1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Bera kêmasiyên alfabeya me hene?!
Bera kêmasiyên alfabeya me hene?!,bera,kêmasiyên,alfabeya,me,hene

Bera kêmasiyên alfabeya me hene?!

A+ A-

Mijara alfabeya me ya latînî mijareke wisan e ku tim kevn û nû dibe. A rast ev nîqaşa li ser alfabeya kurdî ya latînî jî, ku hîmdarê wê nemir Celadet Bedirxan e, qet ne nû ye. Ji roja ku bi wê dest bi nivîsandina kurdî hatiye kirin bi vir de rexne lê hatine kirin. Yek ji wan rexnegiran jî nemir Osman Sebrî ye.

Rexneyekî din jî li alfabeyê heye ku dibêjin ji ber derfetên wê demê, ku wê hingê Sûrî di bin destê Fransayê de bû, Celadet Bedirxan neçar maye tenê ji klavye û tîpên çapkirinê yên alfabeya frengsawî sûd wergire. Nexwe, eger ev rast be, çima Celadet Bedirxan piştî ku tirkan alfabeya xwe ya latînî çêkir û bi şûn de careke din li alfabeya xwe vegeriya û hin tîpên alfabeya xwe nêzî alfabeya tirkî kirin?! Wekî ş’yê ku di ya fransizan de nîn e.1Ez bi kurt û kurmancî bibêjim, ez bi xwe ne li ser vê fikirê me.

Lê ji bo ku em baş bizanin bê ramana çêkirina alfabeya kurdî ya latînî bi Celadet Bedirxan re çawan peyde bûye, divê em serî li nivîseke Celadet Bedirxan bidin ku di hejmara 13’an a Hawarê de bi navê ‘Pêşgotineq’ hatiye nivîsandin.2 Hewce ye em bibêjin ku heta hejmara 23’yan a Hawarê, k li şûna q’ya niha dihat bikaranîn. Bi hejmara 24’an bi şûn de herfên k û q wekî niha cih bi hev guhartine.

Celadet Bedirxan di nivîsên xwe yên li ser alfabeya kurdî de, yên di hin hejmarên Hawarê de û di nivîsa xwe ya bi navê ‘Pêşgotineq’ de, hemû mebest û ramanên xwe yên der barê alfabeya xwe de aşkera kirine û ne tenê ji bo kurmancî, lê belê ji bo zimanê kurdî (ku dibêje wî li ser her sê zarên kurdî lêkolîn kiriye) alfabeya xwe çêkiriye.

Li aliyê din, em dîsan jê hîn dibin ku piştî tirk derbasî alfabeya xwe ya latînî bûne hem alfabeya xwe nêzî ya wan kiriye, da ku kurd bi hêsanî ya xwe jî hîn bibin, hem jî hejmara tîpên alfabeya xwe kêm kirine. Ji 36 tîpan hatiye ser 34’an, piştre jî li ser 31 tîpî biryara xwe ya dawîn daye û gotiye ku ew ji bo dengên serbixwe, ne ji bo rengedengan tîpan destnîşan dike, eger ne wisan be hejmara herfan dibe ku bigihîje heta 50-60 tîpan jî.

Diviya min ev tişt bi kurtasî be jî bigotina, ji lew re Celadet Bedirxan hem li ser hemû zaravayên kurdî fikiriye hem jî xwestiye dengên serbixwe yên ku di kurdî de hene tespît bike û ji bo wan tîpan deyne. Jixwe di nivîsa xwe ya bi navê ‘pêşgotineq’ de diyar dike ku ev çi binivîse dê wê bixwîne. Ji lewre ji alfabeya erebî digazine ku û diyar dike ku tîp nayên nivîsandin lê tên xwendin. Herçî ya latînî ye berevajiyê vê yekê ye û tîp tên nivîsandin lê îcar nayên xwendin dibêje. Ev jî îspata wê yekê ye ku alfabeya Mîr Celadet, alfabeyeke fonetîk e.

Îcar alfabeyên fonetîk jî, li gorî zanista zimanî (lenguîstê), ji bo her foneman, ne alafonan tên duristkirin. Bala min lê ye, kesên ku rexne li alfabeyê digirin û dibêjin hin deng tê de nîn in, lê nabêjin ku ew li dijî alfabeya fonetîk in. Baş e ku qet nebe li ser vê yekê em lihevkirî ne.

