WÊJE 4,wêje,4

WÊJE 4

Mirov li ku devera cîhanê komikên piçûk an mezin ava kiribin, pêre jî pergala xwe ya civakî ava kirine û kengî xwestibin, vê vegotine

A+ A-

Mahabad Felat

 

Îsraîl - Peyman bi Xwedayê xwe re

 

Li Filistînê ku wekî Îsraîl jî tê binavkirin, li der û dora çemê Urdunê gelên bi çandiniyê re mijûl û yên koçer hebûn, yahûdî bûn. Welatê wan ji aliyê keşe û keyaniyên piçûk ve dihate birêvebirin. Şer û têkoşîneka bê aram û hilm dikirin bi welatên cîran re. Dewleta wan caran pir dewlemend dibû, caran jî dikir ku têk biçe. Lê tu carî têk neçû! Sedemaka bingehîn a vê yekê, xwebirêxistinkirineka baş a 12 êl û eşîrên wan bû. Ji bilî wê jî, yahûdiyan xwe mîna gelekî ku hatiye hilbijartin, ango gelê hilbijartî didîtin. Wan, ji hemû cîranên xwe cudatir, Yahve diparastin û Yahve bi tenê Xudayê wan bû. Her cara pêdiviya wan bi alîkariyê hebû, berê xwe didane Yahve. 

 

Dîroka kevneşopiya devkî ya nivîsarên pîroz ên yahûdiyan li ser şîn bûne, hîn nayê zanîn. Lê cara yekem di sedsala 1300´î ya b.z. de tekstên yekem hatine nivîsîn. Piştre gelek caran ji nû ve hatine nivîsîn ev tekst heya ku gihiştine rewşa xwe ya niha. Bîbela yahûdiyan ku wekî Peymana Kevin jî tê binavkirin, ji 66 pirtûkên cuda pêk tê. Gotina “bîbel” ji latînî tê û tê wateya “pirtûk”ê. Di vê pirtûkê de şayes, qesîde, mirwa ango kehanet hene û bi du şêwazî dikarin bêne xwendin. Yek jê nivîsara olî ye ku yahûdî (piştre jî hemû xirîstiyan) ji bo xizmeta afirînerê xwe bikar tînin û pê dua dikin. Her wiha naverokeka wê jî heye ku li ser tevahiya mirovan e. 

 

Şayesandinên xurt

Hîn di rûpelên pêşîn ên Peymana Kevin (PK) de em dibînin ka çewa Adem û Hewa bi lîstika mar ji bihişta mayende hatine avêtin û li jiyaneke bi dem û bi sînor hatine bicihkirin. 

 

Hin beşên PK hene ku îroj êdî mirovan hilmteng dikin. Wekî mînak, tekstên zagonî yên bi kitekit ên bêdawî. Lê bi rêya wan pênc pirtûkên Mûsa re, Yûşa, Pirtûka Darazê, Pirtûka Samuel, Pirtûka Keyaniyê, Pirtûka Bûyerên Dîrokî û wd. wekî teneyên tizbiyê li dû hev şayesandineke xurt diafirînin. Kuştina Habîl bi destê birayê xwe Kabîl; Nûh û Tofan; Têkoşîna Yaqûb a ji bo bi Rakela bedew re bizewice; Yûsif û birayên xwe; koçberiya Mûsa ya Misirê. Piştre jî gelek çîrokên lehengiyê têne vegotin ku li ser Sîmson û Delîla, Dawid û Goliat û Key Şaulê zalim û Suleymanê zanyar in.

 

Yek ji çîrokên herî bi bandor jî ya li ser Rût e. Rût jinek e ku ji welatê cîran ê herî zêde jê nefret tê kirin, ji Moabê tê. Bi dêmariya xwe re diçe Yerusalemê. Têkoşîna Rûtê ya ji bo li welatekî xerîb ji aliyê civakê ve bê pejirandin, dibe mînak ji gelek jinên din ên penaber re.

 

Hunera helbestê

Nivîsarên di rengê helbestê de ne wekî li ser Pirtûka Eyûb Îyov1 têne dîtin, mirovê dikeve ber xezeba afirîner. Zebûr jî heye, helbesteka îlahî ye ku li gor îdîayan beşa wê ya herî mezin ji aliyê key Dawid (1005-965 b.z.) ve hatiye nivîsîn. Stranên pesindan û ya gazincan in ku xwedî ahengeka kesî ya kûr in. Kurê Dawid, Suleymanê zanyar (965-926 b.z.) wekî nivîskarê pirtûka gotinên pêşiyan tê zanîn. 

