1. Tekst

  2. Gotar

  3. Nîjad Arda
  4. Dibêjin Şam şekir e, AKP şîrîntir e!
Dibêjin Şam şekir e, AKP şîrîntir e!,dibêjin,şam,şekir,e,akp,şîrîntir,e

Dibêjin Şam şekir e, AKP şîrîntir e!

A+ A-

Demek e dirêj e ku qala hatina Şivan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ez jî weke aliyekî vê meseleyê divê li ser daxuyaniya wî ya dawî çend gotin bêjim ku hin rastî  aşkera bibin.
Pênc şeş meh berê, ji navenda giştî ya BDP’ê cîgirê serokê giştî telefonî min kir. Ez wê demê serokê BDP’ê yê bajarê Amedê bûm. Got ‘Şivan dixwaze were Tirkiyeyê û ji bo wê jî daxwaza wan a hevdîtinekê heye. Wê menajerê wî were û em dixwazin ku li ser navê partiyê tu pê re biaxivî’. Min jî got ‘baş e’. Piştî çend rojan menajerê wî telefon kir. Ez ne xelet bim navê wî Amed Mardîn bû. Randevû xwest, min jî gotê kerem ke were ew jî tevî parêzer Sedat Yurtdaş (weke nûnerê Şivan Perwer) hatin partiyê. Di hevdîtinê de, berdevkê KCD’ê birêz Cemal Coşkun û berpirsên tevgera çandê jî hebûn.
Li navenda partiya Amedê em li hev rûniştin. Me mafê axaftinê da Amed Mardîn, wî jî daxwaza Şivan Perwer anî ziman û got dixwaze du konseran pêk bîne, yek li Amedê û yek jî li Stenbolê. Piştî sohbeteke dûvedirêj me fêm kir ku bi AKP’ê re jî axivîne û mîsyonekê giran li xwe bar kiriye. Tiştên ku me ji wê axaftinê fêm kir ev bûn. Şivan     li Amedê dixwaze ku konsereke     girseyî bide. Ji bo vê jî hemû         teknîkê ew ê amade bikin. Ji me jî xebatên mayî dixwazin. Li Stenbolê jî li cihekî mezin ê girtî konserek din difikirin. Lê konsera Stenbolê dixwazin bi serê xwe bikin. Ji wî jî dihat fêmkirin ku bi rayedarên AKP û dewletê re hatiye axaftin û li Stenbolê tevî BDP’ê bi beşdariya hemû partî û derdoran dixwazin konserekê pêk bînin.
Li aliyê din dixwest li Amedê pêşwaziyeke xurt pêk were, wekî din jî weke konferansekê jî daxwaza wî hebû. Li gorî gotina wan wê bang li Danielle Mitterand û Kofî Annan û hin navdarên din ên navneteweyî jî bikin.
Ez bawer im xwendevan kêm zêde, nêzikahiya Şivan fêm kirin. Bersiva min jî ji wan re ev bû. Bi tu awayî em bi AKP’ê re nakevin nav organîzasyoneke wiha. Konsera Amedê û ya Stenbolê nabe ku AKP an jî derdorên di bin tesîra wan de rengê xwe bidinê. Em jî weke partî rengekî siyasî nadin van konseran. Bes tevgera me ya çandê ji serî heya dawî wê xwedî biryar be û ji bo serkeftina van konseran amade ye ku peywira xwe pêk bîne.
Ji bo konferansan jî me fikrên xwe gotin. Bi kurtasî me got peywirên wiha gel didin kesan an jî saziyan û gelê kurd mîsyoneke wiha nedaye Şivan. Em amade ne ku Şivan weke hunermendekî pêşwazî bikin û rûmetê bidinê, lê roleke siyasî ya Şivan nîn e. Ji ber vê jî nabe ku em rê bidin çalakiyeke wiha. Şivan nikare xwe peywirdar bibîne ji bo navbeynkariyê ya di nav gelê kurd û dewletê de an jî AKP û BDP’ê de. Min li wir tiştekî din jî got. Min got ku bila Şivan çivan nede xwe û bêyî ku li dû tiştên din bigere bila were û derkeve pêşberî gel. Ev gel ji Şivan şikestiye. Ev konser derfetek e ku Şivan xwe bi gelê kurd bide efûkirin û xwe cardin bispêre rastiya gelê xwe. Piştî van axaftinan hevalên ku hatibûn, gotin em ê ragihînin Şivan û bersivekê bidine we û çûn. Piştî bi demekê Amed Mardîn telefon kir û got, bi Şivan re axaftine û difikirin ku hê zû ye ji bo hatina Şivan. Min jî got baş e û vê rewşê ragihande navendê.
Kêm zêde axaftinên di navbera me de ev bûn. Vê carê Şivan daxuyanî daye û gotiye ez ji kurdan û partiyê şikestî me û xwe amade kiriye ku di TRT 6 de derkeve konsereke zindî. Min jê re wê demê jî gotibû, çivan nede xwe. Destê te ji pereyan nebû. Te hin soz dabû xwînrêj û kujerê gelê kurd AKP’ê. Niha tu mecbûr î ew soza xwe pêk bînî. Ez bawer im ew 2 milyon Euro’yê ku soz dabûne te wê zêde jî kiribin, ji te re helal be. Cihê te di nav qoriciyên (cerdevan) çandê de amade ye. Pîroz be li te û bawer bike gelek li bejna te hat.
Di şert û mercên wiha de, di têkoşîna man û nemana gelê kurd de, ev helwesta qaşo hunermend û rewşenbîrên kurd em zêdetir diêşînin. Bes divê em di vir de jî her kêmasiya xwe bibînin. Êdî dema helwesteke zelal û polîtîkayeke hevpar hatiye li hember vê rewşê. Nebe wê hêj gelek serê me bi van kesan biêşê.