Nexwe, gelş çi ye ku tê gotin hin herfên wekî ç, k, p, r, theta l, e (eyn), h (ne heya normal, h’ya paşderkî) û x (xeyn) ji alfabeyê kêm in? Bi ya min 1) em deng û rengedengan (fonem û alafonan) tevî hev dikin, 2) ji ber ku em li gorî devokên xwe dixwazin fonetîka zimanê xwe tespît bikin, em ji hev cuda difikirin û mijara fonetîkê û ya alfabeyê ji hev naqetînin û 3) em mijara vekîtê ango rastnivîs û alfabeyî jî dîsan têkilî hev û din dikin.

Ez hinek behsa van her sê xalan bikim; e’ya (eyna) erebî bi ya min jî gelşek e ku em bi dabirê (apostrofê) dikarin peyvên erebî yên ku ketine zimanê me çareser bikin. Herçî dengên x (xeyn) û h’ya paşderkî ye, ew tiştekî din e. Mînak; di hin devokan de gava xezal dibêjin, dengê x’yê wek xeyna erebî dibêjin, lê hinek jî bi x’ya pêşderkî peyvê bi lêv dikin. Piştî ku nivîsandina bi awayekî ya peyvê nebû sedema guhartina wateyê, êdî ew rengedeng e, ne dengekî serbixwe ye. Ji bo h’û l’yê yê jî em dikarin heman tiştî bibêjin. Mesela hinek kes cot r’yê di nivîsên xwe de bi kar tînin, lê di kurdî de rêjeya r’ya stûr gelek zêde ye ku meriv nikare r’ya zirav û ya stûr ji aliyê rêjeyê ve bide ber hev û din. Der barê vê mijarê de ez dikarim hejmara van rengedengan zêde jî bikim. Wek s’ya sed (100), b’ya bes, w’ya şewitîn (sotin; ku di hin devokan de w stûr e) û hwd. Lê ev hemû rengedeng in, ne fonem in.

Gelş û arîşeya bingehîn di ç, k, p, r û t’yê de ye. Bi rastî di hin peyvan de, bi heman tîpan nivîsandina wan, mîna kar (şixul) û kar (karik, kara bizinê), par (sala çûyî) û par (pay, behr, hîse), ta (bend, dezî) û ta (nexweşîna tayê) û hwd. ji bo kesên ku baş bi kurdî nizanin dibe sedema bilêvkirineke ne rast. Lê divê em ji bîr nekin ku di gelek zimanan de jî rewşeke wiha heye, ango peyvên homofon û homograf hene û ev jî dîsan mijara fonetîk û rastnivîsê ne. Belê peyv hene ku nivîsandina wan eynî lê belê telafuz û wateya wan ji hev cuda ye, peyv jî hene ku nivîsandin cuda, wate cuda lê belê îcar bilêvkirina wan eynî ye. Wek mînak, peyva tîr (tîra kevan) û tîr a bi wateya dewê tîr jî nivîsandin eynî, bilêvkirin eynî lê mehneyên wan ji hev cihê ye. Tiştên wiha jî hema hema di hemû zimanan de hene.

Îcar di zimanê me de rêjeya peyvên ku bi ç, k, p, r û t’yê tên nivîsandin, gelek kêm e ku ji sedî ne yek e û ez vê ji ber tecrûbeya xwe dibêjim ku bi salan e li ser ferhengan dixebitim û pir eger hindik be jî, ez ji wan agahdar im.

Bi rastî eger em li gorî devoka herêma xwe tenê li mijarê bikolin, em dê gelek rengedeng, heta foneman peyde bikin. Hema em bala xwe tenê bidin ser devoka Mereş û Meletiyê, ji bo vê rewşê têra xwe dê mînak bi dest bikevin. Ji lew re, heta ku fonetîka kurdî neyê peyîtandin dê ev nîqaş her hebin. Ji bo rizgarbûna ji vê tevliheviyê jî, hewcedarî bi peyîtandina fonetîka zimanê me heye, ku çendî wek teorî em devoka Botan ji bo xwe bingeh dipejirînin jî, lê pratîk tiştekî din rapêşî me dike.

