1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. CÎHAN Û P’ÊLA VEGUHAR’TINÊN DÎROKÎ – K’URD VÊ CARÊ AMADE NE?
CÎHAN Û P’ÊLA VEGUHAR’TINÊN DÎROKÎ –  K’URD VÊ CARÊ AMADE NE?,cîhan,û,p,êla,veguhar,tinên,dîrokî,k,urd,vê,carê,amade,ne

CÎHAN Û P’ÊLA VEGUHAR’TINÊN DÎROKÎ – K’URD VÊ CARÊ AMADE NE?

A+ A-

Îro êdî li ber ç’avan e, ku mirovahî derbazî serdemek e nû ya pêşveçûna xwe dibe, ku dest bi pvajoya veguhêr’îna sazîya yekcemserîyê ya cîhan bi ya p’ir’cemserîyê bûye. Û, wek ku ji buyeran tê xuyan, ew pêvajo dê ne hêsan be û dê dirêj bik’işîne. Ew, ên ku berhemên r’êvebirina cîhanê ya “yekkesane” tamkirine, wê wan berheman wisa hêsane bi hineke dinê r’a p’arvenekin. Lê, dîsa, her çi jî hebe, hinek dîyarde hêvîyê didin mirov, ku ji vir û pêva hîç dewletek, hîç hevpeymanîyeke siyasî-leşkerî êdî wê nikaribin ç’arenûsa gelan û ya cîhanê, bi giştî, weke dilê xwe ç’areser bikin.

Ewê nikaribin, bêyî nêr’îna civaka cîhanê, wisa jî norm û prêsîpên organa wê ya r’ewa – R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) bi xwestina xwe wan tiştan pêk bînin... Hêvî heye, ku di van çend dehsalên pêşîya me da kesekê nikaribe tiştekî wisa pêk bîne!

Bi r’ûxyana Yekîtîya Sovêtê dawî bi wê hêzê hat, a ku dikaribû ç’avqulî û ç’avsorîya DYA ya li ser desthilatdarîya cîhanî asteng bikira. Lewra jî di vê dema piştî hilweşyana Sovêtê da di cîanê da r’êze şer’ên herêmî pêk hatin, ên ku bûn sedema hilweşandina gelek dewletan, di bin êrîşên ji derva va, trajêdîya bi mîllîona p’enaberan û t’evkujîya gelan.

…Bi vî awahî serdemek bidawî bû, ya ku bi navê “şer’ê sar” di bîra mirovahîyê da maye. Cîhan bû yekcemser, û di encamê da derfet p’eyda bûn, ku dewletek ji hêla aborî, siyasî û leşkerî va bibe desthilatdar. Û di welat û herêmên cîhanê yên cuda da agirê p’evçûn û şer’an gur’ bû. Di r’astîya xwe da êdî ji zûva agirê Şer’ê Cîhanê Yê Sêyem belav bûye!

Di cîhanê da baş tê bîra hemûyan, k’a çawa şer’ên dagerkerî û “şoreşên r’engîn” derk’etin, çawa dewlet hatin r’ûxandin û r’efên p’enaberan her’ikîn, k’a r’êxistinên têr’orîst çawa bi t’evlîhevîyên xwe va der’ketin meydanan... Her weha ew navên wan dewletan baş dizanin, ên ku ew k’omên têr’orîst sêwirandin, ç’ek û amûrên dinê yên şêr’ dane û îro jî didin wan, ji bo ku ew k’omên îslamî yên r’adîkal nehêlin, ku şer’ r’aneweste, û armanca wan jî her ew e, ji bo ku ew bê r’awestan vî şer’î bidomînin û di cîhanê da k’aos û t’evlihevîyê çê bikin – di bin ç’avdêrîya xwedî û sponsorên wî şer’î da... (di derbarê van û hêlên bûyerên cîhana îro yên dinê da bi hûrbînî – di gotara “Gambîta amêrîkî-t’irkî û cîhana îro” da - http://www.amidakurd.net/qunciknivis/gambîta_amêrîkî_t_irkî_û _cîhana_îro ) Û evê r’ewşê êdî jizûva gelek di cîhanê da têdigihîştin û, bi xwezayî, gelek îro jî ewê têdigihîjin! Ji vê jî zêdetir, tiştekî li ber ç’avan e, ku r’ewşeke weha dikare t’enê cîhanê berbi malwêranîyê û trajêdîya bi mîllîonan mirovan va bibe, lê...

Lê, ji talabextra, dewleteke gewre ya bi hêz nîn bû, ya ku bikaribûya li hemberî wê pêvajoyê r’awestya, serokekî bi hêz nînbû, yê ku bikaribûya li ç’avê wan binihêr’ya û bi bir’yar bigota: “Hûn naha tê digihîjin, k’a we çi kirye?!”

