Der barê Kongreya Çaremîn de,der,barê,kongreya,çaremîn,de

Der barê Kongreya Çaremîn de

A+ A-

Endamên birêz,

Em wekî Desteya Rêveber û Desteya Amadekar a Kongra IVemîn em dixwazin ji bo pêvajoya KONGRA ÇAREMÎN hin agahiyan li we parve bikin û encamnameya civîna 03.02.2011’an ji we re bişînin.

Ji sala 2004’an vir de Komeleya Nivîskarên Kurd ava bûye û xebatên xwe yên rewşenbîriyê dimeşîne. Di avakirina komeleyê de rêzikname jî hatiye avakirin û divê ku pergala birêvebirina komeleyê jî li gorî vê rêziknameyê be. Piştî Kongreya Yekemîn (ku di meha PÛŞPERê de hatiye lidarxistin); Kongra Duyemîn di Rêbenadana 2007’an de; Kongra Sêyemîn di Rêbendana 2009’an de hatiye lidarxistin. Di vê navberê de Kongreyên Awarte jî hatine lidarxistin û gelek caran rêveberî û serokên vê komeleyê guherîne. Li gorî rêziknameya me, divê ku em ji 2 salan carekê di mehên havînê de kongreyên xwe li dar bixin.

Di Rezbera 2010’an de me xwest ku em Kongreya Awarte li dar bixin; ji bo wê pêşniyaz hebûn. Bi dû nîqaşên dûdirêj û guftûgoyan me wekî rêveberî biryar girt û dîsa biryara xwe betal kir. Ji ber ku komele ji avakirina xwe ve li ser kongreyên awarte meşiyabû. Me got ku bila kongreyên me ji niha bi şûn de bi awayekî asayî pêk werin.

Me biryarê Kongreya Çaremîn girt û me xwest ku em prosedorên fermî bînin cî. Em çûn wîlayetê ji bo ku em agahî û belgeyên xwe radestê wan bikin. Ji me re gotin ku hûn nikarin Kongreya Asayî bikin. Dema kongreya we HAVÎNê ye. Lê hûn dikarin Kongra Awarte pêkbînin. Dema ku hûn niha Kongra Awarte pêk bînin divê ku hûn havînê dîsa Kongra Asayî pêk bînin.  Li ser wê yekê em wekî Desteya Rêveber û Desteya Amadekar ya Kongreyê li hev civiyan û di encama nîqaşa me de biryara paşdaxistina heta HAVÎNÊ meha PÛŞPERÊ ma. Ango piraniya endamên rêveberiyê û yên desteya amadekar ên ku di civînê de bûn gotin ku bila civîn di dema xwe ya asayî de bimîne. Heta wê demê em ê bikaribin amadehiyên xwe xurttir bikin, ji bo ku kongreyeke xurt derbas bibe.

Niha ew ê Desteya Rêveber ya komeleyê karê xwe bimeşîne, bi rêk û pêk civînên xwe û kar û barên xwe bimeşîne.

Desteya Amadekar jî ji niha bi şûn de ew ê du karan bimeşîne; Yek jê, xebatên amadekariya Kongra Çaremîn; ya din jî ew ê ji bo guhertina rêziknameyê û çêkirina rêziknameyeke nû û pêşketî jî xebatan bimeşîne. Desteya Amadekar ji bo guhertina rêziknameyê di serî de bi Desteya Rêveber re û bi hemû endamên Komeleyê re dê danûstandinê bike û bi wan bişêwire. Hemû endamên komeleyê dikarin rûbirû hevdîtinan bi Desteya Amadekar re pêk bînin û dikarin bi peyam û pêşniyazên xwe xebatên desteyê xurt bikin. Hemû endamên komeleyê dikarin peyamên xwe ji navnîşana [email protected] re bişînin. Ew ê ji aliyê Desteya Amadekar ve bêne nirxandin.

Wekî encam;

Em wekî Desteya Rêveber di wê zanînê de ne ku me peywira xwe baş neaniye cî. Ji ber hin sedeman ev bû du car in ku kongra me pêk nayê. Ji ber vê em wekî Desteya Rêveber ji hemû endamên xwe lêborînê dixwazin.

Em dibêjin ku heta Kongra Çaremîn em ê peywirên xwe bînin cî û ji bo ku kongreyeke xurt li dar bikeve bi desteya amadekar re em ê xebatên xwe xurttir û baştir bikin.  (03.02. 2011)

Digel Silavan

DESTEYA RÊVEBER A KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD
 


Gotinên miftehî :