1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selam Çinar
  4. Tilîyên Kemal Kurkutî
Tilîyên Kemal Kurkutî,tilîyên,kemal,kurkutî

Tilîyên Kemal Kurkutî

Dest ji tilîyan mezintir in, tilî ji destan jîrtir in. Tilî zarokên bêhawe ên destî ne. Nazik û narîn in, xweşik û çapik in. Nûnerên mirovan in, bi her awayî, li ser her tiştî. Mirov bi şopa tilîyên xwe tên naskirin

A+ A-

 

I

Destek, ji kefekê û pênc tilîyan çêdibe.

Dest ji tilîyan mezintir in, tilî ji destan jîrtir in. Tilî zarokên bêhawe ên destî ne. Nazik û narîn in, xweşik û çapik in. Nûnerên mirovan in, bi her awayî, li ser her tiştî. Mirov bi şopa tilîyên xwe tên naskirin.

Mirov bi tilîyan tiştan dikin. Bi tilîyan mêst tehm dikin, bi tilîyan binê beroşê paqij dikin, bi tilîyan şiîreyan dibirin, bi tilîyan kêçan dikujin, tilîyan di qula moz û gustîlkan ra dikin, bi tilîyan hildiperikin çîyayan, bi tilîyan bi hêlînên piloyan dilîzin, bi tilîyan li derîyan dixin, bi tilîyan xura pişt û pozê xwe dişkînin, bi tilîyan tiştan rê hev didin, bi tilîyan hev didiqdiqînin, bi tilîyan hev ditirsînin, bi tilîyan dipîvin, bi tilîyan hesaban dikin, bi tilîyan bawerî, bîrdozî û ramana xwe eşkere dikin, bi tilîyan dimeşin. 

Tilîya tilîyan, di her tiştî da he ye.

Tilîya wî bi pey şopa çîrot û zolikên zaroktîyê ketibû. Hê ji lîskê dernektibû, ji lîskê têr nebûbû. Hê çelapekên xwêdana hindilkê, navgundî û gogê li ser wî bûn. Helbet zarokên ku lîskê xera dikin, ên di lîskan da mizûrîyan dikin, ên bêcir û belakir jî he bûn. Lê wexta ku zaroktî be, bêcirî heta cîyekî ye. Belakirîya zarokekî, bi qasî zarokekî ye. Sal cîyên tûj bi hemdê xwe dimehînin, ko dikin û ew paşê dibin qût û qatixên civatên ciwanîyê. Mirov baş pê dernaxe ka ji çi ye, lê mirov ji belalûk, terk û pizikên pî û destan, ninûka pêçîyan a rabûyî, cîyê ku mozên sor an mozqirtikan pê va daye, serê şikestî, milê ji cî derketî, ji lîçik û pantorên pînekirî gişan hez dike. Bi xweşî û dilbijîn bi bîr tîne. Kesê ku serê mirov şikandîye jî tê da.

Tilîyên ku bi van bîranînan kemilî bûn, ber bi lîska mezin va bi rê ketibûn. Lîskek ewqasî mezin ku mezin tê da ji zarokan xerabtir dibûn. Xwe gihandibû ber derîyê lîskê, hew bihostek mabû. Li wir ji kert û kort û kincê şaristanîyê bêrîbûyî, bazdayî, lezabeza, liserxwe, bixwebawer, serbilind, bejinbilind… Şipya, heta hetayê.[1]

Mirov bi tilîyan dikarin gelek îşan bikin, lê ew tepa xwe bes li tiştekî dixin. Ê wî, wî tepa xwe li doxa kemanê[2] xist. Wî jana tilîyê bi têlên kemanê aş dikir. Wî tilîyên xwe bi tehma têlên kemanê hesandibû, tilîyên xwe bi gewrîya kemanê nehişî kiribûn. Tilîya hunerê bi qasî ku dinyayê xweş bike, jîr û jêhatî ye û wî ew tilî kiribû memika xwe. 

Tilîyek wî he bû, wî ew dananî ser tetîkê.

Tilînî şûm bûn, bêar û bêtebat bûn, dil berda bûn têl û tîna kemanê. Îjar ku ew tilî, tilîyên wî jenyarî bibûna sersebên hilatina xweşawaz û dengekî!? 