Lêbelê, her çi jî hebe, îro di cîhanê da gelek tişt tê guhar’tin, wisa jî tayê mêzînê ya hêzan tê guhar’tin... R’ûsîyaya piştî Sovêtê, ya ku hatibû veçir’andin, şêlandin û lewazkirin, bi berekêva r’abû ser p’êyan û, her çiqas, dorpêç’a aborî û astengîyên ji der va (sanktsîonan) hebûn, ne ku t’enê cîhê xwe hêja di cîhanê da digire, lê, her weha, bûye xwedî gotina “erê!” û “na!” û li ser meşa pêvajoyê bandor dike...

Di cîhanê da jizûva bendê bûn, ku R’ûsîyayê ne ku t’enê ji bo p’arastina berjewendîyên xwe bi’keve nava liv û t’evgerê, lê, her weha, dê ji bo parastina mafên gelên bindest û bê maf jî gotina xwe bibêje. Û ji gavên wê yên bi bir’yar dê diyar bibe, k’a r’eng û şêwazê hebûna cîhana sibê dê çawa be... Û ew gava bir’yardar jî t’evgera R’ûsîyayê ya di Sûrîyayê da bû – li dijî k’omên îslamî yên r’adîkal ên têr’orîst – DAÎŞ-ê! Û pey vê r’a p’evçûn û alozîyên Sûrîyayê r’engekî dinê wergirtin...

Belê, demne nû pêr’a gihîştine! Ev demana jî bi hevsengîyeke nû ya hêzan hatine. Û xala destpêka wê demê bi axavtina Serokdewletê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtîn a di civîna 70-mîn a Assamblêya Sereke ya R’êxistina Net’ewên Yekbûyî (R’NY) da (28.09.2015) û peyr’a jî t’evgera leşkerî ya li dijî DAÎŞ-ê destpê bû (30.09.2015).

Wê demê Serokdewletê R’ûsîyayê di R’NY da cara yekem di civîneke wisa bilind da giringîya r’ola şer’vanên azadîyê yên gelê k’urd di têk’oşîna dijî têr’orîstên DAÎŞ-ê da daxuyand. Wê demê wî bi t’aybet got, ku di Sûrîyayê da ji bilî art’êşa hukumeta Serokdewlet Esed, wisa jî têk’oşer’ên k’urd li dijî DAÎŞ-ê û r’êxistinên têr’orîst ên dinê bi r’êalî kesek şer’ nake...

Û li vira pirs dertê hole: “Lê koalît’sîona antîtêr’orî ya navnet’ewî di bin r’êvebirîya DYA da heya naha bi çi va mijûl bûye?”

Di vê derbarê da di çapemanîyê da gelek hatye nivîsîn, qîmetên dijberî hev derk’etine hole: hinekan (di nav wana da, wisa jî, k’urdan!) gavên serokdewletê R’ûsîyayê slav kirin û digotin, ku ji bo aştîyeke mayînde û aramîyê ewê bibe bingeheke erênî, lê hineke dinê di wê da serûbinhevbûna hemû planên xwe didîtin û, anegorî wê, her tiştî dikin, ji bo ku ji wê t’evgerê r’a bibin asteng... Ew, ku di asîmanê ser Sûrîyayê da hêzên hewayî yên T’irkîyayê li balafir’a SÛ-24 a R’ûsîyayê xistin, ew hewla yekem bû, ji bo ku r’ê li pêşîya t’avgera leşkerî a R’ûsîyayê ya di Sûrîyayê da bigirin, di navbera R’ûsîyayê û T’irkîyayê da p’evçûnan derxin û, di encama wê provokat’sîonê da, di navbera R’ûsîyayê û NATO-yê da şer’ derk’eve! Lê R’ûsîya li dû wê provokatsêonê neçû û bi bawer têk’oşîna xwe li dijî k’omên r’adîkal didomîne, helbet, wisa jî ji bîr nake, ku divê ji wan, ên ku li pey wê provokatsîonê va sekinîbûne, bipirse...

Lê, her çi jî hebe, îro tiştek li ber ç’avan e: êdî kesek nikare, çerxa dêrokê paşva bizivir’îne!

Ev pêvajoya di cîhana me da p’êwendîya xwe bi hemûyan r’a heye, û em, kurd jî, derî vê pêvajoyê neman!

… Piştî sed salî gelê k’urd careke dinê li ber hilbijartinê sekinye – di vê r’ewşê da ewê çi bike û dê bi k’uva her’e?

