Dek û dolab,dek,û,dolab

Dek û dolab

A+ A-

Samî TAN

Li Tirkiyeyê kar û bar bi dek û dolaban dimeşin. Pergala Tirkiyeyê pergala dek û dolaban e. Di nav hişmendî û behremendiya rêveberiya tirkan de tecrûbeya bi sedan salan a dek û dolaban, bi gotineke din tecrûbeya komplogeriyê heye. Di kar û barên dewletê de dek û dolab, komplogerî û xapandin bûye dab û nêrîtek. Tirk pêşî ji çîniyan hînî karên rêveberî û dolabgeriyê bûn. Li Çînê xanedanên mezin hebûn, hê jî li ser wan xanedanan rêzefîlm têne pêşkêşkirin, di wan rêzefîlman de dek û dolabên di nav rêveberiya xanedanan de li ber çavan têne raxistin. Hoz û eşîrên tirk piştre ketin nav şaristaniya Îranê, dewletên Xeznewî û Selçûkî di nav vê medeniyetê hatine avakirin. Piştre tirk hatin Anatoliyê û bûn mîratxurên desthilatiya bîzansî. Di lîteratûrê de gotina “lîstikên bîzansiyan” navdar e. Li ser heman bingehê gotina “Dek û dolabên Osmaniyan naqedin” derketiye holê.

Gava ku li welatekî rêveberî demeke dirêj di destê hêz, kom, çîn û derdorekê bimîne, ew dek û dolab di tenê di nav wê koma desthilatdar de nuxamtî û veşarî têne kirin. Lê belê kengî ew kom û çîn bi awayekî ji awayan cihê xwe ji komeke din re bihêle, hingî ew dek û dolaban bi awayekî zelal li ber çavan têne raxistin. Li Tirkiyeyê bi salan kar û barên rêveberiyê bi rênîşandêriya “pirtûka sor” li gorî “berjewendiyên berz û bilind ên dewletê” hatine meşandin. Lê belê piştî sala 2002’yan ew komika ku hêzên çekdar kakilê wê pêk tînin, gav bi gav ji textê desthilatiyê hate bidûrxistin. Piştî wê, êdî dek û dolabên ku li pişt dîwarên stûr ên qesr û qonaxan dihatin kirin êdî li mezatê li ber çavên her kesî hatin kirin.

Komikên ku şerê desthilatiyê dikirin, li ber çavên her kesî dafik danîn ber hev, bi dek û dolaban hev û du xistin kemîn û dafikan.

Li Tirkiyeyê her kes hîn bûbû ku kurd û tirkên çepgir û azadîxwaz wekî terorîst werin binavkirin û li ser vê angaştê jî bên girtin, êş û azarê bikêşin û hin caran jî bên kuştin. Lê piştî vî şerê desthilatiyê general, şefên polîsan, rektorên zanîngehan di şevekê de bûn terorîst û bi hincetên cur bi cur hatin girtin û bi salan di girtîgehê de man. Di şerê desthilatiyê de rêzikek heye, li gorî wê rêzikê divê bindest bi tu awayî ji vî şerî sûdê wernegirin. Lewma jî bi operasyonên Ergenekonê re hevdem operasyonên li ser navê KCK’ê dest pêk kir, li aliyê din jî ew polîs û generalên ku hatin girtin bi tu awayî ji ber tiştên ku anîbûn serê bindestan nehatin darizandin; di vî warî de kesî ji wan tu hesab nexwest. Piştî demekê ev şer gihaşt encamekê û hikûmeta AKP’ê desthilatiya xwe mîsoger kir. Li pey vê yekê hikûmetê dît ku hevalbenda wê civat Gulen li pey hinek dek û dolaban e û dixwaze îcar wê bixe kemînê, îcar li wê vegeriya û dest bi dek û dolabên nû kir. Ew ên ku di şerê desthilatiyê de têk çûbûn, bi awayekî hatin berdan, niha ew qala dek û dolabên ku li serê wan hatine gerandin dikin. Îcar şirîkên berê, bi gilî û gazin, bi hawar û qîrîn desthilatiyê rexne dikin û dibêjin, “Me ew dek û dolab li ser fermana hikûmetê gerandine”, lê belê kes guh nade wan.

Desthilatdar dek û dolaban bi tenê li dijî hevrikên xwe yên desthilatiyê nakin. Gelek caran li dijî hêzên azadîxwaz jî vê çekê bi kar tînin. Ji bo wan parastin desthilatiyê armanca sereke ye û ji bo vê yekê her rê û rêbaz rewa ye. Hêz û komikên desthilatxwaz dek û dolaban ji bo bidestxistin û qewînkirina desthilatiyê wekî çekeke karîger bi kar tînin. Hemû kes û komên ku desthilatiya wan dixin metirsiyê, hemû kes û komên ku li gorî daxwaz û armanca wan tevnagerin, xizmeta berjewendiyên wan nakin, dibin armanca van êrîşên komploger.

Bo nimûne Enstîtuya Zimanên ku Dijîn a Zanîngeha Mêrdînê ji hêla vê hikûmetê ve hate avakirin. Armanca avakirina wê jî ji aliyê siyasî ve têkbirina têkoşîna gelê kurd bû. Lê belê rêveberî û mamosteyên vê enstîtuyê di gel hemû gef û êrîşan jî neketin xizmeta polîtîkayên hikûmetê. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa komplogeran. Serokê enstîtuyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber vê yekê îro bûye mexdûrê komplogeran. Divê mirov vê rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê helwesta xwe diyar bike. Bi kurtasî divê em dek û dolabên komplogeran deşîfre bikin û em nehêlin ku ew birêz Yildirim bikin qurbanî.


Gotinên miftehî :