II

Desthilatdar jî dengan derdixin, lê ne bi kemanê û ne bi lîr û bilûr û tembûran. Tilîyên desthilatdaran jî he ne û tilîyên wan hişk in û bi şaşî be jî ber bi doxa kemanê va naçin. Saz û ney û mey jê ra ne lazim in. Axir tilîyên desthilatdaran zirtilî ne. Tilîyên bîyanî ne. Desthilatdar ji xwe ra, ji bo tilîyên xwe amûran çêdikin. Bi wan amûr mamûran, hem tilîyên xwe reqtir dikin, hem jî bi xêra wan amûran, tilîya nîşanê[3] wekî alaya tirsê li ba dikin. Amûrên desthilatdaran, tilîyan ji eyar derdixin. Loma çavê desthilatdaran li tilîyên mirovan e. Amûrên ku pê tilîyên mirovan bibişêvin çêdikin. Sîlehan çêdikin û hey çêdikin. Helbet dengê sîlehan jî he ye. Lê di navbera dengê sîleh û kemanê da ferq he ye: dengê silehan ziravê mirovan, dengê kemanan hefsarê mirovan diqetîne. Desthilatdar ji ya diduyan ditirsin.

Pir ditirsin.

Bi kuştinê nav di xwe da didin.  

Ne çipîskek in jî.

III

Xortek kuştin.

Mirov li ser kuştinê çi bibêje, dê kêm be; lê ger tu tiştî nebêje dê her kêmtir be. Bi negotinê kostekeka qerase li zimên dikeve. Kostek gotinê dike bizot û ji hinavan va hestî û goştî dide ber xwe.  A soxî, bi du awayan dawî lê tê: yan dê bibe agir û agir ji devan here yan dê bibe xwelî û bi ser serê mirovan da bibare.

Heyva adarê bû. Roja Newrozê bû. Amedê.

Xortek kuştin.

Li Kurdistanê dewlet yan ciwanan dibişêve yan jî dikuje. Berê jî kuştibûn. Hê jî dikujin. Kesên dikujin dikujin û yên mayî jî bi tirs û xofa wê kuştinê nîvkuştî dikin. Dixwazin mirov xwe, xwestek û helwestên xwe, awa û wateya xwe ji bîr bikin. Dixwazin deng ji mirovan derneyê û bêdengîya mirovan bibe meqesek tûj ku zimên ji kokê da bibirre. Loma bi qasî serê derzîyê jî di erênayê da namînin û bedena dayikekê bi rojan li rastan dihêlin, bedena ciwanan li meydanên bajaran li dû zerîpoşên xwe dikişkişînin, agir bera canê mirovan didin, hestîyê wan jî nadin xwedîyên wan, bajaran wêran û talan dikin, sifreya xwarinê belawela dikin, heywanên kerr û lal telef dikin, zarokên çilînî bi dêyên wan ra dixin zindanan, goran vedidin, gornebaş in, hema çi heyîyên ku li ser vê zemînê zîl bidin li gorî kêfa xwe pê dilîzin, dişkînin, diêşînin, dilewitînin.

Dewlet bi kuştin û bizdandina mirovan qam davê. Qamavêtina dewletê qamavêtina tinazê ye.

Tinazek pîr, li vê axê qam avêtîye. Li mêtingehan berê tinaz aj dide. Mêtinger pêşî tinazên xwe bi mêtîyan[4] dike. Mêtî sik in, nezan in, xerab in. Wan wiha dihesibînin. Wan kêm dixin. Bi vê tinazpêkirinê ra bera bera kêmxistî ji dilqê mirovan dertê. Ewqasî genî dibe ku jîyê wê/î hêjayî mişkulekê jî nayê hesibandin. Kuştin ji vir hiltê.

Loma mirin li mêtingehan ne “mirin” e. Serbarî vê, kesên ku li mêtingehan çêdibin û mezin dibin, nikarin bimrin. ‘Mirina li mêtingehan’ darazeka çewt e. Heta ku li cîyekî peşka navê mêtingerîyê he be, li wir kes namire.

Li mêtingehan mirov namirin, tên “kuştin”.

Selam ÇINAR



[1] Dîmenek li dû ma, wî dîmenî pirtikên mayî yê ziman û rêzimanê jî ji berêv da hilanî.   

[2] Belkî divê mirov vê jî ji bîr neke: keman li ser milê çepê diedilin, mirov bi jenîna kemanê ra ber bi mil û alîyê çepê va mêl dibin.

[3] Tilîya Nîşanê -  Tilîya gefxwarin û tirsandinê.

[4] Mêtî: Kesên ku li mêtingehan dijîn, kesên ku şênîyên mêtingehan in, kesên ku mêtingeran cî û warê wan dagîr kirîye.   


Gotinên miftehî :