Ev pêşniyazên kurt û pratîk in ji bo hêsankirina jiyana rojane. Di Peymana Kevin pirtûka ji Suleyman re hatiye nivîsandin de ku wekî Zebûr tê zanîn tê ravekirin ku jiyana li ser ruyê erdê çendî bi xemgînî û çetinî dagirtî ye.

 

Ahengeka din a bi temamî cuda Newaya Bilind e.  Ev di bingeha xwe de stranên gelêrî yên evînî diafirîne ku di dawet û şahiyên çinîna zeviyan de têne gotin. Ev newa bi daxwazên jiyanê û şahiyan dagirtî ne ku bi vegotinên berfireh hemû pêşekiyan didine dildariyê. Pirtûk wekî diyalogeke dramatîk a di navbera Wî û Wê de hatiye honan û bi koroyê germahiya di navbera wan de rû dide şirove dike. Piştî ku bi rêya şirovekirina vê wekî alegorî ango şayesandinê, nexwe ev newa di rastiya xwe de derbarê evîna navbera Yahve û gelê wî de bûne. 

 

Peyamber

Peyamber ango pêxember, peyamberên profesyonel bûn ku caran qesra keyaniyê kar dida wan û gelek caran xwedî rawestaneka serbixwe bûn. Xwepêşandana herî bi hêz.

 

Yeşaya (740-700 b.z.)2 li gel rexneyên xwe yên tund ên civakî û pêşbîniyên xwe yên hatina hezarsalekî aştiyane. Rojekê dê zarokekî ji dayikê bibe ji bo vê yekê pêk bîne. Di peyamên şahiyê yên hin beşên Peymana Nû ango Încîlê de, Îsa gelek caran li ser vê yekê radiweste.  Di nav peyamberan de yê herî kesî ango ferdî, Yeremya ye (626-580 b.z.). Di zêmarên xwe de dibêje ku wî tu carî nexwestiye bibe peyamber lê ji aliyê Yahve ve neçar hatiye hiştin. Li hemberê vê wî jî wêriye ku aşkere Yahve bi bihewesiyê û zordestiyê tewanbar bike. 

 

Helbest li her deverê hene

Mirov li ku devera cîhanê komikên piçûk an mezin ava kiribin, pêre jî pergala xwe ya civakî ava kirine û kengî xwestibin, vê vegotine. Yên nêçîrvanî dikirin wekî çermesoran û eskîmoyan, efsane û stranên xwe hebûn. Li Afrîkayê stran û dansên dramatîk pir asayî bû ku bi rîtuelên olî ve girêdayî bûn. 

 

Gelek ji karakterên nivîsê yên berê wenda bûn û hinek ji wan jî di serdemên modern de hatine nivîsîn. Mînakeka ji van efsaneyên berê jî ku pir berê ji nû ve hate vedîtin jî, nivîsara pîroz a gelê Quiché-Maya, Popol Vuh e. Di rêzikên pêşîn de wiha tê gotin: “Ev çîrok li ser wê tiştê ye ku çewa her tişt di nav payîneke nediyar de, bêyî tevger û bêyî deng bûn û çewa asîman vala bû û her tişt di nav aramiyekê de bû.”

 

Popol Vuh him vegotina afirandinê ye û him çîroka keyên gelê maya ye ku xizmên xudawenda ne. Di serdema dagirkeriya spaniyan de ev desten wenda bûn, lê piştre di sedsala 1700î de ji aliyê keşeyekî ve car din hatine vedîtin. Keşe wan wergerand zimanê spanî û cara pêşî ev destan di nîveka sedsala 1880î de hatine çapkirin.

 

_______________________________________________________________

1Pirtûka Eyûb Îyov, yek ji pirtûkên Ketuvîma Tanahê ye. Ev pirtûk çîrokên li ser darizandina Eyûb pêxember a ji aliyê Şeytan ve, nîqaşa wî ya bi hevalên wî re ya li ser bingeh û xwezaya êşên wî, têkoşîna wî ya ji bo afirîner û bersiva afirîner a ji bo wî ne. 

2Di Tanahê de pirtûka yekem a peyamberên dawîn e. Piştî vê pirtûkê Hezekiel, Yeremya û pirtûkên Dozdeh peyamberên piçûk tên.


Gotinên miftehî :