1. Tekst

  2. Gotar

  3. Dilawer Zeraq
  4. Berken Bereh; helbestkarê ku evîna xwe bêcîûwar nahêle
Berken Bereh; helbestkarê ku evîna xwe bêcîûwar nahêle,berken,bereh,helbestkarê,ku,evîna,xwe,bêcîûwar,nahêle

Berken Bereh; helbestkarê ku evîna xwe bêcîûwar nahêle

A+ A-



Gava berhemeke wêjeyî li ber destê me be, em bi xwendina xwe a li gorî têgihana xwe, wê ji nû ve diafirînin; em vê yekê di ser zimên re dikin tevî ku nivîskar-helbestkar zimanekî arizî xwe ava kiriye û berhema xwe bi wî zimanî (zimanê vegotinê) nivîsandiye; helbet wekî xwendevan heq bi me re ye ku em vê yekê bikin. Ji ber ku nivîskar-helbestkar, ji bo berhema xwe bi çi eger û mebestê ev ziman ava kiribe jî (mebest ji zimanê avakirî; zimanê gotin û vegotinê ye); ji bo hayjêbûna xema wî/ê, her em ê berhemê di ser zimanê berhemê re bixwînin; û bi qasî ku em dişên, em ê peyvên di berhemê de hatî bikaranîn û rist û hevokên pê hatine sazkirin, biferîkînin û wan xwemalî bikin. 

Îcar, ku em ji bo zimanê helbestê van raveyên kurtkirî bidin ber çavên xwe, em ê karibin bêjin; a ku helbestê xurttir dike; awayê gotinê (1) û her wiha bikaranîna zimên a bi awayekî bilind e. Ger em bala xwe bidin Walter Porzig, em ê sedema awayê gotinê û zimanê bilind çêtir têbigihîjin. Walter Porzig dibêje, ‘di zimanê rojane de armanc; tenê sanahîkirina jiyanê a ji bo wê demê ye û zimanê rojane ji bo meşandina karê rojane, navgînek e,’ û wiha didomîne, ‘zimanê bilind; astên cuda cuda ên hizirînê dide der, qîma xwe bi vê jî nayîne û pê re jî, digel ku her peyv gava bi tena serê xwe tê bikaranîn hin wateyan di xwe de dihewîne jî, -gava bi peyvên dîtir re tê bikaranîn wateyên xuya jê peyde dibin û ev jî geşedana peyvan a digelheviyê ye- wate li xwe û li peyvên dîtir zêde dikin. Û di zimanê bilind de, peyv, kirû aşkera, zelal, bipuxte û gewrîrastî tê zimên.’ (2)

Loma jî, piştî van saloxan, wê gava ku em gavekê berpêyî berhemên Berken Bereh diavêjin, serê ewil ev yek bi ber çavên me dikeve. Berken Bereh, berî her tiştî xwedî hişûbîreke zimanî ye û ew helbesta xwe jî li ser vê hişyariyê ava dike. Ew ne di hewla vedîtina zimanekî de ye; belê di nava zimanê heyî de (zimanê rojane), bêyî ku xwe ji rewaniya zimanê rojane dûr bixîne, ji bo xatirê avakirina wateyên dîtir û nûtir, xwe parîkî ji awayê bikaranîna zimên ê dabî (adetî) û gerdîşî dide alî; çawan helbesta wî bivê, wisan û bi wî rengî xwe jê dûr dike; lê her tim jî di nav xet û tixûbên fêmbariyê de dimîne; rast e ev yek tiştekî gelek çetin e; ji ber ku xefik û xetere gelek in li pêş bikaranîna zimanekî rewan û fêmbar; berî her tiştî dibe ku helbestkar ji ‘şêweyê gotinê’ dûr bikeve û têkeve nav xefika ‘zimanê sakar (basît)’ û ziman bo helbestkar ne yek ji armanca berhemê be, lê navgîna berhem û vegotinê be. Lê em dilhêsa ne; Berken Bereh di vî warî de xweş bi ser dikeve. 

