1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Cehnime Bi Çiqasî ye?
Cehnime Bi Çiqasî ye?,cehnime,bi,çiqasî,ye

Cehnime Bi Çiqasî ye?

A+ A-

Apê Bûbo rojekê li Mêrdîn digere. Dema di ber dêrekê re derbas dibe, dinihêre gelek kes ketine dorê. Dipirse, dibêje: -- "We xêr e? Hûn çima ketine dorê? Ev dora çi ye?"Yên îsewî jê re dibêjin: -- "Keşe îro li bihuştê cih difiroşe. Em jî hatine bikirin.Apê Bûbo bi meraq dibirse: -- "Cihek bi çiqasî ye gelo?"Yên îsewî dibêjinê:-- "Cihekî bi 1000 baxnotî difroşe".Li ser vê yekê Apê Bûbo dibêje:-- Gelo li dojehê jî cih difiroşe an na?Îsewî serê xwe kil dikin û dibêjin:-- "Wele me ew nepirsiye. Divê tu ji Keşeyî bipirsî."Li ser vê yekê Apê Bûbo ji yên devê derî dipirse. Ew jî diçin ji Keşe dipirsin. Lê keşe dikene û dibêje:-- "Herin jê re bêjin, em li cehnimê cih nafiroşin. Lê heke bikire em ê bifroşin."Dema Apê Bûbo dibihîze, bi kêf dibêje:-- "Herin ji Keşe re bêjin, hemû dojehê bi çiqasî difroşe?Keşe bersivê dişîne:-- "Hemû cehnime bi 10.000 baxnot."Apê Bûbo bi kêf perê xwe dide û hemû cehnimê li ser xwe tapo dike û derdikeve devê deriyê dêrê û gazî hemû îsewiyan dike:-- Gelî îsewiyan. Min hemû dojeh li ser xwe tapo kir. Cih ji we re nema. Îcar ne hewce ye hûn perê xwe bi cinetê bidin, jixwe dê mecbûrî we bişînin wir. Bêtirs herin mala xwe."
Dema Keşe dinihêre ku kes nema li bihuştê cih dikire, radibe, dikeve pey Apê Bûbo ku dojehê jê bikire. Lê Apê Bûbo êdî bi erzanî nafiroşe.


Gotinên miftehî :