Eger, em bibêjin, pey Şer’ê Cîhanê yê Yekem r’a k’ud ne amede bûn, ku ç’arenûsa xwe bi xwe hildin destê xwe, ji ber ku, ew bê t’evger bûn, xwetêgihîştina net’wî cîhê xwa dabû ya olî, îdêya (r’aman) net’ewî nînbû û, ya here sereke, r’êberekî net’ewî nînbû, yê ku bikaribûya wana li dora wê îdêyayê bike yek, lê naha r’ewş cuda ye. Di navbera vê sedsalê da k’urdan hem xiyanet dîtin, hem p’arç’ekirina welatê xwe – Kurdistanê! Ewan wêranî, êrîş, xelayî û bêst’arî dîtin! K’urdan t’alana li ser asta fermî, têr’ora dewletê û t’evkujî dîtin! Lê, her çi jî hebe, ew bi t’evger bûn, li dora T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî civyan û bûn yek û îro di herçar p’arçeyîn welatê xwe da ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî têdik’oşin...

Û ev bû dewrguhêr’înekê di dîroka gelê k’urd û sazûmanbûna net’ewa kurd a vê serdemê da. Û ev net’ew, her çiqas hewlên hêzên wêranker û xwefiroş hebin jî, bi bawer berbi armanca xwe va diçe – çi dibe bila bibe, mafên xwe bi dest bîne, yên ku bi bêdadî ji wî hatine standin, û cîhê xwe yê hêja di nav civaka cîhanê da bigire.

Gelê k’urd û r’êvebirîya T’evgera R’izgarîxwaz a Net’ewî wisa jî berpirsîyarîya xwe li hember civaka cîhanê têdigihîjin, lewra jî, ewana hem armanca têk’oşîna xwe li dijî r’êjîmên dagerker yên herêmê jibîrnakin, hem jî bi aktîvî beşdarî têk’oşîna li dijî gefa (t’ehdîd) ser şaristanîya mirovahîyê ya ji hêla k’omên têr’orîst ên DAÎŞ-ê va dibin. ... Bi têk’oşîna xwe k’urdan nîşanî t’evahîya cîhanê dan, k’a mirov çawa dikare bi r’astî li dijî wê kula sedsala bîstûyekem r’aweste...

Û evê yekê jî da bi r’astî hemû dewlet di cîhanê dibînin û dip’ejirînin – hem ew, ên ku li dijî DAÎŞ-ê ditêk’oşin, hem jî ew, ên ku bi xwe DAÎŞ sêwirandine, bi ç’ek kirine û îro jî bi her awahî alîk’arîyê didn wê. Û lewra jî, dewletên beşdar ên koalîtsîona antîtêr’orê di kesê k’urdan da t’enê wê hêzê dibinin, ya ku dikare di pirsa têk’oşîna li dijî DAÎŞ-ê da bibe faktora bir’yardar. Hemû dewlet dibêjin, ku ew amade ne, ç’ekan bidin kurdan, ji bo ku ew li dijî wan k’omên r’adîkal têbik’oşin. Ango, dixwazin, kurdan di têk’oşîna li dijî wê gefa ser şaristanîya mirovahîyê da bik’ar bînin. Û hew! Û hîç kesek heya naxaze jî di derbarê wê têk’oşînê da bizanibe, ya ku gelê k’urd bi sedsalan ji bo mafên xwe meşandye... Û, dibe ku, ji bo wan hîç baldar jî nîne, k’a piştî têkbirina wan k’omên r’adîkal û “serk’evtina” hêzên koalît’sîonê r’ewşa k’urdan dê çawa bibe. Û bêdadîya here mezin dê ew be, ku ewê “serk’evtinê” bi hêzên kolît’sîonê r’a wisa jî dê ew dewletana pîroz bikin, ên ku K’urdistan di nav xwe da çarp’arç’e kirine: T’irkîya, Îran, Îraq û Sûrîya! ...Heya nayê bîra hîç kesekî jî, k’a gelê k’urd di bin desthilatdarîya wan r’êjîmên barbar ên R’ojhilata Navîn da çi dîtine û çi k’işandine!

Dewletên gewre di vî şer’î da armanc û berjewendîyên xwe hene... Ewana ne ewqas ji hêla mafên mirovî yên gelê k’urd û ewlek’arîya şaristanîya mirovahîyê va li tîk’oşîna k’urdan a li dijî DAÎŞ-ê dinihêr’in, çiqas ji bo wê, ku di çarç’oveya vê têk’oşînê da bi alîk’arîya k’urdan bigihîjin armanc û berjewendîyên xwe yên dewletî yên vê demê.

Helbet, her dewletek dixwaze, ku di vî şer’î da hêzên k’urdî li r’ex wan bin û alîk’arîya pêkanîna erk û p’eywirên wan ên dewletî bikin! Lewra jî ji bo wan armanc û berjewendîyên T’evgera R’izgarîxwaz a gelê k’urd hîç jî ne girîng in. Û divê bê zanîn, ku gelê k’urd têk’oşîna xwe ne li dijî DAÎŞ-ê, lê li dijî r’êjîmên herêmê destpêkirye, yên ku sersedem û ç’avkanîyên hemû bedbextîyên wî ne, lî îro, wisa bûye, ku ew bi xwe jî bûne armanca êrîşên wan k’omên r’adîkal ên têr’orîstî.

