1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Anketa "Tu çiqas kurd î" û li ser grîngiya "Pirskirin"ê
Anketa "Tu çiqas kurd î" û li ser grîngiya "Pirskirin"ê,anketa,tu,çiqas,kurd,î,û,li,ser,grîngiya,pirskirin,ê

Anketa "Tu çiqas kurd î" û li ser grîngiya "Pirskirin"ê

A+ A-

Piştî ku me anketa bi sernivîsa "Tu çiqas kurd î" di malperê de weşand, gelek peyam hatin şandin û gelek pirs hatin kirin ku "vêca gelo li gor we em çiqasî kurd inş"

Xuya bû ku hin mêvanên me bi vê pirsê acizî û dilnexweşiya xwe anîbûn ziman û hinan jî, ji dil meraq dikirin ka gelo çiqasî kurd in. Em ji bo hemûyan spas dikin û dixwazin bêjin ku bi wan peyaman re em gihîştin wê baweriyê ku anket gihîştiye armanca xwe. Hêjayê gotinê ye ku piştî vê anketê me du nivîskarên nû jî kar kirin. Em li vir bixêrhatina wan jî dikin.

Ji ber gelek zahmet bû ku em yek bi yek bersiva xwediyên pirsan bidin, me xwest em vê bikin mijara nivîsarekê û mabesta xwe ya vê anketê, bînine ziman.

Destpêkê divê em bêjin, armanca vê anketê ne ew bû ku em di derbarê kurdayetiya kesekî de lêpirsînan bikin; mîna ku em bi xwe ji derveyê bandora asîmîlasyonan û dûrketina ji hest, giyan, nirx û rûmetên netewî bin. Bê guman ku na!.. Me xwest em jî bibine sedemeke biçûk ku em hemû di nav xwe de vê pirsê ji xwe bikin.

Pirs girîng in, lewra mirov bi pirsan digihêje encaman. Di nav gel de ev weha tê gotin: "Mirov bi pirsê digihêje Xursê" an jî "bi pirsê dice kursê."

Berî ku li ser grîngiya pirsê rawestim, dixwazim li ser anketa me ya di Amîda Kurd de çend tiştên din bêjim: Taybetî, nirx û rûmetên her netewî hene. Netew hinek jî bi wan nirxan dikarin bibine netew, lewra civak çiqasî li der û dora nirx û rûmetên xwe kom bibe, lê xwedî derkeve û bêje "ev a min e, an ê min e" ew qasî yekîtiyeke netewî jî di wê civakê de ava dibe.

Hest girîng in. Eger em bala xwe baş bidine pirsan, xuya ye ku hemû nirxên me ne û em bi wan hene. Bifikirin ku tu grîngiyeke wan tiştên ku di pirsan de hatine ziman di jiyana me de tunebe, em dê çawan bikaribin li wan xwedî derkevinş Ku em ê li wan xwedî dernekevin, pêşve nebin, li gor demê nûjen nekin, serê xwe li ser ne êşînin, di jiyana xwe ya rojane de nejîn û nejînin hema rût û tazî "ez kurd im" çiqasî rast e û xwedî wate ye gelo?

Ya herî girîng jî zimanê me ye. Zimanê me nebe em tiştek din in, ne kurd in, ev rastiyek e. Mirov rojane bi çi zimanî biaxive, mirov ew e. Eger mirov nebe ew jî, zarokên mirov dibine ew û nifşa piştî me, tu girêdaneke giyanî ya zarokan bi nasnameya dê-bavê wan re namîne, bi îhtimala herî baş, dibine "kurd kokenlî". Mirovê ku ji zimanê xwe dûr ketibe, ji nasnameya xwe dûr ketiye. Kesayetiya wî derbe xwariye!.. Ala Kurdistanê, merşa Ey Reqîb, dîrok û ola wî/wê nikarin hestên wî/wê zêde bilind bikin; şakiro, Reso, Temo, Mihemed şêxo, Mihemed Arif zêde çejek nade wan. Dema Amed, Mahabad, Hewlêr û Qamişlo tê gotin, girêkek di qefesa sînga wî/wê de kom nabe. Nizane bi pispisok, devşewitî, tirşik, baviko û mehîrê û çêjek bi kurdî ji wan nagire. Û me xwest em car din balê bikşînin ser vê yekê, ne ku lêpirsîna nasnameya kesekî an kurdayetiya kesekî bikin!..

