1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Tevlîheviya li ser cejna Êzî
Tevlîheviya li ser cejna Êzî,tevlîheviya,li,ser,cejna,êzî

Tevlîheviya li ser cejna Êzî

A+ A-

 

Min îro li hinek peyam û parvrkirinên li ser mediya civakî nêrîn, her yek bi hawakî nav lê dikin. Ev yek wateya wê dide wendakirin û rê li ber şaşîtiyan vedike.

Bi qenata min sererastkirin divê.

 

 

Mînak: Îd, cejn. Ezid, Êzîd, Êzîdî, Êzdi Uhw.

 

 

1- Ev cejin ne cejna afirînê ye, cejna rojiyên Êzî ye. Êzî navekî ji navën Xwedê ye. Ev rojî ji sedema kurtbûyîna rojê têne girtin. Berfirehiya wê di gotara min a di amidakurd.net de heye. Cejna afirînê Çarşemiya sor e û ew di destpêka meha Nîsanê de tê pîrozkirin.

 

 

2- Navê vê cejnê cejna Êzî ye. Ne cejn an îda Êzîd, Êzdî ye.

 

 

3- Îd bi erebî ye. Bi kurdî cejn e.

 

 

4- Mîna îdê, Erefat jî bi erebî ye û ji Îslamê derbasî nava çanda me bûye. Di reseniya vê cejnê û hemû cejnên Êzdiyan de erefat nîne. Sê rojan rojî tê girtin û roja çaran cejn e.

 

 

5- Tu pîroziya roja înê di reseniya ola Êzdî de nîne. A pîroz roja Çarşemiyê ye. În jî ji Îslamê têkil bûye. Di Îslamê de în roja civîn û xutbeyane.

 

 

6- Di reseniya xwe de roja pênşembê cejn e.  Sê rojan rojî tê girtin û roja çaran cejn e. Duşem, Sêşem, Çarşem rojî ye, pênşem cejn e. Wekî min li jorê da diyarkirin, bi zanebûn an ji tirsa derdoran re ev guhartin pêkanîne.

 

 

Bi hizra min ev yek bi zanebûn e. Jiber ku pîroziyên li Lalişa Nûranî, hec, girê Erefatê, qulikên buhişt û dojehê, dara mirada û gelek mînakên din didin xuyakirin ku ev mîna texlîta Meke û Medînê hatiye çêkirin.

 

 

Îbrahîm Osman

 

15.12.17


Gotinên miftehî :