Başûr 2011,başûr,2011

Başûr 2011

A+ A-

Piştî heftiyek geryana li Hewlêr û Duhokê, dixwazim çavdêrî û ramanên xwe yên der barê Herêma Başûrê Kurdistanê de pêşkêşî we xweştiviyan bikim.

Ji sala 2006’an û vir ve neçûbûm herêmê. Ji ber wê çavdêrî û tiştên ku ez ê bînim zimên, li gor we hinekî jî dikare bişube beramberkirina 2006-2011’an, lê ji ber ku ev ne tiştekî xweş e, ez ê tiştekî wisa nekim.

Hewlêr ji kirasê xwe yê dema Sedamî derketiye. Heta ev hevokek pir û pir vala ye, li gor rewşa niha. Hewlêr ber bi navendbûna navbera Stenbol-Bexda-Şam û Tehranê de gavan davêje. Ez navê Amedê nabêjim, ji ber ku Amed heke ne ji ber bez û şoreşa xwe ya mejî be, nikare navê xwe di nav van navan de qet û qet binivîse. Hewlêr bûye navendeke girîng a bazirganiyê, lê ji ber ku ev bazirganî ne li ser bingeha afirandin û hilberînê ye, her tişt li xîtabî çavan dike. Heke ne wisa bûya, di nava bajêr de we dê xanî û heta vîlayên ku ji prekêtan hatine lêkirin û dervê wan bi sewax û alavên postmodern hatine pêçan, nedîtiya. Ji ber ku xîtaba çavan li pêşiya her tiştî ye, li Hewlêr a ku 50 an jî 51 derece germahî heye, dê bi pirekêtan xanî û avahî nehatina lêkirin. Dê van vîlayên ku bi 300 hezar dolarî tên firotin ne bê hewş û kolon bûna. Ji ber ku qezenca pereyan ewqasî hêsan bûye, di kîjan kuçeya Hewlêrê de be bila be, xaniyekî duqat (duşeqe) an jî sêqat (sêşeqe) 25 defter ango 250 hezar dolar pere dike, heke kirya wî ya mehane 2 hezar dolarî bike. Bi çi hatibe lêkirin bila be, tenê dîtbarî girîng e.

Lê her derê Hewlêrê ne wisa ye. Şîrket û fîrmayên biyanî (emerîkî, frensî, îngilîz, tirk) niha avahiyên bilind û modern û heta postmodern ava dikin, ku bi vî rengî ji zû ve di pêşiya Amedê de ye. Ya rast di nava bajêr de pirsgirêka binesaziyê hîn nehatiye çareserkirin û li ser vê yekê çiqas avahiyên xweşik bên avakirin jî ew wekî mirov li ser berfê xaniyan lêke dixuye. Lê Başûr ji tiştekî natirse, ji ber ku difikire ku fîrmayên biyanî dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin, tenê berdêl ango bihayekî wê heye. Ew biha zeman û pere ye. Qîmeta zeman niha tune, ji ber wê başûrî hîn hînê xebatê nebûne û niyeteke gel a ku bi tirk, faris û ereban re têkevin pêşbaziyê tune. Saetên ku radizên û naçin kar ji seatên kar gelekî zêdetir in. Ma pere. Pere jî li gor hikûmetê pir e, jê zêdetir tiştek tune.

Çima ez wisa difikirim. Ji ber ku hikûmet pêdiviyê pê nabîne ku baca van siwareyên doch, jîp û wekî din bistîne û nava bajêr ji ber van siwareyan ecêb e. Hikûmet perê ceryanê nastîne û di her malekê de çend jûr (ode) hebin ewqas jî klîma hene, heta digel perwaneyan bi hev re dixebitin. Santraleke ku ji petrolê ceryanê çêdike jî, 24 saetan ji tankêran petrolê vala dike û dişewitîne. Ji bo çi ye ez nizanim û tu kes jî nikare îfade bike, ku heftiyê carekê mirov dikare depoya siwareya xwe bi petrola erzan tijî bike. Madem ku siwareya kesan heye û madem pê tîcaretê dikin û madem ku xwedî vîla ne, çima petrola erzan distînin, çima xizmeteke wiha heye.

Rast e, Emerîka di Iraqê de ye, lê kurd ji Emerîka hînî tiştekî nabin. Serokê Herêma Kurdistanê ji me kê hindiktir Emerîka nas dike? Digel vê jî hikûmet hîn van tiştan dike.

Li şûna van belaşî û erzaniyên ku qîmeta wan tune, teşwîqên ku gelê kurd hînî afirandin û hilberînê bike hebûna, mînak kesên ku fabrîke an jî atolyeyeke hilberîna tiştekî vekin, dewlet nîvê meaşê xebatkarên wê yê salekê bide, nîvê pereyê mekîneyên fabrîkeyê bide, nîvê pereyê erd bide.

