Tu zani ez kî me?,tu,zani,ez,kî,me

Tu zani ez kî me?

A+ A-

 

 

Çavkaniya kana hebûnê,

dergûşa şaristaniyê me.

 

Bizrê min bi lêdana zêrîn re, ji çirûska nûranî peyda bû.

 

Afirîna aqût a miskîn im,

bi evînî diherikim girava jînê.

 

Min roj naskir jê re kemberbest bûm, agir dît bi pîrozî parast.

 

Min dendik xist binê axê, qudret û bereketa zayinê naskir.

 

Beriya her kesî min navê Xwedê li ser celbê nivisî û jê re şikir kir.

 

Li ser textê qewman bûm şadeyê zemewenda Adem û Hewa.

 

Min betanê dilê xwe kir çarox,

pê lawikê xweyî xerîb kir rêwî.

 

Min bi xwîn û xwîdana xwe dîwarê Quba Felekê  li jor lêkir.

 

Nebî Nûhê tofanê xwegirtiyê min bû,

darên keştiya xwe ji parsûyên min çêkir.

 

Mûsayê mehkûmê Freun, dexîlê min bû

di ser çemê Nîl re min ew derbas kir.

 

Îsayê Nasrayî, ewilî ji kaniya hizr û bîra min ava qudretê vexwar.

 

Min êşên Yaqûb, Eyûb û Usiv di landika bextê xwe de lorandin.

 

Min mîkutê qewman da destê Birahîm Xelîl, li dijî zulma Nemrûdan serî rakir.

 

A ez ew im, ê ku 72 qurnan,

ji bo 72 miletan dua xêrê kir î.

 

Ê 72 ferman bi destê sultan, Mîr û paşayan lê rabûyî ez im.

 

Ê 72 caran şikyayî, lê netewyayî ez im.

 

Ê 72 demsalan ji warê xwe derbeder bûyî û pekiyayî ez im.

 

Ê di 72 agiran de şewitî lê wek zêrîniya xwe safî mayî ez im.

 

Ê 72 nebiyan, 72 mezheban li reqsa şewata wî temaşe kirî dîsa ez im,

 

Ez im ê ji bîra Xwedê derketî.

 

Min ji te re got, min serî da, lê netewand.

 

Vaye ez heme, li ser koka xwe me û dîsa diherikim.

 

Êzdî me, ezdayî me, nûr û ronayî me.

 

Ey çepel.

Eger hêza te hebe, hezkirinê bikuje, ronkayê bifetisîne, zayinê rawestîne, herikînê bicemidîne.

 

Îbrahîm Osman

[email protected]


Gotinên miftehî :