1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Der barê lêkera hebûnê de
Der barê lêkera hebûnê de,der,barê,lêkera,hebûnê,de

Der barê lêkera hebûnê de

A+ A-

Ji bo ku mebesta min a der barê lêkera "hebûn"ê de baş were fehmkirin, min divê ez bidim xuyakirin ku lêker ne ji aliyekî ve lê bele ji çend aliyan ve tên senifandin. Wekî senifandina lêkeran ji aliyê erkî, kirdeyî, şêweşî (şeklî) û binyadî ve.

Gava em li ser lêkera "hebûn"ê radiwestin û kûr û dûr tê difikirin, em dibînin ku ev lêker ji aliyê binyadî ve, ne lêkereke sade ango xwerû an jî ya çêkirî (daraştî, pêkhatî) ye. Ev, ne lêkereke hevedudanî ye jî. Digel vê rastiyê, em di warê rastnivîsê de wê wek lêkereke sade an jî ya çêkirî dibînin û wisan dinivîsin.

Ji bo ku gotinên me zelaltir bibin em balê bikişînin ser awayê rastnivîsîna wê. Wekî tê zanîn du cure qertaf di zimanê me de hene: Yek erk û peywira kêşana lêkerê pêk tîne, ku jê re bi kurtî qertafên kêşanê tê gotin. A din jî, qertafên daraştinê ango çêkirinê ne. Bi van qertafan hin cureyên peyvan bi dest tên xistin.

Li vir ez dê tenê balê bikişînin ser qertafên kêşanê. Ev qertaf hem qertafên kesîn û hem jî yên demê di nav xwe de dihewînin. Gava lêker tên çivandin, ev qertaf bi wan ve tên nivîsandin. Lêkerên sade û yên çêkirî di her rewşê de bi hev ve tên nivîsandin û tu qertaf ji wan cuda nayê nivîsandin. Lê lêkerê hevedudanî û yên biwêjî, gava wek lêker bên kişandin, her hêmaneke wan ji hev cihê û ev qertaf jî dîsan bi lêkerê ve tên nivîsandin.

Lê dema navdêr bên kişandin, qertafê lêkera "bûn"ê îcar ji navdêrê cihê tên nivîsandin. Jixwe mijara me ev e. Çendî ku em "hebûn"ê wek lêkerek bibînin jî, di rastiya xwe de ew ne lêkereke sade, çêkirî an jî hevedudanî ye. Lê di zimanê me yê nivîskî de wek xeletê meşhûr mîna lêker hatiye pejirandin.

Niha em bi kêşana lêkera "bûn"ê li ser "hebûn"ê rawestin û mijara xwe ronî bikin. Hebûn, di rastiya xwe de navdêr e û ji "he" û "bûn"ê hatiye pê. Çendî di kurmancî de ev wek "he" mabe jî, di zaravayê kirmanckî (zazakî) de wek "est" e. Bi îhtimaleke mezin di ya kurmancî de "st" ji "hest"ê ketiye û mîna "he" maye. Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku bi îhtimaleke mezin ew "hest" bûye û "st" jê ketiye wek "he" maye.

Li vir em bi bûyera dengan re rû bi rû ne. Di zimanê me de qewimînên dengan zehf e. Ji bo ku em ji mebesta xwe averê nebin, ez naxwazim bikevim nav kitekitên bûyerên dengan. Lê min divê ez bidim xuyakirin ku, di zimanê me de dengê "h"yê pir ji serê peyvê dikeve. Mîna haşt û aşt, hişyar û şiyar, hestî û estî...

Îcar em vê peyvê ango "he"yê bi alîkariya lêkera bûnê bikişînin: Ez he me, tu he yî, ew he ye, em he ne, hûn he ne, ew he ne.

Min bi zanebûn qertafên lêkera bûnê ku hinek jê re dibêjin qertafên lêkera pêvebestî, jê cuda nivîsîn da ku mebesta min bê fehmkirin. Em bînin bîra xwe ku di kêşana navdêran de gava dawiya peyvê bi dendarê biqede, qertafên lêkera bûnê ev in: im, î, e, in, in û in in. Lê belê çaxa peyv bi dendêr biqede îcar qertafên lêkera bûnê dibin ev: me, yî, ye, ne, ne û ne.

Ez ji bo vê yekê du nimûneyan rapêş bikim:
Ez baş im, tu baş î, ew baş e, em baş in, hûn baş in, ew baş in.
Ez mamoste me, tu mamoste yî, ew mamoste ye, em mamoste ne, hûn mamoste ne, ew mamoste ne.

Ji van nimûneyan jî dixuyê ku "hebûn" ne lêker e, lê navdêr e û gava em dixwazin wê wek lêker bikişînin, em bi nezanî vê yekê dikin. Çendî ku ew di rastiya xwe de navdêr e jî, gava em wê dikişînin, em wê li gorî kêşana navdêrê dikişînin. Lê ji aliyê rastnivîsê ve, wek ku bûye adet, mîna cureyeke lêkerê lê dinêrin û wisan dinivîsin. Vê şaşiyê em tev dikin.


Gotinên miftehî :