1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Temenekî di 28 salan hilnehat
Temenekî di 28 salan hilnehat,temenekî,di,28,salan,hilnehat

Temenekî di 28 salan hilnehat

Abdullah Savgat (Ömer) 1959-1987

A+ A-

Biçûkekî li ser axa bav û kalan sêwî, di ciwaniya xwe de li xerîbiyê biyanî, di kamilbûna xwe de şoreşger.

 

Ji Wêranşar heta bi ewrûpa, Lubnan û dîsa Wêranşar... Bi qasî girtin û vekirina çavekî.

 

Ev 30 sal in ku destên min pênûsê nagirin. Hêza min nîne te binivisînim heval. Çi cara hewil didim behsa te bikim, tiliyên min dilerizin. Dikim û nakim hestên min guhdariya min nakin. Nikarim dilsozî, merdî, mêranî û ew pêtiya agirê evîna welat ku di dilê te de kom bûbû binivisînim. Tu gotin têra wesifdayina te nakin hevalo. Li min bibore!

 

Bi sonda qesemê sond dixwum ku hema hemû rindî, bedewî û pakiya ezda di qalibê te de bi cî bûbûn. Xwedê şadeyê min be ku yek xêlifî heye. Tu ji seranser ronkayî, hezkirin, egîdî û bawerî bû. Tu Dewrêşê dema xwe bû li nava Êzdiyan û Kurdistan. Hedbanê te, bawerî û îmana te bû. Lê tu jî wekî Dewrêş pirr nemayî, zû çûyî. Kî dizane, dibe ku ev jî qanûneke egîdyê be?

 

Roja ku cara paşî, te her dû çavên xwe li ser riya nemiryê a bêveger girtin, tu hê 28 salî bû yî delalo. Edûla dest bi hine hê bûka salê bû gava her dû guliyên xwe li ser laşê teyî bi xwîn qusandin. Ango tu rêwîyê destpêka bihara umrê xwe bû. Eger wê rojê te çavê xwe nigirtibûna û heta îro tu bi me re bimaya, îro tu dibû 58 salî...

 

Di 06.12.1987 de, gava xwîna bedena te herikî ser axa çiyayê Mazî, agir bi dilê mîrata deşta Wêranşara wêran ket. Qerejdaxê bi dayê Koçer re navê te dinûhirand û Şengalê bi zimanê Edûlê lê vedigerand. “Wêranşarê tu wêran bî, qey te nizanîbû hevalê Evdo û şeş hevalan wê li te bi mêhvan bin?!“

 

Pişt re, çend wêneyên te hatin belavkirin û çend rêzik li ser te hatin nivîsandin. Ew jî ketin nava rûpelên dîroka karwanê nemiran û li wir man...

 

Tu jî mîna hevalên serdema xwe, neçarbûyî ku bi rêbazeke nebîyane, di nava wê tariya qetranî de xwe bike find. Bişewite heya ku derûdora xwe ronî bikî! Heke te xwîna xwe nekiribûya donê finda azadiyê, ew perdeya reştarî a li ser dil, mejî, çav û guhên civaka kerlalan bi tu şêwazên din ne diçiriya.

 

Lê divê ez bibêjim ku ciyê te hê valaye hevalê min!

 

Bi hurmet û hezkirin, bejna xwe li ber bîranîna te ditewînim!

 

Îbrahîm Osman

05.12.2017


Gotinên miftehî :