Wêje - 2,wêje,2

Wêje - 2

A+ A-

Mezopotamya - Mêr bi ser dikevin

Li vê deşta bi xêr û bêr a navbera çemên Dîjle(Tîgrîs) û Ferat(Eufrat)ê ku bi kurtayî jêre Mezopotamya tê gotin gelê yekem car nivîsiye lê dijî. Ev gel nivîsên xwe bi mîxan li ser tabletên ji heriyê dinivîsîn û ev nivîs îroj ji aliyê lêkolêneran ve hatine wergerandin û têne zanîn. Wekî mînak; Destana afirandinê ya Sumerî Enûma Elîş, yan jî Zagonên 12 Tavleyan.

Ev qesîdeyek e ji helbesta li ser serkeftina xudawend Mardûk a li dijî dirindeya mê Tîamat. Marduk, piştre li ser laşê Tîama cîhanê ava dike û yekem canewerên li ser cîhanê diafirîne.

 

Efsane ango mîteka din jî li ser xudawenda jin Înanna ye ku di navbera salên 3500 û 1750 yên Beriya Zayînê de hatiye tomarkirin. Xudawenda bi ber û berhem Înanna dibe evîndara keyşivan Dumuzî ku di nav demê de wê dixapîne. Ew ji evînê, ji hêzê, hêzê hildibijêre. Wê demê Înanna xwe berî nav welatê miriyan dide. Piştî sê rojên di nav kûrahiya tariya mirinê de careka din bi ser xwe ve tê û dikare ber bi jiyanê û cîhanê ve hilkişe. 

 

Efsaneya Înanna, çîrok û vegotineke epîk a bi kelecan e ku bi zimanekî bi êş û lîrîk hatiye nivîsîn. Her wiha dide xuyan ku di pergala bingehîn a birêvebirina civakê de jin çewa serdest bûn û pergaleke daykanî(matriarchy) çewa ji aliyê mêran ve hate desteserkirin.

Înanna, ew dayika mezin, veguhezî û bû keçeka xembar. Çîrokeka bê dem û serdem e, şik û tirsên keçeka ciwan ên li hemberî mêrê ew xapandiye vedibêje. 

 

3 ÎNANNA

Çîroka Înanna dikare bi hêsanî ji ser înternetê û li pirtûkxaneyan bê dîtin. Mirov dikare peyda bike, bixwîne û hin encaman jê derîne. Piştre dikare bê nîqaşkirin ka gelo çarenivîsa Înanna ji bo roja me jî derbas dibe an na.

 

Teksteka taybet a epîk jî zagonên Hamûrabî ye (B.Z. 1700). Di vê tekstê de nêzî 282 zagonên bi kitekitên xwe ve hene ku vedibêje ka dema tewanek bê kirin, cezayê wê çiye. Ev di heman demê de mînakek e ku dokumanteka destûrî çewa dikare di heman demê de wekî kurteçîrokan bê amadekirin. 

 

Keyleheng Gilgamêş

Înanna, carekê alîkarî ji xizmê xwe Gilgamêş digire. Ew mirovê sereke yê destana Gilgamêş e ku yek ji yekem lehengên me yên rasteqîn e, keyê bajarê Ûrûqê ye. Ûrûq li başûrê Mezopotamyayê dikeve, sal li derdora 2600î ya B.Z. ye. Ev destan bi hezarê salan bi devkî hatiye gotin, heya ku hatiye nivîsîn.

Gilgamêş, ji sisiyan dudu xudawend û ji sisiya yek jî mirov e. Li gel hevalê xwe yê aferîdeyê xwezayî yê kûvî Enkîdû, gelek lehengiyên mezin pêk tînin. HEr du bi hev re dikevin nav darekî pîroz ê sedirê, ejdehayê bi navê Hûwawa dikujin û bi ser de li gayekî asîmanî jî didin û dikujin. Lê ev ne tenê çîrokeka bi kelecan e, lê di heman demê de vegotineke li ser dostaniya du mêran. Kengî Enkîdu nexweş dikeve û dimire, gilgamêş dîn û har dibe, pir diêşe û têdigihije ku nikare bi mirinê. Di encamê de Gilgamêş rast li giyana hevalê xwe tê û hevalê wî jê re qala hebûna li welatê miriyan dike û dibêjê ew dê di nêz de li wir hev û du bibînin û her du heval bi ser hev de digirîn. Ev mijara bê dawî û xurt a li ser rûmet û şanaziyê, her wiha li ser dostanî û mirinê piştre em di destanên grekiyan (yunanî) de jî dibînin. 

 

Misir - çîrokên li ser jiyan û mirinê

 

Gelek tekstên ji serdema Misira kevnare bi mirinê ve pêwendîdar in û kevintirîn tekstên pîramîdan ên nêzî 2500 b.z. ne. Ev teks bi hîeroglîfê yekser li ser dîwarên mezelên  fîrewnan hatine nivîsîn. Ev tekstên lîrîk, li ser rêwîtiya key a ber bi asîmanan ve vedibêjin. Li nav hundirên dardestên mûmyayan jî bi heman şêwazî tekst hatine nivîsîn. (b.z. li derdora salên 2100î)

 

Wekî forma sêyemîn "Pirtûka mirinê" heye  (b.z. li derdora salên 1500î) ku gelek misirî tevlî vê pirtûkê dihatine veşartin. Ev pirtûk gelek caran bi wêneyên pir xweşik, li gel rengên bêhempa dihatine xemilandin. Dikare bê gotin ku ev wekî pirtûkeka rola dramatîk bû. Lewre di nav de replîkên ku giyanê yê mirî divê bêje û deriyê welatê miriyan li xwe veke hene. "Pirtûka mirinê" li ser papyrusan hatine nivîsîn û bi sedan mînakên van pirtûkan hatine parastin. 

 

Mirovên li Misirê her wiha pêdivî bi macera û çîrokên bi kelecan didîtin. Gelek çîrokên bi vî rengî yên bi taybet ji serdema navdariyê ya Keyaniya Navîn (b.z. 2061-1650), hatine parastin. Çîroka Sînuhe, mînakek e ji van tekstan. Ew nasekî key bû. Lê kengî ku keyê wî dimire, ji ber komployekê dikeve nav tirs û panîkê û ber bi çolê ve direve. Ew ji aliyê serekeşîrekî filistînî ve ji çolê tê rizgarkirin. Piştî hin xebat û çalakiyên lehengî, li wî welatî digihêje asteka bilind, lê bêriya welat her diçe bêtir wî diêşîne. Li ber xwe nade û vedigere Misirê û li wir jî wekî lehengekî tê pêşwazîkirin.  


Gotinên miftehî :