1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Dem dema xwedîlêderketina Heskîfê ye
Dem dema xwedîlêderketina Heskîfê ye,Dem,dema,xwedîlêderketina,Heskîfê,ye

Dem dema xwedîlêderketina Heskîfê ye

A+ A-

Di van mîratên me yên çandî de, dîrok, serpêhatî û hebûna me ve?arî ne. Neteweyên ku nizanin  qedir û qîmetê bidin  nirxên xwe yên çandî û dîrokî, çawa  dikarin hebûna xwe berdewam bikin?  Yek ji armancên serdestan ew e ku nirxên dîrokî yên netewa bindest ji holê rakin.



Ew derdorên  "ji melîk zêdetir melîkparêzin" û heta  canfedayên vî welatî jî naecibînin, îro li ku derê ne ? Li devera ku zanebûn û hestên berpirsyariyê hê bi cîh nebûbin, darizandin û xwe famkirin ne mumkune.  Tenê kesên bi fêm an jî kesên xwedî qîmet dikarin ji nirx û qîmetê fêm bikin û di vê rêyê de gav bavêjin. Madem her kes xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve, hestên berpirsiyariyê li ku derê ne ? Kanîne çalakî ? Di vê demê de, divê xwedî li ?ervanên canfeda û li nirxên netewî were derketin.  Bilindkirina hestên aydiyet û welatparêziyê di vir de ve?arî ye. Eger mirov tenê bi hêrsa kîn û tolhildanê têbiko?e, ev erzanî ye û pê?ketin zehmet dibe.

Serokwezîrê Tirkiyê ku ji dîrok û medeniyetê tu nesîbê xwe negirtiye, Tayyip Erdogan  di dema hilbijartinên 3ê mijdarê de,  soz dabû gelê Eskifê ku dê bajarê wan di bin avê de nehêlin. Lê ew siyaseta rantperest û bê prensîb, ku dibêje "doh doh bû, îro îro ye"  xwe dîsa nî?an da û ji xebatên avakirina bendavê re lemba kesk vexist.

Divê em destûr nedin ku ev xaka me ya dewlemend  were rûxandin, ango texrib kirin û ji bo vê yekê, divê em bi zanebûn gavan bavêjin û xwedî li nirxên xwe derkevin.


Mirov dikare çi bike? Li welatên cûrbecûr, li her gund û bajarî, însîyatîfên  pi?tgiriya bi Eskifê re dikarin werin ava kirin. Kurdistaniyên li Diyasporayê dikarin bi her rêyî nerazîbûnên xwe nî?an bidin û saziyên eleqeder ên navneteweyî bikine nava tevgerê.  Eger her Kurdek  li ser vê meselê nerazîbûna xwe nî?an nede û bi Tayîp Erdogan bi ?ûn ve gav nede avêtin, ev qe?merê Qasimpa?ayî dikare ti?tên nedîtî bîne serê vî milletî. Çawa em razî dibin ku dîrok û qedera xwe teslîmê vî tarîqatperestî bikin, ku wextê gotibû "eger hûn bibêjin Kurd hene dê hebin, eger hûn bibêjin tunene dê tune bin".

Eger em di derheqê Eskîf û geliyê Munzûrê de însiyatîfek bi tesîr bi pê? nexin, tu mafê me tune, ku em hin welatan ji ber helwesta wan a di derheqê Kurdan de  rexne bikin.

Gelo dê ji me re nebejin "Tu xwe weke welatparêz dizanî, lê di vê demê de, ku dîroka te di bin avê de tune dibe, tu hê jî ketiyî pey pirsgirêkên ji xwe mezintir". Niha li holê pirsgirêkeke berbiçav heye ku mirov dikare û mecbûr e li dij derkeve. Eger hest û ramanên welatparêziyê di kesekî de hebe, divê di demên weha de xwe nî?an bide.

Temenê vê bendavê herî zêde pencî sal e û avakirina wê, ji bilî tijîkirina berîka hin  muteahhid û derdorên hukumetê pê ve, bi kêrî tu ti?tekî din nayê. Di gel vê yekê, eger em  destûr bidin, ev bajarê me yê antîk, ku dikarê dîroka me ronî bike, dê di bin avê de bimîne û dîrok tu carî me efû nake. Projeya bendavê berî deh salan hatibû çekirin, lê ji ber hin nerazîbûnan ev proje dane rawestandin. Lê îro dîsa biryar hatiye girtin ku ev proje di cotmeha îsal de destpêbike. Berdewam kirin an jî rawestandina van xebatan maye li ser nerazibûna gelê me.

Eskîf li peravê çemê Dicleyê ye û ji ber rew?a xwe ya stratejîk, ji gelek ?aristaniyan re malovaniyê kiriye. Ji îro û pê ve, ev bajar dikare bibe deverek girîng a tûrîstîk, lê mixabin em  ji vê nirxê xwe yê dîrokî ne hayîdar in.

Hin pispor dibêjin, eger di projeya bendava Ilisu de hin guherînên piçûk werin çêkirin, Eskîf dikare ji vê felaketê were rizgar kirin.

Ji bo vê yekê dem hatiye ku em çepilên xwe bidin jor û heta ji me te xwedî li nirxên xwe yên dîrokî derkevin, ku îspatên hebûna me ne.

Kurdistaniyên  li derveyê welat dikarin saziyên navneteweyî bikin nava tevgerê. Li Ewropayê çend Enstîtuyên Kurdî hene, ev mijara Eskifê jî tam dikeve nava çarçoveya wezifeya wan. Lê bêdengiya wan a li hemberî mijareke ew qas girîng, mirovan dike nava ?ik û gumanan ku ew jî saziyên "qa?o-ma?o’ ne.

Em di pêvajoyeke wisa de ne ku her kesek welatparêz, ku ji dîrok û ?aristaniyê hez dike, lazim e helwesta xwe ya demokratîk nî?an bide.   Hîn ne dereng e. Niha dem dema xwediderketina li Eskîfê ye.


 
Aydin Dere
[email protected]