1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Berf û Gunî û yekê Nîsanê
Berf û Gunî û yekê Nîsanê,berf,û,gunî,û,yekê,nîsanê

Berf û Gunî û yekê Nîsanê

A+ A-

Yekê nîsanê li Ewropayê roja henekan, roja hev bi henekek xweşik xapandinê ye. Lê derfetên me yên li ser vê roja henekan fikirîn û axaftinê tune. Henek bi salan e ku li ber xişmê şer ketiye, îsal rewş hê wêrantir e. Her çendî hin rojên pîroz wek yekê nîsana di rojevê de ne ku li gorî salnameya kevin 17 yê Adarê ye, ev roj li welatê Serhedê destpêka biharê ye. Çarşemiya sor jî di meha nîsanê de ye jî, mixabin ku meha nîsanê jî guheziye meha xwînê û cangoriyan.

Di vê derê biharê de li hin bajarên me yên wek Sîlopî, Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn, Geverê ji lûleyên bêwîjdaniya sentêza tirk – îslam xwîn dibare. Lê divê Kurd van bajarên ku şeref û anora Kurdistanê ne, ji bîr nekin. Vê bihara xwînin biguhezînin serketina gelê me. Van nûçeyên dawiyê çîrokeke gelêrî anî bîra min.

Berf û Gunî

Li destpêka her Nîsanê çîroka "Berf û Gunî" di nava gel de wek ragihandina hêviyekê tê vegotin. Her bihar ev çîrok wek pêlên hatina biharê xwe li çeperên mejiyê min dide. Lê îsal hê zêdetir wek tûjî û pijiyekê bîra min zext dike.

Tê zanîn ku gunî herî zêde li cihê bilind û li zozanan hêşîn dibin, ango ji hewa hênik hez dikin. Li cihê bilind bihar di Nîsanê de dest pê dike. Hatina biharê destpêka biharê, azadiya guniyan û nûvejîna hemû riwêkan e.

Li gorî vê çîroka gel dibêjin: Berf di Adarê de av digire û giran dibe, riwêkên wek gunî di bin wê giraniyê de ditewişin, dipelişin. Dixwazin rojekê pêş de ji wê giraniyê xilas bibin. Berf jî bi xwe pir bawer e, wer zen dike ku wê tim zivistan be! Serma û seqem be! Dewran tenê li gor daxwaziya wê bigere, ew ê her serwer bimîne. Lema bi pozbilindî ji gunî re dibêje:

"Hey biko guniyo guniyê li binî, tu çi rîşê xwe di bin min de dihejînî, ez bi teql im bi seqem, serma û giranî. Êdî tu yê ticar bihar û azadî nebînî." Gunî bi jîrî û tinazî dikene û dibêje:

"Hey berfa ji rewşan rewşeke buxar û avan e, tim wiha nagere ji bo te dem û dewran e, Wê were ji mehan meha Nîsan e, Roja pîroz bireşine ser me tîrêjan e, wê li te de, te têke virtika san e."

Serkariya dewleta dagirkerên Tirk jî wek berfa berhema heyama sir û seqemê serweriya xwe bê dawî dibîne. Bi wehşeta hişkahiya welatê erban, bi cinawiriya çolistana Taklamakan, bi hovîtiya keftaran, bi bêwîjdaniya pinda reş, her êriş kir. Dayîk bi hawar, zarok zarezar, ax nalenal e. Serkariya hov her pesna xwe da, behsa bêdawîbûn û serketina xwe kir.

Û bihar hat... tîrêjên roja welatê Çiyan ji deşt û çiyan berf paqij kir, berî da kolanên bajaran wek tirsa berfê hestê têkçûnê li qesrên Enqerê piçikî, lê dîsa jî dest bernade ji fend û fûtan, digere li rêya bêbextî û sextekariyan. Divê tîrêjê rojê gulmista dawiyê li ser eniya wê dayne. Bê têkçûna serma û seqemê germahî nabe. Bi hovên wek sentêza tirk-îslam re aşitî nebe. Divê encam wek gotina gunî be. Ew wek berfê di nava qirêjiyê de têk biçe.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Gotinên miftehî :