1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. Ezîzê Cewo
  4. XESERÎYA DÊMOKRATÎ YA ŞENGALÊ Û RÊFÊRÊNDÛMA HERÊMA OTONOM A KURDISTANÊ!
XESERÎYA DÊMOKRATÎ YA ŞENGALÊ Û RÊFÊRÊNDÛMA HERÊMA OTONOM A KURDISTANÊ!,xeserîya,dêmokratî,ya,şengalê,û,rêfêrêndûma,herêma,otonom,a,kurdistanê

XESERÎYA DÊMOKRATÎ YA ŞENGALÊ Û RÊFÊRÊNDÛMA HERÊMA OTONOM A KURDISTANÊ!

XESERÎYA DÊMOKRATÎ YA ŞENGALÊ Û RÊFÊRÊNDÛMA HERÊMA OTONOM A KURDISTANÊ! – EV ÇI YE, NAKOKÎ YE, YAN ENCAMA XWEZAYÎ YA PÊVAJOYÊN DÎROKÎ YE?

A+ A-

 

 

Xwendevanên hêja!

Îro di Kurdistanê da bûyerên dîrokî pêk tên: di Şengalê da sîstêma dêmokratîk a rêvebirîyê hatye daxuyandin, di Herêma Otonom a Kurdistanê da amadekarîyên rêfêrêndûma ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê tên kirin. Di warên cuda da (di çapemenîyî û di nav civakê da) ev bûyerên dîrokî tên goftûgokirin…

Ji bo bersîvên hinek pirsan em berbirî zimanzan-lêgerîner, nivîskar û rojnamegerê kurd Ezîz ê Cewo bûn, ku ew wan bûyerên dîrokî binirxêne…

Em hevpeyvîna xwe pêşkêşî bala we dikin!

                                  Kurdistan.today

 

Kurdistan.today: 20ê tîrmrhê di Şengalê da bi frmî sîstêma dêmokratî a rêvebirîyê hate ragîhandin. Hûn vê gava siyasî çawa dinirxînin?

Ezîz ê Cewo: Di sêrî da ez dixwazim êzdîyên Şengalê û tevayîya gelê kurd ji bo vê bûyera dîrokî pîroz bikim! Li ser bingeha prênsîpên azadîyê, dêmokrasîyê û xweparastinê avakirina otonomîyê – ev bibe garantîya hebûna civaka netewî-bawerî ya kurdên êzdî, bi ola xwe ya kevnar va, bi şêwazê jiyana xwe, kevneşopî û rabûn-rûniştina xwe va. Cara yekem e, di dîrokê da derfet tên sazkirin, ji bo ku êzdî bi xwe bibin xwedîyên çarenûsa xwe, û ne ku hinek hêzên dinê pirsên ji bo jîyana wan girîng li şûna wan çareser bikin, li wan ferz bikin, ka ew divê çawa bijîn, û wana ji mafên mirovî-giştî, yên netewî û mirovhezî (hûmanîtar) bêpar bihêlin.

Lê, ya here sereke, êzdî dê hêzên xwe yên xweparastinê saz bikin. Eger metirsîyek derê, êdî hîç kesê nikaribe wana li hember tunekirina fîzîkî bê parastin bihêle, weke wê, ya ku 3ê gêlawêja 2014an pêk hat, dema bi fermana Mesûd Barzanî hêzên  pêşmergeyan ew li hember merivxurên DAÎŞê bê parastin hîştin, û tevkujîya êzdîyan pêk hat.

Ew sazî dê ne ku tenê bibe garanta ewlekarî û pêşketina herêma Şengalê, lê wisa jî dê ewlekarîya herêma Başûrê Kurdistanê û Rojava xurttir bike.

Û lewra jî, ew bûyera ne ku tenê di nava govekea herêma Şengalê da girîngîya xwe heye, lê di tevahîya Kurdistanê da jî. Ew ji bo tevahîya netewa kurd gaveke girîng e.

