1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!
YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!,yekîtîya,net,ewî,ye,erênîya,demê

YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!

A+ A-

 

 

…Û t’a îro jî, wek wan pêşîyên xwe,

Ew dijminê me dîsa maye ew,

Ger lê pêwîst be, me dighîne xwe,

Lê-k hema dem hat, me zol dike ew!...

(Ji destana “Dojeh”)

 

Ezîz ê Cewo

 

Eva demek a dirêj e, ji wan bûyeran, ên ku li K’urdistanê pêk tên, sewdayê mirov bêzar bûye, mirov dike û nake, nikare bersîveke heşmendî bibîne. Bi r’astî, mirov êdî ji şroveyên berê jî westyaye, dibîne, ku di vê cîhanê da “li cîyekî tiştek ne wisan e!”. Jixwe şermezarkirina dijminên hov û har jî em negîhandine t’u encamê... Mirov çawa mirovên bêexlaq û bêşerm þermezar bike?! (Me ew şermezar kirin, û wan jî şerm kirin!?)

Mirov ji çi hêlê va li pisgirêkan dinihêr’e, sedemên p’eydabûna wan û r’êyên ç’areserîyê ji bo wan diger’e, dîsa encam ew e: “Li cîyekî tiştek ne wisan e!” Mejûyê mirov bi hêbet dik’eve t’evgerê, sewdayê wî hewl dide ç’irûskeke r’onahîyê bibîne, lê encam dîsa ew e – bêencamî!

Heşê mirov ê normal êdî van tiştan r’anagire!

Çima?

Û dîsa mejû agahîyan leber dike, sewda jî dîsa bûyerên îro û yên dîrokî tîne r’ex hev, hemberî hev dike... Lê dîsa “tiştek ne wisa ye!” Mejû vê carê derfetên xwe yên veşartî dike k’ar, sewda heya dawîyê di nav zexîra r’amanên xwe ya hezarê salan da diger’e, dixwaze mînakekê bibîne, lê dîsa...

Dîsa hewar û hêwarze ye! Dîsa gur’egur’a fr’oke û tankan e! Dîsa gund û bajar wêran dibin! Dîsa mirovên sivîl tên qetilkirin... Vê carê jî di nav girtîyên siyasî da du hezar zar’ok zêde bûne, ji ber ku wan kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êşa dagerker. Ev Bakûr e! Li p’arç’eyê Welêt ê r’ojhilatê, ji ber ku doza zimanê dê û mafên gelê xwe yên mirovî û net’ewî kirine, mirov hatine dardadikin – mamosta û r’ewşenbîr! Lê li p’arç’eyê Welêt ê başûr-r’ojava mirov weke sîyê diger’in. Tuyê qey bibêjî, ew bi fîzîkî hene, lê hebûna wan naê p’ejirandin, ew heya ji mafê hemwelatîya bindest jî bêp’ar mane. Eger wan dip’ejirînin jî, p’ara wan zindan e, zindana bê dawî. Wisa ye, me hêjayî navê hemwelatîya bindest jî nakin! Li başûrê Welêt jî hê nû pêr’a gîhandine birînên Helebçê k’ew bigirin…

Û ev hemû K’urdistan e!

Şerm bike Cîhan, eger t’aybetmendîya şermkirinê li bal te hye!

Ber xwe bide K’urdistan, berxwedan jîyan e!

 

*

*            *

...Îro dîsa pirsgirêka k’urd (r’asttir dibû, ku mirov bigota: hovîtîyên r’êjîmên serdest li hemberî gelê k’urd) di navenda bala r’aya giştî ya cîhanê da ye.

Û tiştê ku mirov zendegirtî dihêle jî, ew e, ku r’astîya vê pirsgirêkê li ber ç’avan e, û, eger xwsteka cîhanê ya mirovî hebûya, ev pirsgirêk wê bê astengîyên giran bihata ç’areserkirin.