Ewana hîç tê jî nagihîjin, an hîç xema wan jî nîne, ku k’urdan berî p’eydabûna DAÎŞ-ê jî bi sedsalan têk’oşîna xwe domandine, û îro jî li dijî r’êjîmên dagerker û k’oledar didomînin – ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî yên binpêkirî! Û piştî serk’evtina li dijî wê hêza dijmirovî ya sedsala bîstûyekem, bi hêzên koalît’sîonê r’a wisa jî hem Sûrîya, hem Tirkîya, hem Îraq û hem jî Îran dê “serk’evtinê” pîroz bikin!? Û anegorî daxwîyanîyên dewletên gewre ên di derbarê yekp’arebûna wan dewletan da, k’urd dê dîsa destevala ji vê têk’oşînê derên!?

Lêbelê, divê ev camêrana ji bîr nekin, ku mafê gelan ê bir’yardayîna ç’arenûsa xwe li ser prênsîpa yekp’arebûna dewletan r’a ye. Ji bilî vê, di vê serdema me da êdî mînakên xwebiryardana gelan hene, yên ku di nava sazîyên dewletên demekê yên serbixwe da bûne: yên Yûgoslavîya Fêdêral û Çêxoslavakîyayê û, dawîya dawîyê, Qerebax, Osêtîya (Alanîya) Başûr, û Qrîm... Îro êdî Welatê Baskan û Îrlandîya Bakûr jî berbi wê va diçin.

Û evê pêvajoyê hîç kesekê nikaribe r’awestîne!

Şer’ê dijî k’omên têr’orîst ên r’eng û şêwazên cuda dê bidawî bibe (zû, an derng!), lê têk’oşîna gelê k’urd a ji bo mafê xw yê bir’yardanê dê bidome, heya civaka cîhanê wî mafî nas neke. Û , eger dewletên gewre yên cîhanê vê carê jî ç’avên xwe li ser pirsgirêka k’urdî bigirin, wê demê di Herêma R’ojhilata Navîn da şer’ û pevçûn dê bi şêwaz û pîvanên dinê bidomin...

Mafê dewletên gewre nine, bala xwe nedin ç’arenûsa gelê k’urd ê pêncîmîllîonê, yê ku welatê wî – K’urdistan, bûye mêtîngeha (kolonî) navnet’ewî. Eva deynê exlaqî û deynê r’ûmetê û wijdanê yê r’êvebirîyên wan dewletan e, yên ku bi wan r’êjîman r’a (yên faşîst û ne yên ewqasî faşîst!) di nav p’êwendîyên dîplomasî, aborî û yên leşkerî-teknîkî da ne. Lê, eger mirov ji hêla wan k’arên dijmirovî yên r’eş va, yên ku li hember gelê k’urd hatine pêkanîn, li pirsê binihêr’e, wê demê pirs dertê holê:

– Gelo ev dewletên navborî çiqasî ji DAÎŞ-ê çêtir in?

Binihêr’in, k’a art’êşa dagerker a T’irkîyayê îro di gund û bajrên Bakûrê K’urdistanê da çi tîne serê k’urdan û wan dîmenan anegorî hovîtîyên k’omên r’adîkal ên DAÎŞ-ê bikin, û hûnê bibînin, ku leşkerên t’irk di K’urdistanê da bêhtir bi hovane t’evdiger’in, ne ku ew k’omên r’adîkal-îslamî. Û, dawîya dawîyê, ji k’urdan bi xwe bipirsin, û ewê di derbarê hemûyan da ji we r’a vebêjin û bi belge hemû hovîtîyê r’êjîma T’irkîyayê, yên ku ew li hember hemwelatîyên xwe pêk tînin, li ber we r’axin!

D sûrîyayê da berî p’eydabûna DAÎŞ-ê heya ne hemû k’urdên di wê dewleta “erebî” da dijîyan, mafê wanî welatîyê hebû, ew bêmaf bûn, zar’okên wan piştî dibistanê an zanîngehan nikaribûn dîplom bistandana (û anegorî wê jî, bê k’ar diman), ji ber ku ne welatîyê wê dewletê bûn. Ji dewletên ereban ên dinê eşîrên erebên nîvk’oç’er danîn R’ojavayê K’urdistanê, li ser asta dewletê erdê niştecîyên k’urd ji destê wan digirtin û didane wan koç’eran û bi wê yekê li ser xaka R’ojava k’emera erebî sazkirin – ji ber vê jî, ji hev qutbûna erdên k’urdan, ji ber vê jî, ji hev dûrbûna kantonên R’ojavayê derk’etine holê... Û bi vê r’a jî hêzên t’aybet ên beesî r’oj di nava r’ojê da aktîvîst û r’ewşenbîrên k’urd dir’evandin, û heya naha jî kesek haş ji çarenûsa wana nîne... Lê hemû r’aperînên k’urdan di nav xwînê da dihatin fetisandin (t’evkujîya Qamuşloyê ya sala 2004-an her t’enê mînakeke hovîtîyên r’êjîma beesî ya Sûrîyayê ye!).

