1. Tekst

  2. Gotar

  3. Gelawêj Ewrîn
  4. Başûr ber bi ku ve diçe?
Başûr ber bi ku ve diçe?,başûr,ber,bi,ku,ve,diçe

Başûr ber bi ku ve diçe?

A+ A-

Başûrê Kurdistanê li ber teqînê ye. Îsal jî wekî salên din mamoste û karmendan ragihandinê dê dakevin qadan û dest bi grevên giştî bikin. Wer xuya dike, dê hinek gavên radîkal werin avêtin. Li herêma Kesik gel nerazî ye, lê belê ne birêxstinkirî ne. Tu partî naxwazin li herêma wê gel rabe ser xwe. Ji bo wê jî hewl dide bi dayîna hinek îmtiyazan xelkê razî bikin. Ev şêwaz çend salên bihurî hat bikaranîn. Lê belê êdî bi kêr nayê. Xelk çawa ji gelek tiştan têr bûbe, êdî bi rêbazên ku dixwazin wan bêdeng bikin, nayên xapandin. Berê nêrînek wisa di nava xelkê de hebû ku pirsgirêka Başûrê Kurdistanê ya aborî ye lê belê êdî ji bo xelkê îspat bûye ku nebûna pergalek rast a siyasî, di rastî de krîza siyasî rê li ber pirsgirêkên civakî û aborî jî vekiriye. Ezmûnên şoreşa li Rojava bi taybet bandorek mezin li ser guhertina vê nêrînê hebû ku şoreş bi aboriyê tenê ne pêkan e, divê di warê fikrî de guhertinên bingehîn çêbibin. Gel îsal bi vê baweriya ku dê guhertinên zihnî çêbike, dadikeve qadan.

Berê hemû partiyan dixwestin gel li gor berjewendiyên xwe bikar bîne, lê belê êdî gel pişta xwe bi ti partiyekê ve girê nade. Ya xuya dike, wê gelê Başûrê Kurdistanê vê carê bi helwestek radîkaltir li dijî hikûmetê dest bi çalakiyan bike. Lê belê hikûmet her tim dixwaze bi mekanîzmayekî gel bixapîne û rewşê nerm bike. Li Başûr kêr gihiştiye hestî, êdî ti tiştek nikare pêla hêrs û kîna xelkê bide rawestandin. Tişta herî zêde xelkê aciz dike ew e ku wer ku hikûmet sibê heta êvarê hewar dike ku krîz heye, bi temamî dûriyê rastiyê ye. Li Başûr di rastî de krîza ku ew behs dikin tineye. Herêma Kurdistanê rojane 661 hezar varêl petrol difroşe derve. Ev rêjeyek kêm nîne, dibe ku gelek zêdetir jî be. Lê belê ji ber ku ne diyar e ev petrol çawa tê firotin, kê difroşe û dahata wê kû ve diçe, di tariyê de dimîne. Yan jî hinek kes têra xwe petrolê difroşin û pereyê wê ji xwe re radikin û ji xelkê re dibêjin şer heye, bi rûyek mehsûm derdikeve pêşiya xelkê ku gel bixapîne. Di encama pergala meaş a li Başûr bi taybet ya du partiyên wek YNK û PDK’ê xelk hemû bi meaş ve hatine girêdan. Yanî gel ji navikê ve bixwe ve daye girêdan û niha jî birçî dihêle. Hêza ku hilberînê bi temamî ji holê rakiriye ji bo wê jî li gel ewçend berhemên dewlemend ê binerd û sererd xelk nikare tiştekî bike. Yan jî fêrî wê pergalê bûye ku karek ji destan nayê.

Xulase îsal ne tenê mamosteyên li herêma Kesik mamoste û karmendên li herêma Zer jî dixwazin dengê xwe yê nerazîbûnê bilind bikin. Du partiyên îslamî dixwazin wek eniyekî bimînin û xwe ji hikûmeta heyî vekişînin. Goran jixwe di hikûmetê de nîne. Hikûmeta bi YNK  û PDK’ê jî êdî tenê rewabûna wê namîne. Di rewşek wiha de gelo hikûmeta Başûrê Kurdistanê wê ber bi kîjan guhertinên bingehîn yan jî teqînê ve biçe? Her çend hikûmetê bang li aliyan kir ku ji bo çareseriyê bicivin lê belê ji destpêkê ve wer xuya dike ku Goran û du partiyên îslamî tevlî civînê nabin. Valatiyek mezin a demokrasiyê li Başûr heye. Gel li hêzekî digere ku pişta xwe bidê û bi wê ve ber bi guhertinek mezin ve biçe. Erka herî pîroz a alî, siyasetmedar, rewşenbîr, jin û ciwanan ew e ku pişta xwe bidin hêza xwe û ber bi reformên mezin ve gav bavêjin. Gava destpêkê ew e ku dûr ji her cure hizbayetiyê ji bo demokratîkkirina welat dest bidin hevdu. Ev welat şahidiya gelek şoreşan kiriye û hêjî xwedî wê potansiyelê ye ku careke din li kêleka zinaran bi bask bibe. Başûr bi vîna gel dikare ber bi demokrasiyek rasteqîn ve biçe naxwe rewşên parçebûyî wê welat ber bi krîzên zêdetir û şerê navxweyî ve bibe. Kes nabe li benda însafa kedxwarên vî welatî bimîne, wan her tim talan kirine û xwarine.

Nîşe: Ev gotar di roja 19.09.2016'an de di rojnameya Yeni Özgür Politika de hatiye weşandin.


Gotinên miftehî :