1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Jan Çiya
  4. Di Hundur de Diz Heye
Di Hundur de Diz Heye,di,hundur,de,diz,heye

Di Hundur de Diz Heye

A+ A-

Ji bo saxtî bike ku zarokên wê ji dibistanê hatine an nehatine, telefonî malê dike. Lê, ji bîr dike ku li pêşiya hejmaran "0"ê binivîse.

Telefona xebatkarê palûkeyekê lê dixe û mêrik telefonê vedike:

-- Fermo!
-- Tu ki yî?
-- Tu ki yî? Tu li min geriya, berê xwe bide naskirin û piştre navê min bipirse?
-- Tu li mala min çi dikî? Tu çima telefona min vedikî?
-- Mala te ya çi ye? Ez li xwaringeha palûkê me. Xwarinê dixwim.
-- Tew tu xwarina cêwiyên min dixwî jî?! Ez ê a niha li polîsan bigerim.
-- Bigere, aha ez li hêviya te û wan im.

Jinik bi lez li polîs digere:
-- Fermo, polîs!
-- Roj baş! Diz ketiye mala min. Du cêwiyên min li mal in û diz di hundir de ye.
-- Tu çawa hîn bû?
-- Min telefonî mal kir, dizî telefon vekir û bi min re axivî.
-- Di hundir de çi dike, çi got?
-- Got ez xwarinê dixwim. Xwarina cotikên min dixwe û di hundir de ye.
-- Ma te jê re got "ez ê li polîsan bigerim?"
-- Erê! Min got. Wî jî got "ez li vir im û li hêviya te û wan im."
-- Baş e. Em niha komekê dişînin wir.
-- Baş e. Ez ê jî niha biçim.

Jinik bi lez diçe. Dinihêre polîsan dora malê girtiye. Jinik diçe ber derî. Ji wir hem li operasyona polîsan dinihêre. Dema polîs lêgerînê diqedînin û diçin. Polîs dibêjin "heke pêşketinek çêbû, me agahdar bike."  Jinik û cîrana xwe derbasî hundir dibin. Ji cîrana xwe re qehweyekê çêdike û bi hev re vedixwin.

Careke din li telefona xwe dinihêre û li wê hejmara lê geriyaye digere. Careke din mêrik derdikeve hemberî wê. Hîn nû fam dike ku li hejmareke şaş geriyaye. Û lêborîna xwe jê dixwaze, lê agahiyê nade polîsan.


Gotinên miftehî :