 

K.T.: Bi dîtina we, encamên rêfêrêndûmê di Başûrê Kurdistanê da dê çawa bin? Gelo, bi rastî ew ewqas pêwîst e? Bi dîtina we ev rêfêrêndûm dikare pêk bê?

– E. C.: Ez ji beşê duyem ê pirsa we destpê bikim. Gelo rêfêrêndûma ji bo serxwebûna Kurdistanê pêwîst e, an na? Helbet Pêwîst e, her çiqas ew bi ser xwe ne rêyeke tenê ye ji azadî û serxwebûnê. Gelê kurd mafê azadîyê û serxwebûnê ji zûva qazenc kirye…

Lêbelê, ji bo pêkanîna karekî wsa yê girîng divê helwesteke weke wê girîngîyê bidin xuyan û anegorî wê jî amedekaarîyên wê bikin. Ji bo pêkanîna karekî wisa yê li ser asta netewî-giştî – çalakîyeke wisa ya girîng ev mercê han pêwîst in:

– divê herêm bi xwe di nav xwe da yek be;

– divê pirsa bajar, qeza û navçeyên “bi gengeşî” bê çareserkirin (madeya 140î ya Destûra Bingehîn a Îraqê);

– rêvebirîya herêmê divê bê rewakirin;

– di herêmê da hewa hevhatina netewî bê sazkirin.

Lê naha, em binihêrin, ka bi rastî rewş di herêmê da çawa ye? …

Herêm bi xwe di nav xwe da parî ser du beşan bûye, li ser sînorê di navbera wan beşan da (Behdînan û Soran) xalên kontrolê hene, her beşek hêzên xwe yên pêşmergeyan hene, nakokîyên siyasî û aborî di navbera wan da, her çiqas diçe, kûr dibin.

Li xerîteya herêmê binihêrin – nîvekî xakên kurdî derî sînorên fermî yên herêmê hatine hiştin…

Îraq – dewletek e, yak u xwedî destûra xwe ya bingehîn e, xwedî artêş, polîs, hêzên ewlekarîyê û sizakirinê, dadgeha Destûra bingehîn e. Ew wisa jî endama Rêxistina Ntewên Yekbûyî (RNY) ye. Lê ya here sereke, di pirsa xakên “bi gengeşî” da nêrîn û berjewendîyên Îraqê û yên dewletên herêmê yên dinê (Tirkîya, Îran, Sûrîya) digihîjin hev, ên ku hersê parçeyên Kurdistanê yên dinê di bin dgerkerîya wan da ne. Û hukumetên wan welatan di vê pirsê da dê ne tenê piştgirîya Îraqê bikin...

 

– K.T.:  Ji kerema xwe, bibêjin, ka, gelo, pirsa xakên “bi gengeşî” bi giştî dikaribû, bihata çareserkirin?

–E.C.: Helbet, ne ku tenê dikaribû, lê, wisa jî, divê bihatana çareserkirin. Lê di nava donzdeh salan da (pişt pejirandin Destûra Bingehîn a Îraqê ya nû) ji hêla rêvebirîya herêmê va ji bo wê tiştek jî nehatye kirin!

Em vegerin ser pirsa rewabûna rêvebirîya herêmê!

Eger kurt û kurmancî, wê demê mirov dikare bibêje, ku Partîya Dêmokratî ya Kurdisatê (PDK) di herêmê da desthilat zevtî xwe kirye (Usurped power): ev êdî sê sal in, ku dema rewabûna erka serokê herêmê kek Mesûd bihurye, lê, her çiqas ji hêla muxelefetê û civakê va çalakîyên şermezarkirinê pêk tên, ew daxweza hilbijartina serokatîya herêmê dikin, hilbijartin pêk nayên. PDK bi zordestî û bê qanûnî serokê Parlamamna heêmê yê ji tevgeran Gorran ji kar dûrxistye. Li ser xala kontrolê ya sînorê di navbera Behdînan û Soran da asayêşa PDK rê li pêşîya serokê Parlamêntê girtye û nehîûtye, ku ew here Hewlêrê – ser karê xwe … Bi vî awayî karên Parêamêntoyê felş kirye û daye rawestandin. Anegorî vê jî, ji ber ne rewabûna erka serokê herêmê, bêtevgerîya Parlamêntoyê, hukumet jî ne rewa ye, ji ber ku serokê herêmê yê bi erka xwe va ne rewa ew destnîşan kirye û, bi xwezayî, ew ji hêla Parlamêntoyê va nehatye erêkirin, ji ber ku Parlamênto bi xwe bê tevger maye…