Ji ber ku gava ew di helbesta xwe de bi zimanê xwe î rewan û fesîh (ku bêhna zimanê rojane jê tê, lê zimanekî bilind e), peyvan digihîne hev, di heman demê de her peyvê bi aliyekî de dişîne; loma jî ew peyv li ciyê ku çûne dibin sembola hin serveyan ku piştî ku vedigerin şûna xwe a di helbestê de, bi peyvên din re pevrebûnekê pêk tînin û bi wateya ku hildane jî peyvên dîtir watedar û her wiha helbestê jî xurttir dikin.

Her wiha xîm û sedemên vê hişûbîriya Berken Bereh, ne tenê ziman e; di heman demê de, helwest û sekneke polîtîk e jî. Ew, li ber wan kirin û lêqewimandina li peyvên Kurdî ku bi dehan salan li gund asê hatine hiştin û wek şûngehê (mekan) xetimandinê zimanê Kurdî, bûye zimanê malê û gund, radibe; û çi gava helbesta xwe ava dike, digel ziman û poetîkaya xwe; a ku bi têgiha ‘hişûbîra nehêsa(3) ava bûye, şûngehekê jî ji bo peyvên Kurdî dihizire.

Çawa ku di helbesta wî a bi navê ‘Bajarekî Bê Navnîşan’ de, bi tevî epîgrafa helbestê jî, bi me ve xuya ye, dixwaze şûngehekê ava bike bo helbesta xwe: û bi bibîrxistineke dîrokê, hewlê dide ku navekî li bajarê ku dê bibe şûngeha helbesta wî, deyne. Û berî ku ew bersîva xwe a ron û zelal bi hêma û sembolîzekirinê di helbesta xwe de bi me bide zanîn, dixwaze em berî wî bersîvê peyde bikin; yanê dike ku wêjeya wî bi rola xwe a ku li ser xîma ‘wêje; ne ku bersîvê dide, pirsan diafirîne’ ava bûye, rabe.

Bajar jî mîna mirovan dijîn û dimirin

Bajar jî xwedî kilamên serbixwe û taybet in

Bajar jî bi me re bi rê ketin

Qewaqan cer çêdikirin

Bêrîvanan penêr

Û giranî lîstika sereke bû li dîlanan

Mala min ê vî bajarî

………………..

………………..


Û her mêr

Camêr

Û mazûvanekî mir

Lehengekî bêhempa bû

Di şabaşa şoreşê de


Ev çendîn sal in

Dipirsim ji mirovan, ji teyr û tilûran

Diyar e gelo

Navnîşana vî bajarî

(Ji helbesta ‘Bajarekî Bê Navnîşan’) (4)


Lê ji ber ku Berken Bereh ji destpêka helbest û helbestkariya xwe de şûngeha evîn û helbesta xwe li ba xwe diyar û aşkera kiriye, bêyî ku serî li peyvan ba de, zûka diyar û aşkera dike şûngeha helbesta xwe.

………………..

………………..

II

Hêlîna me talan kirin van bêbavan

Cara çendemîn e bizanin

Neviyên 28 raperînan

III

Hêviyeke ji pola ye

Ew bajarê malmîrat

Çi qasî tê kuştin

Ew qasî xweşik dibe

IV

………………..

………………..

Ew bajar lê

Qirşan berhev dike

Li ser guliyên dengê xwe

Hembêza xwe dixemilîne bi binefşan

Da aştiyê bihebîne 

(Ji helbesta ‘Ew bajar’) (5)


Belê ew şûngeha ku em li benda avabûna wî ne; Kurdistan bi xwe ye. 

