1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran
Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran,di,kurdî,de,cure,û,avaniya,lêkeran

Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran

A+ A-

Lêker, ew cure peyv in ku em bi saya wan ligel têgîna dem û kes ji rewş, kirin, qewimîn, tevger û bûna tiştekî agahdar dibin. A ev cure peyv, ji ber taybetiyên xwe ji çend aliyan ve tên senifandin. Ev senifandin jî, ji aliyê binyadî, erkî, kirdeyî û teşeyî ve ye. Em niha jî yek bi yek li ser van rawestin, lê bêyî ku em em bikevin kitekitên wan.

a) Ji aliyê binyadî ve lêker

Heta niha di kurdî de, bi qasî ku ez dizanim û ez lê rast hatime, ji aliyê binyadî ve li ser çar xalan tê rawestandin. Lê bi ya min xaleke din jî divê li van xalan zêde bibe. Ji aliyê binyadî ve lêker ev in:

1. Lêkerên sade 2. Lêkerên çêkirî (dariştî/pêkhatî) 3. Lêkerên hevedudanî 4. Lêkerên ku ji hev dibin 5. Lêkerên biwêjî

Ji vê senifanê, navê "lêkerên ku ji hev dibin" aîdî min e û ez dê di nivîsareke taybet de li ser vê mijarê rawestim, ku tiştê ez pê dizanim heta niha di kurdî de kes li ser vê yekê nesekiniye.

b) Ji aliyê erkî ve lêker

Di zimanê me de lêker ji hêla erkî ango peywirî ve li du xalan pareve dibin. Ev levabûn, li gorî stendin an jî nestendina serveyê ango bireserê ye:

1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî) 2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî)

c) Ji aliyê kirdeyî ve lêker

Ji vê hêlê ve lêker li çar beşan dabeş dibin. Em niha wan jî di rewşa xalan de derpêş bikin:

1. Lêkerên lebatî 2. Lêkerên tebatî 3. Lêkerên berbihevîn 4. Lêkerên vegerok

Lêkerên berbihevîn di zimanê me de bi alîkariya "hev" û "êk"ê tên kişandin. Her wiha, lêkerên vegerok jî ne bi tena serê xwe, lê belê dîsan bi alîkariyê, ango bi alîkariya "xwe"yê tên kişandin.

d) Ji aliyê teşeyî ve lêker

Ev cure lêker jî di nav xwe de, dibin du beş.

1. Lêkerên rêzikî (rêzgîn/bêqayde) 2. Lêkerên nerêzikî (nerêzgîn/bêqayde)

Avaniya lêkeranLêker, ji aliyê avaniyê ve jî tên senifandin. Niha jî em bala xwe bidin vî awayî. Ji hêla avaniya lêkeran ve, lêker li pênc xalan dabeş dibin. 1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî) 2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî) 3. Lêkerên lebatî 4. Lêkerên tebatî 5. Lêkerên dançêkir

Îcar jî em ji aliyê avaniyê ve hinekî bi kitekit li ser lêkeran rawestin. Em ji xala pêşîn dest pê bikin û ji berêvkî ve bi mijara xwe de herin. Em serê pêşîn li lêkerên gerguhêz rawestin û xal bi xal em terîfa wan bikin.

1. Lêkerên gerguhêz: Ji wan lêkeran re tê gotin ku heyberên candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor digirin. Bi gotineke din ku em bibêjin; lêkerên xwedî bireser/serve, lêkerên ku dikevin bin hîkarî û bandora kar û kirên kirdeyê, lêkerên gerguhêz in.

2. Lêkerên negerguhêz: Di dema kêşanê de eger heyberekî candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor negire, ew lêker lêkereke negerguhêz e. Ango di dema kêşana lêkerê de kirde bi tenê heye, bireser tune ye. Yê ku dike û yê ji kirinê bandor digire eynî ye. Bi awayê kin ku em bibêjin, lêkerên ku di dema kêşanê de serve ango bireser nagirin, lêkerên negerguhêz in.

