Dewlet ev e!,dewlet,ev,e

Dewlet ev e!

A+ A-

Em di rojên çalakiyên bi munasebeta 25´ê Mijdarê de ne ku rojeke sembolîk e ji bo têkoşîna li dijî şideta beramberî jinê. Lê ev şidet qat bi qat li Kurdistanê di şexsê jinê de li hermberî civakê tê birêvebirin û bi hemû aliyên xwe yên bedenî, ked, derûnî, mêjî tê tedbîqkirin. Dewleta Tirk pêşengiya dagirkeriyeke nû dike û divê ti şik û gumana me nebe ku hedefa yekemîn ya vê dagikeriyê jin in. Jin ne weke hebûneke biyolojîk bi tenê, lê weke hebûneke civakî û hêza guhertinê, ji ber ku Erdogan û ekîba wî bi vî mêjiyê xwe yê faşîzmê, jinan û hêza wan ya veguherînê weke reqîbê xwe dîbîne.

Erdogan baş pê dizanê ku bi artêş û çeteyên xwe dikare her tiştî dagir bike, lê di heman demê de baş serwext e ku nikare îradeya jinan dagir bike ku hêz û cewhera modeleke nû ya demokratîk pêk tînin. Ji bo wê jî, Erdogan gav bi gav welat vediguherîne navendeke tecawizkaran. Derxistina qanûneke ku keçên zarok bi tecawizkarê xwe re ji sedî sed dagirkerî ye û jixwe, dewlet ev e! Dewlet li ser dagirkeriya beden, ruh û mêjiyê jinê ava bûye û niha jî Erdogan dixwaze bi vê qanûnê dagirkeriya xwe li ser tevahiya civakê ava bike; nîvê wê bike tecawizkar û nîvê din jî bike dîlê tecawizkarê xwe; bi vî rengî jî civakê hemûyî bi hev re dagir bike.

Ev “qanûn”a tecawizê, hewildaneke teşwîqkirina vê pêla dagirkeriyê ye. Jixwe, bi serkêşiya Erdogan, welat veguheriye Pakistaneke dûyemîn, ku lê hin bajaran û li hin bajaran jî hin taxan DAIŞ birêve dibe; ev qanûn fermîkirina zihniyeta tecawizkar a DAIŞ´ê ye. Nexwe çi cûdahiya di navberê dîmenê çeteyên DAIŞ´ê ku jinên dîl yên Êzîdî di nava xwe de parvedikin û vê qanûnê de nîne.

Eger Erdogan cesaret dike vê qanûnê derxîne, ev bi saya bêdengiya civakê li bajarên mezin yên Tirkiyeyê ye. Ev zihniyet manîfêsto û helberîneke dagirkeriya bereya faşîzmê ya AKP û hevalbendên wan e. Ev pêşnûma-qanûna tecawizê, çi qasî li hemberî têkoşîna azadiya jinên Kurd û modela wê werê li derxstin jî, civakê hemûyî elaqedar dike, hem jin û hem mêran bi giştî û di serî de jî zarokan û civakê bi tevahî dixe nava xetereke nû ya bi dehan salên din birînên wan neyên debirandin û dagirkeriya wan ji holê neyê rakirin. Jixwe, jinan û di şexsê jinan de civakê êşa dagirkeriya dewletê ya 5 hezar salan dikşîne û Erdogan bi vê qanûnê dixwaze dewlteke bi hemû aliyên xwe laşê wê kul bûye, rizgar bike û li ser piyan bigire. Ew dixwaze dewleteke li ser dagikeriya ked û bedena jinê hatiye avakirin, bi tecawizê rizgar bike.

Bila her kes xwe bixe şûna keçeke biçûk û empatiyê bike; bifikire, hem tu rastî tecawizê bêyî û hem jî bi tecawizkarê xwe re (bi darê zorê be yan jî bi razîkirina saxte) werî zewicandin û bijî! Ev cehenem bi xwe ye û ev dewlet bi xwe ye. Mirov bela xwe ji pêkanîna vê berde, dema mirov lê difikire jî mûyê laşê mirov sîx sîxî dibin. Ev zihiyeta ku digot “her kurtajek Roboskiyek e” yan jî “bila her jinek sê zarokan bîne”, bi pêşnûma-qanûna dawî ya tecawizkariya dewletê, jinan dikin makîneya pêkanîna siyaseta xwe ya dagikeriyê. Ev serdestkirina pisîkolojiya bindestî û stûxwariyê ye.

Li hemberî vê zihniyetê bêgûman tişta werê kirin, divê bi ruhê jinên di çeperên berxwdanê de çawa her roj DAIŞ´ê û hevkarê wê AKP´ê têk dibin, bi ruhê jinên Lehistanê çawa gav bi desthiladariya welêt bi paş ve dan avêtin dema xwestin qanûna qedexekirina jiberxwekirina zarokê derxin, bi ruhê jinên ku ruxmê dagirkerî û wêrankirina bajar û gûndên me li Bakurê Kurdistanê dîsan li ser piyan in, xwedî li nasname, azadî û şehîdên xwe derdikevin, berxwedan werê xurtkirin.

Ev zihniyeta hov a ku dixwaze dagirkeriya bêsînor li ser beden û ruhê jinê birêve bibe, bi tenê bi têkoşîneke bêhempa, bênavber û bi plan dikare werê têkbirin. Kampanya "ji bo têkbirina dagirkeriyê, xwebûn” gelekî giring û jiyanî ye. bi yek hevokê, ev kampanya ji binî ve hilkirina dagirkeriyê û avêtina wê ya ser sergoyê ye; li hemberê wê jî xweavakirin, firehkirin û mayîndekirina xwe birêxistinkirinê ye. Xwebûn bi tevahî û ji binî ve qûtbûna ji vê dewleta hov e û xwe avakirin e li ser bingeha vegera li dîroka, çand, ziman, sazî û nasnameya xwe ye. Li aliyekî din, avakirina bereyeke alternatîf û demokratîk e li hemberî vê bereya faşîzma tekparêziyê.

Erdogan ne tenê li Tirkiyeyê, di şexsê jinê de dagirkeriyê li ser hemû civakê pêk tînê, lê dixwaze bi vê zihniyeta xwe ya neo-Osmanî heman modelê û dagirkeriyê li beşên din yên Kurdistanê birêve bibe. Vê jî bi rêya hevkarên xwe dike. Ji bo wê jî, herî zêde divê jinên ji Başûrê Kurdistanê vê kampanyayê watadar bikin û li aliyê wê yê civakî serwext bibin. Ev “qanûn”a tecawizkariyê ya Erodgan, tenê jinên Tirkiyeyê elaqedar nake, lê hemû jinan û civaka Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Kurdistanê elaqedar dike. Ji ber ku tekane hêza asteng e li pêşiya Erdogan, tevgera Azadiya Gelê Kurd û jinên Kurd e. Ew ji ber vê jî dixwaze bi êriş û jiholêrakirina wan û qanûnên tecawizê îradeya wan bişikîne. Tevlîbûna kampanya û bereya alternatîf û demokratîk erka jinan û civaka Başurê Kurdistanê ye jî, ji ber van sedemên li jor û pirr sedemên dîrokî û rojane, têkbirina zihniyet û dagirkeriya Erdogan ji bo avakirina Kurdistanê, û jin û civakeke azad şertê sereke ye.


Gotinên miftehî :