Lewra jî, Beşar Esed dive ji DAÎŞ-ê r’a bibêje – spas!, ya ku bû sedem, ku ew ji katêgorîya dîktatorê zulmk’ar derbazî nav katêgorîya “gorîyan” bûye (a, di demên wa da ye, ku hatye gotin: “Bextewarî dê nehata, lê bextr’eşî pêr’a bû alîk’ar!”), ew divê ji Serokdewletê R’ûsîyayê Pûtîn r’a peykerekî dayne, yê ku wî û welatê wî ji êrîşên k’omên îslamî yên r’adîkal dip’arêze...

Mirov di derbarê Îranê da çi dikare bibêje? R’êjîma Îranê jizûva li hemberî gelê k’urd şer’ekî herî fêlbaz û bi t’ehlûke dimeşîne – bê deng û hes gênofonda net’ewî ya gelê k’urd t’une dike, dem bi dem r’êberên t’evgera r’izgarîxwaz a k’urdî dikuje: di bin navê, xwedêgiravî, divê li ser pirsa ç’areserkirina pirsgirêka k’urdî biaxivin, bi r’êberên k’urdan r’a ji bo hevdîtinê cîh û dem diyar dikirin… û bi nemamî ew dikuştin (Muhemmed Qazî, Qasimlo, Şerefk’endî!). Û îro jî r’êjîma Îranê hema-hema her hevtê nûnerên r’ewşenbîrîya k’urdî ceza dike… Nûnerên r’êjîmê bi r’êbazên sedsalên navîn k’urdan darda dikin, li ber ç’avên girseya gel, hema di k’ûç’e û kolanên bajaran da, û bi wî awahî şowa ç’avtirsandinê lidar dixin…

Di vê pêşbirka t’unekirina k’urdan da, bi girseybûn û zulmk’arîya xwe va, bi t’aybet r’êjîma T’irkîyayê ya AKP-ê ya bi serokatîya Erdoxan, cuda dibe. Dibe ku kirên r’êjîma hîtlêr a demekê li ber van hovîtîyên r’êjîma Erdoxan p’ir’ biç’ûk bên xuyan … Lê heya van bûyerên dawîyê T’irkîya welatê “dost” ê R’ûsîyayê bû, û Erdoxan jî hevk’arekî “pêbawer” bû. Balk’êş e, eger Erdoxan fermana xistina balafir’a r’ûsî ya SÛ-24 neda, r’êvebirîya welêt dê ç’avên xwe li ser hovîtîyên wî, li ser siyaseta wî ya têr’ora dewletê û t’evkujîyê bigirta, ya ku ew li hember k’urdên hemwelatîyên xwe dimeşîne?!

...Dema mervkujên wî yên îslamî bi fermana wî di R’oboskîyê da, di Licê, Colamêrgê, Şirnaxê, Nisêbînê da, di Geverê, Amedê, Sirûcê û… Ankarê da t’evkujî li hember gelê k’urd pêk danîn, wê demê ev civaka cîhanê ya “şaristanî” li k’u bû? Ev civaka anegorî k’îjan normên exlaqî van merixur û merivkujan t’ehmûl dike, û heya wana dike endamên koalîtsêona antîtêr’orîstî ya navnet’ewî!

Ma ev bênirx û bêr’ûmetkirina hemû pîrozî û nirxên mirovî nîne?

Û Erdoxan, di bin navê “têk’oşîna” li dijî r’adîkalên îslamî da, baregehên PKK bomberdûman dike. Ango, ew derbê digihîne baregehên wê r’êxistinê, ya ku yekîneyên wê hêza bingehîn in di têk’oşîna li dijî r’adîkalên DAÎŞ-ê da û hêza serk’êş in di wê têk’oşînê da. Ango, T’irkîya vekirî têr’orîstên r’adîkal-îslamî dip’arêze û li dijî wê koalîtsîonê şer’ dike, ya ku ew bi şêwazî endama wê ye. Û ev jî ne hemû ye! T’irk wê nevtê difiroşe, ya ku DAÎŞ bi t’alan ji wan axên dagerkirî dibe û bi wan p’ereyan ji bo wana ç’ek û teknîkên leşkerî yên şêr’ dişîne...