Û, eger li serê hinekan ra derbaz dibe, ku di cîhanê da hîç kes van tiştan nabîne, wê demê ew li ser rêke şaş in! Evê rewşê rêvebirîya Îraqê û hemû dewletên Rojhilata Navîn pir baş tê digihîjin. Van hemû cyawazîyan (nyûans) ewan dê bikar bînin û bi her awayî hewl bidin, ji bo ku rêfêrêndûm pêk neyê, an jî wisa pêk bê, wek ku ewana dixwazin…

Bi dîtina min, evê rewşê wisa jî di rêvebirîya PDKê da tê digihîjin. Hûnê bipirsin: “Lê ewana çawa biryareke wisa dane?”

Pirseke heşmendî ye!

Helbet, eger rêfêrêndûm pêk neyê yan jî ewê paş biêxin, an jî ew têk here, wê demê “amadekarên” wê dê ji bo vê muxalefetê û rikberên xwe yên siyasî tewanbar bikin. Ewana kampanîyeke wisa êdî destpêkirine jî. Û beşekî kurdan ê dyar dê ji wan bawer bikie, lewra ku, bi ya wan, serxwebûn parçeyek kade ye, û her tenê dimîne, ku mirov bixwaze, wê destxweda wê bi dest bîne, lê, eger pêk neyê, wê demê ew gunehê wan e, yên ku di derbarê neamadebûna herêmê da ew hişyar kirine...

Û ya duyem. Lê, eger rêvebirîya Îraqê destûrê bide, ku rêfêrêndûmê bêyî kurdên xakên “bi gengeşî” pêk bînin, û kurd jî, yên ku di dorîzemanan da serxwebûn armanca wan bûye, herin ser sindoqan û dengê xwe bidin?! Û Herêma Otonom a Kurdistanê bêyî Kerkûkê, beşekî herêma Mûsilê, Xaneqînê, Şengalê û navçeyên din ji Îraqê cihê bibe?

Wê demê gelê kurd çi bike: her tiştî jinûva, ji sifrê destpê bike? Ma ne, rêvegereke wisa dikare pêk bê? Lêbelê, anegorî madeya 140 a Destûra Bingehîn a Îraqê, dikaribûn (û divê!), ew xakên “bi gengeşî” vegerandana nav sînorên herêmê!

Lê êdî îro hinek tişt dyar dibe.

Çend roj berê wezîrê parastinê yê DYA Cêyms Mêttîs hate Îraqê. Di sêrî da ewî bi serekwezîrê Îraqê ra hevdîtin pêk anî, peyra, bi serokê PDK Mesûd Barzanî ra. Di dema hevdîtinê da serokê Pêntagona DYA daxuyand, ku “DYA ji daxweza kurdan ra rêz digirin, lêbelê rêfêrêndûma ji bo serxwebûnê – ji hêvîyên Waşîngtonê derbaz dibe”. Û hema piştî rojekê nûnerê serokê Herêma Otonom a Kurdistanê dibêje, ku... ji bo paşvexistina rêfêrêndûmê her altêrnatîvek heye, û ew altêrnatîv jî garantîyên navnetewî ne.

Li vira pirs dertê holê: 

– Tiştekî wisa dikare bibe? Çi garantî?

Garantîya hemû mafên gelê kurd (di nav wan da wisa jî mafê serxwebûnê!) tenê dikare gelê kurd bi xwe be, eger Yekîtîya Netewî hebe!