Pirs jiyanê dibişkêfin:

Lewra pirs, felsefe ye. Di felsefê de, divê mirov timî pirsan bike. Felsefe hunera pirskirinê û lêpirsînê ye. Felsefe bersiv nîne, pirs e. Pirs, bingeha fîlozofiya Sokrates e. Sokrates bi vê rêbazê dixwaze xwe bigihêne têgînan. Pirs, ango pirskirin, lêpirsîn, bingeha hîndekariyê ye. Kesê ku li ser mijarekî, di serê xwe de pirsek çêkiribe, êdî xwe gihandiye rastiya mijarê û li çareseriyê digere. Dimîne li ser rêbaza lêgerîna pirsan ku ev jî divê li ser bingeheke rasyonel û zanistî bê kirin, ku Sokrates jî vê kiriye.

"Ez çi dizanim?" Michel de Montaigne (1533-1592)

"Bi tenê tiştek dizanim ku hîn ez tiştek nizanim." Sokrates (B.Z 469-399)

"Ji bo zanyariyê kilîteke bi tenê heye, ew jî bê rawestan pirs kirin e. Bi gumanên xwe em dest bi lêkolînekê dikin û bi lêkolînê jî em digihêjine rastiyan." Peter Abelard (Pierre Abélard / 1079-1142)

"Eger bi rastî dixwazî rastiyan hîn bibî, ji bo carekê be jî, di jiyana xwe de ji her tiştî guman bike. Gumankirin hizirîn e û hizirîn jî, hebûn e." Rene Descartes (1596-1650)

"Dihizirim, wê demê ez heme." Rene Descartes

Armanca felsefê ew e ku mirov li tiştên ku nizanin hişyar bibin û lêpirsînan bikin. Li gor felsefê, zanyarî bi lêpirsîn û lêgerînan derketiye holê. Tê zanîn ku hemû zanyariyên erênî bi vê nêzîkayiya felsefê re weke hev bûne û di nav demê de ji felsefê veqetiya ne. Felsefe, mîna pêvajoyeke zanedarbûnê jî tê binavkirin. Zanedar bûn, destpêka pêvajoya hînbûna mirovan e. Zanedar bûn, hizirandin, şirovekirin û pêşxistina ramanên nû jî bi xwe re tîne.

Mirov ji bûyîna xwe ve li ser her tiştên ku li der û dora wan dibin û diqewimin, dihizirin û timî pirsan dikin. Ev yek bêtir bi zarokan re tê dîtin. Sedema wê jî ev e; dixwazin tiştên ku dibin û diqewimin hîn bibin û bi der û dora xwe re li hev bikin. Tiştekî ku bala mirovan nekişîne, mirov di derbarê wî tiştî de pirsan jî nake!.. Di perwerdê de jî, li ser girîngiya pirs û bersivan nîqaş nayê kirin, lewra tê zanîn ku pirs û bersiv zêde girîng in.

Mirov pirsan dike, lêdikole, hîn dibe, hez dike, dixwaze û ji bo bidest bixe, têdikoşe. Hezkirin wateya jiyanê ye. Mirov hez bike, mirov dixwaze, têdikoşe û bidest dixe. Eger bi dest nexe jî, têkoşîna ji bo bidestxistinê bi xwe jî, xwedî wateyeke mezin e.

Em jî neha ji xwe heman pirsan dikin, bêyî ku ji ber egoîzma xwe û berjewendiyên xwe yên ferdî, ji rastiyan bitirsin, an birevin!.. Û em dixwazin bêtir hîn bibin, bêtir hez bikin û bêtir lê xwedî derkevin, lewra em ew in!.. Û bi wê anketê re, me xwest bi tenê em van bi we re parve bikin û nêrînên we hîn bibin.

Têbinî: Dema ku me ew anket da ser malperê, me şaşiyek kiribû ku em paşê pê hesiyan. Li beşa ku me weha nivîsîbû "Bersivên xwe bişînin vê navnîşanê:" me navnîşana amîdakurd nivîsîbû lê me bi şaşî kumik danîbû ser "î" ya amîdayê, ji lewre jî heya demekê ji me re tu bersiv nehatin. Piştî ku me sererast kir û me weha nivîsî [email protected], bersiv hatin. Neha em pêşî ji ber vê şaşiyê lêborîna xwe dixwazin û tika dikin, kesên ku ji ber vê şaşiyê nekarîbûne xwe bigihênine me, bila car din biceribînin.

2006-12-18