1. Tekst

  2. Nivîsên Wêjeyî

  3. M. Çiya Mazî
  4. Biroyê Heskê Têlo, Ihsan Nûrî Paşa û Agirî
Biroyê Heskê Têlo, Ihsan Nûrî Paşa û Agirî,biroyê,heskê,têlo,ihsan,nûrî,paşa,û,agirî

Biroyê Heskê Têlo, Ihsan Nûrî Paşa û Agirî

A+ A-

Birayên ezîz, ez îjar di xew de çûbûm dereke sar û cemidî, çiyayekî bilind ku kes nikarîbû biçûya serê wî. Hinekan digotin keştiya Nebî Nuh li vir sekiniye, hinekan jî digotin çaxekê ev çiya hemî agir bû. Ew çiyayê ku ji serma û seqemê agir jê dibariya, jê re gotine Agirî. Pîrejinekê ji min re digot “Kê ku xwestiye vî çiyayî bidest bixe ew navdar bûye.” Ji xwe min zû navê navdarên vê herêmê bihîst ji gelek kesan. Dîsa bahsa yekî pir pir navdar dikirin; navê wî Biroyê Heskê Têlo bû. Şerekî pir mezin hebû li vê derê dîsa. Hesko û qumandarê wî Îhsan Nûrî ew dever giş bi dest xistibûn û xwe jî di bin berfa Agirî de vedişartibûn. Kêfa mirovên wê derê gişan ji wan re dihat. Le belê di dorpêçkirina dijminê wan de ji wan re hatibû gotin ku hûn teslim bibin emê we efû bikin. Lê peyva ku Heskê Têlo wekî bersiv ji wan re gotibû, bûbû wekî benîşt û ketibû devê mirovan; “Heger birra jî efûyek hebe, bi giştî û li gor medeniyeta dema me be tiştekî din, û heke bi efûyê tê xwestin ku mirovên hov bê xapandin, ew tiştekî din e. Êdî tu mirovên hov li vê derê tune ye. Mirina me heye vegera me tune ye, bila rêveberên bilind ê dewletê ji vê yekê bawer bikin”.

Bi mehan şer dom kir. Di sala 1928’an de komarek bi navê Komara Kurd ya Agirî hat avakirin û serokatiya wê jî Hesko ango Heskî îbrahîm Paşa, da ser xwe.

Rojnamegerekî ewropî li wir bû. Min dît ku digot “Ez heyîrî dimînim, hûn Kurd şer wekî şahiyê dibinin, di dest jinan de çek heye û li pişta wan jî zarokên wan.”

Min gelek xewn dîtin lê bi qasî vê xewnê min êş nekişandibû. Jinan pir şer dikirin li vê derê, pir jî dimirin. Ji ber wê yekê jî ordiya dewletê dora Çiyayên Agirî girtin, gund û şênahî giş dane ber topan. Bi dehhezaran mêr, jin û zarok mirin di vî Çemê Zîlanê de. Bi deh hezaran leşker jî mirin û tevlî ku digotin Şêx Ehmet Berzanî jî alîkarî şandiye jî, serhildan di sala 1930 yî de têk çû.

Piştî têkçûnê sirgûn pir bû. Heçî yên şêx, beg û axayên Kurdan giş mişextî bûn, an jî hatin kuştin. Digotin “Ji nava bajarê Wanê 100 rewşenbir dane hevdû û avêtine Gola Wanê.” Zimanê Kurdî ku dihat bikaranîn bi carekê hat qedexekirin, nivîsa bi Kurdî qedexe bû. Serokê dewletê Înonu, ku digotin ew jî bi eslê xwe dewşirmeyekî Kurd e, digot ; “ me beton avêt ser vê serhildanê, Kurdistana Azad li vir meftûn e.” Û dadgerekî wan bi navê M.Esat Bozkurt digot “maqulê vî welatî Tirk in, yên ji bilî wan incax bibin kole û xizmetkar”. Xuya dibû ku mirovên vê derê bê xwedî mabûn, yên çenikek ronî bi wan re hebû jî hatibû kuştin. Li gor vê serhildanê û li gor ramana min, jinan mohra xwe li vê serhildanê xistinbûn. Û mirovan hemû êşên vê serhildanê kirin rik û inyat û di bin wê betonê de xistin dilê xwe digotin, hata ku zil bide.

Hingî şer li van deran diqewimî xweşî, şahî û şer carinan li pey hev dihat holê. Ji ber ku Şêniyên wan çiyana piştî şeran bi bîst rojan şînê dikin û dû re dikarin dawetan jî çêkin û çê dikin jî, wisa hîn bûne. Di wan dawetan de bi kilamên şer re dîlanê jî dikin. Wekî tê seh kirin, ev tiştekî ecêb e ku ji we ve xuya ye, lê ne wisa be jiyan li wan deran nameşe teqez ku wisa çêbûye. Her wiha ew şerê wan giş ketine devê dengbêjan û wekî çîrokan hatiye gotin û tên gotin, ew jî wekî arşîvan in, paşxane nin. Klamên ku şervanan bi xwe gotine jî henin pir ecêb in. Mînak, ez bawer dikim ev kilam ji alî jinan di serhildana Agirî de hatiye gotin.

Asyayê bi sê dengan dikir gazî
Digot, Besrayê rebenê rabe bireve
Dergûşa milê te lawîn e,
Tu destê Elfesya bigre
Ji nav şer derîne.

Besrayê digot Asyayê, dayê
Tu çawa gotinên waha ji min ra dibêjî
Bila dergûşa milê min
Dora lingê mala Emer Axa
Herdu peyayê mala Mistefa Axa tev bigere.

Hela bala xwe bidin dîya Elfesyayê
Ketiye nava şerê giran
Weke şêran tol hilda ye.
Wele tu şêr î Haza qîza şêran î

Lêxe, tu dîya min bî, lêxe,
Şêr li her derê şêr e
Çi mê ye, çi nêr e…

Kilameke din ku dîsa li ser egidiya mirovên vê serhildanê tê gotin ev e, jinek wisa halanan dide û xwe dide nîşandan:

Ez Zeynê me, Zeyna Hemo me
Gura serê çiyê me,
Wele nabe, tu car nabe
Heft bavê Romê were
Zeynê teslîmî wan nabe…