Birakujî,birakujî

Birakujî

A+ A-

Gundiyan berî kolana kozikan bi heftiyekê, hevûdu agahdar kiribûn. Dê 14 gund li vê qadê di heman rojê de têketina ber hev. Du êlên mezin dê di rojekê de bikirina qebe qeb. Kî bi ser biketa, wan doz qezenc dikir.
Em ketin kozikan û me dest bi kolana erdê kir. Me ji ser qûçan kevir dan hev û dora kozikên xwe lê kir. Berî pevçûnê bi rojekê em ketin kozikên xwe. Dû ji dûxana sobeyên gundê me bilind dibû, bi ser gir diket û ji me ve xuya dikir.
Bi serê sibehê re pevçûna me dest pê kir. Yek dengan teqîn dihatin. Gule di ser serê me re bi vizîn diçûn. Car caran di qula kozikê re min jî berê tivinga xwe dida kozikeke wan û min çend derb bera wan dida. Lê em herdu alî jî xweşik bi cih bûbûn, kesî nikaribû tesîr li kesî bikira.
Hemîdê Mihê Silo di kozika min de bû. Nihêrî ku em nikarin bi vî rengî kesî ji wan bikujin û dê guleyên me jî biqedin. Hemîd rabû ser xwe. Kozika me li bin darekê bû. Siya darê dida ser me û em li bin wê rihet bûn. Hemîdî xwe bi lez avêt koka darê û hilkişiya ser.
Ji kozikên hember ve kesî nedîtibû ku Hemîdo hilkişiyaye ser darê. Piştî çend deqeyan ku wî cihê xwe girt û xweş kir, dengê tivingekê hat. Hemîdo bi tivinga çapiliya devteng yek bera wan dabû. Li kesî neketibû. Lê niha wî tiving li ber çavên xwe xweş dikir û amadehiya guleyeke din dikir.
Ji nişka ve teqîneke din hat. Bi teqînê re tiştekî şil bi ser min de ket wekî baranê. Û Hemîdê Mihê Silo jî li kêleka min, bi ser kevirên kozikê de ket xwarê.
Mejiyê wî belav bûbû, bi ser min û kozikê de.
(Gundiyekî ji gundên dora Dêrika Çiyayê Mazî ji civata xwe re digot.)


Gotinên miftehî :