Û, lewra jî, dema Amêrîka, T’irkîya û hevpeymanîyên wana îro ferz dikin, ku serokdewletê Sûrîyayê Beşer Esed dive dest ji k’ar berde, pirs dertê holê: “Lê Erdoxan, lê r’êjîma Îranê, yan karbidest û xwedîyên têr’ora navnetewî yên dinê, yên ku di cîhanê da ne kêm in û, yên ku îro heya koalîtsîona xwe ya “antîtêrorê” saz dikin?! Ewana bi çi ji Beşer Esed çêtir in?”

Û li vira jî pirseke dadwerî dertê holê: “Gelo mafê k’ê heye, bir’yarê bigire, k’a k’î divê bimîne, û k’î her’e?” – Helbet, ên ku di vê cîhanê da ji hemûyan bêhtir zulm û zordarîya r’êjîma beesî a Sûrîyayê dîtine, k’urd bi xwe bûne. Lê k’urd di destpêkê da ji bo mafên xwe li dijî vê r’êjîmê têk’oşyane, û her t’enê paşê ev k’omên r’adîkal-têr’orîstî p’eyda bûne, û k’urd ji milekî va wisa jî beşdarî têk’oşîna li dijî van bûne.

Hema, li vira çi k’arê Amêrîkayê û T’irkîyayê heye? Anegorî k’îjan norm û qanûnên navnet’ewî ewana dixwazin Esed ji ser t’ext bavêjin? Çi mafê wan ê exlaqî ji bo wê heye? Ewê îro Esed ji ser t’ext bavêjin, lê sibê jî dê yekî dinê daynin şûna wî – dîktatorekî xwe yê dinê, yekî weke Somosa, Seddam Huseyn, an Erdoxan!?

Helbet, k’î jî vê r’êjîm bir’ûxîne, ji bo k’urdan ferqa xwe nîne û ne ewqas girîng e! Lêbelê, k’î dixwaze ewê pêk bîne? Erdoxan? Ew, ê ku êdî jzûva bûye “bavê” DAÎŞ-ê, yê ku siyaseta têr’ora dewletê û t’evkujîyê li hember welatîyên xwe dimeşîne? Yê ku nevta DAÎŞ-ê ya t’alanê dike p’ere û bi wan p’ereyan ji wan k’omên têr’orîstî r’a ç’ekan û teknîka leşkerî dişîne, ji wan ra dibe alîk’ar, ku ew merivkujên nû berevbikin û têr’orîstên birîndar qenc bikin?.. Ma, gelo Amêrîka û hevpeymanîyên wana yên “bloka dijî Esed” haş ji van nînbûn, dema T’irkîya hildidan nava koalît’sîona antîtêr’orîstî?..

Li vira divê bê zanîn, ku di vê pirsê da di sêrî da têgihîştina pirsê ya r’êal û bi pîvan R’ûsîyayê da xuyan, dema got, ku ji bo pêşer’oja Sûrîyayê û serokdewlet Esed divê gelê Sûrîyayê bir’yara xwe bide. Helbet, ev dîtineke r’ast e. Lê, wê demê divê azadîyê bidin gel û derfetan biafirînin, ku ew wê peywira xwe pêk bîne, û ne ku wî t’enê di bin t’ehdîda t’unekirinê da li hember hêzên t’aybet ên beesî yên Beşer Esed bihêlin!

Di vê çarç’oveyê da daxuyanîya Wezîrê k’arên derva ya R’ûsîyayê Lavrov dihêle, ku k’urd hinekî bi fesal nêzêkî pirsê bibin. Ewî gotibû, ku divê destûr neyê dayîn, ku Sûrîya li ser bingeha êt’nîkî û aynî bê p’arç’ekirin... Lê mirov dixwast hêvîbikira, ku mabesta wî di derbarê p’arç’ebûna Sûrîyayê ya di bin bandor’a hêzên derva da ye!

Lê, eger Sûrîya bi xwe p’arç’e bibe?...

Belê, li ser r’êya ç’areserkirina pirsgirêka Sûrîyayê pirseke ne sade li pêşîya civaka navnet’ewî sekinye. Em bibêjin, R’ûsîya û Amêrîka hev r’ûnîn (û ji bo vê jî hêvî heye!) û bi hewlên hevbeş DAÎŞ-ê têk bibin. Wê demê ewana divê bi vê r’a wisa jî li wan r’ê û r’êbazan biger’in, k’a wê çawa di vê herêmê da pirsgirêka k’urdî ç’areser bikin, ji ber ku neç’areserbûna pirsgirêka k’urdî ji hêlekê va wê nemirovî û bêdadî be, ji hêla dinê va jî, bêyî ç’areserkirina wê pirsgirêkê di wê herêmê da dê nikaribe aştî hebe.