Hemû jî dizanin, k’a mercên ç’areserîya vê pirsgirêkê çi ne! Ew mafên mireovî û net’ewî yên gelê k’urd in! Weke yên gelên xwedî dewletên serdest – ne kêm û ne jî zêde! Û ya balk’êş jî ew e, ku gelê k’urd û r’êberê t’evgera net’ewî ya azadîxwaz bir’êz Abdullah Ocalan ne carekê û ne jî duduyan, gotine, ku ew ne dijî hebûna dewletên heyî yên herêmê ne, ku her dixwazin, di nava sînorên wan da mafên gelê k’urd jî wek wan gelan hebe, yên ku bi navê wan dewlet hatine naskirin. Û ji bo wê çend caran bi yekalî agirbest jî pêk anîne.

Û tiştên ku k’urd dixwazin jî xwezayî ye. Mînakên wisa di cîhanê da, çqasî bixwazî, hebûne û îro jî hene: Yekîtîya Sovêtê, Fêdêratsîona R’ûssîyayê, Çêxoslovakîya û Yûgoslavîya Fêdêral (ya ku bi destê zordarên vê cîhanê hate hilweşandin), Bêlgîya û hinek dewletên cîhanê yên din.

Lêbelê dewletên herêmê yên dagerker, her yek weke xwe mafê gelê k’urd binp’ê dike, li hember wî t’evkujîyê pêk tîne, ziman û çanda wî ink’ar û t’une dike...

Dibe ku di cîhanê da ewqas pirsgirêkên gelan hebûne, heya hinek ji wan ji ya gelê k’urd bi pirsgirêktir bûne, lê ç’areserîya xwe dîtine. Lê ya gelê k’urd? Ev dused salî zêdetir e, ew ji bo mafên xwe ditêkoşe, lê ç’areserî hê jî nehatye. Û ç’areserîyê li hêlekê bihêlin, heya hebûna gelê k’urd tê înk’arkirin. Û K’omara T’irkîyayê ji bo vê înk’arê li cîhanê bide p’ejirandin, li hember gelê k’urd siyaseta tîr’ora dewletê û t’ewkujîyê dimeşîne, ziman û çanda wî t’ûnedike... Bi prênsîpa: k’urd, ku nemînin, pirsgirêka wan jî wê êdî t’unebe!

Û ev cîhan jî, ya ku xwe şaristanî dihejmêre, van tiştan dibîne, lê xwe şûna ker’ û koran datîne.

 

*

*    *

…Ew, ku berjewendîyên dewletên gewre di herêmê da hene, t’erefekî pirsê ye. Û, ji bo wê jî, dema T’irkîya hovîtîyaên fermîkirî li K’urdistanê pêk têne, dewletên Ewropayê û DYA vê bi bêdengî davêjin pişt guhê xwe. Lê, dema di çalakçya li dijî wesaîta eskerî ya dagerker da dota fermandarekî t’irk dimire, ji Ewropayê dengê şermezarêyê tê bihîstin.

Ma ev çi ye? Eger pirsa şermezarkirinê heye, divê fakta dagerkirina axa k’urdan û r’ewşa leşkerî û opêratsîonên art’êşa t’irk bên şermezarkirin. Ya din jî, eger dilê ewropîyan ewqas li eskerê dagerker ên t’irk û zar’okên wan dişewite, çima wî şer’î nadin r’anewestandin? Çima destûrê didin, ku ew esker bi tank û t’op û balafir’ êrîşê bibe welatekî din, wêran û t’alan bike, jin, zar’ok, kal û pîrên wan bikuje, û bi xwe jî bên kujtin? An bi qanûn û exlaqê ewropîyan ev hemû ji wan r’a t’ê ye, lê, ku k’urd bersîvê didin êrîşên wan, net’ê ye?

Belê, wisa ye, îro k’îjan dewleta herêmê li dijî gelê k’urd çi jî dike, di wir da destê derva heye! Ew dewlet, ên ku K’urdistan dagerkirine, û xweyîyên wan ên derva di sûcê dijî k’urdan da hevk’ar û hevp’arên wan in.

Dewletên gewre, yên ku di dest wanda hêza ç’reserîyê heye, di pirsa k’urdî da t’erefê bêç’areserîyê digirin...

Lê dîsa jî, eger r’êvebirên dewletên herêmê hema hinekî bi berjewendîyên gelê xwe bifikiryana, ev r’ewşa aloz wê ne li holê bûya.

Dixwazî tê bigihîjî, lê ev tişt, ên ku pêk tên, bi heşmendîya normal naên srovekirin...

