1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mîtan Şareza
  4. Dilê Min Îşev Li Min Gilî Kir
Dilê Min Îşev Li Min Gilî Kir,dilê,min,îşev,li,min,gilî,kir

Dilê Min Îşev Li Min Gilî Kir

A+ A-

                                                                                       

                                                                                                             

Dilé min îşev li min gilî kir
Ew ê werin ronahiya çavên min

 dilop dilop hêsrên min ji min bidizin
Ew ê werin di tarîbûna bîrên neyarî de li hestîyên laşê min bigerin

Dilê min îşev li min gilî kir


Ew ê werin xerabîya evîndaran di guhên min de biqîrrin
Û wê civanîya min pêşkeş bikin

 wê bifiroşin bi erzanî

Ew ê werin bang bikin pîrek lal û bê ziman
 
Awirên wê wek e birûskên neçarîya zarokekî bihêrs
Û wê pîrika hanê dergûşa dawîya jîyana xwe hêl dikir

Dilé min îşev li min gilî kir



Ewê êgir berdin wêran bikin
 
helbestên jîyana feqîr û parsekyî kûçikî
Ew  werin leşkerên bar bi xwîn biajon ser kesera min
 
Dilé min îşev li min gilî kir


Rabe looo .......
Mezelên pênivîsa evîndarên dilşewat
Bi pelandina destên kor bibîne
Ew ê werin holîkên zavatîya min bi qelenên buha hilweşînin
 
Eré ...... rast e, dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê werin temaşe bikin nêçîra şevén bêbext
Xelasîya xewneke derewîn
Eré...Erê…….

Erê dilo


Mîtan Şareza