1. Tekst

  2. Gotar

  3. Elî Oncu
  4. Bihîstyariya Nivîsê
Bihîstyariya Nivîsê,bihîstyariya,nivîsê

Bihîstyariya Nivîsê

A+ A-

Heke mirov rastiyê bêje, wekî gelek caran em bi kurdînûsan re di sohbetan de tînin zimên, ez jî gotarên gelek nivîskarên an qet fam nakim; an jî zehmetiya famkirinê dibînim. Ji ber vê yekê, ez xwe davêjim xweşbîniya we û dixwazim ji dil bêjim ku ez nivîsên her kesî naxwînim an jî naxwazim bixwînim.  

Ji alî min ve sedemên vekirî û têrtijî hene.

Ya Yekem: Di her zimanî de, xezîneya zimanê her miletekî ji xezîneya gotinên tên bikaranîn cuda ye û tu caran nabe wekî hev. Bi texmîna ku hûn jî dê bizanin, dixwazim mînakekê bidim: Erebî ji alî xezîneya ziman ve wekî zimanê herî dewlemend ê cîhanê tê binavkirin. Pispor dibêjin ku ji milyonekê zêdetir bêjeyên Erebî hene. Dîsa li gor kesên serê xwe bi vî karî re êşandine, hejmara bêjeyên (nivîskî û devkî) ku aktîf tên bikaranîn, ji alî lîteraturê ve ji %84'ê hejmara rastî ya bêjeyan nabore. Ji %16'ê vî zimanî wekî potansiyel, pasîf an jî reaktîf e. Ev bêjeyên ku gelekî hindik tên bikaranîn, sedema bikarneanîna wan jî bi hêmayên zeman û cih ve -hêmayên teknolojîk- faktorên civakî û çandî- koçberiya nufûsa niştecih- bandora ji zimanên cîran- cudahiya devkî û zaravayî û hin wekî din ve tên îzahkirin. Ji ber vê yekê tê gotin ku ev bêje dema ji alî kes an hinan ve tên bikaranîn, ji aliyê piraniya civakê ve nayê famkirin. Ji ber ku zehmetiya famkirinê çêdike, girîngiya van gotinan di fonksiyona avakirina têkiliyan de ji aliyê civakê ve namîne.

Ya Duyem: Divê di navbera zimanê nivîskî û zimanê devkî yê tê bikaranîn de aheng û lihevkirinek hebe. Heke ne wisa be, mirov nikare behsa netewîbûna zimanê ku bingeha  netewê ye bike. Pêkanîna rast a vê pêvajoyê, bilindkirina asta famkirina zimnên, bi halantêdanekê çênabe. Tew ku di dîrokeke dûdirêj de, bi taybetî û stratejîk, bi polîtîkayên dagirkeriyê û asîmîlasyonê re rûbirû mabe û ev zimanê netewî kurdî be, zeftkirina an jî pêkanîna zelaliyê dê qet ne hêsan be. Bi stratejiyên zimnên ên netewî, akademîk û zanistî dikare pêk were. Divê bi taybetî û dubare bêjim, ku encama tişta dixwazim bêjim ne ew e; ku çima bêjeyên pasîf û reaktîf tên bikaranîn an jî divê neyên bikaranîn. Qet ne xwediyê fikreke wisa me. Berevajî vê; bêjeyên zimên ên ku ji bikaranînê dûr ketine û heta hatine jibîrkirin, li gor dem û cihê bikaranînê, li gor fonksiyona pêwendîdanînê, li gor têgihiştina piraniyê divê bên bikaranîn. Mînak;  yekî ku hema zimanê wî pir an jî hindik li hubrê bûbe, dema li hember kesekî sade û xwerû bi psîkolojiya nîşandana entelektuelî û mezinahiya şexsiyate xwe, tiştekî hêsan bi gotinên ku herî pir pasîf mane û nayên zanîn, an jî di xebatên lîteraturê de nû tên bikaranîn, vebêje, ew kesê sade dê pêdiviya wergêrekî bibîne.

Ji dervê çarçoveya min anî ziman û bingeha nivîsandina vê gotarê jî ev e, ku:


Di rojname û kovarên kurdî de gotar û nivîsên ku tên weşandin, ji alî jêgiriya ji klasîkên kurdî ve pirsgirêkin girîng derdixin holê. Mirov nikare guh mediyê. Wekî tê zanîk klasîkên kurdî bi tîpên erebî hatine nivîsandin. Dema hatina pirkirin ji alî melayên cuda ve carinan cuda hatine famkirin û kopya wan dîsa bi tîpên erebî û guherandî hatine çêkirin. Ev kopya ne ewqasî jî pir in. Cudahiya di navbera wan de jî ne ewqasî pir e. Tenê bi çend gotinên ku nehatine famkirin re têkildar e.

Lê îro di veguhestina latînî ya çavkaniyên me yên orjînal de, hem pêdiviya me bi kesên baş Erebî û Farisî dizanin heye, hem jî pêdiviya me bi kesên gramera kurdî baş dizanin heye. Dema ne wisa be, dema tîpek neyê xwendin, texmîna rastiya wê jî ji texmînê wêdetir naçe. Yanî ev kar ne karê her kesê ku bêje “ez dikarim bikim” e.

Di vê rewşê de, tevî nivîskarên me yên nû ku ji klasîkên me şaş werdigirin, berhem dikeve rewşeke ku nema tê naskirin. Mirov nizane ku ji nezanî wisa dikin, an çi jê fam kiribin wê dîkte dikin. Lê veguhestina ji çavkaniyekê divê wekî orjînalê be. Mînak: Ez dixwazim behsa veguhestinek ji Melayê Cizîrî bikim û piştre orjînala wê bi we re parve bikim. Nivîskarê me beşek di gotara xwe de wiha parve kiriye:

“Yûsifî cirhekeşî hicran im
Nuktayî daîreyî rînden im  
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenûşî kedehî hırman im
Bedel ateş ji ceger biryan im
Lew perîşan im u pir êşan im
Aşiqî nazık û mehbûban im
Tu mebîn beser û beasîman im
Gulî Baxê Îremî Buhtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan ım.”

Orjînala wê wiha ye:
“Yûsifê cur’ekeşê  hicran im
Nuktayî daîreyî zîndan im
Lew şebî daîre sergerdan im
Badenoşê kedehê huran im
Bi dil ateş ji ceger buryan im
Lew perîşan im u pur êşan im
Aşiqê nazık û mehbûban im
Tu mebîn beser û beasîman im
Gulê Baxê Îreme Buhtan im
Şebçiraxî şebî Kurdistan ım”

Di bendekê de 12 şaşî hatine kirin. Mirov nikare bêje şaşî ye jî. Dibe bi zanebûn be. Lê mafê kesî tune wisa bike. Li hember otorîteyekî wekî Şêx Ehmedê Neqaî jî neheqiyeke mezin e, şerm e. Digel rêz û hezkirinê.

Amed | 28.03.2012


Gotinên miftehî :