ên wê hevpeymanîyê ne (û ew mafa wana bi têk’oşîna xwe ya lbêhempa ya dijî DAÎŞê qazec kirine), ku ewana t’u carê nîna T’irkîyayê berê xwe ji têk’oşîna li dijî têr’orîzma navnet’ewî neguhar’tine... 

Û – ya dawîyê: di vê r’ewşê da Hevpeymanîya Navnetewî ya dijî Têr’orîzmê ya bi serk’êşîya DYA jî li hember YPG/YPJ berpirsîyarîya xwe ya hevpeymanî heye. Dewletên endamên vê hevpeymanîyê (û di sêrî da – DYA!) divê YPG/YPJ ji êrîşên r’êjîma faşîst a T’irkîyayê bip’arêzin, a ku sponsor û bingeha DAÎŞê bi xwe ye... 

Ev pirsa r’ûmet û wijdanê wan ê mirovî ye li hember şaristanîya cîhanê!

 

Ezîz ê Cewo Mamoyan

Lêger’îner, nivîsk’ar û r’ojnameger

Endamê Yekîtîya r’ojnamegerên R’ûsîyayê û PENa navnet’ewî

18. 05. 2018