Ji bo ku ev herêma p’ir’ zêryayî dawîya-dawîyê aştîyê bibîne, divê pirsgirêka k’urdî di Sûrîyayê, T’irkîyayê û Îranê da bê ç’areserkirin. Dewletên gewre divê alîk’ar bin, ku di Îraqê da pirsgirêkên xwerêvebirîya k’urdî heya dawîyê bên ç’areserkirin, a ku di gelek pirsan da nivîşkan û nîvhero maye, pirsa wan axan, ên ku li ser pirsa statûsa wan gengeşî hene, bê zelalkirin û helek ji wan r’a bê dîtin...

Hema di sêrî da divê bê zanîn û p’ejirandin, ku di wan dewletên navborî da k’urd ne kêmnet’ew in, ku ew net’ewa dewletsaz in. Û wek prênsîp ne r’ast e, dema pirsgirêka k’urdî di wan welatan da wek pirsa kêmnet’ewan tê nirxandin! Wek prênsîp!

Di Sûrîyayê da k’urdan êdî pir’anîya axa Rojavayê K’urdistanê r’izgar kirine, ewana sazîyên xwer’êvebirinê yên dêmokratîk û hêzên xwe yên p’arastinê (YPG/YPJ) damezirandine. Di vê r’ewşê da ewana dikaribûn serxwebûna xwe daxwîyandana. Lê di vê r’ewşa heyî da, eger Sûrîya bibûya k’omareke dêmokratîk a konfêdêratîv, bêyî pêveka “erebî”, weke tiştekî mîna: “K’omara Dêmokratîk ya Sûrîyayê”, “K’omara Konfêdêratîv a Sûrîyayê” an jî yeke dinê, wê demê, dibe ku nûnerên hinek gel û ayînan ew bip’ejirandina... û wê demê, dibe ku bikaribûna hebûna wê bip’arastana, her çiqas, Sûrîya û, wisa jî, Îraq, wek dewlet, hema di sêrî da bi sunî hinartî bûne...

R’îjîma AKP-ê ya Erdoxan di T’irkîyayê da bi siyaseta xwe ya têr’ora dewletê û t’evkujîyan a li dijî gelê k’urd daye xuyan, ku ew nikare welêt r’êvebibe, ku di Bakûrê K’urdistanê da gel êdî jizûva nikare û naxwaze ç’arenûsa xwe bispêre destê wê r’êjîmê. Ku ewê r’êjîmê anegorî hemû normên navnet’ewî r’ewabûna xwe winda kirye, ku divê trîbûnelek (dadgeh) navnet’ewî bê sazkirin û pirsa r’êvebirîya vê r’êjîmê wek pirsa sûck’arên leşkerî bê lêpirsîn, yên ku sûcê giran li dijî mirovahîyê pêk anîne... Ji bo vê jî her mercek heye, ku Amêrîka vana nede ber sîwana xwe û nep’arêze. Eger ev sûck’arên şêr’ ji holê bên r’akirin, ew pêvajo, ya ku Partîya Dêmokratîk a Gelan (HDP) destpêkirye, bi hevpeymanîya Partîya K’omarger a Gel (CHP) dikaribûn T’irkîya bigîhandana veguhêr’nên dêmokratîk, û gelên vî welatî dê bikaribûna bi xwe bir’yar bidana, ka ewê dê çi dewletê da bijîn...

Heman tiştî mirov dikare di derbarê Îranê da jî bibêje. Heya dewletên gewre bi pirsa ji hêla Îranê va sazkirina ç’eka nûklerî va mijûl in, r’êjîma sedsalên navîn a vî welatî gav bi gav gênofonda gelê k’urd t’une dike, bêyî ku çeka nûklerî bik’ar bîne, lê bi wan r’êbaz û hêmanan, ên ku ji bikaranîna ç’eka atomê jî bi t’ehlûketir e…

Pirsa çareserkirina pirsgirêka kurdî di van welatan da divê di civîna Şêwra Ewlekarîyê ya Net’ewên Yekbûyî da bê nirxandin. Dawîya dawîyê ev sazîya r’ewa ya navnet’ewî divê r’ojekê ji bilî erkên xwe yên ç’avdîrîyê, ş’opandin û şêwirdanê bi r’astî dest bavêje ç’areserkirina wan pirsgirêkan, ên ku di welatên cuda yên cîhanê da hene. Êdî jizûva dem e, ku R’êxistin Net’ewên Yekbûyî xwe bi r’astî weke R’êxistina Net’ewan bide xuyan, ne ku wek ya Dewletan. Divê Net’ewên Yekbûyî r’êxistina navnetewî ya ser dewletan r’a be, ya ku dikaribû pirsên ç’arenûsa gelan ç’areser bikira, yên ku ji ber sedemên dîrokî pirsa mafên xwerêvebirin û bidewletbûnê da bêp’ar mane. Divê maf û derfetên vê R’êxistinê hebin, ku ew bikaribe bandora xwe li ser pêvajoyên hundurîn ên welatên cuda bihêle û alîk’arîyê bide wan, ku ew wan pirsgirêkana ç’areser bikin, ên ku têk’ilîdarî binpêkirina norm û qanûnên navnetewî ne…