Lê tiştekî dîtir û rajortir heye ku; ev şûngeh têra Berken Bereh nake û ew dixwaze bila şûngeha helbestê wî bibe ‘BAJAR’; loma jî şûngeha helbesta Berken Bereh, ne wek şûngehekê ye ku bes ji axê pêk tê; lê belê ew bajarê xwe; wekî şûnewarekî jiyînê, ku lê; dîtin, hewandin, navlêkirin, qebûlkirin, rapirsîn-vepirsîn, jêfamkirin, hejlêxistin, veavakirin, guhertin, xurtkirin, veguherandin û geşepêdan, li dar e -ku ev hemû taybetiyên ‘bajarîbûnê’ ne-; xeyal dike, difikire; û ava dike.

Her wekî tê zanîn, kêsayetiya nivîskaran parîkî be jî di berhemên wan digere û mirov çi qasî bixwaze wan bi bêhneke dîtir bixwîne jî, dîsan hilma kesayetiya wan û lênêrîna wan jê difûre. A Berken Bereh jî her wisan; ew wekî helbestkarekî xwedî kesayeteke ranerm û aram, gozegirên hûr û barîk û nazenîn li honaka helbesta xwe dide û; ew peyvên Kurdî ku wekî kan û jêder, gihajî (ayîdî) çand û jiyana gundewariyê ne, di nermahiya zimanê xwe î xweser de cî bi cî dike; wan peyvan, digel peyvên dîtir ên ku dê karibin şûngeheke bi hişûbîr û fêmbariyê avabûyî, -yanê şûngeheke bajarî- bînin bîra me, bi kar tîne û peyvên Kurdî dike xwedî şûngeheke bajarî.

………………..

………………..

Kor bûm

Heta ku min ji te hez nekir

Tu caran nediguherî demsal

Daran xwe nedixemilandin

Bi pelg û kulîlkan

Germ nedikirin

Bajar, kolan û zevî

Jiyan wiha têrtehm û

Ne xwedî wate bû

Niha har û dîn im

Ji bo evîna te

Ey welatê nav li min kirî

………………..

……………….. 

(Ji helbesta ‘Heta ku min ji Te hez nekir’) (6)

………………..

………………..

Rûyê bajêr çilmisî

Deng di zinaran de wer bûn

Bûn agir û pêt

Bi kilaman tenûr dadan

………………..

………………..

(Ji helbesta, ‘Çiyayên Serqot’) (7)

Ku em piçekî dî jî pê de herin, bi şîroveyeke ne rapir, bi ravekirina M.H.Doğan, dikarin bêjin ku Berken Bereh, ‘gava ku helbestê dinivîse, tu tiştekî venabêje bo me, tu tiştekî napeyitîne. Berevajî wê, dixwaze şanî me bide, me pê vehisîne; û belkî jî hin tiştên ku heta vê hingê şaş hînî me hatine kirin, biguherîne, veguherîne û hejê li wan xîne.’ (8) Û em bi vê yekê re jî guh bidin, Schiller ku dibêje, ‘Ziman her tiştî bi term û têgihên aqil vedibêje. Herçî helbestkar e, bêgav e her tiştî bi term û têgihên hêza aşopa xwe bibêje’ (9) em hin peyvan li gorî ciyê ku tên şandin û car dî li şûna xwe vedigerin, hildin dest; em ê karibin vê şîroveyê bikin li ser zanîn û raveya jorîn.

Kor bûm/Heta ku min ji te hez nekir: Dîtin û hezkirina ku çêbûye û qebûlkirina wê.

Tu caran nediguherî demsal/Daran xwe nedixemilandin/Bi pelg û kulîlkan: Guherîn, veguherîn û geş bûn.

Bajar, kolan û zevî/………. Rûyê bajêr çilmisî/………/Bi kilaman tenûr dadan: Peyvên ku wek şûngeheke jiyînê, gihajî bajar û gund in, digel hev hatine bikaranîn û ev yek jî bi me dide nîşan ku şûngeha xewna Berken Bereh, ku dixwaze di helbesta xwe de ava bike, ne çêkirî ye; û ne veguherîneke zimanî ye jî; lê belê, ew sazkirin, ew avaniya hundirîn e ku rasteqîna ku bi demê re diguhere û hişûbira wî zextê lê dike.

