1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Dengê te bi çiyan re dibû yek
Dengê te bi çiyan re dibû yek,Dengê,te,bi,çiyan,re,dibû,yek

Dengê te bi çiyan re dibû yek

A+ A-

Di ?evên tijî sir de, xiyanetê hukum dajot li ser dilên me.
A?ît dihat bi ser gundên me yên jibîrbûyî ve.
Dengê qêrîn û hawarê bilind dibû ji çiya.
Tirs û xofê digirt ser bajêr.


Dûre di ?eveke tarî de,
li wî gundê sînor ê mayînkirî,
em rastî hev hatin.
Tu bûyî ew a di Newrozê de bi porên pêtbûyî.
Me hev naskir, lewra jana li dilên me yek bû
Ew dilên ku bi hezaran salan e derbeyên giran xwarine.
Em hîç nepeyivîn bi zimanê xwe yê lal.
Dûre em tim di mehên biharê de rastî hev hatin.
Tu bi dû koka xwe ketibûyî.
Tu dareke hinarê bûyî, xwedî kok û kulîlk, tiya baranê.
Koka te digîhî?t zemanên berê; tu bi ronahiyê hatibûyî ?û?tin.
Tu yezdana hîvê Sin bûyî an Zîn a dilbirîn?


Niha wisa melûl melûl nesekine, zivistan wê biçe,
Newroz nêzik e.
Xewn û xeyalên te wê bibin bihar dîsa…
Hebûna me di ?în û lorikên  dayîkên me de ve?artî ne.
Esareta me bêbextiye ger em wê red nekin.
Sirgûn, rêwîtiya dûr û dirêj a bê rawestgeh, ne çare ye.
Di demeke bêperwa de, em ketine pey cihaneke bê derew.
Li welatê sirgûnê, em temenên xwe fûzûlî didine ber bayê.
Li xerîbiyê, sî, ronahî û her der di nava agir de ne.
Em ne ji dîrokê bixeyîdin,
ne jî welatê xwedî heft çeman biterikînin.
Li ser eniya te keskesor û evînek,
diparêzî di çavên xwe de.
Bikene, bila dem ronî bibe.
Binêre di ser te de refên qulungan difirin,
di dilê te de kevok dipelpite.
Nexeyîde û pi?t nede vî welatê xwedî heft çeman.
Ev doz a me ye û em jî  dijîn bi tîrêjên vê rojê.


 
Aydin Dere
[email protected]