3. Lêkerên lebatî: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kirox û diyar e. Eger em bi awayekî din bibêjin, yê ku çalakiya heyî dike kirde ye.

4. Lêkerên tebatî: Lêkerên ku kirdeya wan a bera ne diyar be ji wan re tê gotin lêkerên tebatî. An jî, ji ber çalakiya ku tê kirin eger bandor li kirdeyê bibe ji van çeşîdên lêkaran rê lêkerên tebatî tê gotin.

5. Lêkerên dançêkir: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kar û kirekê bi yekî an jî bi alîkariya tiştekî dide kirin. Ev kirin an rasterast e an jî bi navgîna kes an jî tiştekî ye.

Gava em têr baş di avaniya lêkeran bifikirin, em dê tê bigihîjin ku, bê di kurdî de (nemaze di kurmancî û kirmanckî/zazakî de), lêkerên lebatî û dançêkir, bi alîkariya lêkeran tên çêkirin. Lê em vê taybetiya hanê di kurmanciya naverast (soranî) de nabînin. Eger em bi zelalî li ser van cure lêkerên ku navên wan li jorê derbas bûn û ku dabaşa me jî bi giranî li ser wan e, rawestin, divê em bînin bîra xwe ku bi alîkariya lêkerên alîkar, lêkerên tebatî û lêkerên dançekir tên çêkirin û lêkerên alîkar di dema kêşanê de li gorî demê tên kişandin, lê lêkera ku esil kar û erk li ser e, di rewşa rader (mesder) de û her wiha di halê gerguhêz de ye.

Rewşa tebatî bi alîkariya lêkera "hatin" tê çêkirin û ev lêker li gorî deman tê kişandin. Lêkera ku esas kar li ser e, di rewşa gerguhêz û awayê raderîn de ye. Mînak; hatin gotin: hat gotin, dihat gotin, dê bê gotin, hatiye gotin, hatibû gotin, hatibûba gotin, bê gotin, bihatiba gotin û hwd.

Çawan me berê jî got, em nikarin lêkerên negerguhêz bi alîkariya lêkera "hatin"ê bikêşin û biçivînin. Ji bo nimûne; em nikarin bibêjin hate rawestîn, hate çêbûn, hatibû xemilîn, dê bihata bestîn û hwd. Lê mixabin ku em di çapemeniya kurdî de çi nivîskî û çi jî dîtbarî rast lê tên ku bi awayekî çewt û derî rêzika heyî ya rêzimanî, wekî mînakên ku me li jorê derpêş kirin, rewşa tebatî tê çêkirin.

Dîsan awayê dançêker jî, bi alîkariya lêkera "dan"ê tê çêkirin û eynî mîna lêkera alîkar a "hatin"ê tê kişandin. Rêzikên ji bo pêkhatina rewşa tebatî çi bin, ji bo rewşa dançêkir jî eynî ne. Nimûne; dan nivîsandin: da nivîsandin, dihat nivîsandin, dê bide nivîsandin, daye nivîsandin, dabû nivîsandin, dabûbû nivîsandin, bide nivîsandin, bida nivîsandin û hwd.Ev her du lêkerên alîkar "hatin" û "dan" ji bo rewşa tebatî û dançêkir bi lêkerên "hatin" û "dan" re nayên kişandin. Ku em bi gotineke din bibêjin, careke din bi xwe re nayên bikaranîn. Ango em nikarin bibêjin ku "dabûn dan", " hatibûn hatin" û her wekî din. Digel vê rewşê lêkerên hevedudanî yên ku bi lêkera alîkar "dan"ê hatine çêkirin, tev de nebin jî dîsan hin jê di rewşa dançêkir de tên kişandin. Mînak: Wê bide xeberdan bê ka çi di binê zimanê wê de heye.