Lê di rewşa îroyîn da, eger hesab hildin, ku hem yekparebûna Îraqê, û statûsa Herêma Otonom ya Kurdistanê, bi şêwazê wan ê îroyîn va, di nav goveka berjewendîyên DYA da ne di herêma Rojhilata Navîn da, gelek tiştê zelal bibe û bê têgihîştin.  

DYAê jî di dema xwe da tevgera leşkerî di Îraqê da ne ji bo wê pêk anîne, ku wisa bi hêsane rabin û ji wir herin. Ne ji bo vê bûye, ku wana wisa hewl dane! Lê xerc û mesrefên wan, lê leşkerên wan, ên ku hatine kuştin?!

Rastîyek li hole ye: hem Îraqa îro, hem Herêma Otonom a Kurdistanê, bi şêwazê îroyîn va, encama wê tevgera leşkerî ya DYA ne. Û ew herêma di nava sazîya Îraqê da dê roleke wek pêkereke (faktor) bendkirinê pêk bîne, ji bo ku Îraq nikaribe ji goveka bandor û berjewendîyê DYA derê...

Û evê yekê hem di Bexdayê da, hem jî di Hewlêrê da baş têdigihîjin!

Û hema ku Bexda bicêribîne, berê vêktora siyaseta xwe li hember DYA biguhêre, wê demê Waşîngtonê hêvîya xwe bide ser “aktîvkirina” kurdan (wek dijberîya Îzraîl û Faelesînê!).

Û evê çiqasî bidome? Xwedê dizane!

Lê, çi dibe, bila bibe, eger şansek peyda bibe, wê demê divê pirsa xakên “bi gengeşî” ji bo rêvebirîya Herêma Otonom a Kurdisanê di rêza yekem da be, û bêyî ku derfetên pêwîst bihêvşînin, bi çi rê û rêbazan dibe, bila bibe, divê wê pirsê berî rêfêrêndûma ji bi serxwebûnê çareser bikin!...

Û di rewşeke weha da hîç kes nikare pêşda bibêje, ka ew pêvajo dê bi çi biencam bibe.

Ya sêyem. Di vê rewşê da, dema PDK desthilat zevtî xwe kirye, dema ew di hîç pirsekê da dengê partî û tevgerên siayasî yên dinê nabihên, ma mirov dikare, di derbarê hevhatina netewî ya di herêmê da biaxive? Heya ji bo pirsên herêmê yên hindurîn jî serokê PDK Mesûd Barzanî zêdetir şêwra xwe li rêvebirîya Tirkîyayê dixe, ne ku li partîyên muxalefetê yên herêmê. Di herêmê da çend baregehên artêş û hêzên taybet (MIT) ên tirkîyayê hene – ji bo ku li dijî Tevgera Azadîxwaz a Netewî ya bi serokatîya PKKê şer bikin.

Û, her çiqas ev hemû li hole ne jî, nûnerên PKKê daxwîyandine, ku ew piştgirîya rêfêrêndûmê dikin, û bi wê ra, wisa jî nêrîna xwe ya li ser rewşê anîne zimên.

… Dema ku her nêrîneke dinê û her rexneyek bi dijminatî tên pêşbazîkirin, dema nûnerên rêxistin ên siyasî û tevgerên civakî, ji ber nêrînên xwe yên cuda, tên revandin û îşkencekirin, dema her nêrîneke ne weke ya PDK, “xiyaneta netewî” tê navkirin – ji ber rewşeke weha partî û rêxistinên siyasî newêrin bikevin nava gengeşîyan, ji bilî hinek kesan... Di rewşeke weha da ew dikarin çi bikin?  

Binihêrin, 18ê rezbera 2014an rêfêrêndûma ji bo pirsa serxwebûna Şotlandîyaê (Skoçîya) pêk hat. Êdî 19ê rezberê dyar bû, ku 55,3 % hilbijêran dengê xwe li dijî serxwebûnê bi kar anîne. Di encamê da Şotlandîya dîsa di nav sazîya Brîtanîya mezin da ma. Lê li wira hîç kesî hev tewanbar nekir, wek trajêdîyekê li wê nanihêrîn, ew nekirin propaganda, ewana bi aramî karê xwe di wî warî da didomînin û şotlandîyan (skoçîyan) ji bo rêfêrêndûmeke nû amade dikin.