Eger em di derbarê berjewendîyan da dibêjin, li ber ç’avan e, ku çiqas berjewendîyên gelê k’urd di ç’areserîya pirsgirêka k’urdî û aştî û aramîya herêmê da hene, ewqas jî – yên gelê t’irk... Wê demê ev çi ferzkirin e di şêr’ da? Wê demê mirov çawa dikare van mirovan, ên ku vê siyaseta r’eş dimeşînin, normal bibîne?

De wer e û têbigihîje: ev 30 salî zêdetir e, ku PKK ji bo mafê gelê k’urd ê r’ewa têk’oşînekê dimeşîne (26 sal jê – têk’oþîna ç’ekdarî). Û ev sîh sal in, her carê r’êjîma K’T’ dibêje: “Emê biqedînin!” – Ku: “Heya yek apoçi jî mabe, emê şêr’ bidomînin!” Û li pey hev hukumat tên guhar’tin, lê têk’oşîna PPK-ê bi hêztir dibe... Û her carê ji hêla r’êvebirîya Têk’oşîna R’izgarîya Net’ewî va tê gotin, ku ew amade ne, pirsgirêkê bi r’êyên dêmokratîk çareserbikin, û, eger ji mafê gelê k’urd r’a bê r’êzgirtin, ewê şêr’ r’awestînin. Lêbelê hukumet K’T’ her care di şêr’ da ferz dike û têk diçe. Û her carê, desteya ku nû tê, jinûva vî şer’î gur’ dike...

Û bi vî awahî serdarîyên vî welatî gelê xwe dixapînin, ji armanca wî dûr dixin û berê wê didine armanceke bêwt’e û vala....

Naha jî dora AKP-ê ye!

Û li vir pirs dertên holê:

– Ev şer’a şer’ê k’ê ye?

– Çima ji nava desthilatdarîya vî welatî hêzeke ç’areserîyê r’anabe û nabêje: “Êdî bes e, em xwîna gelê xwe bir’ijînin!”?

– Gelê T’irkîyayê li hember bêdadîya r’êjîma xwe çima wisa bêdeng e?

 

 

*

*      *

Helbet, eger K’urdistan di nav welatên şaristanî da hatibûya dabeşkirin, eger ev bûyerana di welat an herêmeke normal da pêk bihatana, dibe ku bersîvên van pirsan jî normal bûna. Lê li vir pirsgirêk a K’urdistanê ye, û ev welata jî kolonîya navnet’ewî ye. R’ast e, welatê k’urdan di nava çar dewletên herêmê da dabeşkirî ye, lê her yek ji wan jî ji hêla xwe va xweyîkî xwe li derva heye. Û, dema pirsgirêka k’urdî tê holê, hem dewletên herêmê, hem jî xweyên wan ên derva hemû nak’okî û dijminatîya di navbera xwe da jibîr dikin û li dijî k’urdan dibin yek. Mînak, baş tê zanîn, k’a DYA û Îran dijminên hev ên çi astê ne. Lê, dema li Ewropayê kampanîya li dijî KNK-ê, R’OJ-tv û sazîyên k’urd ên din destpêbû, bi r’êvebirên Kongrêya Gel R’emzî Kartal û Zûbêîr Aydar r’a wisa jî serokê PJAK-ê (partîya k’urdî, ya ku di Îranê da ji bo mafê gelê k’urd ditêk’oşe) Hecî Ahmedî jî bi fermana DYA tê girtin...

Di nava vê konsêptê da wisa jî hewlên t’evgerkirina pakta dijî PKKê (bixwîne-dijî k’urd) ya sêalî ya DYA-T’irkîya-Îraq-ê dem bi dem aktîv dibin.

Eger em vê yekîtîya antî-k’urd hemberî yeke din (dîsa ya antî-k’urd!) a Tirkîya-Îran-Sûrîyaê bikin, wê bê xuyanê, k’a em-k’urd, ji bo ku bikaribin berjewendîyên xwe yên net’ewî bip’arêzin, divê giranîya xwe bidin ser k’îjan milê têk’oşîna net’ewî û berê wê bidine k’u...