Dê hemû kurdên bakur li wir têketina pêşbaziyê newisa? Lê we bizaniya ku kurdên bakur çiqasî îro zerarê didin Başûr. Ez çûm kîjan xwarinxane, pastexane, cafe û dikanên bakuriyan, hemû bi tirkî diaxivin û başûrî jî hîn kirine. Tu were wî derdî ku başûriyên me yên ku ji emerîkî û ewropiyan hînî karê zêde û mesaiya fireh nabin, çawa zû hînî tirkî dibin. Hemû jî bi saya serê bakuriyên me yên ku ji her tiştî zêdetir dizanin zimanê tirkî nîşanî yên nizanin bidin. Ev jî xweserî û taybetiyeke bakuriyan e ku dikarin bi serbilindî behs bikin û cihê xelatê ye (xwedê ji wan bistîne).

Erê, dê hemû bakuriyan serî li derfetên wisa bidana ku hikûmetê nîvê lêçûnan bigirta ser xwe. Lê bi şertê ku pêşî di kûrsên ziman de derbas bikin û kurmancî û soranî (zaza jî bi zazakî û soranî) bizanin. Ev hebûna, di rojek ku Başûr ket xetereyê de, min ê jî bikaribûya xwîna xwe di ber wê pêşerojê de birijanda. Lê xuya ye niha pêdiviyê bi xwîna me nabînin.

Bi navê Family Mall navendeke mezin heye, ku hêj navendek wisa li Amedê tune. Jixwe ji vî alî ve divê carê mirov Amed û Hewlêrê beramberî hev neke, ne cihê hesûdiyê ye. Li Hewlêrê hîn bi qasî Amedê tirkî jî nayê axaftin, lê li Family Mall bala min kişandin ku semah a li ber muzîka tirkî tê lîstin hîn li Amedê tune. Pêdivî jî pê tune ya rast, lê xuya ye dora me qediyaye dora Hewlêrê ye.

Jixwe ez bawer im (lê hûn ne bawer bin) ku li hewlêrê di Meha Remezanê de hunerek wekî semahê ya kurdî jî tune, mirov pêşkêşî bîneran bike. Di navend, cafe, restoran û hin wekî din de timî televizyonên erebî û tirkî vekirî ne, ji ber ku klîbên wan ji yên kurdan xweştir û xweşiktir dixuyin, herhal.

Lê mêrên ku di kanalan de ji dîtina jinên xweşik ên ereb û tirk zewqê digirin, li dijî wê yekê ne ku jina kurd derkeve derve. Heta hin kesên ku beşdarî Radyoya Duhok dibûn, daxwaz dikirin ku li parkê heftiyê du roj ji xêzanan (jin) re were terxankirin. Çi şerm e, ne wisa?

Min li bakur jî gelek bira dîtine ku li xwişkên xwe dane ku çima pantorê kont li xwe dikin an jî porê xwe berdidin, lê ew bixwe bi jinên ereb an tirk re zewicîne. Li Başûr digel vê pêşketina bajarvanî, ku rê, peyarê, xanî û malên modern û navendên mezin ew kiriye navendeke xwekêş, hîn kiç û qîzên me encax bi dê û birayên xwe re dikarin derkevin derve. Ev der yekser cihê wê ye, ku ez bêjim bênamûsî ne pirsgirêka jinê ye û jin ne çavkaniya vê pirsgirêkê ye û madem ku sedema vê ruhiyet û haliyetê mêr e, çima di vê zindanê de jin dimînin? Na’let li wê zindana mêran were, ku ji dilxerabiya wan ava bûye û jin tê de dimînin.

Ji vî alî ve navçeya herî biçûk a Bakur li pêşiya Hewlêr û Duhokê ye. Lê di warê pêşketina bajarvanî ve, tu dest ji Hewlêr berde hela, Duhok 2 salên din di pêşiya Amedê de ye.

Pirsgirêka yekemîn û herî girîng a Başûr perwerde ye. Ya rast ez naxwazim kes ji min hêrs bibe, lê divê ez bipirsim, hûn bawer in ku niyeta herêmê heye perwerdeyeke di asta Ewropa de têxe meriyetê?! Gelo hinek kes ji perwerdeyek wisa, ku Tirkiye jî mecbûr bimîne dîploma û bawernameya wê nas bike, aciz in û jê ditirsin?!

Bila ev jî têbiniyek be û li binî be, heke Başûr van zanîngeh û dibistanên ku vekiriye bi asta ewropa re têxe meriyetê, piştî çar salên din Başûr navenda yekem a Rojhilata Navîn e. Ma ji we heye ku Stenbol dikare bi vê pêşketinê re têkeve pêşbaziyê? An Şam, Bexda û Tehran?

Em kurd bûne xwedî şanseke çawa, lê ku haya me ji me tune.

Şens; firseta hatiye bikaranîn e.


Gotinên miftehî :