1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. YEK JI SERHILDÊRÊN SERHILDANA ŞÊX SAÎD, MIHEMEDÊ ŞERÎFÊ HUSEYNÎKÊ
YEK JI SERHILDÊRÊN SERHILDANA ŞÊX SAÎD, MIHEMEDÊ ŞERÎFÊ HUSEYNÎKÊ,yek,ji,serhildêrên,serhildana,şêx,saîd,mihemedê,şerîfê,huseynîkê

YEK JI SERHILDÊRÊN SERHILDANA ŞÊX SAÎD, MIHEMEDÊ ŞERÎFÊ HUSEYNÎKÊ

A+ A-

Berî ku serhildana 1925'an a Şêx Saîd destpê bike, li herêmên wek Dara Hênê, Licê, Erxenî, Pîran, Palo, Hezro, Pasûr, Varto, Hênê û hwd civînên rêxistinî çêdibin. Di van civînan de kesên bi hêz û zana têne hilbijartin.

 

Şêx Saîd û hevalên xwe gund bi gund digerin û civînan çêdikin. Yek ji van civînan jî li gundê Huseynîka Licê li mala Mihemedê Şerîf çêdibe.

 

Di vê civînê de tevî Şêx Saîd, mêrxas û lehengên wek Emerê Faro, Zaza Yado, Huseynê Babêxî, Hesen Keyayê Celikî, Sadoyê Fille û hwd jî cih digirin.

 

Di civînê de agahiyên werin belavkirin tên dayîn û Mihemedê Şerîf ji bo hişyarî û rêxistina nava gel wek berpirsiyar tê wezîfedarkirin. Mihemed Eliyê Zilfîkar jî wek destekar û yawerê Mihemedê Şerîf tê bijartin.

(Mihemed Eliyê Zilfîkar zavayê Şerîf bûn)

 

Mihemedê Şerîf kî ye?

Mihemedê Şerîf lawê Şerîfê Şahban bûn.

Bi navê Emer, Huseyîn, Evdila, Hewa û Fatme pênc xûşk û birayên wî hebûn. Bavkalê wan ê mezin Şah Wusiv zêdetirî 200 salan berê ji herêma Tawzê ya Dara Hênê koçî gundê Huseynîk kiriye.

 

Piştî ku di 13'ê Sibata 1925'an de serhildan destpê dike ew jî cihê xwe di nav serhildanê de digire.

 

Di 1'ê Nîsana 1925"an de Licê dîsa dikeve destê dewletê. Di vê pêvajoyê de 6.419 kes tên kuştin û 30 gund (1.284 mal) têne şewitandin

 

Piştî ku serhildan têk diçe, di 24'ê Cotmeha 1925'an de çend komên ku mane, bi biryara serokatiya serkaniya giştî, operasyoneke leşkerî ya berfireh li herêma Licê, Pasûr, Hezro û Farqînê tê destpêkirin.

 

Di vê oprerasyonê de li ser soloqdayîn û îxbarên têne kirin Mihemedê Şerîf û bi dehan kesên sereke yên di serhildanê de cih girtine tênê girtin.

 

Berî ku Mihemedê Şerîf bê girtin, tevî birayê xwe li nav rezan çandinî dikin.

Dema operasyon tê Mihemedê Şerîf di mehserê de tiriyê diesirîne û derfet nadîne ku xwe bide alî û li wir tê binçavkirin.

 

Piştî ku wî dibin bi qasî çend rojan li Licê tê zindankirin û piştre wî û çend hevalên wî dibin li pişta Licê (Niqeba Cûmê) înfaz dikin.

 

Wê demê Hewaya xwişka Mihemedê Şerîf ji bo hevdîtinê diçe Licê, lê di rê de pê dihese ku wan înfaz kirin e.

 

Hewa ji bo teşhîskirina cenaze diçe Niqeba Cûmê.. Piştî ku Hewa cenazeyê Mihemedê Şerîf ê birayê xwe teşhîs dike wî li pişta xwe dike û heta gundê Pehnav tîne. (Navbera Cûmê û Pehnav zêdetirî 10 kîlometre heye.)

Hewa agahî dişîne ji malbatê re û malbat û gundî diçin cenaze ji Pehnav digirin û tînin li gundê Huseynîk defin dikin.

 

Mihemed Eliyê Zilfîkar ku di serhildanê de yawerî ji Mehemedê Şerîf re kiriye jî, li ser îxbarekî tê binçavkirin û wî dibin gundê Hezan.

 

Şêx Selîmê Hezanî ji ber ku piştevaniya serhildanê nekiriye nehatiye kuştin. Dema Mihemed Eliyê Zilfîkar dibin Hezan, Şêx Selîm destûr nade ku wî li gundê wan înfaz bikin. Piştre wî dibin di navbera gundê Nenyas û Hezan li newalekî înfaz dikin.

 

Di encama vê operasyonê de 280 gund têne şewitandin û zêdetirî 2000 kesên sivîl têne qetilkirin.