Lê di r’ewşeke weha da, wek prênsîp, dema di cîhanê da li dijî me-k’urdan yekîtîyên cuda tên sazkirin, di nav stratêgêya net’ewî da ji bo me ji bilî YEKÎTÎYA NETEWÎ tiştekî din nikare hebe! Hebûna gelê k’urd bi giştî, hebûna her p’arç’eyekî K’urdistanê, heya hebûna k’urdekî t’enê jî, her dikare bi yekîtîya net’ewî misoger bibe!

Emê t’enê bi yekgirtî bikaribin li hember van êrîşên navnet’ewî berxwebidin, xwe li ser p’êyan r’agirin û di vê cîhanê da bigihîjin mafê xwe yê mirovî û net’ewî.

 

 

Li şûna peynivîsarê:

 

Destpêka meha hezîrana 2010-an ez ji Moskovayê difiryame Stambolê, ku ji wir jî derbazî Amedê bibim. Li vir divê konfêransa navnet’ewî ya zimanê k’urdî pêk bihata.

Di balefir’gehê da mirovek nêzîkî min bû û bi r’ûsîyeke şkestî dergehê berbi firegehê ji min pirsî... Em bi hevr’a berbi dergeh va meşyan. Li cîyê sîyarbûna balafir’ê min ji mirovê nenas pirsî:

– Hûn jî difirine Stambûlê?

– Belê, Stambûlê! Êdî 10-11 sal in, ez li van deran im, k’ir’în-firotina k’incên binî va mijûl im... Tû çi dik’ir’î-difroşî?- Ewî ji min pirsî.

– Ez? Ez dik’ir’im-nafiroşim. – Min bi nîvlaqirdî bersîva wî da û lê zêde kir: – Bi ziman û wêjeyê va mijûl im..

– Têgihîştim, – got û destê xwe dirêjî min kir,- K’emal! – Ewî kurt bir’î.

Min jî destê xwe da destê wî û navê xwe got.

– Balkêş e, tu jî misulman î?

– Çima, ev nav li ser k’ê be, divê misulman be? – Min bi pirs bersîva wî da.- Ez kurd im,- min r’ê li pêşîya pirsên din bir’î.- Ez li xerîbîyê hatime cîhanê, diçime Welatê kal-bavên xwe...

– Balk’êş e, hûnê li wir bi çi zimanî bi hev r’a biaxivin?

– Helbet, bi k’urdî!

– K’urdîya we bi hev digire?

– Helbet, heger destê neyaran nînbe, k’urdê bêht’ir hev fêm bikin…

Û axavtina me çû, derk’et pêwendîyên gel û net’ewan, siyasetên dewletan… pirsgirêka gelê k’urd…

Derk’et, ku K’emal mêla wî berbi ç’epgiran e (bi gotina wî!). Min li ser wê mijarê nêr’îna xwe anî zimên:

– Di T’irkîyayê da ç’epgir nikarin hebin, li wir her t’enê baskê t’irkçîtîyê yê ç’ep an jî yê r’ast dikarin hebin.- Min got û ser da zêde kir, - û di pirsgirêka k’urdî da jî hemû ç’ep û r’astên T’irkîyayê yeknêr’în in…  

Hinekî xwe xeyîdand, got, ku ez di vê pirsê da ne ewqasî r’ast im. Min got, ku Xwedê bike, ez di vê pirsê da ne r’ast bim, lê k’a r’eng û r’ûç’ikê mirovî yê r’ewşenbîrîya t’irk, ew ç’ep dibin, an r’ast, zêde ne pirsgirêk e? – Dema li qulçekî cîhanê t’ilîya yekî misulmsn xwîn dibe, – min gotina xwe domand, – hûn dikin qûr’în û hewar, xwe vedik’utin! ...Ma çima ji bo siyaseta têr’ora dewletê û t’evkujîya li hemberî k’urdan dengek ji we dernayê… 2000-î zêdetir zar’okên k’urdan girtîne û di îşkenceyan r’a derbas dibin, siysetmederên k’urd, yên ku doza aştîyê dikin, bi zimanê xwe diaxivin, têne darizandin û  girtin.