Û, ya dawîyê: îro r’êvebirên hemû dewletên gewre xwemukur tên, ku yekîneyên têk’oşerên k’urd di têk’oşîna li dijî p’er’anîyên r’adîkal-îslamî yek ji hêzên sereke ye. Dibe ku ewana wisa jî dizanin, ku têk’oşîna wan yekîneyan, wisa jî ya t’evahîya T’evgera Azadîxwaz a Gelê K’urd ji hêla PKK-ê va tê koordînekirin. Ku îdêolog û sazûmankarê PKK-ê jî, bi xwe Abdullah Ocalan e. Hemû jî dizanin, her çiqas, bir’êz Ocalan di hebsê da ye jî, r’uhdar û r’êvebirê T’evgera R’izgarîxaz a Net’ewî dîsa ew e. Ku şer’vanên k’urd bi duruşma “Bijî Serok Apo, bijî K’urdistan!” diçine êrîşê, wek ku leşkerên Sovêtê di Şer’ê Nîştîmanî yê Mezin da (Şer’ê cîhanê yê Duyem) bi duruşma “Ji bo nîştîman, ji bo Stalîn!”diçûne êrîşa li dijî faşîstan, t’enê bi cudahîyekê, ku Stalîn wê demê serokê Yekîtîya Sovêtê ya gewre bû, lê Abdullah Ocalan îro di hebsê da ye!..

Û ew di hebsê da ye, ne ji ber wê, ku hêzên t’aybet ên T’irkîyayê ew girtine, lê ji ber wê, ku amîrîkîyan ew girtine û r’adestî t’irkan kirine! Pirs dertê hole – ji bi çi?

PKK r’êxistineke anîtêr’orîst e, ewê ji bo mafê gelê xwe dijî têr’ora dewletê û siyaseta t’evkujîyê ya r’êjîma faşîst a t’irk dest bi têk’oşînê kirye. Ewê di dema xwe da Peymana Jênêvayê (Cenevra) ya di derbarê mercên meşandina şêr’ da binnûs (îmza) kirye. Şêwra Ewlek’arîyê ya Net’ewên Yekbûyî, R’ûsîyayê û dewletên gewre yên dine PKK wek r’êxistineke têr’orîst nasnekirine û îro jî nas nakin… Weha, Andrêy Karlov, ê ku baylozê R’ûsîyayê ye di Ankarayê da ye, di Wezareta k’arên derva ya T’irkîyayê da çi gotye: “…Partîya K’arkerên K’urdistanê û Partîya Yekîtîya Dêmokratîk ne ji hêla R’ûsîyayê, ne jî ji hêla Şêwra Ewlek’arîyê ya Net’ewên Yekbûyî va wek r’êxistinên têr’orîst nayên naskirin…”

Û, balkêş e, anegorî k’îjan mafan, Amêrîka, ya ku li pişt hemû r’êxistinê têr’orîst ên cîhanê va sekinîye, r’êjîma faşîst a T’irkîyayê daye bin baskê xwe, bi korsanî r’êberê gelê k’urd girtye û r’adestî r’êjîma wî welatî kirye?

Ji bo ku dawîya dawîyê ev herêma zor û zêrandin dîtî aştîyê bibîne, û gelê k’urd bibe xwedî maf, pirsa azadîya r’êberê gelê k’urd birêz Ocalan pirseke prênsîpî ye, û k’arê wî jî di vê t’êkoşînê da pêkereke (faktor) biryardar e. Ev pirs dive ji hêla Şêwra Ewlek’arîyê ya Net’ewên Yekbûyî va bê nirxandin. Civaka cîhanê dive bi korsanî r’evandina r’êberê gelê k’urd Abdullah Ocaklan şermezar bike û wî di bin garantîya Net’ewên Yekbûyî da azad bike û dewletên ku li dijî wî sûc kirine, wan mecbûr bike, ku ji bo hmû zîyanên ku gîhandin wî (yên maddî û menewî), bersîvê bidin…

Lê îro, heya r’êberê gelê k’urd di hebsê da ye, mirov nikare bawerîya xwe ne bi ç’areserîya pirsgirêka k’urdî bîne, û ne jî li pirsên aştî û aramîya herêma R’ojhilata Navîn bi giştî. Û, wek ku bir’êz Ocalan bi xwe dibêje: “…Heya k’urd di r’ewşeke weha da ne, ev cîhana bi qusûr e, nivîşkan e, ew mehkûm e. K’urd heya r’adeyekê encama helwesta neyînî ya mirovahîyê ne, û ji vê hêlê va – trjêdîya wê ne”.

Berfanbara sala 2015-an

Hûn wisa jî bi r’ûsî dikarin bixînin:

http://kurdinfo.ru/?p=18581