 Bi şîroveyeke ku dixwaze hêz û destpêkîbûna helbestê bide der, ji alî hin dahûrînerên helbestê ve tê gotin ku helbest qîrîn e; loma jî helbestkar diqîre, dike barebar. Tew hin kes jî dibêjin, helbest berhemeke, afiraneke barbar e. Lê ev yek bo helbesta Berken Bereh, netê ye; ew di helbesta xwe de naqîre, nake barebar; loma jî mirov dibêje qey Berken Bereh bêdeng dimîne. Naxêr. Ew bi me re diaxive; û tu xemeke wî tune ye ku bi hêz û zexta qîrîn û barebarkirinê helbesta xwe bi me bide qebûlkirin; loma jî ew bi têgiha ‘hêza aşkerabûn û şilfîtiyê (şilfîtiya peyvan)’ û ‘hêza dilînî û hizirî’ bawer e; ew wê gava ku bi me re diaxive, di nav kêferatekê de ye ku bo dengê xwe jî şûngehekê ava bike. Şûngeheke wisan ku; nehêle ku dengê wî yî xweser di nava xirecira dengan de bifetise û karibe xwe heyî bike. Û Berken Bereh, di vê hewldana xwe de bi ser jî dikeve. Piştî ku ji bo helbesta xwe, wekî şûngeh, bajarekî ava dike; di kolanên bajarê xwe de, ger û doşên nermik dide xwe; û dengê xwe peyv bi peyv terbiye û kemlan dike (em ji bîr nekin ku têgihên wekî; perwerî, hêvotin, dabûnerît, pîr û pergal, dinyadîtîtî û hwd. Jî gihajî ‘çanda bajarî’ ne); da ku evîna xwe jî bêşûngeh nehêle; û çi gava em û wan di hev de derdikevin, bi nermayî li me dibişire; ku em xwe lê daneynin jî, xwe naxeyidîne û ew hêz pê re heye ku karibe bi me re biaxive; wisan jî dike.

Peyvên helbesta Berken Bereh, kirasên rengîn û gulgulî –belê ne kirasê lêqewmî û mezlûman- li jiyan û serboriya mirovên xizan û çewisandî dike; wan ji hest û reaksiyon û daxwaza serîhildanê bêpar nahêle; loma jî wan nake lêqewmî; û bi bişirîna xwe a nermik û nazik êş û azarên mirovan û berxwedana wan, di guhên me de dipistîne û dibêje:

………………..

………………..

Bi me re xweş e bîranîn delala min

Mirin bi me re xweş e

Li ser çiyayekî

Di grevekê de

Di dil de evîn

Li ber xwe dayî heta êvarê

………………..

………………..

(Ji helbesta ‘Mirin bi me re xweş e’) (10)


………………..

………………..

Ku ez te derxim

Çi dimîne ji vî bajarî

Dildarên wê çûbin

Xizaniyê konê xwe vegirtibe

Mirinê zarok dabe ber lehiya xwe

………………..

………………..

(Ji helbesta ‘Tixûbên êşê’) (11)

Helbesta Berken Bereh, evîna xwe berev derveyî xwe navirvirîne û bela sebeb namezixîne; loma jî nihêrîna wî a li evînê ne ji awirê rojavayî ya kapîtalîst e ku; evîn li xwe dike ‘tiştekî daxwarin û mezaxtinê’; û di şert û mercên êşkêşan û jiyandina evîn û hezkirinê de, xwedîtî lê nake û qîmeta wê ne di wexta jiyîna wê de, lê piştre dizane…; belê, Berken Bereh, ji awirê rojhilatî ve li evîn û hezkirinê dinêre û xwedîtî lê dike; evînê bi wêrekî di dilê xwe de dihewîne; û di her helûmercê de, di hemû dijwariyan de bi demê re dikeve diberdaneke jiyanî û bi qîmeta evîna xwe dizane. Û digel ku şûngeha evîna xwe şanî me dide, wiha dibêje ji me re:

diyarî bo wan kesên ku dane dû bayê dilê xwe

Dilê te êtûna helandina tirsê

Rûyê te tavehevy bû di şevê de


Her ciyê ku evîn lê tê çandin

Te welat hesiband

Jiyan şêrîn bû û bi çêj bû

Di hembêza te de

………………..