Çendî ku ez jî difikirim hin fonemên me yên wekî ç, k, p, r û t’yê hene jî, min navê ku ji bo wan tîp an jî pevdeng bên çêkirin. Jixwe Celadet Bedirxan bi zanebûn xwe ji pevdengan daye alî. Ji aliyê vekîtê ve, dibe ku dabirek ji bo wan bi kar bîne.

Lê pêwîst e em bizanin ku tu alfabe nikare hemû deng û rengedengên zimanekî binimîne ango nîşan bide. Ya girîng ew e ku hemû dengên serbixwe bên tespîtkirin û li gorî vê yekê jî hejmara tîpan bê destnîşankirin û alfabeya fonetîk bê amadekirin. Bi gotineke din divê ku em alfabeyê li dengên heyî bînin û divê em bizanin ku çendî em bi vê azînê tev bigerin jî em dîsan nikarin hemû rengedengên di ziman de bi tîp û şeklan nîşan bidin.

Her wiha ji vî aliyî ve standardî di zimanê nivîskî de çêdibe, di zimanê devkî de (di devokên zimanê devkî de) tiştekî wisan nîn e û ne mimkun e. Zimanê nivîskî di nav gel de çi qas zêde bibe, ew çend standardî pêk tê û êdî bi domana demê re jî zimanê nivîskî hîkarî li zimanê devkî dike.

Li aliyê din, divê em li ser devokekê tenê fonetîka xwe tespît bikin ku ev yek ji bo rastnivîsê jî zehf girîng û hewce ye. Min divê ku ez dubare diyar bikim ku mijara alfabeyê û mijara fonetîkê ji hev cihê ne. Hişkbûn û nermbûn, fîzekî û nefîzekî, kurtî û dirêjî, lêvî û diranî, pêşderkî û paşderkiya dengan, mijar û dabaşên fonetîkê ne. Digel vê yekê, divê ku meriv mijarên rastnivîs û alfabeyê jî, ji hev cihê binirxîne û hemû tiştî li alfabeyê bar neke.

Mizara fonetîkê û awayên bilêvkirina peyvan, karê perwerdehiyê ye, di materyalên hîndekariyê de ew tên nîşandan. Mîna ferheng û setên hîndekariyê. Di wan materyalan de meriv dikare taybetiya hin dengan û rengê dengan nîşan bike, ji bo bilêvkirineke rast serî li azîn û metodan bide û karê hînbûn û hînkirina zimên hêsan û rihet bike..

Ez bi xw wisan dihizirim ku hewce ye hem alfabe hem jî vekîta zimanê me hêsan û pedagojîk be. Loma ev alfabe, bi kêrî hemû dengên serbixwe yên kurdî tê û ev fonemên ku me ji wan behs kir jî, zêde arîşeyan çênakin. Ji ber hindikbûna peyvên bi wan foneman, em dikarin qet serî li dabirê (apostrofê) jî nedin. Hingî meriv alfabeyê bi kar tîne, ew li meriv rûdinin û nebûna wan jî nabe gelemşe. Kêşe hinek ji me ye, heta ku em ji bin bandora devoka xwe xelas bibin ev dê bidome.

Lê kêşeyên me yên din ên ziman hene. Wek mînak, rêbereke me ya vekîtê (qilawiza me ya îmlayê) nîn e. Ferhenga me ya tekûz a tenê bi kurdî nîn e. Divê em hinek ji bo wan jî serê xwe biêşînin û xeman bixwin.

A rast eger di ANF’yê (Ajansa Nûçeyan a Firatê) de, mijara nîqaşa li ser alfabeya kurdî nebûye, dilê min tune bû ku ez li ser alfabeyê tiştekî binivîsim. Lê min xwe ranegirt, min xwest ez jî helwesta xwe diyar bikim û ramanên xwe yên li ser vê mijarê careke din jî daxuyînim.

perawêz

1. Celadet Bedirxan, Elfabêya Kurdî (hejmarên hawarê ji 1’ê heta 8’an), Hawar 1, Weşanên Nûdemê; her wiha bnr Celadet Bedirxan Elfabêya kurdî Bingehên gramera kurdmancî, Weşanên Dozê, Stenbol, 1998, r. 11-16

2.  Hawar  1 (hejmar 13), Weşanên Nûdemê, Stockholm, 1998, r. 2 63