1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Aydin Dere
  4. Divê em vegerin ser koka xwe
Divê em vegerin ser koka xwe,Divê,em,vegerin,ser,koka,xwe

Divê em vegerin ser koka xwe

A+ A-

Kulîlkên Akasyayê zer dibin.
Vê ?emiyê di dengê zengilan de xemek heye. 
Extiyarên bajêr bi gavên hûr û lerze-lerz dime?in ber bi dêrê ve.
Extiyarî hatina ber devê durêyan e,  bi  navekî din tenêman e.
Ez niha li welatê Hanri Dounan’im.  
Li Grava Roussau, kevok difirin. 
Hi? û aqilê min li ser welêt e. 
Bêwelatî xemeke giran e, carnan jî mirin e. 
Niha, divê em bi zanebûneke bilind û bi e?qeke mezin vegerine ser koka xwe. 

Hezkirina ji gelê xwe û gelên din, wekhevî û biratî, tenê bi evîn û zanebûneke kûr mumkun e. Bi  bêwelatan re kes ne dixwaze bibe dost, ne jî bira. 
Em ne dibin xwedî bira û ne jî azad dibin, heta ku welatê me jî di nav welatên cîhanê de cîh negire. 
Bê welatî mehrûmiya ji hezkirinê ye, birîndarî ye, perçebûn e, zarîn e û mirovan dibe tunebûne.   
Dem û dewran diherike di navbera mirin û jînê de, ez bêriya ?evên xeyalî yên welêt dikim. 
Dem ewqas tema ye ku bi qasî daye me, niha duqatan  ?ûn ve digire.   
Divê ez vegerim cihê bûyina xwe, cihê ku lê hatime lêdan di ?eveke bi stêrk de.
Dema hatim lêdan, min ji bo te  sitêrk berhev dikirin. 
Di bêhnvedana xwe ya dawî de, min  hîs dikir ka çawa nav û dilê te diperitî. 
Niha em çawa dikarin xwe?î û aramiyê bibine welatê xwe. 

Divê em vegerine ser emanetên xwe ku ji Gilgamê?, ji Nemrûd û  ji Nûh ?ûn ve mane. 
Em vegerin da ku rengekî nû bidin wan çiyayên xwe yên serbilind.
Beriya vegerim ser koka xwe, divê  hi? û dilê xwe pak bikim. 
Divê bi dûr bixim ji xwe, hemû tevger û dimenên li ser min hatine ferz kirin û biçirînim nav û nasnameyên bi zorê dane min.
Ez ê ji bîr bikim hemû zanîna  xwe ya li ser dîroka derew, hunera çewt, ya li ser ol, bîr û bawerî û ramana felsefî.
Lazim e ez xwe pak bikim, ji hemû ti?tên min dîtine, bîhîstine û xwendine, xwe bi?om ji hemû ti?tên tesîr li min kirine û dîsa vegerim zarokatiya xwe.
Divê ez hîvza xwe bikim û dûr bikevim ji kenên sexte, ji gotinên durû, ji jiyana bêserûber.
Ezê bifilitim ji çerxa kîn û kerbê, destbi?om ji xwîna li ser navê yezdan tê rijandin û dest bi jiyaneke nû bikim.
Ez ê ji bîr bikim ê? û elema te ya ji ber lêdana min. 
Ez ê derkevim rêwîtiyeke dûr û dirêj bi awayê Zerde?t.

Ez ê bibime yek, bi xewnên xwe yên wendayî re, bi sirên goristana ?ehîdan re, bibim perçeyekî nex?ên li ser zinaran. 
Ez ê guhdarî bikim li dengên ku her ?ev tên ji sitêrkan û xwe bi?om bi ronahiya wan. 

Niha em bi zor filitîne ji tunebûne û di nava xwîn û xwedanê de dime?in ber bi asoyê ve. 
Li cihê em jê hatine, kevir têne ziman, av bilind dibin û mirî deng li me dikin. 
Û bîranînên me yên bê dawî di hi?ê me de perçe perçe dibin. 
Heta fîl jî  dema mirin nêzik dibe, vedigerin ciyê bûyîna xwe. 
Tirs bariye bi ser her ti?tî de, hê gotinên devên me û avên çeman qirêj nebûne  werin em vegerin ser hemû nirxên xwe yên pîroz.
Ger hatibin hilwe?andin hemû pireyên me, hatibin birîn hemû rê û buhurên me, çare nîne divê em vegerin asoya xwe. 

Kevir dibarin bi ser me ve, bax û daristanên me tên ?ewitandin, neftê dirijînin koka me. 
Dayîkên me ?înê dikin, lê çiyayên me bi rik û înad, sitranên xwe dibêjin. 
Em tên lêdan bê pirs û bê mehkeme, zimanê me lal, ken û evîna me tên pelixandin û serpêhatiyên me yên hezaran salan di bin avê de dimînin.
Carnan bêdengî hukum dike li çiyayên me, carnan ba û bahozeke ji aqilan dûr... 
Lehengên me kemîn datînin, dûre zinar dibin xwelî, av dibin xwîn û diherikin.

Gavên min ber bi te ve ne ey welat!
Tu serbilindî, serî bi mij û dûmanî weke Ararat.
Her buhustek xaka nex? bi nex? e.  
Ez ê li te vegerim, hem jî bi tevî dilê xwe yê bi xwîn.  
Her ti?tên me, rûmeta me, pê?eroja me,
zarokatiya me, ciwaniya me, extiyariya me,
evîna me, nêrinên me yên di aqilan de mane,
cangoriyên me, bîranînên me yên li ser wêneyên peritî,
hemû jiyana me,  rastiya me, çi heye di dilê te de ve?arî ye.
Ez ê werim di danekî sibê de.
Ev ne daxwazeke bê îmkan e,
ez ê werim ji bo wan kenên te yên weke helbest.


   Aydin Dere
[email protected]

Gotinên miftehî :