Lê belê em nikarin hin lêkerên hevedudanî ku bi lêkera "dan"ê hatine çêkirin, bi awayê dançêkir biçivînin. Ji bo nimûne em nikarin bibêjin "min ew da xwêdan" , an jî "min ew da hewldan"Li aliyê din, divê ku em bibêjin zimanê kurdî zimanekî lebatî (aktîf) ye, rasterê ye. Jı vî aliyî ve, ji hin zimanan cihê ye. Riyên wê yên vegotinê cuda ne. Ji lew re ji bilî rewşa tebatî û dançêkir, di dema kêşana lêkeran de û ji bo diyarkirina rewşê, mirov serî li riyên din jî dixe. Îcar lêkerên alîkar "kirin" û dîsan "hatin" tên hawara meriv. Lê rewşa kişandina van îcar cihê û cuda ye.

Di dema kişana van lêkeran de, ku gihaneke "ku" dikeve navbera wan, her du lêker jî tên kişandin û sabît an jî di rewşa raderê de namînin. Bi dana nimûne û mînakan em mijarê zelal û ronîtir bikin:

Ji qehiran dikir ku biteqiya, Pirî hêrs bûbû dikara ku xwe bixwara, Bike ku lawik vegere malê Hat ku xwe bixwe Dihat ku di cih de ji girînan ziwa bibe Îcar ew lêkerên ku li jorê dabaşa me li ser wan bû me mîna "xwê dan", "hewl dan" bi azîna li jorê û bi awayên din tên kişandin:

Min kir ku xwê bide (an jî ku em navdêr "xwêdan" û "dan" jî wek lêkera alîkar bipejirînin kir ku xwêdan bide), Min kir ku hewl bide,Li vir hewcedarî bi aşkerakirina rewşekê heye. Me li jorê behs ji curelêkerên hevedudanî kiribû, ev lêker bi alîkariya lêkerên alîkar tên kişandin. Ji van lêkerên alîkar yek jî lêkera "dan" e. Ev lêker hem wek lêkera alîkar ku pê lêkerên hevedudanî tên dariştin, û hem jî wek lêkera alîkar ku pê rewşa dançêkir tê çêkirin, derdikeve pêşiya me. A ji ber vê taybetiya wê em di rewşa avaniya dançêkir de dikevin tengasiyê. Her wiha em dikarin bi "dan"ê navên hevedudanî jî çêkin. Mîna xwêdan, xeberdan, hewldan, rêdan...A ev rewşa hanê carinan nahêle ku em lêkerên hevedudanî yên ku bi "dan"ê hatine çêkirin di rewşa avaniya dançêkir de bikêşin. Loma jî em ji bo diyarkirin û daxuyakirina rewşê serî li azîn û formeke din dixin. Mînak em nabêjin "ez ê niha sobayê dadim û we bidim xwêdan/ an jî xwêdandan" lê em dikarin vê hevokê li gorî mantiqa zimanê xwe û bi riyên vegotina vî zimanî wiha saz bikin: "Ez ê niha sobayê dadim û bikim ku hûn xwê bidin/ an jî xwêdan bidin."Min divê lı dawıyê ez bidime xuyakirin ku her zimanek xwedî taybetmendiyan e, her ziman xwedî riyên vegotinê yên cuda ne, hin ziman wekî zimanê tirkî xwedî vegotinên nerasterê ne (endîrekt in), hin ziman jî mîna kurdî xwedî vegotin û riyên rasterê ne (dîrekt in). Ji lew re divê haya me ji taybetî û rewşa her zimanî hebe ku her yek bi xwe, dinyayek e. Cihêtî û cudayên girîng di navbera zimanan de hene. Hewce ye ku em wan ji hev cihê bifikirin û bînin bîra xwe ku ruhiyeta her zimanî cihê û bi serê xwe ye. Loma gava em di nav çarçoveya taybetmendiya zimanê xwe de biramin em dê tengasiyê nekêşin lê gava ku em bi qalibên zimanekî din biramin û bixwazin bi wan qaliban hevokan saz bikin, em dê bikevin tengasiyan.