………………..

(Ji helbesta Bê Nav) (12)


 Evîna helbesta Berken Bereh dixwaze qad li xwe firehtir bike, xwe ji dayîn û wergirtina adetî û sakar bêrî bike û ji til û gazên ku berê evînê didin zimagan, bibore. Û wer bike ku êdî şûngeh bi xwe jî têrî evînê neke û belkî ji ber wê yekê şûngeh hesûdiyê jê bike (û ji hesûdiyê xwe bikuje). Lê tevî ku Berken Bereh naxwaze bajarê xwe î bo helbesta xwe ava kiriye, bihesidîne jî, evîna wî û şûngeha ku wî ji evîna xwe re ava kiriye bilindtir û rajortir in bo wî; ji ber ku ew dixwaze di her rewşê, di her şert û mercê de evîna xwe û şûngeha wê derbasî qad û şûngehên bilindtirîn û rajortirîn bike; loma jî di dil şûngeha evîn û helbesta xwe de nayê û wiha dibêje ji me re:

………………..

………………..

Kîngê ku em bêne ba hev rû bi rû

Em neyên ba hev çêtir e

An

Wekî berfa tavdîtî bihelin û bimirin

An jî

Ji hesûdiyê dê ev bajar xwe bikuje

(Ji helbesta Kingê ku em bêne ba hev) (13)


Berken Bereh evîn û helbesta xwe bêcîûwar û bêşûngeh nahêle; ji ber hindê jî, berî her tiştî tîn li bedena helbesta xwe digerîne; gazî me dike û dibêje; ‘ger we divê, fermo werin têkevin nav bajarê min û têra dilê xwe di kolanên ku gerînek didin xwe de doş bibin û ji vê şûngehê, şûngeheke dîtir ava bikin bo evîna xwe.’ 


Perawêz:

(1): Mebest ji bikaranîna lêkera ‘gotin’ê ev e; helbest ne şêweyekî vegotinê, lê belê şêweyekî gotinê ye. 

(2): Dil Denen Mucize (II) (Derhozeya Navê Ziman Lê Kirî (II): Walter Porzig, Türkiye Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları, 1994, Ankara (Weşanên Wezareta Çand û Turîzmê a Tirkiyeyê, 1994, Enqere.) 

(3) ‘Hişûbîra Nehêsa’: Hegel: Ê ku radiguhezîne J. P. Sartre; Aydınlar Üzerine, Can Yayınları, 1994, İstanbul (Raveyên derbarê Rewşenbîran, Weşanên Can, 1994, Stenbol)

(4): Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(5): Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(6) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(7) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(8) Tekrarın Tekrarı, M.H.Doğan, Y.K.Y, 1999, İstanbul (Dubarekirina Dubarekirinê, M.H.Doğan, Weşanên Y.K.Y, 1999, Stenbol)

(9) Ê ku radiguhezîne; Ernst Fischer, Sanatın Gerekliliği, Payel Yayınları, 1995, İstanbul, (Ernst Fischer, Divêtiya Hunerê, Weşanê Payel, 1995, Stenbol)

(10) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(11) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(12) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

(13) Hemû Berhem, Berken Bereh, Weşanên Lîs, 2011, Diyarbekir

Têbinî: Ev gotar, di Fuara pirtûkan a li Stenbolê (2011) hatî lidarxistin de hatiye derpêşkirin.