K’emal sere xwe kiribû ber xwe û guh dida axavtina min. Bihîst, bihîst û wek ku mirovekî ji êşa dil veciniqe, serî bilind kir:

– Naha hûn dibêjin ji bo van hemûyan gelê t’irk gunehk’ar e. Helbet, di vî gunehî da p’ara gelê me jî heye, lê van merivxuran t’irk û t’irkîtî ji xwe r’a kirine sîwan û kirên xwe yên k’irêt di pişt wan da vedişêrin… Di pirsên bingehîn da ez jî wisa difikirim, lê hinek tişt hene, ku divê mirov bide ber ç’avan. Eva ku ezê ji we r’a bibêjim, dîsa hevalên min hene, ku li ser wê nêr’înê ne…

Hûn nabêjin, k’a ev deh salan zêdetir e, ez li derveyî welatê xwe çi dikim? Tiştin hene, ku ne bi dilê me ne jî, lê tiştek ji destê me nayê.

Dibe ku di cîhanê da kêm mirov hebin, ên ku di derbarê nexweşîyên ji bo mirovayîyê û r’ewiran t’ehlûke da nebihîstibin. – Ewî gotina xwe domand.– Cîhana îro bi p’ergalên r’agîhandinê dewlemend e, û di derbarê van nexweşîyan da civaka cîhanê agahdar dike. Lêbelê, ez dibêjim, hê nexweşî mane, yên ku ji hêla mirov va nehatne nasîn.

Tê bîra we, dema kampanîyayên li dijî nexweşîyên AIDS, ç’ilmasîyên (grîp) cuda-cuda (ya mirîşkan, ya xinzîran û yên din!) çapemanîyê, r’adîo û têlêvîzîonê k’arekî çawa aktîv dimeşandin?! Sazîyên t’endurustîp’arêz wisa jî bi aktîvî li dijî r’engên cuda yên nexweşîya harbûna seyan û r’ewirên din têkoşînek dimeşandin û îro jî dimeşînin...

Dibêjin, ku gelek nexweşîyên r’ewiran derbasî mirov jî dibin, lê di derbarê nexweşîya harbûnê ya se û guran da mirovayî bêdeng dimîne. Em dizanin, dema seyê har mirov digire, ew mirov dikare bemire, û ji bo wê jî ew demeke dirêj divê bê derzîkirin. Ez dibêjim, mirov wekî din jî nexweşîya seyê har dik’eve. Û, bi nêr’îna min, ew nexweşî di nava serokdewlet û r’ayedarên hinek dewletên R’ojhilata navîn da bi veşartî belav bûye, wek kanîballîzm (merivxurî) di nav afrîkîyan da. Lê, eger wisa nînbûya, ew tişt, ên ku di van dewletan da pêk tên, mirovên normal dikaribûn ew pêk banîyana?.. Helbet, na! Hûn dikarin bawer bikin, an – na, lê mafê we nîne, ku hûn li ser vê nefikirin, … – Ewî dixwast, dîsa tiştek bigota, lê em dawetî balefir’e kirkin, û her yek ji me derbazî cîyê xwe bû.

Di balefir’e da gotinên K’emalê t’irk t’evatî nedidan min. Û mitale li pey mitaleyan dihatin serê min:

– Balkêş e, wek ku tê xuyanê, ne mirovekî sade ye jî...

– Tiştê wisa gelo dikare bibe?

– Lê eger bi r’astî wisan e­?

– Ger ne wisa ye, lê çi ye? Tiştên ku van kirine, çi ya seyên har û merivxuran kêmtir e, û Ferqa di nav wan da çi ye?

– Ferqa di nav wan da her t’enê ew e, ku di derbarê serokdewletê kanîbalîst û seyên har da hatye nivîsandin, lê di derbarê harbûna van da – na. – Dengekî di nav min da hêdî ev gotinan serhevda anîn.

Û, eger ew bi r’astî wisa be, wê demê mirovayî divê çawa xwe ji van seên har bip’arêze? Di sêrî da r’ayedarên dewletên gewre divê bi xwe bifikirin, an – na, eger, Xwedê neke...

Lê ya gelê k’urd?

Gelê k’urd, em dibêjin, wî di dîrokê da gelek tiştên bi t’ehlûke dîtine û baş dizane, k’a wê çawa xwe û welatê xwe ji êrîşên seyên har bip’arêze!..

 

             08. 10. 2010.