Lê ya me?

Erê, ez tê difgihîjim, civaka ma cuda ye, ya me, bîrûbawerîya (zîhnyet) me cuda ye, hem jî ew herêma cîhanê, ya  ku em lê ne, lap tiştekî dinê ye, ew ne mîna beşên cîhanê yên dinê ye. Lê, yên ku ev karê rêfêrêndûmê destpê kirine, kar wisa dimeşînin, qey bibêjî, ne ku amedekarîyên rêfêrêndûna hemnetewî (netewî-giştî), lê rêklama wê dikin, wek ku bibêjî, PDK ji bo hilbijartinên parlanmêntoyê yan serokê herêmê ditêkoşe, û bi vê yekê ew dubendîtî û dijberîyên di civakê da gurtir dikin.  

Û, ji bilî vê, ma ne, her tişt ne wisa yekawa ye. Gelek pirsên Herêma Otonom a Kurdistanê ne tenê û ne ewqas di Kurdistanê da tên çareserkirin.

Û dem bê, dikare her tişt bê guhartin.

Binihêrin, dema hevdîtina 23ê tebaxa 2017an a bi serokê PDKê Mesûd Barzanî ra serokê Pêntagona DYA Cêyms Mêttîs di derbarê rêfêrêndûmê da dîtina welatê xwe anî zimên. Wek ku tê ragîhandin, ewî netavetîya (nerehetî) û helwesta welatê xwe dyar kirye û gotye, ku rêfêrêndûm ji goveka hêvîyê dewleta wî derdikeve. Ji bo vê Mesûd Barzanî gotye, ku her daxwezîyeke di drbarê paşxistina rêfêrêndûmê da, divê sedemên wê hebin û divê ew altêrnatîv, a ku wê bê pêşkêşkirin, divê ji hêmana rêfêrêndûmê bi hêztir be.

Û li vira pirs dertê hole – eger bi rastî rêfêrêndûm ji hêvîyên DYA derbaz dibe, rêvebirîya PDKê dê bikaribe wisa tûj û bi dijwarî dijî wê here, yan dê bendê be, heya DYA “altêrnatîveke ji rêfêrêndûmê bi xwe bi hêztir” pêşnîyar dikin?

Balkêş e, ew altêrnatîv çi ye?...

 

K.T.: Ji kerema xwe, hûn dikarin bi kurtayî di derbarê rewşa Kurdistanê da bibêjin? Rewşa leşkerî, ya herêmê ya hindurîn, ya siyasî?

E. C.: Bi rastî, di nav bersîvên min ên berî vê da bersîva vê pirsa we jî hebû. Lê ez lê zêde bikim, ku ya here bi metirsî, ya ku îro di herêmê da pêk tê, ew e, ku ciwan ji herêmê diçin Ewropayê, DYA, Kanadayê.

Çima?

Mamosta, karmendên çand û hunerê, kedkarên xizmeta hindurîn bi mehan bê mûçe (maaş) dimînin. Ew xwepêşandanan û karbetalîyê pêk tênin, lê kî dengê wan dibihê? …

Dewletên rojavayî çekan didin herêmê – ji bo têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞê, lê, ji ber têkilîyên PDKê bi partîya îslamî ya desthilatdar a Tirkîyayê – AKP ra û yekîtîya hevpar a Erdoxan –Barzanî, di nav êzdîyên Şengalê da metirsîyek heye, ku ew çek rojekê dikarin li hember wan bên bikaranîn!?

 

Govtûgo şrovegerê malpera Kurdista.todaay Wezîrê Kaşaxî pêk anî.

 

Çavkanî: http://kurdistan.today/demokraticheskoe-samoupravleniya-v-shengale-i-referendum-v-avtonomnom-regione-kurdistana-chto-eto-protivorechie-ili-estestvennyj-xod-istoricheskix-processov/